Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di 17’ê Hezîranê de yekîneyên dijmin dema ku ji Girê Şehîd Bêrîvan diçûn Girê Şehîd Dara bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi awayekî xurt li yekîneya dijmin daye, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin û li vir pêşiya dijmin hatiye birîn. Di heman rojê de hêzên me li helîkoptereke Kobra jî dane. Piştî lêdanê helîkoptera Kobra ji neçarî ji qadê derketiye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger ji bo êrîşa li ser qada Heftanînê ya 16'ê Hezîranê dibêje, ''operasyona herî mezin a salên dawî''. Bi berxwedaniya ku we li dijî vê êrîşê nîşan dayî, ku dijmin dibêje operasyona herî mezin e, we şeqama herî mezin a van salên dawî li dijmin da. Berxwedaniya ku van 5 rojên dawî we nîşan dayî, ya li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a qirker ku bi bikaranîna hemû teknîkên pêşketî yên serdemê dixwazin Heftanînê dagir bikin, bersiva herî mezin û bûye şeqameke karîger.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Li dijî tevgera dagirker a ku artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Heftanînê li dar xistiye, berxwedana dîrokî ya hêzên me didome. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî dagirkeran çalakî li dar xistine û derbên giran li dijmin dane. Agahiyên berxwedana dîrokî wisa ye:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Dewleta TC'ê ya dagirker 16'ê Hezîranê bi bingeh li ser herêma Heftanînê, li ser xaka Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirkirinê daye destpêkirin û bi derfetên teknîk ên li dêst bênavber êrîşên tîne ser van xakan. Hêzên me li herêma Heftanînê li dijî dagirkeran berxwedaniyeke dîrokî dikin û derbên giran li dagirkeran didin. Dewleta TC'ê ya faşîst a mêtinger ku çarçoweya dagirkirinê berfireh dike û dixwaze bidomîne, li ser xaka Başûrê Kurdistanê gelê me jî dike hedef.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di daxuyaniya xwe ya 30'ê Gulanê de me ragihandibûn ku ji 25'ê Gulanê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa hewayî de 4 hevalên me şehîd bûne.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Li dijî êrişa dagirkeriyê ya ku artêşa TC a dagirker di 16'ê Hezîranê de li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û şer wiha ne:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Têkildarî êrişên dagirkeriyê yên artêşa TC a dagirker ku 16'ê Hezîranê li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl da berfireh bike, agahiyên berfireh ên li ser êrişên dagirkeriyê û berxwedana hêzên me ya li dijî dagirkeran wiha ne:
- Ayrıntılar