HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Bêdengî, gelek tiştan li pey xwe vedişêre.
Kurdan,  di têkoşîna li dijî faşîzma kesk de, xwe tu caran bêdeng nekiriye. Êşa xwe diqîrin û bang li vijdanê raya giştî ya cîhanê dikin..

Êşa Kurdan ne tenê bedenî ye. Saziyên civaka Kurdan jî diêşînin. Yek ji van saziyan ROJ TV û Radyoya Dengê Mezopotamya ye. Ji sala 1995an û vir ve, dema MED-TV hate damezrandin û heta îro, êrîşên li ser telewizyonên Kurd ne hatine rawestandin.  Telewizyon amûrê herî bi hêz yê medya ye. Dewleta Tirk, ji hêza medya kurd ditirse. Tirsa dewleta Tirk û desthilatdariya wê demê, bû sedema êrîşên dijwar û bi desteka hêzên navneteweyî MED TV hate girtin.

Kurdan MEDYA TV vekir. Êrîşên dagirker û hevkarên wan  bi dawî ne hatin. Navenda, hevparên ku karên telewizyonên Kurd dikin jî li Belçîka ne. Dewleta Belçîka jî, di nava hevkariya li dijî Kurdan de cih digire. Polîsên Belçîka êrîşên ku bi navê “supîtnîk” di bîra gelê Kurd de hatiye neqiş kirin lidarexistin.

Piştre, berî ku Dadgeha Danimarka biryarê eşkere bike, Polîsên Belçîka, li dijî studyoyên ROJ TV û Radyoya Dengê Mezopotamya,  êrîşeke dijwar lidarxist in. Di navbera gel û polîsan de şer derket. Di encamê de Dadgeha Danimarka biryara girtinê neda, lê cezayê peran da û tewanbariyek ne en cihê wê de kir. Ev zordestiya li hemberî huquqê navneteweyî û mafên gelê kurd bû. Li ser vê tewanbariya antî exlaqî û antî huquqî, hevpara Fransî Eutelsatê, bi biryarek yek alî weşena ROJ TV qut kir.  Ev biryar, ne di çarçoveya rastiya bazirganiyê de bû, dîse binpêkirina huquqê Fransa û navneteweyî bû. Doh jî (02. 02. 2012) rûniştina Dadgeha Îdarî ya Fransa ku li ser dijberiya parêzerên ROJ TV pêk hat bû. Eşkere kirina biryarê hişte 10 Sibatê.  Di huquqê bazirganiyê de,  rojek, danek jî giring e, ji ber ku huquqê bazirganî, mafê bidestxistina kar, bêhtir ji mafên mirovan diparêze. Lê Dadgeha Îdarî, biqasî hevpara Fransî Eutalsatê, niheqî kir, 8 rojan weşana ROJ TV qutkirî hişt. Ev tê wateya ku ew hevparên produksiyonê ku ligel ROJ TV kar dikin, bi sedhezaran euro ziyanê bikin.

Lê ya balkêş, zordestiya piştî biryara yek alî ya hevpara Eutelsatê bû. Ji ber ku rêvebirên ROJ TV, ji bo weşanê bidomînin bi hevpara Intelsatê re peyman çêkirin û weşana ROJ TV li Rojhilata Navîn domandin. Hevkarên, ku di komkujiyên siyasî, kulturî, eskerî û sifîlan de, di karanîna çekên kimyewî de Tirkiyê destek dikin, zext û zor li Yewnanîstanê kirin û weşana ROJ TV ya diser Întelsatê re jî, qut kirin.

Bêguman ec zordestiyeke mezin e û li hemberî gelê Kurd jî ev zordestî di rengekî bê exlaqî eğ tê kirin. Lê dive ku Kurd zanibin, ew hêzên ku dibin hevparê Tirkiyê yên sucê mirovahiyê, di bin pê kirina kanunên bazirganî û mafên ragihandin û ramanê azad de, gelekî heyirî namînin.

Balkêş e, ku di van kiryarên li ser ROJ TV de, Tirkiye bêdeng e. Ev encama şîretên birayê mezin Emerîka ye. Helbet Kurd jî di nava xwe de dikelin û hêrsa li dijî vê zordestiyê di nav xwe de kom dikin. Helwet wê roj werê ku ev hêrsa di nava kela dijwar de, li dijî, niheqî û zordestiyê biteqe.

Helbet niheqî û antî-huquqiya li dijî gelê Kurd ne tenê girtina ROJ TV ye.

Siyaseta taybet ya li Imralî û di şexsê Birêz Ocalan de tê meşandin, gihaye asta komkujiyan û dergûş û çavkaniya (!) demokrasî û mafê mirovan Ewropa jî bêdezg e. Emerîka jî vekirî komkujiyên li dijî gelê kurd û siyasetên taybet yê di mer’iyetê de destek dike. Gelo raya giştî ya cîhanê wê heta kengî li hemberî van kiryarên komkujiyê bêdezg bimîne û pêl vijdanê xwe bike?

Kurdên li Ewropa, ji 1ê Sibatê û vir ve di Meşa Dirêj de ne û ber bi Strasbourgê dimeşin. Meşa Dirêj, wê di nava 18 rojan de, 400 kilometreyî bimeşin û di atlasê mêjiyê Ewropiyan de,  nexşeyeke balkêş çêbike. Ji ber ku  meşa Kurdan, bi kal, jin û ciwanên kurd, bi siyasetmedar, hunermend, nivîskar û gel, dibin serma tofanî de, wê biqasî dijwariya seqemê bandorê li bende û mêjiyê Ewropiyan bikin. Wê bibînin ku, bi hezaran  Kurdên di riyan de, li destîniya xwe digerin û li dijî rekiha hêzên global, ku gelê Kurd, dûçarî qirkirinan dike dimeşin.

Ew hêzên global ku Rêberê Haraketa Azadiya Kurd,  dîl girt û li Girava Imalî zincîr û lele kir; geh bi êşkenceya psîkolojîk, geh bi êşkenceya êrîşên bedenî, geh bi tecrîda 6 meh û nîvan mirina reş kirine pratîkê; siyaseta xiyaneta kurdan û kuştina kurdan bi kurdan kirine mer’iyetê, dixwazin destîniya destpêka sedsala bîstan bînin serê Kurdan.

Her çiqasî dinavbera hêzên Kurdan de, yekîtiyek çênebûbe jî,  gel li çar parçeyên Kurdistanê bûye yek, di her firsetê de û li dijî her bûyerê  mesajê didin ku gelê Kurd ne yê berê ye, di hestên neteweyî de bûye yek û  di nava xwe de dikele. Li dijî zordestî û niheqiyên li ser gelê Kurd û saziyên Kurd, dijberiyên tund nîşan dide.

Kurd ne ji zordestî û êrîşên dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê bêzar û neçar dibin; ji hevkarî û desteka hêzên navneteweyî, ji dîplomasiya navneteweyî û ji siyaseta navneteweyî, ku bi zulumkariyek derî însanî mafên gelê Kurd yê jiyanê binpê dikin bêzar û cigerbixwîn in.

Dive bê zanîn ku gelê Kurd bê telewizyon be jî, wê pirsgirêka xwe, di her qada jiyanê, siyasî, aborî, civakî, huquqî, seyran û geşta rojane de bike rojeva tevahiya Ewropa. Hêzên global û dîplomasî û siyaseta cîhanê nikare xwe ji sucê mirovahiya di şexsê Kurdan de pêk tîne xelas bike. Hêzên Global, îro ketine  dewsa hêzên Mogolan.

Rewşa îro ya hêzên global ku ligel dewleta Tirkiyê, di her kiryara qirkirin û komkujiyên li dijî Kurdan de, mîna hêzên Mogolan kar dikin. Talanê dikin û qirkirinê dikin. Bê çawa Mogolan li seranserî cîhanê talangerî û kujerî dikirin, îro hêzên global, li Kurdistanê, ligel Tirkiyê, qikirina gelê Kurd dikin. Mogolan ji seriyan mînare çêdikirin;  Tirkiye û hevkarî û desteka hêzên global, ji serê kuştiyên Kurd jî şikêran çêdikin.

Li geliyê Tiyarê 36 gerila bi çekên kimyewî hatin kuştin, ev şikêrek...  Li gundê Roboskî, 34 gundî bi bombardumana balafirên şer yên artêşa Tirk hatin kuştin, ev şikêra duyemîn.. Li Amedê navenda JÎTEMê 26 qoqên seriyê mirovan hatin dîtin, ev şikêra sêyemîn...   Mirov dikare van hejmaran zêde bike, ji ber ku her gora komî, şikêrek ji seriyê mirovên Kurd e.

Tê zanîn ku cografya Kurdistanê jî, bu gorên komî hatiye xemilandin.

Lê dîse jî ew nikaren destanên cengaweriya ciwanên Kurd, bidin rawestandin û  têk bibin.

Medeni FERHO