HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Em dikevin sala çardehemîn a komploya navneteweyî ya ku li hember Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan wek êrîşeke bi plan hatiye pêşxistin. Bi lêkolîneke zêde û berxwedaneke berfireh a sêzdeh salan rastiya komployê bi hemû aliyên xwe bi giranî hatiye ronîkirin. Tê fêmkirin ku di sala çardehemîn de jî wê ev hewldan berdewam bikin û ji bo sîstema Îraliyê bi tevahî tune bikin berxwedana gelê Kurd wê bi awayekî hîn bi hêz û berfireh bi pêş bikeve.  
Niha, di ketina saleke nû ya komployê û têkoşîna bi komplo yê re de em hin zanînên bingehîn teze bikin wê bi feyde be. Wekî tê zanîn, komploya navneteweyî, roja 9’ê cotmeha 1998’an Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistibûn dest pê kiribû û 15’ê sibata 1999’an  ji Kenyayê revandibûn û biribûn Îmraliyê bûye wek sîstemek. 
Mebesta êrîşa komploya navneteweyî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Armanca komployê fizîkî an jî ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve Rêber Abdullah Ocalan tasfiyekirin e. Ji 9’ê cotmeha 1998’an heta 15’ê sibata 1999’an bi kê lêdaye neyê zanîn tunekirina fizîkî esas hatiye girtin, ku ev bi ser neket ji 15’ê sibata 1999’an hata 11’ê rêbendana 2000’î bi rêbaza dardakirinê tunekirin hatiye pêşdîtin, ku ev jî bi ser neket ji 11’ê rêbendana 2000’an heta dawiya 2002’yan di bin sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de bi polîtîkaya rizandinê ya ku li demê belav kirine xwestine tunekirina îdeolojîk û siyasî pêk bînin. Dema ku ji wê jî encam nehat girtin bi tasfiyekariya hundirîn a di salên 2003 û 2004’an de hat ferzkirin xwestine rêxistinê belav bikin û tunekirina îdeolojîk û siyasî bi ser bixin. Piştî ku ev hemû hewldan encama tasfiyekirina Rêber Abdullah Ocalan dernexistin ji 23’yê tebaxa 2005’an û vir ve jî êrîşa bi tevahî tunekirin û tasfiyeyê tê meşandin. 
Aliyê stratejîk a plana komploya navneteweyî wiha ye: bi tunekirina Rêber Abdullah Ocalan tasfiyekirina PKK’ê, bi tasfiyekirina PKK’ê jî qirkirina Kurd bi ser xistin! Her wiha êrîşa komploya navneteweyî ya plankirî, êrîşeke sîstema qirkirina gerdûnî ya ku înkar û tunekirina Kurd pêş dibîne ye. Tunekirina Rêberê gelê Kurd û PKK yên ku li ber serfiraziya qirkirina Kurd asteng in tê armanckirin. Naxwe komploya navneteweyî êrîşeke sîstema kapîtalîst a gerdûnî ya ku hebûna gelê Kurd û mafên wan ên demokratîk înkar dike ye. 
Ji vê derê tê fêmkirin hêzên ku komployê birêxistin dikin, bi rê ve dibin û tevlî bûne kî ne. Li gorî ku komplo êrîşeke kapîtalîzma gerdûnî ye yên ku wê rêxistin dikin û bi rê ve dibin jî rêberên vê sîstemê ne. Çawa ku komployê DYE, Îngîltere û tifaqa Îsraîl rêxistin kirine û bi rê ve birine ji aliyê wan bixwe ve hatiye îtirafkirin. Tevî vana di asteke navneteweyî de, di pêkhatina komployo de tevkariya rêveberiya demê  ya Elmanya û Fransayê, partiya Berlisconî ya Îtalyayê, rêveberiya Yeltsîn û Prîmakov a Rûsyayê, li Yewnanîstanê rêveberiya Sîmîtîs pir çêbûye. Li herêmê jî tevkariya rêveberiya Husnu Mubarekê fîrewnê dawî yê Misrê pir çêbûye. Tevkariya rêveberiya demê ya Komara Tirkiyeyê jî, di asta bicîanîna daxwaziyên DYE’yê û gardiyantiyê de ye. Zeîfiya wan a di pirsgirêka Kurd de fersend dîtin û komplo wek berê aşê kirin stûyê rêveberiya Tirkiyeyê. Bulent Ecevîtê Serokwezîrê demê yê ku di kêliyekê de ber di stûyê xwe de dît, heta mir jî got ku sedema vî tiştî fêm nekiriye. 
Di pêkhatina komploya 15’ê sibatê de zeîfiyên rêxistinî û nebesiyên di pêkanîna xetê de jî roleke girîng leyîstiye. A din jî berpisiyarên karên derve yên Yewnanîstan, Rûsya û Ewrûpayê yên dema komployê û tasfiyekariya 2003 û 2004’an wek dûvikên hundir ên komploya navneteweyî xebitîne. 
Wek ku tê dîtin, komploya navneteweyî êrîşeke bi tevahî ya pratîk û siyasî ya ku înkar û tunekirina hebûna Kurd dike armanc e. Ev êrîşa xetere, sêzdeh sal in bi têkoşîneke berxwedanê ya bi lehengî vala tê derxistin û tê binxistin. Di vê têkoşînê de divê di serî de mirov berxwedana mezin a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û awayê berxwedana wî ya ku encam dide bibîne. Dixwazî di astengkirina komplo û dardekirinê de, dixwazî di valaderxistina sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de barê esasîn li ser milê Rêber Abdullah Ocalan bû û li hember komployê di berxwedanê de pêşengtiyê kir ku ev bênîqaş e. Ji vî aliyî ve divê mirov rastiya berxwedana Îmraliyê ya ku ji gencîneya berxwedanê ya mirovahiyê re tevkariyeke mezin îfade kiriye rast û bi hemû aliyên wî ve bikaribe fêm bike.  
Li derve yên ku ev berxwedana bi lehengî ya Rêber Abdullah Ocalan a li hember komployê berdewam kiriye berxwedana fedaî ya bi şîara “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” bûye. Bi sedan heta bi hezaran şehîdên leheng ên vê berxwedana ku gelê Kurd ji heft heta heftê saliya xwe tevlî bûne hene. Ev xeleka ji agir e ku ev lehengên dîrokî li dora Rêber Abdullah Ocalan çêkirine komplogeran tirsandiye û Rêberê gelê Kurd parastiye. 
Vaye wiha yekîtiya berxwedana gel û Rêbertiyê ya ku di asta herî bilind de pêk hatî, bûye hêza bingehîn a ku komployê binkeftî kiriye. Li ser vî esasî wekî ku tunekirin bi rêbazên komploger vala hatiye derxistin, êrîşkariya dardekirinê jî karibûye bê şikandin. Rêber Abdullah Ocalan, van hemûyan bi nûbûna li ser bingeha guhertina paradîgmayê bi pêş xistiye û zayîna Rêberî ya sêyemîn bi ser xistiye. Bi vî awayî çawa ku demokratbûna sexte ya hikûmeta Ecevît vala derxistiye, zanibûye îslamparêzî û gelparêziya sexte ya hikûmeta AKP’ê jî vala derxe. Tasfiyekirina îxaneta hundirîn û tasfikariyê, li hember êrîşa bi tevahî ya ku AKP’ê bi pêş xistiye hêza berxwedanê ava kiriye. Îro ev berxwedan ji Îmralî heta Amedê, ji çiyê heta derveyî welat di her qadê de wek têkoşîneke bi tevahî berdewam dike. 
Tu mînakeke êrîşa komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin tune ye. Ji ber ya ku êrîşa komploger derxistiye, tu mînakeke sîstema tunekirin û  înkarkirina gelê Kurd jî tune ye. Her wiha berxwedana li hember komploya Gladîo ya navneteweyî jî bêmînak e. Têkoşîna ku li ser vî esasî tê dayîn, çawa ku sêzdeh sal in li Kurdistan û Tirkiyeyê pêşketinan diyar dike, li ser şerê dinyayê yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn jî heta bibêjî bandorker e. Berxwedana Îmraliyê sêzdeh sal in ku dibe xewna bi tirs a gelek hêzî. 
Jixwe di nav bûyereke ev qas mezin û bandorker de yek jî yên ku jê dixwin hene. Tê zanîn ku destpêka komploya 9’ê cotmeha 1998’an bi Peymana Washingtonê ya di 17’ê êlûna 1998’an de hatiye dayîn. Êrîşên komploger ên ku li ser vî esasî hatine pêşxistin û berxwedana dîrokî ya li hember viya pêş ketî, ji aliyekî ve asta zanîna azadiya gelê Kurd û rêxistina wî derxistiye hole, wek bandoreke din jî hinekan aniye cihên wisa ku wê di xewnên xwe de jî nebînin. Di vê çarçoveyê de hinek karibûne ji Bexdayê re bibin Serok jî. Ango “Prîma Apo û PKK’ê” pere kiriye.
Niha di sala sêzdehemîn û di ketina sala çardehemîn de AKP hewl dide ku komployê nû bike an jî bi planên nû bimeşîne. Ango dixwaze konsepta şerê taybet a bi tevahî bi hemû aliyan ve pêk bîne. Ev jî “Prîma Apo û PKK’ê” hîn jî mezin dike û hin teyrê beratexwer bi awayekî hîn êrîşkar dike nav liv û tevgerê. Li ser vî esasî ku hinek ji Bexdayê re bûn Serok ev îştaha hinekan jî vedike. Wiha hinek ji aliyê medya û Komisyona Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ve (TBMM) îtîbar dibînin dixuyê ku wê wan heta xwe wendakirinê bibe. Lê rola wan di asta piyonê şerê taybet ê psîkolojîk de ye. 
Gelê Kurd çawa ku komployê ji hev de xist, di jihevdexistin û naskirina ajanên komployê de jî zehmetî nakişîne. Ya din jî hêrsa mezin a ku ev tevgerên bêoxir diafirîne, li hember komployê têkoşîna sala çardehemîn a gelê Kurd wê hîn bi hêz bi pêş bixe nîşan dide. Hem jî di bingeha “ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî” de!...   

Selahattîn ERDEM