HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji ber ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan re ev şeş meh in tên astengkirin û li hemberî Kurdê azad bi awayekî sîstematîk êrîş hene, li dijî hikûmeta AKP’ê nerazîbûn çêdibin. Li hemû zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hene. Li hinek zîndanan girtiyên azadiyê bedena xwe didin ber agir. Di nava civakê de jî nerazîbûn heta astekê hene. Ev hemû tiştekî didin diyarkirin: Li Kurdistan’ê rewş awarte ye. Li cihekî nerazîbûn hebin, ev tê wê wateyê ku li wê derê pirsgirêk hene. Baş e, niha pirsgirêka ku tê jiyîn çi ye?
Di rastî de pirsgirêka ku Kurd niha dijîn dîsa wekî ya berê pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye. Hewldanên desthilatdaran ji bo tunekirina Kurdan her hebûn. Û li kêleka vê, hewldanên Kurdan ên ji bo hebûn û azadiyê jî her hebûn. Di nava vê dîrokê de dema herî gur dema esareta Rêberê Gelê Kurd bû. Û ev pêvajo bi awayekî pir xurt niha jî didome. Piştî demekê dagirkeriyê ferq kir ku Kurd tune nebûn û nabin. Em bihêlin tunebûnê, her ku diçe xwe xurt-tir dikin. Dîsa piştî demekê Kurd jî dîtin ku dewleta dagirker dev ji polîtikayên xwe yên tunekirinê bernedaye. Ji bo vê jî her du aliyan xwe li hemberî hev tûj kirin. Vaye, çavkaniya awartebûna rewşa niha ev e. 
Di dema esareta Rêberê Gelê Kurd de konjonktura derve û ya îro wekhev e. Di wê demê de sîstema modernîteya kapîtalîst hêza xwe kir yek û hewl da ku PKK’ê tune bike. Rêberê Gelê Kurd di vê çarçoveyê de hate dîlgirtin. Baş e, di roja me ya îro de gelo di vê konjonkturê de guhertin heye yan na? Îro jî ji bo PKK, Kurdê azad û Serokatî tune bibe, çi ji destê sîstema kapîtalîst tê dikin. Pêşengên modernîteya kapîtalîst YE û DYE hêzên herêmî jî digirin cem xwe û bi awayekî pir aktîf di pêvajoya tunekirina PKK’ê de cih digirin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje, konjonktur neguheriye. 
Gelo di konjonktura li hundir de guhertin heye yan na? Ji pêvajoya sala 1999’an hikûmeta ANAP-MHP û DSP’ê derket. Kar û barên vê hikûmetê ji bo tunekirina gelê Kurd karkirin bû. Baş e, îro di kar û barên hikûmetê de guhertin heye? Mirov dikare bibêje di tevahiya dîroka Komara Tirk de hemû hikûmet ji bo tasfiyekirina Kurdan tevgeriyane. AKP jî ji bo xeta Kurdê azad tasfiye bike, ji alî hêzên navnetewî ve hate amadekirin û bû îqtîdar. AKP’ê bi pratîka xwe îspat kir ku ji hemû hikûmetên beriya xwe zêdetir dijmin, xwînxwar û êrîşkar e û di tasfiyekirina Kurdan de bibiryar e. Ev jî eşkere dike ku konsepta tasfiyekirina hikûmetan berdewam dike û konjonktura hundir jî neguheriye.
Dîsa di sala 1999’an de pêşengên modernîteya kapîtalîst xayînên Kurdan hemû civandin. Ev hêz li bendê bûn ku PKK tune be. Di rewşeke bi vî awayî de wê li ser nirxên ku bi têkoşîna PKK’ê derketine holê, siyaset bikirina. Wê bigotina ‘nûnerên gelê Kurd em in, bi me re rûnên…’ Em dîqet bikin di roja me ya îro de jî, ew kesên ku tenê qalikê wan Kurd e, di cewher de tu têkiliya wan bi Kurdayetiyê re tune ye, yên ku şeref û rûmeta xwe firotine û li ber deriyê dijmin diewitin gelê xwe, tên komkirin û pêşiya wan heta dawiyê tê vekirin. Di vê noqteyê de jî konsept heman e. Di her duyan de jî tişta ku dixwazin pêş bixin ev e: Kurdê/a ku xwe teslîmî sîstema kapîtalîst kiriye û li gorî berjewendiyên wan tevdigere avakirin e. 
Em bala xwe bidinê, konjonktura wê demê û ya îro ji pir milan ve dişibe hev. Tiştên ku îro diqewimin berdewamiya wê demê ne. Baş e, tişta ku hatiye guhertin çi ye? Rewşa PKK’ê û rewşa gelê Kurd e. 
Wê demê PKK’ê Serokatiya xwe esîr dabû. PKK di parastina Serokatiya xwe de binketibû û li ser vî esasî îradeya PKK’ê şikestibû. PKK lewaz ketibû. Di halê heyî de PKK’ê pêşiya xwe nedidît û hewl dida ku xwe komî ser hev bike. Qey îro rewşa PKK’ê ev e? Na! Di roja me ya îro de PKK ji wê rojê qat bi qat xurt-tir e. PKK di milê gêrîla de ji wê demê xurt-tir e. PKK di milê felsefeya jiyanê de ji wê demê xurt-tir e. PKK di nava gel de ji wê demê zêdetir birexistinkirî ye…  Bi kurtasî mirov wexta wê demê û îro tîne ber hev, dibîne ku derfetên serkeftinê yên PKK’ê îro, ji wê demê qat bi qat zêdetir e.
PKK îro bi rihetî dikare şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixe. PKK îro dikare di şerê ‘hebûna xwe parastin û azadiya xwe bidestxistinê’ de bi ser keve. Ev, ne propaganda ye, rastiyek e. Lê, ji bo PKK bi ser keve tiştek pêwîst e. Ruhê 1999’ê divê. Hêrs, kîn û nefreta li dijî dagirkeriyê divê. Cesareta ji tirsa tunebûnê tê divê. Bi kurtasî derxistina potansiyelê divê.  

Xebat ANDOK