Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Sîstema faşîst a AKP-MHP'ê ji bo karibe di şerê qirkirinê yê dijî gelê Kurd de bi ser bikeve, hemû derfetên di destê xwe de bi kar tîne û bi rengekî topyekûn êrîşî tevgera me ya azadiyê û gelê me dike.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 6'ê Adarê saet 19'an derdora gundê Boselê yê herêma Heftanînê, 9'ê Sibatê saet navbera 09:00 û 09:30'î qada Deşta Kafya ya herêma Garê û qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşte hêzên me yên gerîla. Li herêma Heftanînê xisar li bax û bexçeyên gundiyan bû.
10’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di 6’ê Adarê de saet di navbera 06.30 û 11.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk qadên Şikefta Birîndara û Saca yên Zapê, qadên Tepê Sor û Geliyê Avaşîn ê herêma Avaşînê û Girê Evdilkovî yê li Xakurkê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.
7’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, bi têkoşîna bi pêşengiya şehîdan gelê me ji ber xilasbûnê rizgar kiriye û heta bi îro aniye. Gelê Kurdistanê ku di dîroka têkoşînê de ji bo azadiyê fedekariya mezin kirî, bi dastanên lehengiyê ku şehîdên me nivîsîne û bi hêza ku ji şehîdên me girtin, îro zêdetir nêzî azadiyê bûye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Roja 3’ê Adarê saet 13:45’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Lêlîkan yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi rêk û pêk bi obus û topên hawanan herêm bombe kiriye.
4’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 1'ê Adarê saet 18:20'î Girê Golka yê herêma Metîna, 2'ê Adarê saet 10:00 qadên Şikefta Birîndaran û Saca yên herêma Zê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.
3’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Sala 2018'an li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li gelemperiya Kurdistanê bû saleke girîng a berxwedanê. Li dijî dagirkeriya ku xwest Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi rengekî topyekûn tasfiye bike, ciwanên Kurdistanê bi lehengiyeke mezin destanên berxwedanê nivîsandin û rê nedan faşîzmê.
- Ayrıntılar