HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Filistîn heya destpêka sedsala 20’an di bin destê dewleta Osmaniyan de bû. Di heman demê de, xwesteka cihûyan a mezin hebû ku Filistînê ji xwe re bikin dewleteke cihû. Hemû hewldanên wan bi Sultan Abdulhamîd re vala derketin û nikaribûn ku Filistînê bi zêran bistînin. Piştî şoreşa ereban di dema şerê cîhanê yê yekemîn de û binketina dewleta osmaniyan, vêca artêşa îngilîz kete Filistînê. Bi arîkariya Îngilîzan, hemû cihûyên li welatên cîhanê berê xwe dane Filistînê û hatin tê de bi cih bûn. Gelek caran şer û pêvçûn di navbera cihû û erebên Filistînî de derketin. cihûyan xwe baş bi rêxistin kiribûn, ji wan re çek û arîkarî ji her derê cîhanê dihatin û roj bi roj xurtir dibûn. Di encamê de, Îngilîz xwe ji Filistînê vekşandin û cihê xwe dan cihûyan. Di sala 1947’an de, Wayzmen avabûna dewleta Îsraîlê ya cihûyan îlan kir.

Di vê navberê de gelek şerên mezin di navbera ereb û cihûyan de rûdan. Di  encamê de her tim ereb bi bin diketin û cihû xurtir dibûn. Di encama zor û zextiyên cihûyan li ser ereban, bi sed hezaran erebên Filistînê cih û warê xwe berdan û li welatên derdorê bûn penaber. Piştî gelek salan filistîniyan jî xwe di nava tevgera rizgariya Filistînê de birêxsitin kirin û dest bi çalakiyên fedayî û şerê gerîla kirin.

Gelê Filistînî yên li gelek welatan penaber, xwe li van welatan rêxistinkirin, kampên leşkerî û perwerdeyê avakirin, milîtanên xwe ji bo şerê gerîla û çalakiyên fedayî amade dikirin. Bi sed hezaran filistîniyên li Suriyê, Lubnan, Urdun, Misir, Iraq û gelek welatên din, arîkariya manewî û madî ji birayên xwe yên erebên van dewletan digirtin. Tevgerên Filistînî yên cuda cuda, arîkarî ji hin welatên mezin jî digirtin. Hin dewletên ereban jî, peyman bi Îsraîl re mohr dikirin û xebatên filistîniyan di nava sînorên xwe de qedexe dikirin, ji bona vê yekê gelek şerên bixwîn di navbera rêxsitinên Filistînî û artêşên dewletên ereban de derketin, mînaka vê yekê jî şerê li Urdunê û li Lubnanê ne.

Qada rêxistinên filistîniyan a herî xurt erdê Lubnanê bûn, bi taybetî jî başurê Lubnanê. Di vê qadê de, bi dehan kampên filistîniyan ji bona perwerdeyê hatibûn avakirin. Gelek şikeftên binerd ên kûr û mezin hatibûn kolandin, piştî ku şervan li van deran perwerde didîtin berê xwe didan erdên Filistînê û di nava komên gerîla de şer dikirin.

Gelek caran dewletên ereban bi artêşên xwe yên fermî berê xwe dane eniya şer û li hemberî Îsraîlê bi mebesta rizgarkirina Filistînî şer dikirin. Di van şeran de artêşên Misir, Suriyê, Iraq û gelek welatên din cih girtin. Lê di van hemû şeran de artêşên ereban bi bin ketin. Ji lewra êdî şerê gerîla bêhtir dihat pejrandin. Filistîniyan baş fêm kirin ku divê pirsgirêka xwe bi destên xwe çareser bikin û li benda Kral û serokên ereban nemînin. Wisa jî,  çalakiyên gerîlayî û fedayiyane bi awayekî xurt derketin holê.

Çalakiyên milîtanên Filistînî yên fedayî di hemû cîhanê de bi nav û bang e û bala hemû cîhanê kişandin ser doza gelê xwe. Di aliyê din de, tevgerên azadîxwaz ên Filistînî ji hemû hêz û gelên bindest re bûn mînaka berxwedanê û wargehên şervanên Filistînî bûn cihê perwerdeya şervanên gelên bindest û azadîxwaz ên cuda cuda.

Çalakiyên milîtanên Filistînî bi gelek reng û şêwazan dihatin li darxsitin, çalakiyên wan ên herî balkêş, bibandor ku bala hemû cîhanê kişandin û derbeyên pir mezin li dijminê xwe xistin ew çalakiyên rivandina balefiran bûn. Bi saya van çalakiyên, cîhana rojava neçar ma ku bi mijara gelê Filistînê re mijûl bibe. An go piştî sala 1965’an bi saya çalakiyên rivandina balefiran, doza gelê Filistînê û têkoşîna wan kete rojeva hemû cîhanê.

Di nava çend salan de, fedayiyên Filistînî gelek çalakiyên revandinê yên serkeftî lidarxsitin. Serkeftina van çalakiyan bi saya perwerdeya kûr û xurt a milîtanan bû. Milîtanên ku ji bo tîmên revandina balefiran dihatin hilbijartin, di perwerdeyeke pir kûr û xurt re derbas dibûn. Fêrî ajotina balefiran, bikaranînan çekan, xweveşartin, sazkirina bobmeyan û li ser hemû mijarên pêwîst perwerde dibûn.

Di sala 1968’an de yekemîn çalakî bi revandina balefireke îsraîlî a fîrmaya (Îl Al) a ji Roma diçû Televîvê. Ev balafir ji aliyê fedayiyên Filistînî ve hat revandin û berê wê dan balefirgeha Cezayîrê. Piştî vê çalakiyê, êdî çalakiyên bi vî rengî destpê kirin û gelek salan dewam bûn. Di nava milîtanên ku çalakiyên revandina balefiran li dardixistin de, navek wek stêrkan geş û bilind bû. Di demeke kurt de, ev nav kete rojeva hemû cîhanê û heta roja îro jî, wek sembolekê di nava gelê Filistînî û hemû hêzên şoreşger de tên naskirin. Ew çalakvana filistînî Leyla Xalid bû.

 

Çalakiya yekemîn

Piştî perwerdeya taybet a salekê, ku Leyla pir baş derbas kir û fêrî gelek tiştan bû, biryar hat girtin ku Leyla yekemîn çalakiya xwe pêk bîne. Di sala 1969’an de, Leyla li gel hevalekî xwe yê din balafira fîrmeya Trans World a di navbera Roma û Etîna de difirî, ji aliyê Leyla Xalid ve hate kontrolkirin. Piştî wê Leyla berê balefirê da ezmanên Filistînê, ji wir jî berê wê da balefirgeha Şamê. Li Şamê Leyla hemû kesên di balefirê de serbest berdan û pişt re balafir teqand. Piştî vê çalakiyê nav û dengê Leyla Xalid gihîşte hemû derên cîhanê. Doza gelê Filistînê û têkoşîna wan a azadiyê di rojeva cîhanê de wek agir gur bû. Wisa jî ev çalakî gişte armanca xwe. Ew jî ku bala raya giştî bikşînin ser doza gelê Filistînî.

Di wê demê de hemû serokên Ereban pişta xwe dane gelê Filistînê û dev ji arîkariya wan berdan. Êdî bawerî û hêviya gel û şoreşgerên Filistînî bi serok û dewletên ereban neman; ji lewra xwestin ku kula xwe bi destên xwe derman bikin. Bi vê mebestê, fedayêyên taybet ên revandina balafiran, ji bo revandina çend balefiran û di heman rojê de hatin şandin. Gelek armancên siyasî ji van çalakiyan hebûn.

1- Şermezarkirina serokên ereban ên dev ji alîkariya filistîniyan berdan.

2- Berdana şorşegerên filistînî yên di zindanan de.

3- Tolgirtina ji welatên Rojava yê ku arîkariyê didin Îsraîlê.

4- Gihandina  dengê xwe ji bo raya giştî ya cîhanê.

Hêjayî gotinê ye ku gelek şoreşgerên ji gelên cuda jî di nava fedayiyên taybet de hebûn. Şoreşgerên artêşa Sor ên Japonî, şoreşgerên afrîkî û almanî jî hebûn. Li gorî nexşeya rêze çalakiyan, diviyabû ku balafirên van welatan werin revandin: Israîl, Amerîka, Swîsre û Îngilistan.

Di nava fedayiyan de dîsa Leyla Xalid hebû, ew di taxima revandina balafira Îsraîlî de bû. Berî salekê dema ku Leyla balafir revandibû û li Şamê teqandibû, wêneyên wê li hemû cîhanê belav bibûn û êdî her kesî ew pir bi asanî nas dikirin. Ji bona vê astengiyêji holê rabike, Leyla 6 opersyonên estetîkê û guhertina rûyê xwe dane kirin, bi vî awayî wê şiklê rûyê xwe guhertiye û êdî bi asanî nedihat nasîn. Ev hemû jî, ji bo lidarxistina van çalakiyên fedayiyane.

Di roja 7’ê îlona sala 1970, li bajarê Emsterdamê, Leyla Xalid li gel hevalekî xwe yê bi navê Abdulmuhsin Huseyn wekî bûk û zava siwarî balafera Îsraîlî ya ku ji Telavîvê hatibû û wê biçûba NewYorkê bûn. Bi wan re du hevalên din jî hebûn, lê ji ber ku ew efrîqî bûn, destûr ji wan re nehat dayîn ku siwarî balefira Îsraîlî bibin, wisa jî taxima Leyla du hevalên xwe winda kirin. Piştî firîna balafirê Leyla dest bi çalakiya xwe kir, lê haya wê tûnebû ku gelek polîsên Îsraîlî jî di balefirê de ne, di encamê de Abdulmuhsen hat kuştin û Leyla jî hat dîl girtin, balafir jî neçar bû ku li balefirgeheke Îngiltira dakevê erdê.

Gelo çi bi herdu endamên taxima Leyla yên Efrîqî hat? Piştî ku destûr ji wan re nehat dayîn ku li balefira Îsraîlî siwar bibin, wan yekser planeke xwe ya nû çêkirin û balefireke Emrîkî cureya Jampu revandin û berê wê dane balefirgeha Qahîra ya Misrê, li wir jî hemû rêwî serbest bedan û balefir teqandin.

Di heman dem de, balefireke fîrmaya (TWA) ku ji Elmaniya firiya, ev balefir jî ji aliyê fedayiyên Filistînî ve hate rivandin û berê wê tevî 149 rêwiyan dane balefirgeheke kevin a li Urdun ê. Ev çalakî bi serkeftî     encam bû.

Di heman demê de, keçeke din a Filistînî, balefireke fîrmayên Swîsra bi navê(DS8) li ezmanên Fransa xist bin kontrola xwe û berê wê tevî 308 kesan da balefirgeha kevin a Urdunê. Ev çalakî jî bi serkeftî encam bû. Fedayiyan navê balefirgehê jî guhertin û kirin (Balefirgeha Şoreşê).

Di nava rêwiyan de çi hemwelatiyên Îngilîz tunebûn, fedayiyan dixwestin ku hin hemwelatiyên Îngilîz bigrin û bi azadiya Leyla Xalid re biguherin; ji bo vê yekê, civîneke awarte li darxsitin û bîryara rivandina balefireke Îngilîz girtin. Di wê demê de ferman ji fedayiyekî filistîniyê li dewleta Bahreynê re çû ku divê balefireke Îngilîzî birevîne. Balefireke Îngilîz (DS10) ji fîrmaya (BOAC) ji bajarê Bombayê Hindistanê firiya û di riya xwe de li bajarê Behreynê daket. Berî ku dîsa riya xwe dewam bikê, 3 fedayiyên filistînî lê siwar bûn, piştî ku balafir bi ezman ket, van fedayiyan balafir xistin bin konrola xwe û berê wê tev bi 52 rêwiyên Îngilîz û gelek rêwiyên netewên din berê balefirê dane Balafirgeha Şoreşê li Urdunê.

Piştî gelek dan û standin û bazirganiyên di navbera fedayiyan û dewletên rojavayî de, ev dewlet neçar man ku gelek girtiyên Filistînî ji zindanên xwe serbest bikin, di nava wan de Leyla jî hebû. Bi vî awayî hemû çalakî bi serketin. Gelek girtiyên filistînî serbest hatin berdan. Li hemberî vê yekê, fedayiyan jî gav avêtin û hemû rêwî serbest berdan. Lê wan her sê balafirên li balafirgeha Şoreşê teqandin.

Piştî îlona sala 1970’î, fermandariya giştî ya Eniya Gelêrî ya Rizgariya Filistînî biryar rawestandina çalakiyên revandina balefiran da. Ji ber ku çalakî gihîştibûn armanca xwe. Êdî doz û têkoşîna Filistînê ketibû rojeva rayagiştî ya cîhanê. Êdî hemû cîhanê fêm kirin ku heya vê pirsgirêkê çareser nekin, wê ew jî bi aramî nejîn. Êdî doza gelê filistînê ji warekî herêmî derketibû û bûbû dozeke cîhanî.

Tiştê herî balkêş jî ew e ku fedayiyên filistînî pir bi şarezayî û pisporî çalakiyên xwe pêk anîne, pir bi muqateyî nêzik bûne ta ku çi zirer û ziyan negihînin mirovên bêguneh ên sivîl. Jixwe di nava van hemû çalakiyan de, çi ziyan negihîştiye rêwiyan. Tenê fedayiyê bi navê Abdulmuhsen Huseyn hate kuştin.

Di salên dûr û dirêj ên têkoşîna gelê filistînê de, gelek cure û şêwazên şer û çalakiyan pêk anîne. Ev hemû jî dikevin nava şêwazê şerên gerîla yên modern. Helbet şoreşgerên gilistînî, ji ezmûn û dîroka têkoşînên netewên din gelek feyde girtine û li gorî rastî û resentiya xwe sererast kirine. Li rexekî din jî, wan gelek ezmûn û zanabûnên xwe yên tektîkên têkoşîna çekdarî dane azadîxwazên gelên din. Jixwe ji bilî fedayiyên filistînî, gelek şorşegerên netewên din jî, di nava têkoşîna gelê filistînî de cih girtine û li hemberî siyonîzma faşîst şer kirine. Çeqel Karlos, Endamên Artêşa Sor a Japonê, ÎRA, çepên tirk û şoreşgerên kurd di wan deman de li rex şervanên Filistînî mane û têkoşînek hevpar kirine. Şehadeta 11 rêhevalên me yên (PKK) di şerê li hemberî Îsraîl de mînaka herî ronak a vê rastiyê ye.

Em dîsa vegerin ser Leyla Xalid. Leyla Xalid bi saya van çalakiyan bû yek ji kesên herî navdar ên cîhanê, bû nîşanek ji nîşanên têkoşîna gelê filistînê û netewên bindest, ew bû destana gelê xwe. Ji bo kuştina vê destanê, sîxur û artêşa Îsraîlî gelek hewldanên Suîqastê kirin, lê hemû jî vala derketin. Leyla Xalid li pey popolîzmê neriviya û rastiya xwe ji bîr nekir. Wê her tim di nava gelê xwe de, di nava jina filistînî de wek milîtanekê têkoşîn kiriye. Niha jî, xebata xwe ya siyasî û têkoşîna bo azadiya welatê xwe dike.

Ev 37’sal di ser çalakiyên wê re derbas bûn, bi dehan pirtûk, belge fîlm, gotar û nivîsar li ser Leyla Xalid derketine. Niha li Urdunê jiyana xwe ya normal didomîne. Wê ji her kesî re nîşan da ku dema jin bixwazibe, dikare her tiştî bike û serkeftinên herî mezin bi dest bixe.

Leyla Xalid kî ye?

ŞOREŞGERA filistînî ya bi nav û bang di sala 1944’an de li bajarê El Heyfa li filistînê ji dayik bûye. Piştî sê salan jidayikbûna Leyla, dewleta Israîlê tê îlankirin û hemû gelê filistînî bi zor û terorê re rû bi rû dimînin, wek bi sed hezaran malbatên filistîniyan, malbata Leylaya çar salî jî cîwarê xwe berdide û li başûrê Lubnanê, li bajarê Sur dibin penaber. Leyla xwendina xwe ya zankoyê li Beyrûdê temam dike û diçe dewleta Kuweytê, li wir dibe dersdar (mamoste). Li wir têkiliya xwe bi hemû filistîniyên koçber re çêdikê û alîkariya Eniya Gelêrî ya Rizgariya Filîstînê dike. Ev rêxistin di sala 1967’an de ji aliyê Dr. Corc Hebeş ve hatiye damezrandin. Leyla jî tevlî vê rêxstina şoreşger dibê û di bin fermandariya Dr. Waddî Heddad de perwerdeya  taybet a revandina balafiran dibîne.

 

POLAT CAN