HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

biharDi nava demsalên bi napalman têne germkirin de, bihareke bi “şox û şengê zuhre rengê” Melayê Cizîrî diafirînim. Wek “şepalê miskî xalê”, di darên bi napalman hatine şewitandin de, tirhikên biskên semawî neqiş dikim…

Her tirhek şimadeneke û wek bazbendekê dilê min dixemilîne

Di her şeva tarî de, wek çirîskên ronahiya helbestên Ehmedê Xanî, “hikmetî îbadetê” jiyanekê ava dikim. Di kulkesera demê de beşûşiya yarê neqiş dikim.

Bilbil û şalûlên dîlê min, biskên yara min di kefa mista xwe de germ dikin, keziyên wê bi çil bedanên hasretî darvedikin. Hasreta min û bedena keliha Amedê hev himbêz dikin.

Berbûliyê bûka welatê min desmala zavayê demê dihejînin û kenê li ser rûdêna bûka welatê min bi lîlandinan pêl bi pêl ber bi ezmanan bela dikin.

Hingî stranek tê guhên min, weke gotinên lehengê romaneke ku bi ziman kulîlkan hatibe nivîsandin, qîran dide, reng dide… Wek bihara min ku di her zivistan û her payîzê de kululkan vedike, taxên bajar û gundan dixemilîne.

Bi vekirina gulbijêrkan re, alek rengîn, rojek kûbar, meh û salek bextewar, di nava rengîniya ava Dicle de diherikînim. Her sibehê wek farzên nimêja misilmanan dibime pêlên avê,, di ser piran re diherikim.

Bi evîna Xatuna Zembilfiroş re stranan dûbare dikim.

Û dibêjim: Me zarokatiya xwe şikand û bedengiya xwe bi dawî anî.

Me got; Em ne kesên berê ne, bi salan re, bi kuştina salan re mezin bûn… Em bi salan e lal bûn, bi bombeyên napalmê û tozên kimyewî re lixaba devê me hate vekirin.

Em şerbeta tureşkan bi lîstikên qedexekirî re dirijin argûşka demsalan, bi stranên birîndar re, di çaryanên salvegerên yadkirinan de vedixûn

Wek qîrêneke demê, bi payiz û zivistanê biharî re dibime welatek..

Dibime azadî û sund ajiyaneke bi rûmet.

M. Bagok