Gelê Kurd, gelekê ku hertimî serî li himberî dagirkeriyê rakiriye, bi pêngavên berxwedan û tekoşînê re asta serkeftinê qezenç kiriye. Bê guman, ev weke kevneşopiyekê ji dîrokê herikiye roja me ya îro. Hemû dewletên dagirker jî dizane, lê mixabin vê berxwedaniyê danaqurtîne.
Hemû rêbazên xwe yên gemar bikaranîn, lê encam negirtin. Bi hezaran girtin çêbûn, bi hezaran kes êşkence kirin, lê bi vê jî nekarîn tiştekê bikin. Bi ti awayî nekarîn gelê Kurd, Rêbertiya wê û tevgera wê ya azadiyê gav şunde bide avêtin. Tenê yek rê di destê dewleta dagirker de maye, ew jî li ser bedenên bêruh yên ciwanên Kurd rant kirin û berîka xwe dagirtin.
Şehîd, peyveke ku konê xwe di nava hemû peyvên gelan de vedaye. Peyveke pîroz e. Ji kesên ku bedena xwe xistine sîper li himberî dijminê xwe, kesên ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirine re dibêjin şehîd. Ger ku canê xwe feda kirine ji bo welatê xwe, ew veşartinekê herî pîroz maf dikin. Wana spartina dilê xwe, erkekê mirovahiyê ye.
Lê mixabin, şeytanên hemdem yên weke dewleta Tirk û hukumeta wê, ti nesîbê xwe ji van hestên mirovahiyê negirtiye. Ji bo qetil kirina ciwanên Kurd tenê li ser kar e. Êşkence dike, qetil dike û pişt re jî dirizîne.
Ew ki ye dibêje zarokên Kurd bê xwedîne û li goristana bêkesan tên veşartin. Yên bi vî rengî difikirin, ew yên ku ti keda wan di ber azadiya welatê wan de çênebûye. Ew mirovên behest in, mirovên bêked in. Mirovên xwe li ser xwîna ciwanan mezin dikine. Mirovên hov in. Ger bi qasî zirê keda wan di ber jiyaneke birûmet de çêbibûna, bi vî rengî nedifikirîn û ne jî tiştekê bi vî rengî pêkdianîn.
Gelê Kurd heya niha li hemû parçeyên Kurdistanê, li Helepçe, Mahabad, Amudê, Amedê, ji derveyî welat bi deh hezaran zarokên xwe fedayê riya azadiya welat û rizgariya netewa xwe kirine. Ev ruhê fedayî yên ciwanên Kurd roj bi roj mezin û bilind dibe. Li cihê ku pêwîst bike jî ciwanên Kurd amedene canê xwe di ber doza welatê xwe de bidin. Ma gelo tiştekê ji vê pîroztir jî heye? Ger mirinekê heye, ew mirin jî bila birûmet û pîroz be. Bila ji bo doza gelê xwe be. Gelê Kurd gelekê bi mirinê re yek bûye. Ji mirinê natirse.
Di çiyayên azad de îro, jiyaneke li ser hîmê rêhevaltiyeke geleke pîroz tekoşîna azadiyê tê meşandin. Hevaltiya ku di van çiyan de tê meşandin, hevbihayê hemû pîroziyan e. Ruhekê ku li ti deverên cîhanê neyê dîtin, di çiyayên Kurdistanê de li gel şervanên azadiyê heye. Kesên ku qet hevdu nas nakin, tên gel hev û di demekê pir kin de rêhevaltiyekê geleke mezin qezenç dike. Ev hevaltiya wan digihe astekê bi wî rengî ku canê xwe jî, ji bo hev bidin.
Gelo we qet dîtiye, kesekê ji bo hevalê xwe, xwe avêtiye ber narincokê. Ji bo ku hevalê wê/î şehîd nekeve, xwe avêtiye ber narincokê. Ev ruh we li kuderê dîtiye? Ji derveyî tevgera azadiya gelê Kurd PKK, ev ruh li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin. Nimuneya wê ya yekemîn di çiyayên Kurdistanê de çêbûye. Lê dewleta dagirker a Tirk, ji bo ku birînekê biçûk jî li wan venebe, zarokên Kurd dişînin mirinê. Leşkerekê ji metropolên Tirk, dişîne Kurdistanê ji bo mirinê.
Pîvaneke xwezayê ye ku, dema her zindiyek bi xeteriya mirinê re rûbirû bimîne, neçar ew zindî dikeve pozîsyona xwe parastinê. Lewma ger qesta kuştinê li ser canê wî/ê hebe, ew jî bi kuştinê bersiv dide. Ger tu qesta canê kesekê/î bikî, tuyê bihayê vî jî bi canê xwe bidî. Qesta dewleta Tirk jî mirina canê ciwanên Kurd e, welatê Kurdistan e. Li himberî vê jî ciwanên Kurd canê xwe feda dikin.
Dewleta Tirk mirinê bi mirinê dide afirandin. Hemwelatiyê xwe dişîne mirinê, piştî cenaze tê welatê wî jî vê carê rondikên Tîmsahan dirijîne. (Hun dizanin, dema Tîmsah birçî dibe çêlikê xwe dixwe û pişt re jî li ser digirî) Ev ya tenê ji bo keseke Tirk bi vî rengî ye. Lê belê ji bo ciwaneke Kurd, yê li mafê xwe yê mirovahiyê digere dewleta Tirk bi vî rengî nêz nabe. Ji ber ciwanên Kurd bêxwedî dibîne, li goristana bêkesan vedişêre. Ev jî şerma mirovahiyê ye, şerma dewleta Tirk e.
Şerma xwe ya mirovahiyê nabîne û nabêje min cenazeyên ciwanên Kurd aniye rewşa ku neyê nas kirin, serî li rêbaza gemar dide, derewan dike û ciwanên Kurd li goristana bêkesan vedişêre. Ji bo yek malbateke Kurd cenazeyê zarokê xwe bigire bi kilometrayan rêdigre pêşiya xwe. Dikeve pey canê bêruh û her bendewariyên xwe mezin dike ku tenê hestiyeke be jî, parçeyek ji canê zarokê xwe bigre. Lê dewleta Tirk li ser vê rantê dike û hatina malbatan felç dikin. Bi rojan li ber deriyê morgê dihêlin. Ger cenaze ji parçeyên Rojhilat, Rojava an jî Başurê Kurdistanê be, ji xwe nadin. Ger bidin jî, cenaze radikin cihekê bi wî rengî ku xwe gihandina wê zor be. Yan jî heya ku berîka xwe li ser canên bêruh tije nekin, cenaze nadin. Li himberî vê sucê mirovahiyê jî, wijdanê raya giştî razayî ye.
Di rewşeke bi vî rengî de jî, qala çek berdana PKK dikin. Piştî van kiryaran, ew rûreşiyeke mezin e hun qala tiştekê bi vî rengî dikin. Bi taybetî jî ew kesên xiyanetkarên Kurd yên derdikevin pêşiya qemerayan û weke bilbilê tuya diaxivin. Li şuna ku hun derkevin qala çekberdana PKK bikin, ji xwe şerm bikin ku heya niha kedekê we di ber azadiya welatê we de çênebûye. Ji xwe şerm bikin ku heya niha hun her timî duvê hinekanin û li ser xwîna ciwanên welatê xwe berîka xwe tije dikin. Di destpêkê de bibin xwedî ked di welatê xwe de, pişt re derbikevin qala çekberdanê bikin.
Li aliyekê hun cenazeyên zarokên Kurd nadin wa ku bi hestên dilê xwe law û keçên xwe ber bi koça wan ya dawiyê ve oxir bikin, di aliyê din de jî dibêjin çima ciwanên Kurd berê xwe didin çiya. Di aliyekê de welatiyê xwe dişînin mirinê û di aliyê din de jî rondikên Tîmsahan li ser dirijînin.
Zarokên Kurd ne bêxwedîne, ew li Helepçeyê jî be nebêxwedîne, li sînemaya Amudê jî be nebêxwedîne, li kolanên Amedê be jî nebêxwedî ne û li çiyayên Kurdistanê be jî ne bexwedîne. Gelî Kurdîno hun bêjin, ma zarokên we bêxwedîne? Ger nebêxwedî bin jî, wê demê berxwedanî û helwesta xwe dubare bi dewleta Tirk bidin nîşandan ku law û keçên we ne bêxwedîne.
Hindistan PENABER