ji çapemenî û raya giştî re!
Dewleta Tirk bi dek û dolaban û bi awayekî namerdî 12 gerîlayên me li Wanê bi jehrê qetil kiriye û li hemberî vê êrîşa xwînxwarî, hêzên gerîlayên me HPG/YJA Starê di 13'ê Çileyê saet di 23:30 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê çalakiyek berfireh lidar xistin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk a li pêşberî berxwedana mezin a gelê Kurdistanê bêçare maye, bi bombe kirina Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê re dixwaze encamê werbigire
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 11'ê Çileyê de saet di 21:20 de, li nêzî gundê Newafir ê ser bi Kerkûk'ê, komek ji çeteyên DAIŞ'ê hewldan xwe berdin nava herêmeke hêzên gerîlayên me lê ne
- Ayrıntılar
Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide. Ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtîngeriyê ye.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 27’ê Kanûnê li navçeya Qoser a Mêrdînê di navbera gerîlayekî me yê diçû wezîfeyê û polîsên TC de şer derket
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Ji aliyê Rêber Apo di 21’ê Adara 2013’an de ji bo demokratîkkirina Tirkiye, çareseriya pirsgirêka Kurd û destpêkirina pêvajoyek a ştîxwaz li Rojhilata Navîn a bi perspektîfa Neteweya Demokratîk ve deklarasyonek hatibû weşandin
- Ayrıntılar
Kirasek ji tîrêjên rojê
Tacek ji hemû kulîlkên biharê
Çi xweş li we tê
Mizgîna şewqa Rojê.
Di wî dilê wek deryayê de
Pêlekê biraz î
Lêgervanê keştiya Nuh î
Nema Cudî li benda efsana we ya nemir e
Nema ew di nava
Vê rewrewka xapînok de ye.
Ew keştiya efsûnî
Wek leylan e
Ji wan çavên nedîtî
Û dilên şkestî re.
Wan ji rojê girtiye hêvî û miraza xwe
Dilên ku biharêdijîn
Çavên ku hêvî jê dibarin
Dikare bibîne wê keştiya winda.
Car Nuh e
Car prometheus
Û carinan jî
Roj’a bêhempa ye
Tarîtiya dilê min diçirîne
Cih û war bi keştiya Nuh re afirî
Jiyan di çarmîxa Prometheus de bişkivî
Giyanber bi agirê rojê geş bû
Lanetê serî tewand, li ber vê jiyana nû.
Ya dengê bêdengiyê
Bêdengiya ku her kêliyeke wê
Nepeniya dîrok û mirov e
Deryaya kûr û dûr e
Ku tê de hemû tişt bêdawî ye.
Diherike di hembêza zemana nediyar de
Dihone weke pêlên derya, mirov û jiyan…
Sê dest, sê esir, sê hêvî…
Pira hebûn û nebûnê
Derdixin ji nav tarîtî û qirêjî
Û radixin li ser deryaya bêdawî
Rê didin payîz, çile, bihar û havînê
Çar demsal, çar reng, çar heqîqet xelat dikin
Ji jiyana nû ya xemilandî re.
Aynûr Amed
- Ayrıntılar
Yên ku li Parîsê hatin qetilkirin li Amedê bi heybeteke mezin hatin definkirin. Gelê Amedê da diyarkirin ku ti zilm û zorî nikare têkoşîna azadiyê û berxwedana gelê Kurd bi bin bixe. Êdî ti hêz nikare têkoşîna azadiya Kurdistanê bi paş de bixîne. Dibe ku hêzên paşdemayî pêşveçûna tevgera Kurdistanî bi derengî bixin, lê qet û qet nikare jê re bibe asteng. Ji ber ku ev gel di hest, sekn û di bîr û baweriyê de xwe gihandiye azadiyê. Ruhê civakeke wisa ku xwe gihandibe azadiyê, teqez wê di demeke kin de xwe bigihîne jiyana demokratîk û azad.
Careke din hat dîtin ku kuştina şoreşgerên mezin nepêkan e. Di pêşdexistina têkoşîna azadiya Kurdistanê de rola ku hevala Sara (Sakîne Cansiz) pêk anî, li axa welatê xwe yê pir jê hez dikir jî pêk anî. Û careke din ji hemû cîhanê re da nîşandan ku şoreşgerên mezin nemir in! Bi vî awayî dijminê Kurdayetî û azadiyê careke din hate têkbirin. Şoreşa ku li Kurdistanê pêk tê ewqasî mezin e ku, zilm û zorî ji mezinkirina vê şoreşê pêştir nikare ti rolê bileyîze. Çawa ku zilm û zora li girtîgeha Amedê PKK’ê mezin kir, êdî hemû zilm û zorî jî teqez wê encama azadiyê bide. Gelê Kurd êdî xwe gihandiye ruh û vîna azadiyê.
Di xwegihandina ruh û vîna azad a gelê Kurd de rola jinê teqez sereke ye. Çawa ku dîlbûna jinê pir kûr be, ruhê azadiya jinê jî ewqasî kûr û bilinde. Ango bilindahiya ruhê azadiya jinê dîlketina kûr a jinê diyar dike. Ji ber vê jî têkoşîna Kurd a ku bingeha xwe ji azadiya jinê digre, rûhê têkneçûyînê bidest xistiye. Ger hin beşên civakekê ku her tim di bin zilm û çewisandinê de mabin, rabûbin li ser piya, êdî têkbirina vê têkoşînê zehmet e. Li Kurdistanê pêşdeçûyîna têkoşîna azadiya jinê û di tevlîbûna jinê ya têkoşîna siyasî de rola hevala Sara pir girîng e. Di xwebaweriya jina Kurd û pêşveçûyîna azweriya azadiya jina Kurd de berxwedana Hevala Sara ya li zindanê, xwedî bandoreke mezin e.
Sara tam jî xwe gihande rêxistineke ku bersiv bide ruhê wêyê bicoş. Tevlî Apociyan bû û piştî tevlîûna xwe, ji xwe gelek tiştan da têkoşîna azadiyê. Bi vî ruhê azadiyê, bi azadiya ruh û vîna birêz Ocalan ve xwe kir yek. PKK û Apocîtî cihekî ji boyî hemû kesayetên xwedî ruhên mezin ên azadîxwaz karibin xwe îfade bikin û tê de xwe mezin bikin e. Encama herî şênber a vê yekê jî, Sara û şoreşgerên mezin ên jin ku bi agirê azadiyê xwe avêtine hembêza têkoşîna azadiyê.
Tevgera Azadiya Kurd; wê bi şoreşgerên kurd ên jin û bi şehîdên mezin ên kurd bê bibîranîn. Êdî nasnameya PKK’ê bi van jinên şoreşger ên mezin ve bûye yek. Êdî heta ku şoreşgerên mezin ên mîna Bêrîtan, Zîlan, Şîlan, Viyan, Bêrîvan, Sema, Çîçek, Rojîn, Sorxwîn û Arjîn neyên fikirîn, PKK ne wê bê fikirîn û ne jî bê fahmkirin. Sara jî pêşenga van şoreşgerên mezin e ku ruhê azadiyê daye PKK’ê.
Ev her sê şehadet; nasname û ruhê azadiya Kurdistanê gihande kûrahiyekê. Nasnameya gel’ekî, di hin bûyerên dîrokî de xwe digihîne kesayeteke saxlem. Şehadeta her sê şoreşgeran jî bû sedem ku gelê Kurd xwe bigihîne lûtkeya ruhê azadiyê. Êdî ne Amed, ne Dêrsim û ne jî bi awayekî giştî Kurdistan ne wek beriya van şehadetan e. Rûhê azadiyê yê berê, bi van şehadetan êdî xwe gihande kesayeteke ku qet neyê têkbirin. Çawa ku berxwedana zindana Amedê, Serhildana Wedat Aydin, raperîna Amedê ya adara 2006’an, di afirandina kesayeta Amedê de merhaleyeke girîng be, rola şehadeta her sê hevalan jî li Kurdistan, Amed û Dêrsimê ev e. Sara’ya ku bi ruhekî mezin dest meşê kiribû êdî bi ruh û vîneke mezin û bi kesayeta xwe ya gelêrî vegeriya Dêrsima xwe.
Êdî Sara’yeke Dêrsimê heye. Di kesayeta Sara de pîvaneke azadiyê û kesayeta berxwedanê heye. Ev pîvan û ruhê berxwedêr wê bênasnametî û bêvîniya ji 38’an heta niha hatî afirandin têk bibe. Bi ruhê berxwedêr û ruhê azad ê hevala Sara derbeyek mezin li yên dijî şoreşê hat xistin. Êdî ti kes û ti hêz nikare meşa azadiyê ya Dêrsimê bide rawestandin.
Sara neviyeke hêja ya Seyid Riza bû. Gultan Kişanak piştî şehadeta heval Sara, gotinên Seyid Riza yên dawî anî ziman û got; ‘‘Sakîne jî li hemberî zilm û zoriyê qet paş de gav neavêt û her bi ser zilmê ve çû. Bila ev jî qetilkarên Sakîne qehir bike û ji wan re bibe derdekî bêderman.’’ Ev yek pir zelal e ku; ruhê azad ê Sakîne wê dijminê azadiyê qehir bike.
Gelê Kurd di kesayeta şehîdên xwe de, pîvanên azadiyê yên wisa bihêz bi dest xistiye ku, bi van pîvan, berxwedan û ruhî wê têkoşîna azadiyê teqez bi serkeftinê tacîdar bike. Şehadeta her sê hevalên me wê van rojan hîn nêztir bike.
HuseyînAlî
- Ayrıntılar
Li hemberî êrîşên di sala 2015'an de hatin kirin, jinan berxwedaneke mezin nîşan dan.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di çalakiya gerîlayên me ya li hemberî tabûra Zivingê ya li Gabar'ê de 2 leşker hatin kuştin
- Ayrıntılar