Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
19'ê Çileyê saet navbera 18:00-19:00, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kalatuka û Girê Şehîd Savaş ên Qendîlê, gundê Mislokê yê Xakurkê û quntara Şikefta Birîndaran a Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar negihişt hêzên me.
20’ê Çileya 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhadê didome, roja 18’ê Çileyê saet 16:30’an li dijî leşkerên li kûleyê ya ku ewlehiya qereqola Axûrî ya navçeya Îdirê Başanê, digirtin, çalakiyek kirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser hîmê têkoşîna bêrawest a milîtanên wê yên fedaî û qehreman û li ser hîmê nirxên ku derxistiye holê, îro gelê me serdema herî nêzî azadiyê dijî. Dewleta mêtinger a TC'ê ku çavnebariyê li vê dike, çi tiştekî ku xwemalî Kurdan hebe dixwaze ji holê rake û êrîşên xwe yên bi armanca tinekirinê didomîne.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
15'ê Çileyê saet navbera 21:00-22:00 helîkopterên êrîşê yên artêşa TC a dagirker bombe li qadên Girê Şehîd Dîren û Satê yên navçeya Gever a Colemêrgê barandin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Têkoşîna ku tevgera me û gelê me li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo dimeşîne, hatiye qonaxeke nû. Yek ji xeleqa herî girîng a şoreşa civakî jî geşbûna xeta jina azad û xurtbûna wê ye. Têkoşîna azadiyê ya jinan a li Kurdistanê bandora xwe li ser jinên Rojhilata Navîn çêkiriye û firsendên dîrokî derxistiye holê.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Roja 12'ê Çileyê saet navbera 15:30 û 17:00 balafirên şer bombe li qada Werxelê ya herêma Zapê, qada Xanturê ya herêma Heftanînê, qada Cîloyê Biçûk ê li herêma Zapê û qada Kanî Sarkê ya li herêma Garê barandin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 10’ê Çileyê saet 11:30’î devera Meyrokê ya Herêma Garê, saet 20:00-22:00’an jî devera Kanî Qirêj a girêdayî Herêma Xaxûrkê bombe kiriye.
- Ayrıntılar