HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hevokeke ku ez jê pir hez dikim û li ser min bandoriyeke xurt dide çêkirin, “rihê ciwantiyê” û “me ciwan destpê kir bi ciwantî pêş dikevin” û “em ê bi rihê ciwantî jî biserxînîn” e. Ev hevok cewherê rêbaza têkoşîna PKK'ê herî baş dide îfadekirin

. Wateya ciwan ango ciwantiyê, ciwan zindî ye û ji guhartin û veguherînê re vekiriye. Çi tişt li pêşiyê nabin kelem û çi tiştî ji xwe re nakin kelem. Di ciyê xwe de nasekinin û tim di nava lêgerînê de ne. Tirs û xof li gel wan nîn e. Ji ber van taybetmendiyan di hundirê xwe de kesayetiyeke şoreşgerî dihewînin. Ji ber vê jî pergal bi taybet di roja me ya îroyîn de li ser ciwanan radiweste. Dixwaze ciwanan ji rastiya wan dûr bixîne û bihelîne û bi pergala xwe ve girê bide. Dema ku ciwan bi pergalê ve di hemû warî de hat girêdan, wê demê encax pergal xwe rihet dike û xwe bi ewlehî hîs dibîne. Lê rexmî hemû xefk, lîsk, şêweyên cuda û rêbaz û hewldanan nikare li pêşiya ciwanan bibe kelem. Ji bo wê jî di dîroka mirovantiyê de dem bi dem tevgera ciwanan xwe didin pêş.

 PKK’ê jî ji van tevgeran yek e û ya herî bi hêz e. Ciwanan PKK’ê dan avakirin û bi pêş xistin. Komelê ciwananan ji derketina PKK’ê heya roja me ya îro PKK’ê dimeşîne û dide meşandin. Ev riyê ciwantiyê divê ku mirov her dem zindî bihêle û di dil, mejî û rih de her tim biparêze. Her tim xwe ciwan girtin û bi vê armancê jiyankirin û bi armancê ve girêdayîn, her roj pêkanîna şoreşa zihnî pekanîn û xwenûkirin, wê her tim bi xwe re ciwantiyê bide jiyandin. Di vî warî de rastiya Rêber Apo û PKK’ê ev bi xwe ye û pir balkêş e. Rêber Apo dema ku bi ciwanan re diaxivî digote ku; pîrbûyîn guneh e û sûc e. Ji bo vê pêwîst e hûn her tim bi rihê ciwantî jiyan û têkoşîn bikin. Dema ku mirov bi vî rihî têkoşîn bike wê tu kes an hêzek û pergalek nikaribe li pêşiya we bibe asteng. Mirov dest bavêje çi karî, biçe kîjan karî û kîjan erkî pêk bîne û biçe ser kîjan hedefê wê bi serfirazî û serkeftî pêk bîne. Wê bikaribe li hember her êrîşe li ber xwe bide û bikaribe vala derbixîne. Wê bi vî awayî dost û dijmin şaş û metal bike û dilê dijmin reş bike û dilê dostan xweş û geş bike. Ji bo wê jî her tim tê gotin; “me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî biserxînin”

 Dema ku ez carnan li ser xwe difikirim û digirim dest û ji xwe pirs dikim, gelo ez tevlî PKK’ê nebûma, niha wê rewşa min çibûya? Dema tînim ber çavên xwe, gelo ez ê mîna niha bi coş, heyecan, moral, rih û ciwanbûma. Ez dikarim misoger bibêjim ku, ji ber pirsgirêk, derd, kul û keserên malbatê û pergalê wê ji zû ve pişta min xus bûna û ez ê niha kal û pîr bûma. Ji bo wê jî ez gelek caran ji xwe re dibêjim baş e ku ez tevlî PKK’ê bûme. PKK me ji tiştên nebaş xelaskirine. PKK her tim mirovan zindî, ciwan, bi coş, moral, heyecan, azwerî û bi xwestek dihêle. Ji bo wê jî mirov di warê rihî de pîr nabe. Ev rih rihê Rêber Apo, PKK û şehîdan e. Ger îro em bi vî rihî di her warî de jiyan û şer dikin, em deyndarê vê rastiyê ne. Ji bo ku em deynê xwe bidin, divê em vî rihî li her ciyî jiyan bikin, zindî bikin û ciwantir bikin. Dema ku ev rih di me de çilmise, qels û pîr bibe, tê wê wateyê ku em ji rastiya Serokatî, PKK û şehîdan dûr ketine. Ger îro di Kurdistanê de di nava şoreşê de gelek şoreş çêbûne, hemû kes rabûye ser piyan û kurdek nû hatibe afirandin, ev bi saya vî rihî ye.

 Ji van ciwanan yek jî, rêheval Cemîl Çatak(Şaxê) bû. Hevalê Cemîl ji navçeya Şaxê bû ku ji wir kes tevlî PKK’ê nebûne. Ji wir kêm tevlîbûn çêbûye. Tevlîbûnên ku çêbûne jî baş û bi mêrxasî ne. Hevalê Cemîl ji malbateke ku hinek welatparêz e. Di nava vê malbatê de mezin dibe. Ji ber mirovekî wan şehîd dikeve, ev li ser hevalê Cemîl gelek bandor dike. Ji bo ku çeka wî li erdê nehêle, doza wî berdewam bike, bi hest û rihê tolhildanê, di temenekî gelek biçûk de di sala 1999’an de tevlî partiyê dibe. Dîsa jî li hember komploya li ser Serokatî gelek hêrs dibe û kîneke mezin digire û tevlîbûneke cangorî pêk tîne.

 Min û hevalê Cemîl gelek wext û kêliyên xweş bi hev re jiyan kirine. Lê dema ku ez hemû hêza xwe komî ser hev dikim, dixwazim li ser tê binivîsim û te bînim ser ziman, pir êşê dikşînim. Dema destê xwe davêjim lênûsk û pênûsê, ji ber tu tê yî ber çavên min, ez dikevim nava xem û xeyalan û pir hestiyar dibim. Ji bo wê jî te rast nivîsandin, li min pir zor tê. Ez pir ditirsim ku te şaş bixwînim û binivîsim.

 Hevalê min î hêja, ciwanê delal; ez dikim nakim nikarim te bireşînim ser pelê lênûskê. Lênûsk têra rastiyan nake. Pênûsa min qutqutî dibe. Dikim nakim te nanivîse. Tu dibêjî qey şerm dike. Rast e hevalê min î hêja, te em xistin nava şermê. Li hember rastiyê te, ez xwe di ber çavan re derbas dikim jî, rastiya ku em têdene, jê pir şerm dikim. Li min bibore ciwanê delal.

 Hevalê Cemîl, ciwanekî pir hêja bû. Dînamîk, enerjîk û zindî bû. Di ciyê xwe de tu carî nedisekinî. Westanbûn çi ye nedizanî. Her tim di nava kar û lêgerînê de bû. Destê xwe diavête kîjan karî baş û paqij dikir. Mirov dikare bêje ciwanekî di hemû hêlan de xwe parastibû û zêde xera nebûbû. Hest, mejî, rih û dilê wî pir paqij û xweşik bû. Tirs û mirin di xwe de kuştibû. Bi vî temenê xwe yê biçûk, rihê şer û êrîşê pir xurt û çavreş bû. Hevalê Cemîl li gel gelek hevalan mabû. Vê taybetmendiyê jî ji rastiya Serokatî, PKK û şehîdan girtibû. Bi taybetî jî ji hevalê Adil, Kûrtay, Andok, Şiyar, Serdem, Xwînrêj û gelek hevalên dîtir girtibû û ji wan bandor bûbû. Bi temen, biçûk bû. Lê di jiyana xwe de bi pîvan, rêgez û komûn bû. Rê nedida şaşîtiyan. Ciyê ku hevalê Cemîl lê bûya, hemû kesî lingê xwe û axaftinên xwe bi pîvan davêt. Ji ber ku vê sekna xwe her tim di nava hevalan de wekî mînak dihate nîşandin. Ji bo wê jî hemû hevalan jê hez dikirin û nirx didanê. Pir bi coş û moral bû. Li hember pirsgirêkan, zorî û zehmetiyan, tu carî moralê xwe nedixist û ji xwe re nedikir kelem û asteng. Min got ya, bi rihê Apocî û ciwantî têkoşîn dikir. Ez dikarim pir bi hêsanî bibêjim, dema ku qala rihê ciwantî û ciwanan dihate kirin, hevalê Cemîl tê bîra min.

 Di hemû warî de xwedî sekeneke milîtanî bû. Xurt bû. Bi armanca xwe ve heta dawiyê girêdayîbû. Ji ber vê seknandina wî ya biesl û cangorî, me destpêkê ew danî ser tîmê. Piştî demeke kurt jî me ew danî ser taximê. Hevalê Cemîl ji hêla gelek hevalan ve bi taybetî hatibû perwerdehîkirinê. Exlaq, terbiye û çanda PKK’ê girtibû û xwe kûr dikir û bi pêş ve dibir. Gelek kesê mîna me gelek caran dibêjin; “wisa nabe, em nikarin bikin, ev çi erk e û wekî din” lê hevalê Cemîl bi wî temenê xwe tu carî vî tiştî nedigot. Hê bêtir dixwest kar bike. Dema ku dixwest kar bike jî ciyê herî zor û zehmet dixwest. Heval dixwest li pêşiya wî kelem û astengiya derxînin, lê kirin nekirin nikaribûn bi hevalê Cemîl. Wî dixwest di ciyê herî zor û zehmet de, têkoşîneke bi wate bide û jiyan bike. Em hemû heval ji destê wî bêzar û neçar mabûn. Tabî di dawiya dawîn de hevalê Cemîl a xwe bi ser xist.

Hevalê Cemîl bi bîr û biweriyeke bi îdeayek pir mezin û dîsa bi hest û rihê tolhildanê, di bihara 2006’an de berê xwe da, xaka pîroz, warê egîdan Botanê. Ew jî pir kêfxweş bûbû. Her tim rojekê wisa hesret dikir û vê yekê bi ben dikişand. Yekî/a ku bixwaze kar bike, xwe bi pêş ve bibe û têkoşîn bike, divê wekî tevgerîbûna hevalê Cemîl be. Tu kes nikare li pêşiya wî bibe kelem. Lê mixabin gelek kes dibêjin rêxistin pêşiya me venake, me nabîne, em jibîrkirine û wekî din. Ez dikarim tenê vê bibêjim ku wisa dibêje ew derewan dike û xwe dixapîne. Divê pîvanê me heval Cemîl be.

 Hevalê Cemîl li Botanê, du salên tijî û bi wate jiyan kir. Diçû ku derê ew rih û coş bi wî re bû. Ew feraseta tesfiyekaran nikaribûn li ser wî bandor çêbikin û wî ji armanca wî dûr bixînin. Pirsgirêk û nêzîkatiyeke şaş, ji xwe re dikire sedema têkoşîn xurtkirinê. Wekî ku hemû hevalan jê hez dikirin, min jî ji hevalê Cemîl pir hez dikir. Hevaltî û têkiliyeke me yî xweş hebû. Me tu carî nedixwest em ji hev qut bibin û ez bawer nakim jî ku wê em ê rojekê ji hev qut bibin jî. Qutbûna hevalek û pê ve girêdanî û hezkirineke pir xurt bi xwe re tîne. Ez di sala 2006’an de çend caran bi cîhazê pê re axivîm. Îsal jî dema ez derbasî hundir bûm, hatim Kota Jîrka, hemû hevalan û bi taybetî ji heval Delîl min te pirsî. Dema hevalan gotin, rewşa te baş e, ez pir kêfxweş bûm. Min pir dixwest ku ez te bibînim ciwanê delal. Lê ez li ser rê bûm. Bi hesreta dîtina te, ez ê misoger bi vê hêviyê bi dilek xemgîn derbasî ciyê xwe bim. Min pir bêriya te kiribû. Heta rojekê min ji hevalan re got, min pir bêriya hevalê Cemîl kiriye, ger ku derfet çêbibin, ez dixwazim rojekê pê re bi cîhazê biaxivim.

 rê hevalê min î hêja, ciwanê delal! Guhên min her tim li ser xeberên te yî baş bin. Carekê min di nûçeyeke radyoyeke tirkan de guhdar kir ku li Çataxê du gerîla şehîd ketine. Tu bawer bike, qutequtek kete dilê min û min ji hevalan re got; qey hezar kes û hîsen min ji min re dibêjin hevalê Cemîl e ku şehîd bûye. Min qet nedixwest ez bawer bikim. Roja din min cîhazê vekir. Dema min navê te û hevala Eylem bihîst, tedigot qey dil û hinavê min hatine xwarê. Dîsa pêlên hestên min rabûn ser piyan. Çavên min tijî rondik bûn û di ser rûyê min de dihatin xwarê. Ez kelogirî bûbûm. Ji ber heval li derdora min bûn, min şerm dikir, lê di hundirê xwe de ez digiriyam. Divê ku em li ser we negrîn. Divê ku hûn me pir qesl û lewaz bibînin. Delalê min li min bibore, ez digeriyam. Divê ku em li ser we negirîn. Delalê min, dîsa li min bibore, me pir êş kişand. Me di vê salê de gelek mêrxas, egîd û lehengan şehîd dan. Zerîna leheng, Dilşadê dilgeş, Gulbiharara xwedawend, Serdemê çavşîn, Andokê rûken, Xwînrêjê çeleng, Şiyarê mêrxas, Adilê egîd, Tîrêjê dilnizm, Hemzeyê fedekar, Ferhadê kedkar, Nûdaya evîndar, Kûrtayê dilmertal, Kawayê hesinkar, Latîfê delal, Xelîlê hunervan, Egîdê cangorî, Karkerê baz. Her yek ji wan dema ku çûn, qey te digot wesleyek laşê min jî diçû, ez ewqas pe diêşiyam. Erê hevalên hêja hûn çûn û we em hiştin. Barê me girantir bû. We girantir kir. Ji ber em hevalê we ne. Şopdarê we ne. Em dilê xwe qewîm dikin. Ji bo ku em bikaribin we rast jiyan bikin û armanca we pêk bînin, lê hûn bawer bikin ez roj bi roj dihelim.

 Hevalên min î hêja. Em wisa bi hev re neaxivîbûn. Em ê her tim bi hev re bin. Lê hûn çûn, ez şûnde hiştin. Lê xema nexwin, riya we riya me ye. Ez ê hewl bidim ku bigihîjim we Ez ê bi we re jiyan bikim û azadiyê bi we re parve bikim. Ji ber ku azadî tişta herî xweş û bedew e.

 Hevalê min, dibe ku hûn fizîkî ji me qut bûbin, lê li her kêliya jiyanê de hûn bi me re ne. Ez ê we her tim di dil, mejî, rih û hestan de jiyan bikim. Rast e bi çûna we ez pir êşiyam û xemgîm bûn. Lê ev rih, cesaret û hêza têkoşînkirinê dide me. Ev rastiya we, ez ê tu carî ji bîr nekim.

 Hevalên hêja, me gelek caran ji hev re digot ku dara azadiyê bi xwînê şîn dibe. Bi azadî jiyankirin di nava zor û zehmetiyan de ye û ji bona ku em bigihên vê rastiyê, em ketin nav pêşbirkê. Hûn gihîştine vê rastiyê, lê ez bi şûn de mam. Ji bo wê jî ez ji xwe şerm dikim. Bi min ev çalakiyeke şoreşgertiyê ye.

 Hevalê min, kanê em ê bi hev re çiya bi çiya, zozan bi zozan, mêrg bi mêrg bigeriyana. Me yê stran û helbesta azadiyê bigotaya. Me yê nîqaş, sohbet û henekan bikira. Em ê derketina lûtkeyê çiyayan û hetanî deng ji me derbiketana, me yê qîr bikirana. Piştre me yê xwe li ser berfê bi xîjîkan da berdana xwarê. Me yê agirek mezin pêxista û li derdorê rûniştina û biketana nava xeyalên kûr. Her yek ji me dibû kevok, teyr û bazek û per û baskên me çêdibûn. Em difiriyan û diçûn girava Îmralî gel Rojê, evîndar û rêberê xwe. Lê hûn çûn, ez mam. Bê we tebatiye û sebra min nayê. Wekî sêwiya û teyrekî bask şikandî bûme. Ez nizanim ka ez ê çibikim. Fêrî tunebûna we, tu carî nabim. Dîsa ez ketim nava kul, derd, keser, xem û xeyalan. Pir hestiyar bûme.

 Hevalên hêja, we bi rih, hêz û cesareta ciwanbûna Apocî têkoşîn kir. Dara azadiyê bi xwîna xwe ew şîntir kir. Her yek ji we wekî stêrkek li asîman her tim dibiriqe û li derdora xwe şewq didin. Ez ê we tu carî ji bîr nekim. Ez ê heya nefes û dilopa xwîna xwe ya dawîn, we bişopînim. Heya bigihîjim we min pir bêriya we kiriye. Bi hesreta dîtina we, sûd û bextê wan bimînin. Bila rihê we her tim şad bibe. Careke din jî bi hurmet û we bibîr tînim û bejna xwe li ber we ditewînim.

11.02.2009

BESTA / KURDÊ ÇIYAYÎ(Şehîd Şervan Sason)

Kod adı: Cemil ÇATAK
Gerçek adı ve soyadı: Kamil OGÜN
Doğum tarihi ve yeri: 1982 / Van
Katılım tarihi: 1999 / İstanbul
Anne adı: Cane
Baba adı: Hüsnü
Şahadet tarihi ve yeri: 20 Haziran 2008 Çatak, Kato Xelilan