Gelê Kurd nav li sîstema Erdogan kir. Faşîzm!...
Êdî, pêdivî bi danasîna kiryar û armanca desthilatdariya AKPê nemaye. Diyar e ku dewlet, AKPe û Fetul-munkîr ji bo gelê Kurd, dojehekê ava dikin.
Tê zanîn ku desthilatdariya AKPê, bi “handîqapekê” hate ser desthilatdariyê. Di pêvajoya ku “troyka”, haraketa Îsmaîl Cem û Husamettin Ozkan bi fermana Emerîka û bi destê Kemal Derwîş têk çû, rê li ber Erdogan û Gul hate vekirin.
Pêşî tevlîhevî “buhran” hate derxistin, Erdogan û Gul bûne stêrika dahatuya Tirkiyê.
Îro, tu “handîkap”ên li pêşiya Erdogan û Gul xuya nakin. CHPe bi nava xwe de dikele, MHPe jî, di nava eyarê xwe de difetise û bi “haveynê edebiyata” nijadperestî mijul e. Hêviya Emerîka hîna jî Erdogan û Gul in. Muxalefet tenê Kurd mane...
Erdgan jî ha ha, dersa siyasetê dide.
Lê balkêş e, di dersên Erdogan de, exlaq nîne. Dema ku di fêrkirina siyasetê de exlaq nebe, fenomenên rastiyê jî cih nagirin. Dema ku fenomenên rastiyê di zanistê de nebin, rehberî jî çênabe û sûd nade. Demagojî, davik û kemîn, teşqele destpêdikin.
Îmaja ku Erdogan, di demên dawî de dide, bêbawerî ye û mîna tîranê ku, rojname û weşana medya tenê ji bo wî bêne amade kirin e. Ew dibêje, derdorên wî jî jê re li çepkan didin. Dema diaxive, bîrdozên xwe li ser îdealîzmê rûdinîne. Realîzm jî, estetîk jî di bîrdozên wî de nînin.
Îdeolojiya Erdogan. Hinekî dişibihin ya destpêka Franko û Salazar. Firazeya Franko jî, ya Salazar jî nîne. Piştre frazeyek ji xwe re ava kirin.
Îdeolojiya Franko û Salazar jî ,bi fetwayên entelektuel, feylesofên xwedî tîtra prof.ên li dora wan û bi erêniya “dêr”ê dihatin xwedî kirin
Di wê demê de, Brasillach, di rojnivîsên zindanê de wiha dibêje; “faşîzm namire. Faşîzm dozeke ku mirov xwe bidiyê, helbesta sedsala bîstan e.”
Îdeolojiya Erdogan jî, bi fetwayên Fetul-munkîr û prof.ên dewletê tê xwedî kirin û helbesta (!) sedsala bîstûyekê dixwîne. Îcar ez dibêjim; siyasetmedar, nivîskar, rojnamevanên Kurd jî wê di zindanên Erdogan de, gotinên Brasillach di rojnivîsên xwe de, dubare bikin.
Faşîzma Erdogan, di şerê li dijî Kurdan de tixub-sinor û exlak nasnake. Bi operasyona dawî, ku li 16 bajaran û 123 navnîşanan pêk anîn de, da xuya kirin ku, heta yek leheng û pêşengê gelê Kurd heye, Erdogan rehet ranaze. Pêşî senaryo tê amade kirin, piştre dozgerên taybet û felzekeyan amade dikin, piştre jî dadgeh biryarê didin û operasyon dest pê dikin.
Lê Erdogan, yan jî alîkarekî wî diaxive û mîzansena terora polîsan diparêze. Medya jî dikevê nava seferberiyê dibe alîkar û perdeyekê diavêjin ser kiryarên faşîzan. Yanî, bi znaîn û karekî kolektîf, “tirsek”e di nava reşê de ava dikin. Herî dawî jî, entelektuelên ku ji alifê Erdogan, ji alifê Fetul-munkîr têne xwedî kirin, wek canbazên li ser şelîtê, gotinên dirû dinivîsin û firazeyeke Erdogan ava dikin.
Mîna fşîstên cîhanê teva, firazeya Erdogan jî nîne.
Binêrin: Musollînî jî di partiya sosyalîst de endam bû. Piştre bi şervanên kevin re ji partiya sosyalîst veqetiya û bû serokê wan û firazeyek da avakirin. Yanî firazeya Mussolînî jî nîne. Keza, Salazar û Fanco jî di heman rewşê de ne.
Mînak du: Wek her faşîstî, Erdogan jî, li Rojhilata Navîn, li cografya Kurdistanê wek ribat, wek mêrxas û pêlewanekî tevdigere. Lê dema ku berê wî dikeve Rojava, dibe çêlkew, mîna kewê çîz bûbe, mûrşikestî ye û bi beşûşîyeke kompleksî radiweste. Dema ku, Xwedawendên dem û heyamê karekî didine ber û rolekê didinê, “cehdeke” balkêş destnîşan dike û rola xwe “bihaqqin” dilîze. Şova Dublînê, bûyera “yek munît” li bîra her kesî ye. Salazar jî, Franco jî, heman tişt dikirin.
Tiştekî din yê hevbeş, doktrîna Mussolînî, Salazar û Franco êrîş bû. Ya Erdogan jî êrîş e. Cûdatiya navbera Erdogan û yê din; Mussolînî, Salazar û Franco pêşî êrîş dikirin, piştre xeftan û kiras qaz dikirin. Erdogan pêşî kiras û xeftan amade dike, piştre êrîş dike.
Doktrîna her sê faşîstan yek bû; sazkirina netew dewletê. Milletekî arî, xas, ku di yek hawunî de hevîr kirin û haveyn kirin. Erdogan jî, bingeha îdeolojiya xwe li ser yek-yekan daniye û bi Fetul-munkîr re dixwazin, yek reng û yek ahengê ava bikin.
Entellektuelên, yan jî prof.ên, ku doh spî bûn, îro kesk in, ji bo parastina ideolojiya faşîzan ya Erdogan û Fetul-munkîr; bi dijwarî û berdewamî dibêjin, “guhertin li Tirkiyê çêbûne, ev guhertn jî bi saya AKPê pêk hatine.”
Helbet ev jî dereweke mezin e. Ji ber ku desthilatdariya Erdogan, çînekê bê çîn e û ev jî nikare guhertinan bike. Li dijî diyalektîkê ye û derî kanunên xwezahî ye.
Eger guhertinek li Tirkiyê çêbûbe, ew jî bi saya têkoşîna gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd e. Mînaka vê jî, Bloka Ked û Demokrasî ye, parlamenteriya nûnerê nifşê ‘68an û rêhevalê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û demokratên tirk ya li parlamento ye. Ya duyemîn jî, zora gelê Kurd ya guhertina Destura Bingehîn e.
Lê AKPe, ji destpêkê û heta îro jî, di guhertina Destura Bingehîn de astengiyan derdixe û dixwaze Destura Bingheîn ya faşîzma 12ê Êlûnê rêwîzê bike.
Lê faşîzma AKPê, ji bilî Kurdan, ji bilî Haraketa Azadiya Kurd, gelê Tirk, zanîngeh û kesên xwedî tîtra prof.tiyê, medya, entelektuel û kesên bi lewendgîriya zihniyeta Çetîn Altan radibin û rûdinin teva felc kirine, dîlgirtine û dixwaze Tirkiyê ji nû de ava bike. Di vê Tirkiya nû de, tenê hikmet-î vucudekî “tirkîtiya kesk” heye û demokrasî dikuje, ramanê azad, entelektueliyê ji holê radike, jinê dike rekiha reş û cemawerekî “nas û teba” ava dike. Avakirina şikefteke reş û girtî ye.
Erdogan, psîkolojiya gelê Tirk jî di “çîroka pezê li dora şivan” de dizane. Psîkolojiya “teba” ye. Lewma Erdogan bi derewan kiryarên faşîzan, bi hêsanî dikare veşêre.
Êdî hatiye fêm kirin ku, terora dewletê, polîs û kontrayên AKPê, fetwayên kujerî yên Fetul-munkîr ne qeder in. Dewlet jî, AKPe jî, Fetul-munkîr jî, bi sed maskeyan barkirî ne, bi sedan pût û nîq û teşqeleyan dagirtî ne.
Gelê Kurd, rengê wan naskiriye û nav jî li wan kiriye. Êdî baş dizane ku dewlet, AKPe û Fetul-munkîr dojehekê, ji bo gelê kurd ava dikin. Hewqas bombarduman, hewqas komkujî, hewqas gorên komî, hewqas girtin, hewqas bêbextî, hewqas tecrîd, hewqas komplo, tolhildan, kîn, teşqele, derew, nîq, kemîn û davik, kevirên avakirina dojeha Kurdan e. Tenê hişmendiyek, hewngîriyek û mejiyek dikare van kiryarên derî ademiyet û derî nirx û exlaqê mirovahiyê bike pratîkê. Faşîzm!... Yan jî mêjiyekî nexweş! Bi vê jî dixwaizn ku hêviyên gelê Kurd û îardeya gelê kurd têk bibin.
Îro gelê Kurd, li dijî faşîzma reş, şer dike. Şerê gelê Kurd meşrû ye û bingeha şoreşa li heremê jî ava kiriye. Pêwiste entelektuel û rewşenbîrên Kurd jî tevlî şer li dijî faşîzmê bibin.
Qedera gelê Kurd bi cografya Kurdistanê û bi Haraketa Azadiya Kurd ve girêdayî ye. Cografya Kurdistanê hevîrê hebûna gelê Kurd e; Haraketa Azadiya Kurd jî çarçoveya dîroka cografya Kurdistanê ye. Du tiştên ku hevûdin temam dikin û yek bêyî ya din nabe. Yanî têkoşîna berdewamî û dijwar. Bê çawa li dijî Mussolînî, li dijî Salazar û Franco têkoşîn hate kirin, pêwiste li dijî Erdogan jî têkoşîneke dijwar werê kirin.
Medenî Ferho