Di têkoşîna gelan de û di dîroka mirovatiyê de ji bo gelê xwe ji koletiyê, paşverûtiyê, xizantiyê û ketîbûnê rizgar bikin û gelê xwe û mirovatiyê azad û rizgar bikin, çawa ku serok derdikevin, gelek pêşeng û leheng jî derdikevin. Gelê xwe ji qonaxekê derdixin û dixine qonaxeke din. Bi seknandina xwe, bi têkoşîn, fedekarî, lehengî, egîdî û cangorîtiyê, xwe bi hewldanên bêhempa, di dil û mejiyê gel û mirovatiyê de bi cî dikin. Gel û tevger jî bi kesayetên wisa biesl, leheng û bêemsal tên binavkirin û bilêvkirinê. Ji bo civakê jî, ev kesayet dibe her tişt. Civakeke bi van nirxan rabe û rûnê, di her şert û zirûfî de xwedî lê derkeve û her roj van nirxan pêş bixîne, ev nirx nayên jibîrkirin û wê ew gel, civak û tevger her tim li ser lingan bin û zindî bin.
Wekî ku di dîroka gelan de derketiye holê, di dîroka gelê kurd û Tevgera Azadiyê de jî bi hezaran mînak derketine. Wan bi seknandina xwe ya biesl, bi têkoşîn, fedekarî, berxwedanî, lehengî, egîdî, cangorî û hewldanên bêhempa, bi xwîna xwe ya pîroz dara azadiyê avdan. Bi rih, moral, coş, cesaret û baweriyê hêz dan gel û Tevgera Azadiyê. Her yek ji wan bûn dîrokek, destanek û cangorîbûnek.
Van lehengan yek jî fermandarê mezin rêhevalê Adil e. Dema mirov dixwaze li ser van lehengan bifikire û binivîse, hemû laşê mirov diricife. Mirov dikeve nava xem, xeyal û hestên kûr. Mirov pir zehmetî dikşîne. Rastiya van lehengan rast anîna ziman, jiyankirin û nivîsandin ne hêsan e. Kesek ku vê yekê hêsan bibîne, wê nikaribe vê di hest, dil, mejî û pratîkê de jiyan bike. Ji ber vê jî dema ku mirov li Kurdê Çiyayî dinêre, li ser van cangoriyan difikire ku dixwaze bîne ser lêvan û binivîse û pir zorî dikişîne. Ji ber vê mirov çi bejê, çi binivîse û çi jiyan bike kêm e. Mirov nikare mafê wî bide. Pêwîst dike mirov tu carî erzan, teng, hêsan û xeyalî nêzîkî van rastiyan nebe. Wê ew ê nikaribe xwe ji koletiyê xelas bike. Kurdê Çiyayî bi vê bîr, bawerî û hişmendiyê nêzîk dibû.
Di dîroka têkoşîna Tevgera Azadiyê de herêma Botan ciyekî girîng û pir bi wate ye. Di warê erdnîgarî de bejayî û çiyayî de ciyekî pir stratejîk û xweş e. Dîsa di warê welatparêzî de hest û zanîstiyek li pêş e. Ji ber erdnîgariya wê ya stratejîk, zêde dijminan nikaribûye bandoreke xurt çêbike. Ji ber wê jî welatparêziya vê herêmê li ser lingan maye. Dema ku Tevgera Azadiyê dest bi têkoşîna çekdarî û propaganda çekdarî kir, ciyê herî zêde gerîla lê bi cî bû û belav bû, herêma Botan bû. Ev jî ji ber rastiya herêmê bû. Bi têkoşîna gerîla re hest û zanîstiya welatparêzî kûrtir û xurtir dibû. Ciwan gav bi gav bi ber gerîla ve dihatin. Gerîla bandoriyeke xurt li ser gel û ciwanên herêmê çêkiribû. Gerîla ketibû hest, dil û mejiyê gel û ciwanên herêmê û rih, coş, moral û hêvî afirand. Êdî gerîla bûbû efsane. Di çîrokên şevbêrkên gelê herêmê de gerîla ciyê xwe destpêkê girtibû Botan bû. Dema ku bahsa Botan û gerîla dikirin, beriya her tiştî fermandarê mezin rêheval Egîd tê bîra mirov. Tovê azadiyê ku li vê xakê hatibû reşandin, di pêşengiya rêheval Egîd de, Tevgera Azadiyê roj bi roj ev tov, şitil û bizir dida.
Van şitlan yek ji wan jî rêhevalê Adil bû. Rêheval Adil di sala 1987'an de di temenekî bîçûk de li Cudî tevlî refên gerîla bû. Ew bixwe ji gundê Bilikayê ku li quntare çiyayê Cudî ye. Mirov dikare bêje di vê herêmê de bermahiya çanda neolîtîk hê lê zêde ye. Hevalê Adil jî li ciyekî wisa mezin dibe. Ji bo wê jî xwedî kesayetiyeke ku zêde xera nebûye ye. Kesayetiyeke paqîj, kedkar, dilnizm û fedekar e. Ji bo wê jî dema ku tevlî Tevgera Azadiyê dibe, dibe cewherê Tevgera Azadiyê û zû xwe bi tevgerê re dike yek. Rêhevalê Adil bi vî cewherî re roj bir roj, meh bi meh û sal bi sal xwe bi pêş dixe. Di perwerdehiya Serokatî de derbas dibe. Bi perwerdehiya ku ji tevgerê û Serokatî digire ji xwe re dike bingeheke xurt a têkoşînkirina. Hevalê Adil di hemû waran de di têkoşîna xwe ya 21 salan de di nava şert û zirûfê herî zehmet de hatibû pijiyabû. Botan, Zagros, Behdînan, Soran bi taybet ji herêma Botan, ciyê ku lê negeriyaye "ber bi ber, kûç bi kûç, dolik bi dolik , dar bi dar, çiya bi çiya, şikêr bi şikêr, newal, sirt û av" nemaye li wan deran, li hemûyan şer kiriye. Gelek caran birçî, tî, tazî, pêxas, serma, germ, zehmetî û bêxew maye. Bes digel hemû zor zehmetiyan bi vîn û biryarî, bi moral û hezkirin, bi cesaret û baweriyeke mezin têkoşîn dimeşîne. Zorî û zehmetî û şer li ku hebûya, hevalê Adil li wir bû. Ji zor û zehmetiyan û şer tu caran xwe nedida paş.
Kurdê Çiyayî cara yekem hevalê Adil di sala 1993’yan de li Gabarê dî. Hê wê demê ji hevalê Adil pir ciwan bû. Mû, hê nû di rûyê wî de çend heb derketibûn. Pir zindî bû. Li ciyê xwe nedisekinî. Moral û çoşeke wî ya xurt hebû. Wê demê li ser bolikekê bû. Piştî heyvek, bi hev re derbasî Besta bûn û di tabûra bi tevger de ciyê xwe girtin. Wê salê li Besta, Bêşebab û Kato gelek caran hevdu dîtin. Di van salên derbasbûyî de, li Heftanîn, Zagros û Soran gelek car hevdu dîtin. Cara herî dawîn di 2006’an de li Heftanînê hevdu dîtin. Hevalê Adil derbasî Gabarê bû. Kurdê Çiyayî jî derbasî Colemêrgê bû. Ev hevdîtina wan a dawîn bû. Herdu heval ji hev pir hez dikirin. Bi hev re li ser gelek mijaran nîqaş dikirin. Dema ku Kurdê Çiyayî hevdîtina destpêkê û ya dawîn dianî bîra xwe û daberhevî dikir, li ser difikirî. Hemû jiyana hevalê Adil mîna fîlmekî dîhat ber çavên wî. Di warê fîzîkî de gelek guhartin çêbûbûn û temen pêş ketibû. Porê serî wî gelek weşiyabû û li gorî berê zêde qelew bûbû. Di aliyê bîrdojî, rêxistinî û fîkrî de gelek kûr bûbû. Lê di aliyê zindîbûn, tevgerbûn, coş, heyecan, xwestek û moral de rihê ciwantiyê xurtir jiyan dikir.
Di warê bîrdozî, rêxistinî û partîbûne de, her çiqas carnan zorî kişand be jî, bes kûrbûn û tegihîştineke wî ya pir xurt hebû. Hem di nava lekolîn, lêhûrbûn û lêgerînekê de bû hem jî tiştê ku fêm dikir di kesayet û jiyana xwe de pêk dîanî. Li ser van bingehan rexmî di hêla xwendinê de hinek zorî dîkişand jî, bi evîn û azweriyeke ji dil û can xwe perwerde dikir. Hêza xwe yî bingehîn ji bîrdozî, felsefa û rastiya Serokatî digirt. Ji bo wê jî hevalê Adil di warê vîn, biryar, bawerî, rih, moral û girêdanê de xurt bû. Di jiyana xwe de xwedî pîvan bû. Pîvanê wî tûj bûn. Pîvanên wî yên pejirandin û redkirinê zelalbûn. Bi rêgezî tevdigeriya û dilnizm bû. Bi her kesî re dida û distand. Di zorî û zehmetiyan de xwe nedida paş. Ti tiştî ji xwe re nedikir kelem. Ji bo wê jî her tim li ciyê zor de bû û li pêş bû. Hestê wî yê welatparêzî, hevaltî, gel û nirxan pir kûr bû. Evîndar û hezkerê ax, gel, heval, Serokatî û gerîla bû. Hetanî dawîn bi van nirxan re giredayî jiyan kir. Ji bo wê jî bi xwestek, coş, moral û biryarî têdikoşiya.
Di warê gerîla, şer û taqtîk de jî bi hêz bû. Di rêzik, rêgez û jiyana gerîla de, yek taybetmendiyeke wî ya herî li pêş, di şer de çavreş, wêrek şerker bû. Him şervan bû him jî fermandar bû. Di hunerA şer de kûrbû Û şer weke hunerekê didît û nêzîk dibû. Bi rihê erîşê tijî bû. Ji bo wê jî ciyê şer lê hebûya hevalê Adil li wir bû anjî hevalê Adil li berya şer li wir bû. Dema ku leşker didît çavên wî dilîstin û di ciyê xwe de nedisekinî. Li hember dijmin pir bi kîn û hêrs bû. Hestên wî yên tolgirtinê li pêş bûn. Her Çiqas di şer de carna şêwe û şêwazê wî yên çors derketibin jî, bi xulikdarî dewlemeniyên gerîla baş pêkdianî. Wê li ku derê kîjan taqtîk û şêwazî bikarbîne de pispor bûbû. Tu carî binkeftinê nedipejirandç Di jiyana xwe de hemû lîstik û şeran de ji bo ku biserkeve hemû hêza xwe bikardianî. Dema carnan di lîstik û şer de winda dikir pir hêrs dibû. Di serkeftinê de gelek çalak bû û şeran de mohra xwe lê dixist. Him şer dikir him jî dida şerkirin. Ji dûr ve şer nedida meşandin û temaşe nedikir, ew bi xwe her tim li pêş di nav şer de bû. Ji bo wê jî rastiya şer çi ye baş fêm kiribû. Dema ku çalakî dixwest bike, bi xwe hemû tişt ji keşfê bigre heta plankirin, sererstkirin, rexistinkirin û meşandinê amade dikir. Tirseke wî ji dijmin nîn bû. Li ciyê ku hevalê Adil lêbûya, tirs û xofeke zêde di dijmin de çêdibû. Carnan ger ku hinek heval ji hevalê Adil acîz bûne jî an jî bûbin, ji ber ku pirsgereka wan a şer hebûye. Nexwe ne mûmkûn e ku hevalê Adil ji hevalekî şerker û teng bibe. Ji ber ku hevalê Adil bi şerê xwe dîhat naskirin.
Di her warî de ji ber hevalê Adil xwedî seknandineke saxlem bû, jiyana wî bi têkoşîne tijî bû. Ciyê ku hevalê Adil lê bû, xuyabû hemû hevalan jê hez dikirin û jê morl, wêrektî, rih û coş digirtin û di her warî de mirov ji wî piştrast û ewle bû. Loma mirov ji tiştekî neditirsiya. Mirov dizanîbû di rewşa herî xerab de wê hevalê Adil riyeke xelasbûnê bibîne. Hevalê Adil jiyanek, seknandinek û xwedî kesayetiyeke ku çavkana hezkirin, moral, wêrekî û baweriyê bû.
Dema ku derbasî Botanê bibûya dijmin digot: “min sînor girtiye, çûk nikarîn bifirin” Hevalê Adil jî digot: “ew hemû deriyan bigirin û destê xwe bidin hevdu jî em ê di bin destên wan û di nav lingin wan de derbas bibin. Ew çi bikin jî, wê li pêş çûyîna me nikaribin bibine kelem û wê nikaribin me bidine sekinandin. Dîsa fermandarê giştî yê Arteşa Tîrk digot: Ez ê biryargeha xwe bibime Şîrnexê ango Gabarê. Hevalê Adil jî digot: "Li Şirnex, Botan û Gabarê du biryargeh nabin an ez ê an ew ê bimîne" Di van peyv û hevokan de jî bi xetê ve hetanî dawîn girêdayî ye û ji bona armanca xwe amade ye ku her tiştî bike. Wê tu hêz an kesek nikaribin wî ji armanca wî qut bikin. Ji ber ku ew ewqas xwedî bîr û baweriyeke wisa berz bû.
Dema rêxistin pêşniyara wî pejirand û ket ser riya Botanê pir kêfxweş bûbû. Mirov digote qey per û baskên wî çêbûne. Hew maye ji kêfan bifire. Meşa wî ya ber bi azadiya Serokatî û evînê didomiya. Roj bi roj nêzîk dibû, her ku nêzîk dibû jiyana wî bêtir bi wate dibû. Bi hemû hêza xwe, xwe tevlî dikir. Dîsa wekî her carî derbeyên ku li dijmin dixist, hêz û rih dida tevgera azadî û derdorê. Li Gabarê bi çalakiya ku li dar xistin re, rih û hêz da pêngava Êdî Bes e. Dijminê xwînxwar dîsa wekî dînan har bûbû. Dijmin bi hemû hêza xwe berê xwe da warê Agîdan Gabarê. Layîqî dîroka Gabarê, careke din berxwedaniyek, lehengiyek û cangoriyeke bêhempa hat kirin. Piştî berxwedaniyek mezin tevlî çend hevalên leheng (Serdem, Harûn, Gûlbahar, Xwînda) hevalê Adil jî tevlî kerwanê şehîdan bûn. Şervanên azadiyê li azadiyê, evînê, rastiyê, hezkirinê, riya rast, jiyana xweş û biwate, keramet û nemirtiyê digeriyan. Dilê wan her tim ji bo wê lêdida. Ev rastî û nirx di dil û mejî, rih û hestan de hetanî dawîn dihate jiyankirinê. Şervanên azadiyê gihîştin mirazên xwe. Bi seknandin, berxwedan û lehengiyeke biesl di dil û mejiyan de bi cî bûn û ji bo tevgera azadiya gel û mirovatiyê bûn çira. Wê ev çira her tim pêkeve û riya mirovatiyê ronî bike. Eynî li ser vê xaka pîroz kesayetiyên biesl ên wekî hevalê Adîl, Ferhat, Kûrtay, Gulbihar, Nûda, Serdem, Harûn, Tîrêj, Xwînda, Dinya û hezaran hevalên din derketin. Digel vê yekê kesayetiyên bêesl ên wekî Dr. Alî, Rûbar, Dîcle, Melsa, Çeleng û wekî wan bi sedan kesên ketî û xiyanetkar derketin. Ev jî zagoneke xwezayî ye. Ger şev û tarîbûn tunebûya wê wateyeke roj û ronahiyê jî nebûya. Ku xerabî nebûya wê tu wateyeke başiyê jî nebûya. Ji ber ku bêesl hene biesl bûn jî heye. Ger mirin tunebûya wê tu wateya jiyanê nebûya. Kî li çi dîgere wê dibîne. Her hal yekî/a ku li koletiyê bigere wê azadiyê nebîne.
Dema ku Kurdê Çiyayî şehadeta hevalê Adil bihîst, te digot qey satilek av bi serde kirine. Ku te lê bixista wê piçek xwîn ji laşî wî derneketa. Di ciyê xwe de cemîdi bû û pir hestiyar bûbû. Qet nediwxest bawer bike. Kûr kûr li ser rastiya şer û şorêşê difikirî. Dema ku difikirî ev jî rastiyek e û li pêşiya me hemûyan e, digote divê em jê nerevin. Dema her hevalek şehîd dikeve wekî ku ji laşê wan wesleyek jê dibe. Tu kes nikare ciyê hevalek bigre. Her şehadetek li wan pir giran dihat. Dil wesleyek goşt û xwîn e, ne kevir e. Ji bo wê jî dil dêşê. Lê şervanên azadiyê êşê ji xwe re dikin hêz û hest û rihê tolhildanê û vedigerînin têkoşîneke xurt. Kurdê Çiyayî bi vê ferasetê di hişmendî û bîr û baweriyê de nêzîkî vê rastiyê dibû. Her tim ji xwe re digot ez ê we tu carî ji bîr nekim û di dil, mejî, rih û hestan de we bijîm. Ala azadî ya ku we di nîvê rê de dame, ez ê heta nefesa xwe ya dawîn û dilopa xwîna xwe ya dawîn bi şeref rabikim. Ez ê çeka we û tola we li erdê nehêlim. Kurdê Çiyayî her tim ev kesayetiyeke biesl ji xwe re dikir çavkaniya hêz û têkoşînê. Li hemberî van rastiyan, kesayeta xwe dixist nava lepirsînê û di ber çavan re derbas dikir. Ji bo ku layîqî şehîdan bibe, bi hemû hêza xwe têdikoşiya. Bar giran e, lê barekî bi wate û pîroz e. Ger ku dil, mejî, rih û hest nepaqijbin, divê nêzîkî van rastiyan nebin. Şehîdê azadiyê nemirin.
31.01.2009
BESTA / KURDÊ ÇIYAYÎ (Şehîd Şervan Sason)