Careke din xwuyabû ku li ser ruyê erdê, ji bo Kurdan ewlehîya jîyana asan qet bi awayek jî, nemaye. Edî mirov nikarê bûyeren ku di qewimin weke rewşeke asayî û bi tenê sîyaseta demê bibîne û bi nirxine. Na! divê kurahîya vê qirkirinê baş werê dîtin. Tişta herî sivik, di tevahîya cihanê de, mafê weşanê bi vî awayî li civatan re nehatîye astengkirin.
Bi van rêbazên hovane êrîş pêk nehatî. Lê Çi mixabin, li seranseré Ewropa binerin, ji Îtalya destpîkir heta cara dawîn xwe gihande, navenda rêveberîya demokrasîya wan Brukselê. Ji vir ù wê de tişt nemaye. Ev cîhana ku dibê em pêşverûne, erza Kurdan li bin erd xistiye. Ké kir? Çawan kir? ji bo Çi kir? bê guman ev xalén giringin. Wé werine Şirove kirin. Ya bingehîn ewe ku, hemî hêzên êrîşkar kêşeya Kurd û dîroka wî baş dizanin. Her wiha ji, bê zanîn ku tişta ew ji bo netewa Kurd rewa dibînin eve. Esasen du xalén dî pêwistî bi tevgera raya gisti ya navnetewî heye him jî, bi lezgînî.
Ev êrîş di demeke wihade pêk hat ku, rayedarên dewleta Tirk xwe tengezar dibinin. Êdî, ji pirsgirêka Kurd re, çareserîyekê bibînin. Lê belê Ewropa, bi van êrişan xwe piştgirîye ji dil dide réveberîya dewleta Tirk û her wiha wan wêrek dikin ku ew, disa çareseriyê di tevkujiyan de, bibînin. Ji ber vê yekê ye, Tirkan dest bi amadekariyên êrişa li ser gerîlla kir. Li gel vê rewşê, bextreşîyeke din jî, ewe ku, di bin vê desteseriya giran de çuyina Nêçîrvan a li Tirkiyé û hewldanên wan ên ne ji bo xêrêne. Gotinek e Tirkan dibêjin "ne cejne ne geşt e, çima zavê min ez maç kirim"bé guman çuna Nêçîrvan ji bo bazirganîyê nîne. Li vir çi axifîne bi tevayî nizanim lê, bi qasî agahîyên ku hene, ewê îcar bi rengekî alîkarîya hézén Tirk bikin ango ji êrişêre bibin pir e. Dîsa di vê çuna Enqerê de, dîmenên piştşikestî jî, hebûn. Di rastîya xwe de, ji bo ku mirov bi xwaze yekî rencîde bikê, çi pêwist be di vê pêşwazîyê de ew bi kar anîn.
-Pêşwazîkirin bi hin karmendên asta herî jêr de, bê rûmetnişanî pêk hat.
-Pêşwazî û dema rêkirinê de, qada veşarî bi kar anîn, deriyê parké.
-Endamek ji yên Mit a Tirk li ber derî sekinî bù, di serî de, Nêçîrvan, desté xwe li pişta mêvanan ! werdikir.
-Dîsa xwiyabû ku ew, li wê derê gelek li benda maşînê hiştin.
Bê guman di vir de jî, gellek peyamên giring hene, ji bo yên ku bixwazin bibînin. Ev rê ne tu réye. Ji qet aliyekve jî, berjewendîya Nêçîrvan di virde çé nabe. Divê ew bizanibê ku ew Tirkên ew bi vî awayî pêşwazî ! kirin li wan bawerî nayê. Di vê mînakê de jî, tê dîtin ku, an bi darê zoré, an ji, qaşo dostanî ! dixwazin vîna Kurdan bişkênin.
Her roja ku derbas dibê, érîş bi rêbazên cûr be cûr zêde dibin. Hin tişt divê hin baştir werin têgihiştin. Rewş wisa dixwu yê ku dewletên serdest, êdî dijbertîya xwe ya li hemberî netewa Kurd, qet venaşêrin. Ev pêvajo wê her bi êrişan bi dome. Armanca wan ewe ku, ev vîna ku hatîye afirandin, hûr bikin û belavî pêk bê. Ji bona vê ji, tevahîya giregirên Ewropa hatine ser yek xete. Wek mînak ; sedemên Elmanya biryara girtina studyoyên Roj tv ya Elmanya, neda jê yeke. Ew dixwazê bêje ku ez her tim bi tenê êrîşan dibim wiha nabe ! Divê hemî Ewropa bibe şirikê min û her wiha jî, bû.
Di vê serdemê de, pêwistî bi çi heye ? gelê Kurd, wê çawan tevbigerê ? Berî her tiştî were zanîn ku berxwedan û xweparastineke ji dil, di asteke nû de, bi rêbazên dewlemend divê dest pê bikê. Ev tişt zarûreta jîyana netewa Kurd e. Careke din baş zelal bû, ger gelê Kurd, sîstema xwe bi xwe parastinê baş pêş nexînê, qet mafek ji wan re rewa nayê dîtin. Ev rastîyeke ji ber ku, azadbûn di bin baskê kesî de, nabe. Tişta herî rewa, di qada demokrasîya heri bilin de, ji bona Kurdan rewa nayê dîtin, berê wan didine tunekirinê. Ev ji, di dê xwuyakirin ku, di serî de, AKP û qet hêzek e navnetewî, naxwazin netewa Kurd, bi vîna xwe bi xwe ji xwe re rêvebirîyê bike. Ev daxwaz a wan e. Lê belê ev ne wiha ye ku, ya wan pêk tê di vê xalê de, mijar di serîde, bi gelê Kurd ve, girêdayîye. Her ferdê Kurd li her qada ku lê di jî, divê tedbîrên xwe parastinê, bê ku ji kesî alîkarî bi xwaze bistînê.
Dîsa hate misogerkirin ku, ger li Kurdistanê çareserîyek çêbibê, tenê û tenê ew, dikare bi Rêber Apo re pêk bê. Ji ber ku, derveyî vê ramanê, netewa Kurd nikarê di ewlehiyê de, bi jî. Destkeftîyên ku hêzên parastina Kurd, bi zagonî wê neparêze, bê rûmet ê û bê ewleye. Cardin divê em, êrîşên dawî vê rastiyê bê şîrove tênê pês çav. Çareserîya ku xwe bi xwe parastin tê de nebê, di şibê şivantîya gur a lî ber keriyên pez.
Harun Serdar
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net - www.lekolin.info