HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Xencera xiyanetê careke din ez kuştim.

Dibin têla dirrihî de, li ber gutînekê bi strî û roj li nîvro....

Bi dijwariya  sedsalên bextreşî, di kelihên hêrivtî de û bi mivreda  şikestî ez kuştim.

Li  navenda cîhanê, bi qîrêneke dawudî û di nava gulokek zerahiya ezman de...

Bi napalmên antî-demokratîk û fuzeyên li çerxêneketî û antî ademî ez kuştim.
Hemberî ku helbestên 33 berên komkujiyê hatine nivîsandin ...

Hemberî ku  tê gotin wê helbesta 35 bombeyên  komkujiya Roboskî werê nivîsandin...
Dilê min bi birînên Xebat Dêrik re xencer kirin,  bedena min bi ser bircikên bexilî û bextreşiya sedsala bîstûyekê de hêrivandin. Piştre ez û darbesta Seyfettin Işik li ser milên ciwanan birin Midyadê...

Dilê min, birînên Xebat Dêrik û darbesta Seyfettin Işik, di nava gulbijêrkên lîle-lîle jinan û bi duruşmên ciwan hatin himbêz kirin...

Xencera xiyanetê roj li nîvro li min hejandin...

Bombeyên napalmê ber esra teng li min barandin...

Û miştaxeya bedenên min li ber lat û berzehan, dibin serma şevê de, wek gotinên destan û romanên nenivîsî hatin razandin.  Ez zarok bum ez kuştim, ez ciwan bûm ez kuştim, ez kal û pîr bûn dîse ez kuştim.Di her dem û heyamên temenqersivî de,  di her dema ku çakûçê hesinkerên Midyadê li sidan diket, kulîlkên birînên min jî reng didan.

Xwîna min dibû rengê jiyanê....  

Wê demê, ez û rengên kulîlkan, bi dengê Xebat Dêrik û Seyfettin Işik re, bi gerilayekî bê nav re,  li çaryanên bajarên Kurdistanê digeriyan. Mista destên me, bayekî germ dibizivand û wek ronahiya çavên zarokên bi kevir, kanîk qewsik dilerizîn. Hevokên helbestan, di pexşanên gazinokî de, bi çîrokan dihatin xemilandin.  Hingî min got:

Ezê hêviyên xwe di kûrên Batê de germ bikinû bi hêviyên jinên Serdêfê re darvebikim... Û wek salvegereke bê yadkirin, bibim gotinên dilojarê û gotinên qesîdeyeke dirêj.

Hingî zarokên Pencînarê wê dikaribin bi zarokên Ramanê re bilîzin û bi zarokên Çiyyaên hevêriya re sunda tolhildanê bixwin. Hingî  cil û bergên zarokatiya min, wê ji nava çîrokên winda werin berhevkirin û ezê dikaribim xencera xiyanetê bişikînim.

 

Şikandina xencera xiyanetê wê bibe derman û hevaynê birînên di bedena axa min de...  Hingî ezê bi kuştina xiyanetê nemirim û di nava birîna xiyaneta sedsalê de jiyan jî  nabe kulmîrowa nexweşiyan..
Û ezê stranên wek destanan li hev kom bikim, da ku niviştokên bêbextiyê werin gom kirin û dibinê xweliyek sar û bi ser serê xwediyê xwe de bibare.

Hingî xayin wê bibin xwelîser... Bibin hetikber û bi qeşmeriyê re razin.

Û derxên wê şîn nabin,  kulîlkên wê jî venekin....

Ez careke din di nava şînê de me...

Di kevana çiyayekî bi bombayên napalmê hatiye şewitandin de, 

Bi gerilayekî bê nav re, di nava hêstirên berhevkirî de... Li pêşberî jiyana kuştî  dibine romanek... Em bibine qîrêna çûkan, dibine şîqêna baz û başokeyên xeydok.

Ez û gerilayê bê nav dibinê sinekî de: Ew ji rojê diaxive, ez ji stêrikan... Ew ji heyvê diaxivî, ez ji av û axê... Gotinên me wek helbestên Ehmedê Xanî dibine cewherê çakûçê Kawayê hesinker û xencera xiyanetê dişîkînin.

Hingî dengê me û devsa gavên me,  di coka dîrokê de diherikin...

Hinekî li Xinêra...

Hinekî li Qendilê....

Hinekî li ber ziyareta helbestî  kulîlk vedikirin.

Hingî  min bi sunda Xebat Dêrik û sunda Seyfettin Işik û sunda gerilayê bê nav...

Serbenda heyama nû, bi desmalên hevrîşmê girêdan. Wek micbiyekê, wek geştekê li çar aliyên Kurdistanê gerandin. Min got; ev navê hêviyê ye, ev navê kuştina xencera xiyanetê ye,  ev  navê çûkê li ser hêlînê ye, navê kewê ribat e û li ser movika rima Rastemî Zal danîne...

Li hemberî kemîn û davikên  kuştinê cenga azadiyê dixwîne...

Bi tiliyên hinekirî...

Bi mista xwehdayî...

Bi ramûsanên di nava jinên Serdêfê de, ezê kelihên berxwedanê ava bikim.

 

Ez û hêrsa gerilayê bênav bi hêviyên siberojên rûmetdar re,

Di nava xeftanê evîna Meleyê Cizîrî de..

Bi hêviyên Ehmedê Xanî re dimeşin...

Ne bi sunda seyidekî şaşik kesk... Ne bi sunda meleyekî li ber Qur’anê rûniştî...

Ne jî,  bi sebra Eyûbê kurmexwarî...

Em bi sunda gerileyekî bê nav

Bi tîr û kevanê Qeretacdîn..

Bi gurz û rima Rastemî Zal û baweriya zarokên keviravêj re  xwe bigihînin azadiyê

Hingî ez û Seyfettin Işik

Hingî ez û Xebat Dêrik

Ez û şikêrên kuştiyên winda,

Emê govendekê girêbidin...

Hingî wê ramûsanên min di nava lîle-lîla jinên Serdêfê de,

Li ser darbestên cangorî û pakrewanên min bibin gulbijerkên hêviyê

M. Bagok