Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Roja 19’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di navbera seat 13:00’an û 13:30’an de bombe li derdora Gundê Sîlê yê herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di bombebaranê de li bax û baxçeyên gundiyan zirarek mezin çêbû.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 17'ê Mijdarê saet 18:00 û 20:00 du caran êrîş birin ser qala Cîloyê Biçûk ê Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê.
2. Balafirên şer êvara heman rojê saet 19:40'î bombe li qada Şehîd Kendal a navçeya Qilaban a Şirnexê barandin.
Ji ber bomberdûmanê tiştek bi gerîlayên me nehatiye.
19’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Roja 16'ê Mijdarê saet 15:30'î, 2 helîkopterên skorsky ên artêşa TC a dagirker dema li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê digeriyan bûn hedefa hêzên me. Ji ber derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji herêmê biçin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Artêşa TC'ê ya dagirker 17'ê Cotmehê operasyonek li ser qada bejahiyê ya Bajarokê Komurê ya Semsûrê daye destpêkirin. Dema vê operasyonê, ku bi tevlêbûna bi sedan leşkerî pêk hat, di navbeyna hêzên me yên gerîla de, yên li herêmê û dijmin de şerek çêbû.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Sîstema TC'ê ya mêtinger ketiye nava şerekî mezin ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Dewleta Tirk a faşîst dagirker di vî şerî de ku bi polîtîkaya şerê qirkirinê dike, ji ber ku dike nake nikare ji aliyê leşkerî ve li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ser bikeve, bi maliyeteke mezin a aboriyê çekên teknolojiya pêşketî bi kar tîne û dixwaze xwe ji vê rewşa têkçûyî rizgar bike.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me roja 13'ê Mijdarê saet 14:30'î li dijî artêşa TC a dagirker ku di navbera girê Koordîne û Girê Patrîot ên navçeya Çelê ya Colemêrgê de rêya ji bo leşkeriyê çêdikir, çalakiyek pêk anîn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Piştî ku hêzên me yên HPG û YJA STAR'ê 9 û 10'ê Mijdarê li Şirnex û Şemzînanê derbên giran li 6 baregehên leşkerî xistin, nexasim piştî ku dîmenên çalakiya li Girê Slort a ser bi Qereqola Bêsosinê ya li Şemzînanê hatin weşandin, dewleta Tirk ji ber dayina gelek kuştiyan û şoqa kete navê, bi balafiran û topan êrîşê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
- Ayrıntılar