Ji gelê me û rayagiştî re!
Li bejahiya navçeya Gimgima Mûşê yekîneyeke kontra ku kincên gerîla li xwe kirine li ser gelê me çewsandinan dikin. Ev yekîneya navborî tu têkiliya xwe bi hêzên me yên HPG’ê nîn e û komeke kontra eydî artêşa TC’ê ye. Divê gelê me yê li herêmê li hember van lîstikên qirêj hişyar bin.
17 Tîrmeh 2009
Fermandariya Eyaleta Erziromê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 15’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Faraşîn û Kela Cengê ku girêdayî Colemêrgê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Berfirehiya operasyona ku bi desteka firokeyên kobrayan li dar ketiye, em ê piştre ji rayagiştî re ragihînin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 14’ê tîrmehê de bi şev saet di 17:00’an de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya qada Kinyaniş ku girêdayî Zapê ye daye ber obûs û hawanan.
15 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya biryara bêçalakîbûnê ya yekalî ku tevgera me ku di 21’ê Adara 2009’an de girtibû de, ji hêla artêşa TC’ê ve 84 caran operasyonên bi armanca tunekirinê hatine li dar xistin. Di encama pejinkariyeke mezin a gerîlayên me de ji van operasyonan de tenê di 22 heban de ji neçarî pevçûn hatine jiyandin û li hember vê ji hêla gerîlayên me ve yek çalakiyek jî li dar neketiye. Di pêvajoya bêçalakîbûnê de hem li herêmên me yên bakurê Kurdistanê hem jî Qadên Parastina Medya bi tevahî 67 caran êrîşên topbarînê li dar ketine û 19 caran jî êrişên hewayî li dar ketine. Di vê pêvajoyê de bi tevahî 38 gerîlayên me gihîştine şehadetê. Her wiha ji 21 Adarê pê ve di encama êrîşên hewayî, hawan û obûsan ên artêşa TC’ê de eydî sivîlan gelek niştecih û zevî zirar dîtine û bi dehan sewal jî telef bûne û pê re jî di erdnîgariya Kurdistanê de texrîbatên mezin pêk hatine û li gelek herêman daristan hem bi zanebûn hem jî ji ber êrîşan şewitîne.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 11’ê tîrmehê de artêşa TC’ê ji Qereqola Pîngeyê qada Kato Xelîla ku girêdayî Şirnexê ye danê êvarî obûs û hawanan avêtiye qadê. Di van êrîşan de eydî gundiyan gelek sewal telef bûne.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di demên dawîn de ji hêla sazûmana TC’ê ve li herêmên diyarkirî yên Kurdistanê gelek bendav têne avakirinê. Ev bendavên ku çêkirina wan didomin, fena ku dewlet di çapemeniyê de diyar dike ne ji bona bilindkirina aramî û pêdiviya civakê, berevajî ev bendav ji bona ku sînoran ji hev biqedînin û li hember tevgera me projeyeke leşkerî ye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 9’ê tîrmehê de bi şev saet di navbera 01:00-02:00’yan de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Petrotê ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar ketiye. Di encama êrîşên hawan û obûsan de li qadê şewat derketiye û şewat hê jî didome.
- Ayrıntılar