Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 29’ê Nîsanê li devera gundê Sinemergê ya girêdayî herêma Sasonê ya Êlihê endamên yekîneyên taybet û sîxûr ên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmê xebatên lêgerînê dikirin, kirine bin kontrolê.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Hêzên li eyaleta we di 2’ê Gulana 2020’an de li qada gundê Satê ya Bedlîsê li dijî yekîneyek taybet a artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke serkeftî û xurt li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de 4'ê Gulanê saet di 06:00 de li nêzî qereqola Osyan a navçeya Berwarî ya Sêrtê, kemîn danîn pêşiya yekîneyeke artêşa TC a dagirker û çalakiyeke sabotajê kirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di daxuyaniya xwe ya 1'ê Nîsana 2020'an de me ragiahndibûn ku 22'ê Adarê li herêma Omerya ya Mêrdînê di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me de şer qewimiye, di encamê de hevalekî me şehîd bûye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di 2’ê Gulanê de li qada Satê ya Bedlîsê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistiye bin kontrola xwe û piştî şopandineke dirêj saet di 18.0’an de girtiye ser vê yekîneyê. Hêzên me ketine nav yekîneya dijmin û ji nêz ve li dijmin dane. Ev çalakî bi tarza fetihkirinê hatiye kirin û 7 leşkerên Tirk hatine kuştin. Hêzên me BKC’yek û zîncîreke wê, çekeke sûîkastê ya Bora û dûrbîna wê, çekekeke M16, dûrbîneke şevê û dûrbîneke rojê ji ser cenazeyan rakiriye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 8'ê Nîsanê hêzên me li navçeya Pasûr a Amedê, li nêzî gundê Savûşka li dijî wesayita ku endamên MÎT'ê û kontra tê de bûn û dihate şopandin, çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 endamên MÎT'ê û 3 kontra hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê heta 23'ê Nîsanê li qadê operasyon kir û bi rengekî bêencam hêzên xwe vekişand.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya li herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de, 1’ê Gulanê saet 16:30’î li dijî artêşa TC ya li Girê Kecel bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatiye xistin de têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyek zelal nehatiye girtin.
- Ayrıntılar