Li beramberî modernîteya sermayedar têkoşîna azadiya ku Rêber APO pêşengiya wê dike lingê wê yê herî xurt têkoşîna azadiya zayendperweriya civakî ye. Di heman demê de aliyê herî xweser yê derketina PKK’ê û Rêbertî dozîneya hevjiyana azad a jin û pêre pêre jî azdîxwaziya civakî ye. Damara bingehîn a bizava azadiyê têkoşîna azadiya jinê ye. Tişta PKK’ê ji tevgerên din ên dijberên Sermayedar vediqetîne nêzîkatiya ji bo jinê ye. Di bingeha pêwendiya azad a di navbera Rêber APO û jinê de gihîştina wateya heqîqetê heye. Hûrmetgirtin û pêhesîna xweza, rastiya xweşikî, xweliqkarî û exlaqî ya jiyanê heye. Pir eşkereye ku, terz û têgeha jiyanek ku jin di qada fîzîkî, zayendî, ked û hestan de bê mêtîngehkirin bi heqîqeta gerdûnî re ne hevseng e. Di modernîteya sermayedar de dikare behsa çeloxarkirin û înkara heqîqete were kirin. Di dema niha de ku, rastî nayê nasîn, pejna heqîqetê, fêmkirin û pejirandina wê bêguman seknekî şoreşgerî ya pir mezin hewce dike. Yên ku têgihîştin û çalekiya jinê wek lutuf bidest digrin, ji hilweşîna pergala serdest a koledar ditirsin bi hemû hêza xwe êrîş dikin, ev hêz di eynî wextê de xwediyên pergala Îmraliyê ne. Îmralî, tam ji ber vê sedemê ango yên dijîtiya azadiya jinê dikin, yên dijminê azadiya gelan in û mirovê/a azad heznakin, pergala wan e. Di demên destpêkê de yên derketina Rêbertiya me cidî negirtin, wer dizanîn ku dara hişkbûyî carek din şîn nayê. Paşê jî vexameta vê yekê bi demê re îtîraf kirin, kesên wiha bi heman awayî nêz xebatên Rêbertî ji bo azadiya jinê dibûn. Lê belê jin li dora Rêbertiyê kombûn, xwestin fêm bikin, hêz girtin û ber bi çalekiyê ve çûn, bi vê re jî carek din hêza kûrbûyîn û pratîkbûyîna xeta azadiya Rêbertiyê hate dîtin. Yên ku pêwendiya bi jinê re tenê li ser zayendiyê înşa kiribûn, xwestin ji vê xalê li Rêbertî bixin û bêbawerî bidin çêkirin û bînin asta ku bêjin “ji me ti ferqa wî tine ye” wiha jî bimehînin. Li beramberî vê, jinê hîna bêtir Rêbertî hembêz kir, pêwendiya wan hîna xurtir bû. Ji ber ti êrîşên antîpropaganda nikare ji encamên ku jinan bi jiyanê bidestxistin bi bandortir bibe. Ne gengaze ku kes an jî hêzek bikare têkîliya azad a di navbera Rêbertî û jinê de, ew bawerî, vîndarî, pêşketina hişmendî û hestwarî binixumîne, an jî berovajî nîşan bike. Di vê wateyê de têkîliya di navbera Rêbertî û jinê de nikare were qûtkirin. Têgihîştin û têkoşîna heqîqeta azadîxwaziya jinê ya Rêber APO li dijî pergala mêtînger û serdest a 5 hezar salî, bi hest, raman, hesret û îsyanên azadiyê ya jin û gelan re dagirtî ye. Li beramberî vê yekê îşkenceya Îmraliyê wek ku ji hemû bizavên azadiyê tolê hiltîne ketiye nava hêrsekî mezin. Ango di cewher de ya ku dixwazin li Îmraliyê bixin bin esaretê têkîli û pêwendiya azad a Rêber APO bi jinê re, jina di jiyanê de bûyî vîn û pêşneg e, teleba jiyana xwezayî ya gel û jinan e. Ya rast a li Îmraliyê di bin esaretê de ye azadî bixwe ye.
Ji ezmûnên bi salan ya têkoşînê jî hate fêmkirin ku têkoşîna azadiya jinê stratejiyek têkoşînê ya pir zehmet e. Li dijî elimandin, darizî û nêrînên bi hezar salî, li dijî avahî, pênase û saziyên wan, li dijî hişmendiya zayendparêz a civakî têkoşînkirin rewşek wek pêkanîna nemumkiniyê ye. Desthilatiya zilam bi hemû saziyên xwe û dewleta serdest ve xwe daxistiye her hucreyê, her tiştê biyanî dike, bêhêvîtî û tengbûna ramanê dide çêkirin. Ev jî di şênberiya pêvajoya têkoşîna me de derkete holê. Her ku asoya azadiyê mezin bû, pirsên wek “em ji kudera rastiya heyî bigrin dest? Çawa bikin û çawa bijîn?” pir hatin pirsîn. Beriya her tiştî hîskirin, pêhesîn û tesbîtkirina wê ku rastiya heyî bi derew û xapandinanê re hatiye dorpêçkirin, bi serê xwe şoreşek bû. Bersivsandina rast a pirsa “tişta şaş çiye?” jî bi tena serê xwe pirsgirêk bû. Ma mîrateyek ku xwe bispêrê tine bû? Elbet hebû. Di dused salên dawî de têkoşîna jinên femînîst û hin bizavên sosyalîst şoreşger li beramaberî zayendparêziya civakî hin tiştên red-dikirin û hin pîvanên ku gihîştibûnê xîmek çêkiribû. Ruxmî hemû xebat, ked û destketiyan jî ev bizavên jinên femînîst nekarîbûn xwe ji rastiya marjînalbûyî ya ku li ser enkaza pergala sosyalîzma hilweşiyayî bazirganiya herî mezin a jinê pêşketibû rizgar bike, diviya di serî de encamên ku van bizavan bidest xistibûn, biketibûya bin lêpirsînê. Ji mîrateya wê tiştên rast bihata hilbijartin û safîkirin. Şaşiyên wê bihatana derxistin û dozîneyek nû bihata pêşxistin. Ji bo vê jî îdeayek pir kûr û mezin ji bo azadiyê, lêhûrbûnek cidî û wêrekî hewce dikir. Ewq kûr ku, Rêbertiya me ku zilame, ruxmî îmkanên desthilatdariya ku zayendparêziya civakî jê re pêşkêş kirî, ew asêmayîn, fetisîn û hilweşîna ku jin têde maye, ji jinan bixwe jî bêtir hîs dike, fêm dike û pênse dike. Hêza rêbertiya me ji bo fêmkirina jinê ji kûrbûyîna wî di têgeha azadiyê tê. Sedema gelê me û gelên cîhanê di têkoşînên xwe yên azadiyê de negihîştin encamê, ji ber koletiya ku di bingeha pirsgirêkê de cih digre nekarîn derbasbikin. Tesbît zelal bû; rêya jiyana azad ji azadiya jinê derbas dibe. Destnîşana ‘li jêr hemû koletiyan koletiya jinê heye’ bi qasî ku kûrbûyîna têkoşîna azadiyê li dijî pergala serdest îfade dike, bi qasî wê jî hêza empatiya ji jinê re jî nîşan dike. Jin di vê pencikê de tê teslîmgirtin an jî qetilkirin. Ev asêmayîn û mirin piranî korbûyîn an jî cihgirtin di xeta zilambûyînê re bi xwe re tîne. Jin çima dikeve, çima tê daxistin? Çima teslîm dibe, teslîm digre? Çima întîhar dike, ber bi întîharê ve dikişe? Bersiva pirsan dibe xîmek mezin a têkoşîna şoreşgerî.
Jin civakî ye û di navenda jiyanê de cih digre. Qutkirina pêwendiya jinê bi jiyana civakî re zemînê giyana bi qeyran, li jêr hukmê pergala zilamsalar de jî korbûyîn e. Mehkûmiyeta bi hezar salan rê li ber wendakirina nasname û vîna jinê, perçebûna kesayet, xêv û zanebûna jinê vedike ev jî dibe sedem ew bibe ‘kesayetek bi qeyran’. Ji ber karaktera sereke ya rastiya jinê cihgirtin di navenda jiyana civakî de ye, ragirtina wê di cihekî teng de jiyana civakî jî mehkûm kiriye. Zilam jinê dike pîrek wiha jî civak li beramberî hêzên serdest dibin pîrek. Zilam, malbat û hemû qadên din yên civakî ku di nava vê civakîbûyînê de ne, nikarin ji mehkumiyetê xilas bibin. Jina kolebûyî bi qasî ku koleyê zilam e, wek makehêmana civakîbûyînê bi şêweyek jêneveger jî zilam jî kole dike. Kûrbûyîna exlaqê azadiya Rêber APO, bêguman di vê bertek wî ya li beramberî çerxa zilamê serdest- jina kole- zilamê veşartiye.
Rêber APO beriya ku di derbara têkoşîna azadiya jinê formekî birdozî ya xweser pêşbixîne, li ser tesbîtên ku destpêkê gihîştibûyê ji avêtina pêngavên pratîkî yên rêxistinkirina jinê re pêşengtî kir. Bi encamên pratîkî yên ku di nava avahiya rêxistiniya jinê de pêşketin, pêşxistin, zehmetî kêşa û da zorê nirxand û wiha jê dozîneya birdozî pêkanî. Teorî û ezmûnên têkoşîna jiyanî di zik hev de pêşketin. Ev di heman demê de pêvajoya ku Rêbertiya mebi zanekirin, rêxistinkirin, dane şerkirin û bidestixistina hêza cewherî ya jinan nasî û terîfkir. Li ser xwebawerî û xwerêvebiriyê re rêxistinbûyîna cewherî û şêwazê têkoşîn û sekna xweser hate afirandin. Xebatên afirandina nasnameya jinê di wateyekê de şerê herî kûr û şîdet bi pergala serdest re bû. qada erteş û şer ku pergala serdestiya zilam her di dîrokê de ji xwe re qada herî bihêz didît, di eynî demê de ji bo jinê jî qada ceribandin û ezmûna herî jiyanî bû. hem di nava bêderfetiyên mezin de li dijî ertêşa herî bihêz a şaristaniyê têkoşînek rû der rû hate kirin. Hem jî li beramberî feraset û nêzîkatiyên serdestiya zilam ku li her qadê hebûna xwe dimeşîne têkoşînek bêhempa bû. Heke li ser vê destketiyê nirxên wek xwebawerî, zanebûn, pratîkbûyîn û polîtîkbûyîna jinê jî were zêdekirin tê dîtin ku têkoşîna azadiya jinê di nava şoreşê de şoreş pêk anî. Rêbertî di hemû qadên têkoşînê de cihek taybet da jinê û hertim bi bîr xist ku şer wê jinê hêz bike. Bêşik pêvajoya şoreşa Kurdistanê ji bo jin di her qadê de ezmûn bidest bixin, sînora tiştê dikare bike keşf bike û xwebawer bibe derfetên dîrokî pêşkêş dike. Di vê wateyê de ew nêzîkatiya ku dibêje “bila destpêkê şoeeşa giştî pêk bê paşê…! Bi têkoşîna jinê hate pûçkirin. Rêbertiya me jin ber bi hemû qadên têkoşînê ve bi rêkir, lê tenê jî nehişt. Di her qadê de bi cihêkariya pozîtîf (pozîtîf ayrimcilik), ji tevgerê re pêşengtî kir, kadroyên wê bîzat perwerde kir, rojane şopand. Qada înîsiyatîfê jî pir berfireh hişt. Bizava jinê tenê bi xebata azadiya jinên Kurd pêşneket. Her pêngava hatî avêtin ji ber karakterê xwe antî-kapîtalîs bû. lewma jî her pêngava erênî jî yekser wek afirandina alternatîfê qada pergala serdestiya zilam teng kir û hîna jî teng dike.
Yek ji encama ku ji ezmûnê têkoşînê em gihştinê ewe ku têkoşîna li dijî pergala zilamsalar a sermayedar li ser redekî hişk û tund nayê meşandin. Bêguman redkirin girîng e. Lê ev yekemîn pêngav e. Bê red hebe, ne gengaze ku pejirandin jî pêşbikevin. Di serî de divê were gotin ku ez pergalê, karakterê wê yê mêtîngerkir, bêvînker, bê nasnemekir qebûl nakim, ez teslîm nabim. Jixwe Rêbertiya me hîna di temenê xwe yê piçûk de bi qalibên kevneşop û serdestiya modern re dikeve nava nakokiyan. Reda wî ya b biryar bû sedem kûr bibe û bûye zemîn ku ji têkoşîna azadiyê re pêşengiyê bike. Lê Rêbertiya me bi vê re sînordar nema. Di têkoşîna jê re pêşengî dikir, teşe û têgeha têkoşîna PKK’ê pêşket. Bi feraseta ‘redkirin têkoşînek komple, bi vê re jî parelel çereseriyek avaker pêwîst dike’ li dijî pergalê şerekî pir alî ya birdozî, siyasî, leşkerî hate kirin. Bi vê re jî ji bo hêza dijber bide guhertin, polîtîkayên avaker bixîne dewrê, pê re jî kadroyên ku van bi serketî pratîk bike, dest bi afirandina kesayeta serketî hate kirin. Rêbertiya me, li beramberî modernîteya sermayedar di esas de têkoşîna azadiya gel bi şêwazê analîzkirinê honand. Ji bo li dijî pergalê şer were kirin divê taybetmeniya kesayetên ku gel û jinê lewaz dixîne bê tehlîlkirin, li ser bingeha werguhertinê jî stratejiya hêzdarkirnê pêk hat. Ev teşe jî bû çavkanî ku têkoşîn her xwe nû bike. Encamên derketin holê, têkoşîna azadiya jinê jî ronî kir. Jina leşkerbûyî, binê teserûfa zilamê serdest di vê qadê vala kir, di heman demê de demokratîk jî dike. Her eniya ku ji demokratîkbûyînê ve vedibe heke bê ku bişibe dijberê xwe, xwe biparêze guhertin û werguhertinê jî ferz dike.
Rêbertiya me, li ser bingeha leşkerbûyînê -ku yekemîn pêngava bizava azadiya jinê bû- linghên rêxistina xweser avakir. Di heman demê de ji perwerdeya jinê bigre heya sekna wê, ji teşeyê têkoşînê, bidestxistina şêwaz û ezmûna rêvebiriyê bîzat pê re elaqedar bû. Li bingeha hemû xebatan cidiyet û dîsîplîn danî. Ev xebat jî bi hesasiyet û cidiyetekî mezin dişopand. Di esasê têkoşîna Rêbertî de dîsîplîn heye. Perwerde jî li jêr bawejînek (yelpaze) pir berfireh wek; xwe îfadekirin, ragirtina berpirsyariyên mezin, derketin ji sînorên teng, kontrolkirin û dîsîplînekirina kesayet û tevgera xwe, cîhana hestên xwe li ser esasê azadiyê watedarkirin, gihîştina cewerhê xwe, werzîş kirin, teqez elaqedarbûyîn bi ax û zindiyan re û hwd. pir aliyên din bû. Di navînga van perwerdeyan de bi awayek xwezayî pêşwazîkirina jiyanê bi coş, watedarkirina jiyanê û enerjîkbûyîna herikbariya jiyanê pêşdiket. Ev atmosfer ku em mirov bi taybet wek jin jê biyanî bibûn bi tevahî eserê çalekiya bi zanebûn û enerjiya ku Rêbertî li dora xwe belav dike. Hestên wek westandin, valamayîn, tengbûn tinebû. Rêbertiya me dida xuyakirin ku “rewş berhema modernîteya kapîtalîst in” jinê ji bi jiyandinê fêrî vê rastiyê dibû. Ne tenê bi derûnî je jî tenê giranî dida şêwazê milîtaniyê, ev jî mînakek bihempa ya bitûnîbûyî îfade dikir. Jina ku bikare çîp li ser lingan bisekine, di derbarê dîrok û çalekiyên mirovahiyê xwedî zanebûn bibe, xwedî behreya ramyarî be, li xwe bawer be, li beramberî jiyan û têkîliyên jiyanê hestyar be, li dijî modernîteya sermayedar piralî têkoşe wek pêdiviyek herî girîng dihate bidestgirtin. Rêbertiya me ji bo jin bikare pergala zilamsalar a sermayedar binase û rêbazên çawaniya têkoşînê bi zanebûn bikar bîne navendên perwerdeyê pêşdixist. Ev jî di encam de têkoşîna azadiyê gihihande astek ewqa bilind ku paşde gav avêtin ne gengaz bû. dozîneya azadiya jinê ku Rêbertî pêşxist û têkoşîna azadiya jinê li beramberî qirkirina jinê di qadên civakî de li her zemînê rêxistinbûyînên berfireh çêkir. Jinên siyasîbûyî, çelekîbûyî li her dera cih girtin rûyê wir guhertin. Nexasim êdî bi ti awayî jinên Kurd nema wek berê bibin.
Bizava Azadiya Jinê di rewşa heyî de li cîhanê di nava jinên têkoşer de xwedî cihek diyarker û pir cidî ye. Rêbertiya me jî têkîliya di navera pêwîstiya azadiya jinê û azadiya civakî pir xurt daniye holê. Lewma pêşketina bizava jinê spartekên hişmendiya zayendparêz a civakî lewaz dixîne, pê re jî bingeha têkoşîna demokratîkbûna civak ava dike. Di têkoşîna demokartîkirina pergalên ku Kurdîstan dagirkirine, vê yekê mînakek pir bandor daye çêkirin.
Dema jin dibêjin “azadiya Rêbert azadiya me ye, tendurustiya wî tendurustiya me ye” xwe dispêrin binesaziyek evqa bihêz. Ev hema ne duruşmeyek e. Jin ji destavêtin, qirkirin û milkirinê gihîştina asta ku ji şoreşê re pêşengiyê dikin û xwe dîtin. Ev asta girîng jî tevna jiyanî ya di navbera Rêbertî û jinê de nîşna dide. Jin wê li beramberî modernîteya sermayedar ji ber vê têkîliya jiyanî jî dijberiyê bikin û têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo dawîhatina Îşkenceya Îmraliyê ku 12 sale didome, ji bo azadbûna Rêber APO, wê heya dawî têkoşîna berxwedaniyê bidomînin. Ev pêdiviya deynê azadiya jinan û hesreta jiyana azad bi Rêbertî re ye.
Têkoşîn Ozan