Di beyaniyeke meha avrêlê de bi dengê çûkan me çavên xwe li rojee nû vekir. Wê rêwîtiya me ber bi Çarçelayê ve destpê bikira. Piştî amadekariyan dema xatirxwestinê bû. Hevalek li dû me dirûşmeya “azadiya me rûmeta me ye” avêt. Ev yek bû sedema kenîna hevalan. Ji ber ku heta niha di hişmendiya me û di bin hişê me de hemû tiştên mijara namûsê bi jinê re têkildar bû. Di wê kêliyê de ez keniyabûm lê piştî ponijandineke kurt. Li xwe poşman bûm. Ji ber ku pêwîst e hemû nirxên giranbûha were parastin û bibe mijara namûsê. Li ser azadiyê gelek tişt hatiye gotin, ji bo namûsê gelek nirxandin hatiye kirin. Ji ber wê hewce nake li vir şîroveyên xwe zêde bikim.
Tê zanîn felsefe wek hezkirina zanebûnê tê şîrove kirin. Bi hezar salan gelek mijar hatine nîqaş kirin. Gelek gengeşî û nakokî peyda bûne. Yek ji van mijaran jî “kesên xwenda yan ên geriyayî zana ne?” pirî caran di vê mijarê de nîqaş xitimîne û bêencam mane. Lê li gor min her yek bi ya din dewlemend dibe û wate dibe. Kesekî xwenda zanebûna xwe jiyanî neke tenê di wî de bimîne him bûyerê yan jî mijarê fam nake, him jî weke bazirganekî dimîne. Kesên geryayî û ezmûnên xwe yên jiyanî xurt be lê zanebûna teorîk nebe, aliyê wate dayînê wê kêm bimîne. Aliyeke din ê vê mijarê jî vegotina wêjeyî ye. Weke mînak miroveke welatê me yê parçeyeke ji bihuştê ye gerya be lê hêza wî ya vegotin-zargotina wêjeyî xurt nebe, bi gotineke din gencîneya bêjeyan dewlemend nebe nikare li gorî giranbûhabûna wê vebêje. Dîsa bi heman rengî kesekî/ê xwenda an jî di aliyê wêjeyî de xurt be, xweşikbûnekê, wargehek nedîtibe nikare li gor bedewbûna wê hevokan saz bike , an jî li gor hêjabûna wê vebêje.
Demek berê min çend nivîsên behsa herêmên Kurdistanê dike, xwendibû. Dema Gabar, Cudî û Herekol dihate vegotin sed heyf û mixabin li min dihat ku ez ji wan bedewbûna bêpar mame. Ji ber ku min ew der nedîtibûn ango li wan wergehan nejiyameû ji ber vê yekê jî di hişê min de zêde nedima. Lê ger mirov deverekê dîtibe û li wir jiyabe zû zû ji bîra mirov naçe. Beriya ez werim Çerçelayê gelek caran bi hevokên xemilandî behsa xweşikbûn û bedewbûna vê herêmê dihate kirin. Dîsa ligel bedewbûna wê behsa dijwarbûn û asêbûna vê erdnîgariyê dihate kirin. Niha jî ez li ser çiyayê herî bilind ê Çarçela ligel rêhevalan im.
Rawestgeheke rêwîtiya me Dola Bîra bû. Min ji hevalan pirsî bû ka gelo ji ber çi navê vê geliyê bûye Geliyê Bîra? Lê hevalên min ji wan pirs kir, wan jî baş nedizanîn. Lê tê payîn ku li vê herêmê bîrên kevn hebin. Ji ber em ji şiverêyê dernediketin min tenê bîrek dît, dîsa kaniyeke betonkirî hebû lê ji ber ku demek dirêj şêniyên vir nîn in him bîr him jî kanî çikiyabû. Piştî kêliyekê goristanek di nava şênatiyê de winda dibû û zeviyeke şilêran, bihûştê dianî bîra mirovan. Di wê qadê de ew qas şilêr çima bi taybet jî li nav û derdora goristanê şîn hatibû, bûyereke balkêş bû. Kulîlka şilêr weke tê zanîn bi taybet li Zagrosan şîn dibe û helaleyên stûxwar in. Ango berê kulîlkên wan li jêr e. Gelek caran jî dilopek av veşartiye di nava xwe de. Her ku kulîlkên şikêran dibînim çarenûsa wan jî dişibînim a Kurdistanê. Lewre vê xakê her êş, elem, talan , şer û wêranî dîtiye. Ji çavên dayîk û zarokan her rondik rijiyane. Ango pirî caran xemgînî jiyan kirine. Zarokên kurdan bi wê êş û azarê pijiyane, mezin bûne. Şikêr û zarokên Kurdan dişibin hevûdin. Herdu jî bi xweşikbûn û bedewbûna xwe hezkirine û girêdana jiyanê bi hêztir dike.
Piştî Dola Bîra me berê xwe da Neqeba (boxaza) Şikêr. Ji vir hemû bedewbûna Çarçela diyar dibû. Jixwe çar çelê ku nave xwe daye vê herêmê diyar dibe. Çend saet şunde em gihiştin ser Avaşîn. Avaşîn bi nav û deng e ku bi dehan stran, helbest û nivîs li ser hatiye nivisîn. Ji xwe çiqas were nivisîn jî mirov nikare bi qasî hêja ye vebêje. Ango beşek ji bihûştê ye. Me bi pirê çû derbaskir û ketin. Dola Çinarê derbas dibe her time ev gotin tê bîra min ;”ji dara Çinarê pirsîne; çima temenê te ew qas dirêj e. Bersiva Çinarê jî; ji ber ez bi axa xwe girêdayîme”. Ez dara Çinarê û gerîla dişibînim hev. Her du jî bi xaka xwe girêdayî ne. dibe ku ji aliyê fîzîkî ve temen dirêj nebe. Lê di aliyê manewî de bêmirin e. welhasil em wê şevê li wir man û dotira rojê ji Dola Çinara heta neqaba wê ku her der bi darên Çinarê hatibû xemilandin, ew rêya dirêj me derbas kir û em beriya nîvro gihiştin rawestgeheke din. Ne tenê rawestgeheke din ev der him destpêka qada Çarçela û bi dawîbûna qada Avaşîn bû. Dîsa li vir demsal jî digiherî. Her ku em bi pêş de diçûn demsal bi paş de dizivirî. Lewra me bihar jiyan dikir lê li vir demsal zivistan bû. Her der berf bû. Li vir bûyereke pir balkêş jî qewimî. Dema em nû gihiştin neqebê, asîman sayî bû. Demek kurt derbas nebû gijlok bariya, piştre baran û herî dawî jî berf. Ez matmayî mabûn. Di demek ewqas kurt de rewşa hewayê çawa ew qas diguhire. Dema me dest bi meşê kir jî tav derketibû. Me xwe ji neqebê berda jêrê û pêşiya me Gundê Satê ya parçeyeke ji bihûştê hebû. Di rê de min kulîlkeke biharê ku nave wê nedizanî kişand. Dema hevalê ligel min ê ev yek dît gotineke balkêş bikaranî û got; “ma li Çarçela bi hezar cure kulîlkên bi vî rengî heye , tê hê pir bibîne. “ ji ber vê yekê min nema wêneyê kulîlkan dikişand. Em gihiştin Gundê Satê, li vir baranê jî destpê kiribû. Jixwe dema min rewşa gund a wêranbûyî dît hasten xembar min diyar kirin û adeta barana dibarî li şûna çavên dibû rondik û diherikî. Ez û hevalê ligel min, li nav gund geriyan, wêneyê van deran kişand û di derbarê vî gundî de nîqaş kir. Gundek pir mezin bû, hemû jî bi keviran hatibû avakirin. Rûbarek ji kêleka gund diherikî û mirov digot, a giyan dide vî gundî ev rûbar e. bi sedan zeviyên biçûk , her cure darên fêkiyan , darên spîndar û çinaran mirov mest dikir, li aliyê din jî kîn û hêrsa li hember dagirkeran xurtir dikir ku li welatê me gelê me wêran kirine. Mirov xweşikbûn û bedewbûna vî welatê çi qas bêje jî wê kêm be û jixwe rûpel jî têrê nakin. Ji vir şûn ve êdî demsala zivistanê serdest bû, her der ji berfê spî bû. Xweza kefen li ber xwe kiribû an cilê bûkan li xwe kiribû? Pirseke bê bersiv… Ji vir û şûn ve êdî erazî jî nû ve weke ya li du me mabû. Rojên asê û bilind, rênade , bi xetereyan tije. Ev rêya asê û dijwar li pêşiya me bû jî. Ji keviyên berfê, rêyeke dirêj em gihiştin gel hevalan. Rê çi qas zehmet be, şert û merc çi qas dijwar dibe, girêdana mirov jî ew qas zêde dibe. Ji lewre li ku kedek zêde dabe ew qas jî bi wê xakê tê girêdan. Ev rastî herî zêde jî ji bo gerîla derbas dibe. Piştî çend rojên ligel hevalan rêwîtiyeke dijwartir li pêşiya me bû. Lê beriya wê mijareke girîng a min ji bîr kirî jî pêwîst e were vegotin. Ew jî sînorên ji aliyê dagirkeran hatiye avakirin e. Gelê me bi van sînoran ji hev qut kirine û di nava pergala dagirkeriyê de bi çanda deraw bihêre , bihelîne, bişafîne. Beriya em bigihêjin kevirên sînor ên ji betonê hatiye danîn, bê giyan , sar û ji rastiyan dûr, li ser rêya me bû. Ew remza dagirkeriyê bû, bi wan kevirên betonê welatê min hatibû parçekirin û dagirkirin. Jixwe Gundê Satê jî gundê bakur ê herî destpêkê bû. Ango tiştên piştî wê li qada bakur wê biqewimin. Vegotinên min wê li xaka bakur derbas bibin. Piştî heft salan cardin li ser xaka Bakur im. Ger ti pirsgirêk dernekeve wê gerîla vê sale axa Bakur biterikînin û ez ê jî yek ji wan gerîlayên ku herî dawî ji Bakur qut bibim. Min heft sal bi vê xeyalê jiyan kir , pêk hat lê wisa xuyaye wê bi salekî li sînor bimînim. Tişt nabe, ji bo ne xem e. Ma ne erka herî li pêş a gerîla parastina vî gelî û ji bo azadiya wan têkoşîn e. Ger pêvajoya Rêber Apo daye destpê
Kirin bi encam bibe wê ev gel jixwe azad bibe. Ji ber wê jî dil aram im.
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
1-Têgînên Kurd, Kurdistanê û Ji Bo Dîroka Wê Pêşnûmeyeke Kurt
Em xwexta Kurdan û komên din ên hindikayiyan wek civak û Kurdistanê wek welat bi nav dikin, pê re hin zehmetî derdikevin holê. Li cografya Rojhilata Navîn têgîna welat bi gelek awayên curbecur tê kirin. Eger em ji serdema navîn dest pê bikin, tarîfên welat ên li ser hîmê dînî zêdetir in; wek Diyarê Îslam, Diyarê Kuffar. Li gorî qewm û etnîsîteyê jî cihêbûn hatine kirin, lê sînorên wê zêde zelal nînin. Dema sînorên komeke etnîk û qewm were pirsîn, bersivên bêne dayîn zelal nînin. Bi giştî cihûwarên mayînê yên eşîr û qewman têne diyarkirin. Li gorî pêkhatineke siyasî nînin. Pêkhatinên siyasî zêdetir bingehê wan bajar in. Ji lewra cografya wan a lê bi bandor jî bajar e. Cihûwarên eşîran jî zivistan havîn diguherin. Sînorên mulk ên xanedaniyên xurt jî ji maneyeke siyasî dûr in. Lê bi giştî sînorên Ereb, Tirk, Kurd, Fars û qewmên hînê di asta jêr de li gorî çand û zimanên dipeyivin, têne destnîşankirin.
Di bingehê têgîna Kurdistanê de peyva ‘Kur’ radizê û ev peyv bi koka xwe Sumerî ye. Di zimanê Sumerî de Kur tê maneya çiya yan jî koh. Daçeka ‘tî’ jî aîdiyetê îfade dike. Bi vî awayî gotina Kurtî tê maneya qewmê çiyayî. Em BZ dikarin heta 3000 salan paş ve biçin. Em li wir dibînin hinek navên din jî hatine bi karanîn. BZ di salên 1000 de cîranên wan ên başûr Lûwiyan ji herêma Kurdistanê re bi maneya ‘welatê gundan’ peyva Gondwana bi kar anîne. Gond di zimanê Kurdî de hînê jî wek gund tê bi kar anîn. Di dema serdestiya Asûriyan de peyva Naîrî bi maneya xelkê çem dihat xebitandin û heta em dizanin di navbera Dîcle-Zê de Federasyona Naîrî hatiye avakirin. Ji beşê wê yê berfireh re peyva welatê Med, Madaîn, Maden hatiye bi karanîn. Di demên serdestiya Asûran de BZ di navbera salên 1300-1600 de em dibînin ev peyv û nav bi awayekî berfireh hatine bi karanîn. Em peyva Ûrartû jî dikarin bi heman analîzê bibêjin çavkaniya wê Sumerî ye. Ûr bi maneya girikê bilind e. Mirov dikare bibêje ku Ûrartû tê maneya cihê bilind, welatê bilind û welatê zozanan. Ji ber ku Sumer li Mezopotamya Jêr diman timî navên bilindahiyê îfade bikin li zozanê Kurdistanê kirine. Peyva Hûrî jî bi îhtimaleke mezin ji heman çavkaniyê tê. Tê maneya xelkê welatê bilind. Yanî dîsa bi maneya qewmê çiyê ye. Komagenes bi koka xwe bi navkirineke Helenî ye. Qraliyeta Komagene BZ li derdora 250 û PZ sala 100 li Semsûra îro jiyaye. Peyva ‘kom’ hînê jî ji bo komên nîv-koçer û cihûwarê wan bi maneya zom tê bi karanîn. Peyva ‘gen’ jî bi maneya nijad, qebîle û eşîretê tê. Komagene tê maneya diyarê eşîrên nîv-koçer.
Di serdema navîn de, di dema serdestiya sultanên Ereb de peyva ‘beled el-Ekrad’ bi maneya herêma Kurdan tê bi karanîn. Sultanên Selçûkiyan ku bi Farisî dipeyivîn, bi maneya îro ji bo diyarê Kurdan, peyva Kurdistanê bi awayekî fermî yekem car wek xwediyê dewletê bi kar anîn. Pişt re sultanên Osmaniyan, nemaze bi dema sultan Yawûz Selîm re peyva hukûmetên Kurdistanê û eyaletên Kurdistanê pir tê bi karanîn. Bi Qanûnnameya Eraziyan a di sala 1848 û 1867 de eyaletên Kurdistanê fermî têne avakirin. Di demên Meşrûtiyetê de mebûstiyên Kurdistanê têne tesîskirin. Mistefa Kemal di salên 1920 de gelek beyan û talîmatên naveroka wan Kurd û Kurdistan, dane. Polîtîka înkarê, bi awayekî fermî zêdetir piştî tepisandina serhildanan bi polîtîkayên asîmîlasyonê pêş ketiye. Bi maneya welatê Kurd û Kurdan Kurdistan, belkî jî wek welat û xelkê herî kevin ê dîrokê xwedî cihekî cihêwaze ji bo navê wê were hildan. Lê em wexta ber bi roja me ya îro ve tên, ji maneya siyasî wêdetir bi maneya jeoçand tê bi karanîn. Bi biryardana ji bo damezrandina dewleta federe ya Kurdistana Iraqê, êdî peyva Kurdistanê wê bi maneya siyasî jî pirî caran derkeve pêşiya me. Ya girîngtir, bi bûyerên siyasî yên PKK’ê rê li ber wan vekir, Kurdistan ji peyvekê wêdetir wek têgîneke siyasî û civakî di qada navnetewî û herêmî de bi awayekî berfireh hatiye naskirin.
Kurdistan bi awayekî stratejîk qadeke 450 hezar kîlometirkare di navbera Fars, Azerî, Ereb û Tirkên Anatoliyayê de zevt dike. Li Rojhilata Navîn cografyayeke bi daristan, bi çiya, bi deştên xêrûber, çem û çavkaniyên avê ye. Ji bo heywan xwedîkirinê mêrg û çîmenên wê pir in. Erd û zeviyên wê ji bo her cure mêwe, pel, pincar û zad li cih in. Di dîrokê de şoreşa herî mezin a neolîtîk şoreşa cotkariyê (BZ 11.000-4.000) li navenda vê cografyayê pêk hatiye. Çavkanî û rêbuhurka şaristaniyan e. Ev rewşa wê ya stratejîk, derfet daye ku Kurd xwe weke qewm biparêzin, lê di warê şaristaniyê de - bi sedema rêbuhurbûn û dagirkeriyê - bûye sedem paş ve bimîne.
Ravekirin û tarîfa civaka Kurd hînê hêsantir e. Gelê Kurd û heywan xwedîkirin, cotkarî û çiya heman tişt in. Bajarîtî weke têgîn ji Kurdan dûr e, belkî jî gundîtî di dîrokê de rastiyeke civakî ye ku pêşiyên Kurdan pêk anîne. Kurd çendîn gundî û koçer bin, ew çend jî ji bajartiyê dûr in. Komagene pir baş rave dike ku nîv-gundîtî û nîv-koçertî nîzama tevgerê û cihûwarê hezar salan ê Kurdan e. Bajarên wan jî zêdetir dagirkeran ava û tijî kirine. Lê ev nayê wê maneyê ku Kurdan bajar ava nekirine û nebûne xwediyên şaristaniyê. Di serî de dewletên Ûrartû, Med û Mîtanî, tê zanîn ku bûne xwediyê gelek bajar û şaristaniyan. Di serdema navîn de têra xwe bajar û hukû-metên eyaletan ava kirine. Lê ji ber ku dewlet û hukûmetên ku ava kirine, temen dirêj nebûne, bajar zêdetir bûne biryargehên hêzên da-girker û ji civakên hawîrdorê pêk hatine. Di serdemên seretayî de Su-mer, Asûr, Aramî, Pers û Helen bandora mora xwe li ser berhemên çandî û nivîskî dixînin. Lê di serdema navîn de ziman û çanda Farisî û Erebî şopên xwe hîştine. Gelek rewşenbîr, dewletdar û fermandarî bi vî ziman û çanda cîran rol lîstine. Tevî ku çand û zimanê Kurdî hîm û kokek wê ya kevnare heye jî bi sedema pir hindik bûye zimanê nivîsê û nebûye zimanê dewletê, nekariye belge li dawiya xwe bihêle û pêş bikeve. Dîsa jî çanda Kurdî bi rêyên cuda, bi hebûna xwe ya etnîk a dijî û berhemên dîrokî heta roja me ya îro tê.
Çand û zimanê Kurdî, bi îhtimaleke xurt ku -gelek arkeolog vê dîtinê parve dikin- , wek çand û zimanê yekemîn şoreşa neolîtîkê li qûntara çiyayên Zagros-Torosê daye destpêkirin, bi demê re bingehê hemû çand û zimanên koka wan Hînd-Ewrûpiye, pêk aniye. Tê texmînkirin ku BZ ji salên 9000’î pê ve ne bi fizîkî, lê bi awayekî çandî li cografya Hînd-Ewrûpayê belav bûye. Em pêkhatina wê bi xwe jî dikarin BZ 15.000-10.000 bibin. Bi îhtimaleke mezin, bi derketina ji çaremîn serdema qeşayî (BZ 20.000-15.000) wek ziman û çanda herî otoktan -xwecih- pêk hatiye. Etnîsîteya Kurd BZ di salên 6000 de êdî pir cihêwaz dike. Em li ser dika dîrokê yekem car wan bi navê Hûriyan (BZ 3000-2000) dibînin. Sumerî li ser daristan û madenên xwe, nifşên Hûriyan jî bi dewlemendiya xwe ya şaristaniyê bi hezar salan bi têkoşîneke êrîş-parastinê li ber hev dane. Ev diyalektîka dîrokî bi Babîl, Asûr, Hîtît, Îskît, Pers û Helenan re dewam dike. Belkî jî ti qewm û nifşan bi qasî Kurdan di êrîşên beramber ê koçer û bicihbûyan de cih negirtiye. Ji bo şaristaniya Sumeran bigihîje Hîtît, Lûwî, Îon û Persan, rola Hûrî û Medan diyarker e. Ji ber vê rastiyê ye, ku gelên behsa wan tê kirin, nêz dûr ji koma çand û zimanê Hînd-Ewrûpa ne.
Di Dîroka Heredot de pir eşkere tê dîtin ku ziman û çanda bandora xwe li Helenan kiriye çavkaniya wê Medî ne. Helenî BZ heta salên 900-400’î pir zêde di bin tesîra Mediyan de jiyane. Gelek hêmanên çandî yên maddî û manewî di vê serdemê de ji çavkaniyên Ûrartû-Med-Persan wergirtine û bi senteza xwe dewlemend kirine. Tê texmînkirin ku pêşiyên Kurdan Hûrî (BZ 2500-1500) dîsa Mîtaniyên bi koka xwe Hûrî (BZ 1500-1250), Naîrî (BZ 1200-900), Ûrartûyî (BZ 900-600), Medî (BZ 700-550) di van deman de bi konfederasyonê eşîran û qraliyetan jiyane. Civaka Kurd a di vê demê de hiyarerşîk e û derbasî dewletê dibe. Mirov çav didêre ku nîzamekî xurt ê bavikanî danîne. Ji ber ku di serdema neolîtîk a cotkariyê de jin hînê fonksiyonel e, di civaka Kurd de giraniya jinê heye. Îhtimaleke xurt e, jinê ev hêza xwe ya ku demeke dirêj bi kar aniye, bingehê wê şoreşa cotkariyê ye. Hêmanên mêbûnê yên di ziman de û kulta xwedawend Starê belge ne ku vê heqîqetê piştrast dikin.
Zerduştî BZ di salên 700-550 de wek şoreşeke zêhniyeta Kurd pêş ket. Zêhniyeta Zerduşt xwe dispêre cotkariyê; ji heywan pir hez dike, li ser hîmê wekheviya jin û mêr e, wek têgihîştineke exlaqî ya azad e. Ev çandek e, hem bi cihoka Persan diherike Rojhilat, hem jî bi cihoka Helenan diherike şaristaniya Rojava û bandoreke xurt li wan dike. Li ser xeta çanda Rojava-Rojhilat ji hev dibe, bandoreke xurt li ser herduyan jî dike û di şikilgirtina şaristaniyê de herî kêm bi qasî Mûsevîtî û Îseviyetê rola çavkanîbûnê lîstiye. Şaristaniya Persan, ya rastîn şaristaniyeke ku Medan ava kiriye û şaristaniyeke Med-Persan e, tevî nifşên Persan dewam kiriye. Di Dîroka Heredot de ev rastî pir eşkere xuya dike. Ji serî heta dawî etnîka duyemîn e, şirîkê împaratoriyê ye. Di dema Sasaniyan de jî heman rewş dewam dike. Di hemû şaristaniyên Îranê de eger mirov rola Kurdan di rêza duyemîn de bibîne, wê helwesteke realîst be.
Pêşiyên Kurdan di serdema seretayî de nîzama baviktiyê pir xurt dijîn, lê cihêbûyîna çînayetiyê bi heman kûrahiyê nejiyane. Tevî ku hiyarerşiya wan xurt bû, cihêbûna çînan qels bû. Ev yek ji bandora eşîrtiya koçeriyê ya li çiyan e. Komên eşîr-qebîleyan wek komên xizman di nava xwe de keys û firsend nadin pêşketina koletiyê. Jixwe koletî zêdetir berhemeke bajaran e. Di civaka Kurd de hêmanên folklorîk zêdetir destanwarî ne. Ji ber ku destan bi giranî qehremaniyê tînin ziman, bi îhtimaleke mezin ji serdema hiyarerşiyê mane. Kokên awazên di destana Mem û Zîn, Memê Alan û Derwêşê Evdî de heta muzîka Sumeran diçin. Dîsa îhtimaleke mezin e, bi cihoka Sumeran ji nifşên Hûriyan BZ di salên 4000 de digihîje me û afirêneriyek wan e. Nîzama muzîk û lîstikên Kurdan, li Rojhilata Navîn çanda herî zêde gurr û xwedî nirxê hunerî ye. Mirov hebûna dîrokî ya Kurdan herî zêde dikare di muzîk û govendên wan de bibîne. Dîsa mirov bi heman awayî dikare biçavdêriya li sekna jinê, di kinc lixwekirin û şêwazê wê de, di tenikahiya rûniştin û rabûna wê de bibîne. Esaleta nifşên Kurd çavkaniya wan serdema seretayî ye. Xwezaya tund a çiyan, berxwedana li dijî dagirkeriyên domdar û bêrehim, dîrokeke demdirêj di pêkhatina vê esaletê de xwedî roleke bingehîn e.
Em fêm dikin ku di ketina serdema navîn de dema Helenê şop hîştine. BZ di salên 3000’î de Abgara navenda wan Ûrfa, Koma-geneya navenda xwe Semsûr Samosat û melîkiyeta Palmîra ya li Sûriyê xwediyê heman taybetiyane û di bin tesîrên xurt ên Helenê de ne. Ya rastîn, di dîrokê de yekemîn mînakên herî delal ên senteza Rojhilat-Rojava pêk anîne. Ev şaristaniyên ku heta fetha Romayê dewam kirin -herî dawî ketina Palmîra BZ di 269 de ye- qonaxa herî girîng a pêşketina li herêmê temsîl dikin. Berhemên dîrokî yên li Palmîra, Nemrûd û Ûrfayê ji wê demê mane. Ev şaristanî têkiliyek wan a zêde bi Kurdan re heye. Di wê demê de em dibînin ku du ziman Aramî û Helenî wek hevrikên hevdu derdikevin pêş. Li hemberî van şaristaniyên serdest ên zêdetir bi bazirganiyê re mijûl dibin, Kurd jî zêdetir bi cotkarî û koçertiyê hawîrdora xwe ava dikin. Berhemê vê nîzama heta roja me ya îro dewam dike, hene. Xerîbtiya navendên bajêr û Kurdîtiya gund û koçertiyê mîna dualîteyeke diyalektîkî ne.
PZ di serê sedsala 3. de împaratoriya Sasanî derket holê û di nav wê de jî giraniya Kurdan neguherî. Zerduştî bingehê îdeolojîk bû, xwe spartibûnê. Nûbûna wê ew e, PZ di salên 210-276 de Manî dike peyxember. Ji hemû dînan Manî dixwaze sentezekê biafirîne û pê zêhniyeta bingehîn a împaratoriya Sasanî û Romayê bihûne û pê re aştî û Ronesansekê pêk bîne. Lê li xezeba rahîbên Zerduşt ên muhafezekar diqewime û tê kuştin. Dîsa jî wek xeteke xurt a zêh-niyetê heta roja me ya îro şopa xwe hîştiye. Belavbûna Xirîstiyaniyê jî li vê demê rast tê. Nemaze di ser Ûrfa û Nisêbînê re - Nîzîbîs - wek navendên xurt ên Xirîstiyaniyê bandorê li ser Kurdan dike. Hin cih dibin Xirîstiyan, lê hebûna Zerduştiyê li cem Sasaniyan serketineke tam a Xirîstiyaniyê asteng dike.
Em dikarin texmîn bikin ku avahiyên feodalîzmê li cem Kurdan di dema Sasaniyan de (PZ 216-652) pêş ketine. Mirov dikare Manîtiyê wek Îslama zû hatiye, binirxîne. Manî bi xwe Hz. Muhammedê zû hatiye dunyayê ye. Lê bandora şerên dijwar ên di navbera împaratoriya Sasanî û Romayê de -nemaze li ser xeta Amed-Nisêbînê- bi salan dewam dike. Berovajî dema Helenîstîk civak rûyê pêşketina rehetiyê nabîne. Di navbera Xirîstiyantî û Zerduştiyê de hevrikiyek bûye. Nestûrîtî ekoloke Xirîstiyaniyê ye, di bin bandora Sasaniyan de wek hevrikek tevgeriyaye. Xirîstiyantî nasnameya Sûryantiyê werdigire. Bi vî awayî Asûrî di vê demê de têra xwe bi liv û lebat dibin. Nexasim gelek xebatên qîmeta wan ya arşîve heye, kirine. Di belavbûna Îsewiyetê de ji Grekan zêdetir rol lîstine. Gelek pîskopos perwerde kirine û gîhandine. Texmîn tê kirin ku wêjeyeke xurt pêş xistine. Li Ûrfa, Nisêbîn û Sêrtê akademiyên pêşketî ava kirine. Di avakirina navenda zanistê ya Gundî Şahpûr a Sasaniyan de para wan berçav e. Zimanê Aramî wek zimanê hevpar bandora xwe dewam dike. Grekî ber bi Rojava qada Bîzansan ve diçe, Aramî li Rojhilat dibe zimanê serdest ê bazirganî, wêje û dîn.
Em dikarin texmîn bikin ku Kurd di vê demê de (PZ 250-650) kevneşopiyên xwe yên feodal pêş de birine û di vî warî de civakê xwe veguheriye. Pêşketina feodalîzmê cihêbûna di avahiya etnîk de jî nîşan dide. Di civaka Kurd de tayên feodaltiyê her ku diçe xurt dibin. Di serdema pêşketina şaristaniya feodalîzmê de şoreşa Îslamê dikeve rojevê. Ya esas, Îslamiyet têkiliyên tund ên koletiyê û tayên etnîk ên li pêşiya pêşketinê kelem in li ser hîmê bajarbûnê vedigu-herîne û nîzamekî hînê pêşketî, civaka feodal li ser bingehê şoreşa zêhniyetê û îdeolojîk ava dike. Ya li Ewrûpa, Hînd û Çînê bi tekamuliyet û beridandinê pêk tê, li vir bi rêya şoreşê diqewime. Îslamiyet di şaristaniya Rojhilata Navîn de şoreşa herî mezin e. Hema hema heta sedsala 12. di pêşketina civaka feodal de rola avakirina polîtîk û îdeolojîk dilîze.
Bi hilweşîna Sasaniyan re (PZ 650) Îslamiyet di nava Kurdan de jî bi lez belav dibe û arîstokrasiyeke feodal diafirîne. Hêzên dewletparêz û hîyarerşîk ên Kurd di bin bandora Erebkirineke xurt de vediguherin û di vê demê de dibin yek ji komên herî xurt a siyasî û civakî. Bi Xanedaniya Eyûbiyan a Kurd (PZ 1175-1250) xane-daniya herî xurt a siyasî li Rojhilata Navîn pêk hatiye. Di nava Kurdan de jî têra xwe bi tesîr bûn e. Li aliyê din, sultantiya Selçûkiyan a ji Ebbasiyan PZ di 1055 de împaratorî wergirt, bi Kurdan re jiyaye. Hînê jî mîna li Kerkûkê ev jiyana hevpar bêyî şer derbas bûye. Dewletên feodal ên bi koka xwe Kurd mîna Şeddadî, Kurên Buveyh û Merwanî (PZ 990-1090) pêşketine. Her weha gelek begtî û hukûmetên Kurd hatine avakirin. Kurên Şerefxan ên navenda wan Bedlîs bû, begtiya herî demdirêj ava kirine. Vê begtiyê heta dema sultan Qanûnî Silêman hebûna xwe dewam kiriye. Taybetiyên civaka feodal rê li ber veguherîneke girîng a zêhniyeta civaka Kurd vekirine. Şop û bermahiyên Zerduştiyê ji bilî li cem Zerdeştiyan - Yêzîdiyan - tine bûne. Bi îhtimaleke mezin ev guherîn di pêşketina hevkarên Kurd de xwedî roleke dijşoreşê ye.
Li bajarên dibin misilman, zimanê Erebî bi tesîr e, lê dîsa jî di çand û zimanê Kurdî de paşketin nîne. Yekemîn tomarkerê destanan bi awayekî nivîskî wek Ehmedê Xanî di vê demê de derketine holê. Çanda bi Îslamê nuxumandî, mîna li cem her koma etnîk hatiye dîtin, li cem Kurdan jî pir kûr rehên xwe berdane. Tevî vê yekê li Başûrê Kurdistanê bi eşîrên Ereban re -nemaze bi Şemmeran re heta roja me ya îro- şer timî dewam kiriye. Destana Derwêşê Evdî destana van şeran e. Ev destanek e, şopên xurt ên çanda Kurd nîşan dide û di koka xwe ya Zerdeştiyê de israr dike. Tê texmînkirin ku di sedsala 18. de qewimiye. Di nav Îslamê de Zerdeştîtî mîna çandeke têkoşer û berxwedanê ye. Berxwedaneke resen û esîl a çanda Kurd e, li dijî biyanîbûn û xerîbketinê. Elewîtiya qels û xwe bi Îslamiyetê nuxu-mandiye û alîgiriya Hz. Elî dike, piştî Zerdeştiyê çanda Kurd a herî têkoşer e, mîna Şîatiya Kurd be. Li beramberî vê yekê, nemaze Kurdên Başûr ên nêzî deştê bi baweriya Îslamê ya Sunnî dibin xwedî karektereke hevkar û paşverû. Ev derdorên xwedî zêhniyeta ba-zirgan-feodal çanda nifşên xwe înkar dike, nûnerên vê zêhniyetê ku li herêmên nêzî Ûrfa, Mêrdîn û bajarê Sêrtê di nav îxaneteke super de ne. Pir bi awayekî seyr û ecêb, hevkar in û berjewendîperest in. Kurdên di bin bandora Îranê de hînê kêmtir xira bûne. Cewherê xwe yê netewî hînê bi awayekî otantîk diparêzin.
Di vê demê de têkiliyeke girîng di navbera dewlet û nifşên etnîk ên Tirk-Kurd de ne. Ji şer dûr in, bi bandor Bîzansan jî piştgiriya hevdu dikin û di nav têkiliyên dostane de ne. Xirîstiyantiya Ermenî û Suryaniyan jî di vê yekê de roleke girîng lîstine. Şerê Melazgirê yê 1071’ê di cewherê xwe de şereke ku xwe dispêre îttîfaqa Kurd-Tirkan. Eger sultan Alparslan xwe ne spartibûya Kurdan, mumkîn nebû bûbûya xwediyê serketinê. Di vê demê de eşîrên Tirkmenan ên di nav nifş û çanda Kurdî ya bi cihbûyî de, li asîmîlasyoneke girîng qewimîne. Vê pêvajoya heta dawiya sedsala 19. dewam kir, bi komarê re berovajî dageriya.
Kurdên bi tevahî dikevin bin bandora çanda feodal a serdema navîn, çendîn çînîbûyîna feodal dijîn ew çend di jiyana azad de paş ve dikevin. Koletiya feodal timî li dijî azadiya eşîrtiyê pêş ketiye û di xerîbketina zêhnî de qonaxeke girîng pêk tîne. Tevî gelek rewşenbîrên Îslamê yê Kurd gihîştine jî, ji ber meylên dewletê yên hevkar nekarîne bandoreke mayînde bikin. Di serê pesindar û hevkarên dewletê de Îdrîsê Bedlîsî tê. Li Çewlîkê di hilbijartinên herêmî yên herî dawî sala 2004’ê de komeke koka wan terîqeta Neqşîbendî - terîqeta Şêx Seîd - sloganeke pir balkêş qiriyane wek “Îdrîs-î Bedlîsî li vir e, Yawûz Selîm li ku ye?” Mirov dikare li bendê be ku serokwezîr Erdogan rola Yawûzekî duyemîn bilîze. Eger îxaneta Neqşîbendiyê bi tevahî li Kurdistanê neyê nirxandin şensê şoreşa rohnîbûnê nîne. Li beramberî vê, rohnîbûna Elewiyên bi koka xwe Kurd hînê erênî bûye. Em wexta bandora dînamîkên dîrokî li ser mezheb û terîqetên îro lêkolîn bikin, em dikarin gelek tiştan hîn bibin û bigihîjin encaman. Ev derdor rohnîbûyîna komarê bi ‘kemalîzmê’ gunehbar dikin û bawer dikin ku wê bi vî awayî rûyê xwe yê kirêt di nav gelê Kurd de veşêrin. Heta paşverûtî û berjewen-dîperestiya nuxumandî ya gelek terîqetên bi koka xwe sunnî, neyên teşxîs û teşhîrkirin, wê welatparêzî û demokratiyeke têkûz a Kurd pêş nekeve.
Şaristaniya Îslamê ji sedsala 13. û pêve di hundur de bi girtina deriyên îçtîhadê, ji der ve bi êrîşên Moxolan û di bin seferên Xaçperestan de êdî bi ser xwe ve nehat û ket pêvajoya rawestîn û paşveçûnê. Heta sedsala 13. li ser navê şaristaniya Rojhilat alîkariya şaristaniya Ewrûpayê kiriye ku Ewrûpayê gavên xwe yekemîn diavêtin, pişt re ket pêvajoya rawestînê (PZ 1200-1500) û pêvajoya paşveçûnê (PZ 1500-1918) ji aliyê Osmaniyan ve bi zehmetî hatiye meşandin. Her çend dema Osmaniyan li dijî Rojava ya mezin dibû xweparastina dawî be jî sîstema wê ya ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û aborî ve paşvemayî pêşî li serketina wê girt û nekarî hilweşîna wê asteng bike.
Çînên serdest ên Kurdan, bi giştî bi dema Yawûz re di nav împaratoriya Osmaniyan de bi otonomiyên xweser û berfireh destekdarên herî nêz bûn. Ev rewşa heta serê sedsala 19. dewam kir, ji sedsala 19. û pêve bi hatina herêmê ya mêtingeriya Rojava, xira bû. Di vê yekê de rêveberiya navendî ya qelsbûyî û polîtîka zêde bac û esker berhevkirinê jî roleke diyarker dilîze. Dostanî û piştgirî cihê xwe ji serhildanan re dihêle.
Ji sedsala 19. û pêve civak û dîroka Kurd dikeve qonaxeke nû. Têkiliyên ku bi Osmaniyan re xirabûne rê li ber serhildanan vedikin. Mîsyonerên Îngilîz û Fransî jî bandorê li dêrên Ermenî û Suryaniyan dikin ji bo cihêtîxwaziyê bikin û bi vê yekê rê li ber tevlîheviyekê vedikin. Têkiliyên di navbera Ermenî, Asûrî û Kurdan de jî xira dibin. Ji ber ku hem têkiliyên wan hemû di nava xwe de xira dibin û hemû têkiliyên wan bi rêveberiya Osmaniyan re têk diçin, ev dibe sedem di dîroka wan de rûpelekî bi keser û xemgîr vebe. Ev pêvajoya di sala 1918 de piştî şerê cîhanê yê yekemîn destpêkir, bi giranî ji aliyê çand û fizîkî ve bi tasfiyekirina Ermenî û Suryaniyan bi encam bû. Têkiliyên Kurd û Tirkan tevî ku pir zirar dîtin jî di asta yê Ermenî û Suryaniyan de qut nebûn. Ji lewra şerê rizgariya netewî yê di sala 1920 de bi hev re meşandine. Sêyemîn hevkarî û hevpariyeke mezin a stratejîk mîna bi Alparslan û Yawûz re pêk anîne. Dîrok pir baş şahid e ku eger mîna rola Kurdan a di serketina Alparslan a 1071 de, ya di serketina Yawûz Selîm a 1514 de li dijî Sefewiyan û di serketina 1516 û 1517 de li dijî Memlûkiyên Misrê nebûya, qewmên Tirk wê nikarîbûna Anatolî fetih bikarana û wê împaratoriya Osmaniyan nekarîbûya li rojava û rojhilat belav bibûya.
Vê trenda dîrokî heta salên 1920 dewam kiriye. Sêyemîn hevpariya stratejîk karîbûye pêşî li belavbûna emperyalîst bigire û firsendê bide serketina şoreşa komarê. Lê ji ber ku tebeqeya jor a Kurd a feodal ku bi awayekî kevneşopî hînî hevkariyê bûye, bi sedema komarê şaş dinirxîne û pir bi hêsayî bi niyetên emperyalîzmê dixape, serî hildidin û ev yek jî dibe sebeb ku sazûmankarên komarê polîtîkayên xwe biguherînin. Kurd-Tirk bi hev re ji projeyên azadiyê dadigerin û ev yek di dîroka wan de dibe sedem pêvajoyeke pir neyînî bijîn. Bi vê têkçûna stratejiya têkiliyên Kurd-Tirk, înkarkirina Kurdan, paşvehîştina wan, asîmîlasyona bi darê zorê dest pê kiriye û kiriye ku bi tevahî Kurd li derveyî sîstemê werin hîştin. Çendîn bûne Tirk ew çend jî hatine qebûlkirin. Vê yekê polîtîka hînê kûr kirine. Di salên 1970 de li tevahiya dunyayê tevgereke rohnîbûnê hebû, polîtîkayên bi ser rastiya Kurd û Kurdistanê de mîna ewrekî reş tarî girt, rê li ber tevgereke nû ya rewşenbîr a Kurd vekir û pişt re di şexsê PKK’ê de pêvajoyeke berxwedanê ya eskerî û siyasî dest pê kir. Bi vê re, di têkiliyên Kurd-Tirkan de pir êş û şer bû, lê gav hatiye avêtin pêvajoyeke bi şeref.
- Ayrıntılar
Her tim demsala payizê weke demsala qutbuyînê te binavkirin. Dîsa di vê demsalê da bazek firiya ber bi bilindahiya ezmanên şîn. Lê ez nikarim ji we ra bejim qutbuyîn. Ji ber ku şehîd di kûrahiya wateya jiyanede veşartine. Û jiyan jî di kûrahiya xeyalên tekoşîna şehîdan de veşartiye.
Beli di şevekî qetran u udi xemgîniya payîzê da di vê şeva qetran da tene denge pêlên Rubarê Hezil di guhê siterkan da deng vedide. Daristan matmayî û bêdeng rondik dibarandin. Bi xemgînî û sermendeye pelên xwe di werandin. Ji ber ku nikari bu udi hembêza xweda veşêre û biparêze. Balindêyen azadiyê. Hêzil jî bi kîn diherikiya nava dile Hiryan, Gelî Tirşikê û Herekolê. Daristana Bestaye jî henaseyên kur dikişandin û pelên xwe yên kesk diwerandin. Navê Şehîd Şervan bi kulîlkan dinîvîsandin din ava dile xaka Botanê de. Eriş dikirin dijminên xwînxwar. Ji bo na vwê jî xweza din ava şîn û xembarîyê da bû. Li benda ronahî û baranê bû. Ji ber ku din ava kimya salê da mabû. Bele di wê şeve tarî de bazek firiya û ji denge balen baz hişyar bun ferîşteyên ezmana sayî. Her wiha siterk diçirisîyan û renge wan di deryayan da diyar dibû. Bele renge wan renge rangîniya bîr û baweriye rêheval Şervan bûn û ên bi sedan şehîdan bûn.
Her wiha gerdûn delşad û bi levên zerdexên li ser singê xwe vedikir û hewiyên xwe nişan didan. Ji ber ku şehid ji bo na vejîn rastî û razên gerdunê giyanê xwe didin. Wekî hemû şehîdên azadiye rêheval Şervan jî dixwest ku bibe dost û binase hemû bedewî û siren gerdunê ku azadî di pirşengiya we de veşartiye.
Şehîd bi xwîna xwe ya zelal û pîroz ji nû ve di xemîlîne xaka Behremend ya dayika xwedavend. Dipişkivîn xunçeyên xayalên azadiyê ên ku heyanî niha hatibû qedexekirin. Lîlava li ser van kulîlkan rondikên çavên tijî heviyên dayikên şehîdanin. Bele her şehîdek hêviya hemû dayikanin. Yek ji van jî rêheval Şervan bû. Rêheval Şervan jî gelek ji dayikaxwe hezdikir. Lê hezkirina xwe kir hezkirina azadiya Kurdistanê. Erê kurdistan dayika mezin û xweştevî, îro zarokên te yên leheng ala serbestiye li lûtkeyên çiyan li bilind dikin û sirûdên wêrekî û vînê di sengerên germe en cengêda bilind dikin. Eve denge jiyanê tu hêz û tu gule wê nikaribe wê denge jiyanê bêdeng bike, ji ber ku ev deng di gûhê hezaran mirovî de zinginî dike û dile hezaran zarokan bi vî dengi û bi navê “Bijî Rêber APO” lêdixe. Bele rêhevalê dilxwazê reka azadiyê ji bona xwedî derketina we ancaxbi kîna tolhildanê we û bi ramanên felsefeya PKK’e ra jiyankirin be. Bele stêrka ezmanê welatê rojê û bazê sere çiyayên Şaho û Dalaho.
Bele heval ew rojên ku ji bo na çalakiya Oremar em ber bi Cîlo dimeşiyan di bira mindenê. Min tû li wir nasî, le herî tişta te ya balkêş ew coşa te ya ji bo çalakî pêkanîn bû. Ew coş u kelecan di hemû qurmiçikên ruyê te yê bi kên da xwe dida jiyankirin. Belê rêheval Şervan niha jî pênûsa min din ava êş û îşkenceyekî de dinalîne, ji ber ku birastî jî ez nikarim hevalbendiya te û wan bîraninê giranbûha bi çend gotinan bi lêvbikim heval. Heval Şervan li Hewreman xunceyek bû li Botanê pişkivî û bû gulek din ava baxçêyê azadiye de. Bû stêrk li ezmanê welat. Bu heviyaxeyalên zarokan. Bu asoyek di şevên tarî ên Besta de. Bû awazek li ser çiyayên Hewraman. Bû coşek din ava dile hemû rêhevalên xwe yên tekoşînê de.
Vejîn Mujde Soran
- Ayrıntılar
‘‘Ji bo deyndarî hevalê Erdal nemînim û ji boyî wesiya wî dê biçim Gabar’ê’‘
Tu ji boyî wesî, hesret, evîn û xeyalên xwe pêk bînî te dest bi vê meşa xwe ya bi wate kir. Gabar gelek şoreşgerên mîna te di hundirê xwe de hewandiye. Her wiha gelek pakrewanên mezin afirand. Wek Egîd, Adil, Erdal û bi hezaran fermandarên mezin parastiye Gabar.
Bi rastî jî, te di rojnivîska xwe de dabû hîskirin ku em ê nikaribin hevdû bibînin. Te gotibû; ‘‘ Heta ku ji destê min were ez ê li xwe miqate bibim’’. Lê te ev jî anîbû ziman; ‘‘ Tu dizanî; şer bêrehm e! Fîşeng dikare bêyî ku ji te destûrê bixwaze jî were, wesiyeta min e ji te re; ger ku tiştek bi min were tu yê tola min bigrî!’’ Belê rêhevala min te ji min re wisa nivîsandibû. Ez xwe bextewar hîs dikim ku piştî çûyîna te min derfet dît ku rojnivîska te bixwînim. Dizanim ku ez ê li gor ku tu dixwazî te nikaribim bidim der. Ji ber ku peyv bi xwe têrî te derdayînê nakin. Peyv bi xwe kêm dimînin ji boyî nasandina te. Lêhûrbûna te ez pir bandor kiribûm. Min fahm kiribû ku tu yê bibî gerîlayeke wek çiyayên Kurdistanê bi hêz û asî... Te qet û qet nedixwest ku bi guleyeke dijmin bigihî şehadetê, bereksê vê te dixwest bibî guleyek û di sînga dijmin de biteqî. Demeke dirêj bû ku tu li ser vê çalakiya xwe rawestiyayî û te biryar da ku; ji boyî tu Viyanan derbas nekî lê çalakiya wan bilindtir bikî te çalakiya xwe bi derengî xist. Di vê pêvajoya ku Serokatiya me di bin tecrîdê û li hemberî gerîla jî dijmin bi hemû derfetên xwe êrîş dikir de, pêşniyara te ya ku ji boyî çûyîna Bakurê welêt û daxwaza te ya xwe bêhtir bihêzkirinê û her wiha xwesteka te ya xwe di mejiyê dijmin de teqandin bi her awayî te tîne ziman û rave dike...
‘‘Ji boyî te bêhtir bilind bikim, dixwazim çalakiya te bi rêbazeke dinê pêk bînim. Pişt re fikirîm û min ji xwe re got ev ê bibe dubareya çalakiya te û ji ber vê jî min ew hêza ku te derbas bikim di xwe de nedît, ger min vê bikira ew ê ji boyî min bibûna xeletiyeke mezin. Ji boyî ez te bêhtir di rojevê de bihêlim dê vê fidakariyê bikim. Ji boyî tu negihaştî ew xeyalên ku te di nameya xwe di nivîsandibû pir xemgîn im. Te di nameya xwe de anîbû ziman ku te dixwest ku biçî Bakur, gelê Bakur nas bikî û di mejiyê dijmin de biteqî...
Niha rêxistin derfetek mezin da min ku biçim Bakur. Ez soz didim te ku dê biçim Bakur û ez ê şer bikim. Her fîşenga ku biavêjim dê ji dêvla te, di dilê dijmin de biteqînim. Ji boyî vê jî çi ji destê min were dê bikim.
Disa te ji rêheval Viyan Soran re wiha; .Ez ê li xeta rêxistinî ya mîna Viyan, azadiya jinê û hemû hevalan xwedî derbikevim.’‘nivîsandibû.
Te di jiyanê de Rêbertiya partiyê hîs kir û bi tu bi şehîdan re bûyî yek. Te 16 salîê têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kir. Berxwedana we li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê bersiveke mezin bû. Bi salan ku tu hesreta jiyana gerîla bûyî û her wiha tu 16 salan di nav vê jiyanê de têkoşiyayî lê te xwe li hemberî Serokatî xwe kêm didît û deyndar hîs dikir. Te deynê xwe da ‘Keça asî ya Kurd’ niha tu bi Viyanan re yî. Em dizanin ku niha tu di nav asîmanên şîn de û bi rojê re yî. Lê niha Gabar bêdeng, bi xem û bê te ye! Ji ber ku dîsa yeka bi xwe ve girêdayî wenda kir. Me jî hevaleke jin a fermandar wenda kir. Min tim û daîm xeyal dikir ku rojekê li Gabarê em ê hev bibînin. Jixwe tişta ku me dikir yek ne heskirina Gabarê bû?..
Ji boyî tu xeyalên gelek rêhevalên xwe pêk bînî çûyî Gabarê. Te xewn û xeyalên min jî pêk anî hevalcan. Te jı boyî gerîlayekê/î tişta herî bi wate rojnivîska xwe ji min re şandibû. Her çiqas êdî hûn ne di nav me de bin jî, heta ku ji min were ez hewl bidim ku di rêça we de bimeşim. Ev koça te ya ji nav me pir zû bû û yek ji me jî vê çûyînê ji xwe re qebûl nekir, wek her hevalê ji nav me koç kirî...
Min tu qet nedî, me hev qet nas nekir û rû bi rû em qet neaxivîn. Lê di encamê de rêya me yek bû û hezkirinên me hevpar bûn. Tişta ku me dikir yek hezkirinên me yên hevpar bûn. Nedîtina te ji min re ne asteng bû. Nivîsên ku te dinivîsî, te didan nasîn Gulbihara dil Erdal a ku sewdaseriya Gabarê...
Lê belê tu vê dizanî? Min tu di sûretê dayika te de dît. Ew jî herî kêm qasî te bihêz e. Dayika te ji min re digot; ‘‘Ez hevjîna şehîdekî bûm û niha jî ez bûm dayika şehîdekê. Ez qet li xwe mikur nehatim û ez ê her tim li vê dozê xwedî derkevim. Hûn weke rêhevalên Gulbihara min, bawer dikim ku hûn ê xwîna wê li erdê nehêlin û tiştên ku wê di nêvî de hiştiye hûn ê bigihînin serkeftinê. Niha tu jî ji boyî min Gulbihar î’‘ ...
Her tim digot; ‘‘Ez bi Gulbihara xwe serbilind im’‘. Çiqas zehmet bû piştî çûyîna te ya ber bi stêrkan ve bi dayika te re axaftin. Ji ber ku di cara yekemîn a ku min dayika te dîtî de min ji dayika te re wêneyên te şandibûn û min gotibû Gulbihar baş e. Û dayika te ji min re gotibû; ‘‘Divş tu di derbarê Gulbihar de her tim agahiyên xweş bişînî’‘. Lê piştî şehadeta te ger ez biaxiviyama, ji ber tirsa ku wê bigotana; Ka te yê ji min re agahiyên xweş bişandana’‘ min nediwêrî ku ez bi dayika te re biaxivim. Lê dayika te ez matmayî hiştim her wiha bi ser de jî moral da min. Min jî êşa wê fêm dikir ji ber ku dema van gotinan dianî ziman ji çavên wê hêstir diherikîn. Ji ber şanaziya xwe nedixwest bilorîne. Min jî dengê dilê xwe ditepisand û dixwest jê re bibim bersiv. Belê, êdî ez ê jî di sohbetên xwe yên bi hevalan re di derbarê te de bêjim; ‘‘Min rêheval Gulbihar nas dikir û min jê pir hez dikir.’‘ Mirova bedew, heta ku ji min hat min wesiyeta te bi cih anî. Her çiqas bi qasî te dixwest nebe jî. Lê ez soz didim te ku; ez ê meşa te ya Gabarê bidomînim û vê meşê dê di têkoşîna me de her bidim jiyîn.
Di şexsê te de ez hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Bîranînên we rêya me wê her tim ronî bike.
Hêvîdar Edessa
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Operasyon û êrîşên li Bakurê Kurdistanê yên dewleta Tirk bê navber didomin. Li hember van êrîşan bersivdayinên gerîlayên me HPG/YJA Star pêk tên.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Balafirên şer ên Tirk jiyangehên sivîl ên li herêma Zapê kirine hedef û gelek mal xera kirin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk li hember şehîdgeh û herêmên gerîlayên me êrîşên xwe didomîne, gerîlayên me jî li Amed û Mêrdînê çalakî li dar xistin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Tevgera leşkerî ya Tirk didome, gerîlayên me jî çalakiyên bersivdayînê pêk tînin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Biryarbûna têkoşînê, meşa bi îdîa ya hevalê Erdal wê di pêvajoya nû de bibe soz û çalakiya meşa me ya bi azîm.
- Ayrıntılar
Dîrokeke biêşe Botan. Navenda vejîna mirovahiyê, pîrozbûnek bêhempa dide axa wê. Erdnîgariya wê, gelek êşên mezin kevin kir. Çawa ku îro xwe bi rabirdu xwedî dike û digihîne dahatu, axa Botana qedîm jî bi berxwedan û têkoşînê xwe gihandiyeroja me. Gelek şer û pevçûn, artêşên dagirker xwestin axa wê ya bihûştîn bikin dojeh. Lê axa wê ya çiyayî her çû bedewbû, her çû bi destanên lehengên egîdî xwe neqîşand. Xwezaya wêya efsûnî, dîroka wê ya zîndî, heybeta wê ya serhildêr mîna gerîneka avên kûr mirov dikişine hinavên xwe.
Pêxember Nûh, jiyana pîroz ji bo ji lanetbûyînê biparêze, berê keştiya xwe dide ber bi çiyayê Botanê. Cûdiya Mirada hembêza xwe ji serhildana pêxember Nûh re vedike. Neolîtîka Mezopotamya çawa cara yekemîn ji mirovahiyê re dibe dergûşa civatbûyînê, çandiniyê û hwd. ji bo pîrozbahî bi ser keve careke din Cûdiya Mezopotamya xwe dighîne hewara mirov, nebat û lawirên keştiyê pêxember Nûh.
Botana Mezopotamya, gelek caran ji keremeta mirovahiyê re bûye wargehekedîrokî. Axa wêya kevnar û serhildêr ti carî zaliman nehewandiye. Her tim li dijî zalim û serdestan bi çiyayên xwe, bi zarokên xwe yên leheng şer kiriye. Ti carî rê nedaye seferên Îskender ê Makedon,desthilatdarî û dagirkeriya dewletên dîtir.
Egîdî, berxwedanî, pîrozbûn tim mohra xwe li rûpelên dîroka wê ya zêrîn xistiye.
Netew dewleta Tirk qirkirin, bişaftin, înkar û îmhayek pir mezin li ser gelê Kurd meşandiye. Li hember zilmê cewherê xwezaya gel e ku tevgera PKK’ê jî ji vê bandora bêsiud reweke bertekekê azadiyê derket holê. Cih û warên destpêkê Botan e. Ji bo fîşeka yekemîn; gerîlayên Kurd û gelê Mezopotamya, ji bo li hemberî zordestan xwe biparêzin berê xwe dane hêlîna teyran, çiyayên asê. Egîdên ku tim li hemberî neheqiyê şerkirine, tim xwe spartine dergûşa çiyayan. Çiya tim ji gelên bindest re bûne perestgehên pîroz.
Nexşeya Botanê bi vîn,wêrekî û xwîna egîdan hatiye xîz kirin. Fermandarê mezin Egîd li hemberî neheqiya dewleta Tirkan li ser vê xakê bû ferman, bû meşaleya agir ê ku ti carî netemire li lûtkeyên Botanê.
Yek ji şopdarên fermandar Egîd jî rêhevalê Adil Bilikî ye.
Rêheval Adil Amed, li gundê Bilîka ku li qontarê çiyayê Cûdî ye hate dinyê. Di temenê zarokatiya xwe de êşên pir mezin dijî. Du birayê wî yên mezin ku li ser sînorê Bakur û Başur qaçaxvaniyê dikin ji aliyê wampîrekî ve, ango leşkerên Seddam Huseyn ve tên kuştin.
Ji ber vê bûyera biêş berpirsiyariya malbatê dikeve li ser milên wî yên biçuk. Lê wî di jiyana xwe de tim bi dilekî mezin têkoşîn kir. Ji bo aboriya malbatê, ji Cûdî komir dibir navçeya Sîlopiyê difirot û debara malê bi wî rengî dikir. Zîrekbûna wî, fêm û feraseta wî bala şêniyên gund dikşand. Lê di xeyalênAdil de tim xwe giyandina lûtkeyên Cudiyê Mirada hebû.
Rêhevalê Adil, hê di temenekê biçûk de bala gerîlayên ku tên gund û diçin jî dikşîne û gerîlayên têkoşîna azadiya gelê Kurd bi zagona leşkerî ve wî di sala 1987`an de tevlî nava refên gerîla dikin. Lê min ev yek ti carî hezm nekir min digot; PKK ne ji bo kuştina gelê Kurd ji bo jiyandina gelê Kurd têkoşîn dike. Dema ez çûm çalakiyê min nehişt heval destê xwe bidin zarokan û min wan parast, lê dema piştî çalakiyê em zivirîn noqtê, Zekî ez bêçek û rext kirim û fermana îdamê da min. Haya min jî ji ti agahiyan nebû, lê dewleta Tirkan qenal TRT 1 di nûçeyên xwe de gotibûn `terorîstên nebikêr, nikarin çend zarokan bikujin`. Li ser vê nûçeyê Zekî jî tehrîk bû û min bêçek û rext kir. Lê baweriya min jî tim bi edeleta partiye hebû. Ji ber ku min biryareke rast dabû û pêkanî bû”.
Fermandar Adil dema behsa bîranînên xwe dikir kûr û dûr diçû, keserên kûr dikişand û digot “heval, min pir êşên mezin kişandin. Lê tiştê ku min li ser linga dihêle, tolhildana şehîdan û gelê min e”.
Dema mirov li fermandarê efsunî hevalê Adil mêze dikir, mirov êşên ku kişandiye û vê yekê çawa kesayetek pola afirandiye didît.
Ew tim di zor û zehmetiya de li pêş bû. Digot “hezkirin çalakbûyîne”. Fermandarê eyaletê bû, lê tim diçûkeşfê, peywirên erzaq anînê, nobet digirt, ji hevalan re bo xwarin çêbike li mitfaxê, ji bo nan bipijîne li ber sêlê, di çalakiyan de tim di êrîşê debû. Ango jidervî çend saetên xewê hevalê Adil vala dîtin nepêkan bû. Bi vê terzê xwe, hevalên derûdora xwe perwerde dikir. Bi sekna xwe ji pêdiviyên demê re dibû bersiv. Enerjiya hevalê Adil, hezkirina wî ya ji welat, gel û têkoşîna azadiyê re bû. Enerjiya hevalê Adil,bi ked û fedekarî, bi coş û moral, bi terz-taktîk, tempo-şêwaz û dewlemendiya îradeya kesayet li ber çavan radixist.
Tiştê ku herî zêde fermandar Adil dixist tengasiyê, rewşa Rêber Apo bû, rewşa Rêber Apo êşek bêsînor dida wî. Û ev yek tim dianî ziman “heta Rêber Apo azad nebe jiyîn ji min re herame”. Hevaltiya wî tim rast û durust bû, ji ber ku êşên hevalên kêleka xwe tim hîs dikir. Ji bo hevaltiyê biparêze bi dehan caran ligel me xwe dixist xeteriyê.
Civakbûyîn di kesayeta hevalê Adil de tim bi vê rengî dihat jiyîn. Ew gulekî ku birînên dijwar dipêça bû. Ew dilek bû ku ji bo hevaltiyê diavêt. Dema hevalek li Dêrsimê şehîd biketa nediaxifî, ne xwarin dixwar û nejî jiyan asayî dipejirand. Lê dema diçu liser gir û çeperên dijmin, bi afirîneriyeke pir hostayî derbe li dijmin dixist û vedigeriya, bêhna wî derdiket û dikaribû nefes bistenda.
Dema fermandar Adil tê gotin, pêwîste destpêkê evîna wî ya terz, qûral û pîvanên gerîlatî bê bîra şopdarên wî. Ji ber ku gerîlatî ji bo heqîqetê serhildane, serhildêriye. Ew fermandarekî ku welatê xwe dixwest ji zorbatiya dewleta rom rizgar bike. Ji ber ku sêhr-heybet û çavkaniya hêza gerîla, pîvan û quralên wîne. Ji ber vê sedemê, disiplîn di cewherê xwe de tim zindî dihişt. Şer qada xeteriyê û rîskêye, şer bi xwe duelo ye,bibiryarbûyîn bibû taybetmendiya kesayeta wî. Bi biryardayînekî pir xurt bi zeka û hestên pir mezin, di qada xeterî û rêskê de li hemberê neyarê hov, disekinî, şer dikir û hevalan dida şerkirin. Bi wêrekiyek pir mezin tevlî çalakiyan dibû û encam digirt.
Fermandar Adil bênavber 21 sal, bitaybet jî li çiyayên Botanê û li gelek deverên cuda fermandartiya gerîla bi serkeftî meşand. Dixwazim çîroka meşa wî ya azadiyê ya bi îstîkrar kurt be jî parve bikim.
Afirênerî, her tim beravajî dijmin xwe rêxistin kirin, hunerên wî yên hest-aqil û milîtanek bawermed; li hemberî zor û zehmetiyan hewldanên çavkaniya wî ya fikir, îrade, xwînsariya wî ya dinav mirinê de jî, rast fikirandin û tevgerkirin. Hestewariya wî ya lewaztiya dijmin ditîn û çûyîna ser hedef û hedef xistin, îrade dijmin şkandin. Hişyarbûn, jîrbûn û bawerîdayîna hêza xwe,ev taybetmendiyên wî di şer de tim li pêş bûn.
Fermandar Adil divan 21salan de di gelek çalakiyan de, di êrîşê de, di parastinê de, di koordînê de, di kemînan de di sergirtinên dijmin de rol û misyon girt û bi serkeftî têkoşîn kir. Di sala 2006’an de Rêber Apo got; “milîtanên bimin ve girêdayî bila biçin Bakur”.Fermandar Adil jî di vê salê de derbasî çiyayê Gabarê, warê fermandar Egîd bû. Di vê salê de bi dehan çalakiyên serkeftî pêşxist, ji ber ku pêşengtiya Gabarê û di dîroka şerê PKK’ê de Gabar xwedî cihekî stratejik bû.Vê jî dida nimandin ku dê sala 2007’an pir dijwar derbaz bibûya.
Nîjadperestiya netew dewleta Tirk û hevparên wî yên dewletên kapîtalîst û emperyalist, Emerîka, Îngilîz û Îsraîl bi hev re qomploya navnetewî dixwestin di sala 2007’an de kûr bikin û bimeşînin.Li girava Îmraliyê jehrîkirina Rêber Apo, di giyana fermandar Adil û gerîlayên wî yên Gabarê de înfîalek afirand.
Artêşa Tirk bi hêza xwe ya deh hezaran ve operesyoneke pir berfireh li Gabarê da despêkirin. Armanca operesyonê, rola Gabarê ya pêşengtiya stratejik bişkîne bû. Li her deverê Gabarê şer-pevçûn û şewat bû. Ew rewş di adarê de destpêkir heta dawiyameha gulanê berdewam kir.
Li aliyekî êrîşên dewleta tirk û dostên wî yên kapîtalîst, li aliyê din jî komekê biçûk û dinava bêderfetiyan de di pêşengtiya hevalêAdil de gerîlayên Kurd.Di vê pêvajoyê de gerîlayên Kurd berxwedaneke dîrokî nişan dan ûbi dehan caran derbeyên pir giran li dijmin xistin. Birçîbûn, tazîbûn, bêcebilxane bûyînhebû, lê bes bawerî û îradeya wan mîna taybetmediyên xwezaya çiyayên Botanê bû.
Li hember ewqasî êrîşên firokeyên şer, kobrayan, hawan, obîsan û sîlehên ferdî yên dijmin, gerîlayên Gabarê bi vîna xwe ya tazî li berxwedidan. Fermandar Adil di civînekê de jî ji bo dengê çekên dijmin bi henekî digot: “dengê van çekên dijmin nebe xewa me nayê” bi vî awayî hevalên ligel xwe motîveyî şer dikir.
Şer karekî kolektif e. Lê şerê ku di Gabarê hate meşandin de di asta rêveberiyê de bi tenê hevalê Gelhat ji hevalê Adil re dibû alîkar. Mirov dikare bibêje ku yek sedemek şahadeta wî jî tenê mayîna wî bû. Lê ruxmî tenê mayîna wî jî, tim bi coş, moral û dilnizim bû. Tiştê ku jiyanbikira her tim bi hevalan re parve dikir. Kêliyeke vala ti carî ji xwe re nedipejirand. Jiyana wî bi xwe perwerde bû. Derdora xwe tim perwerde dikir. Mirov dikare bibêje di kesayeta xwe de rêxistin dida jiyan kirin. Fermandar Adil bi tenê ji tiştekî re tehemûl nedikir, ew jî têkçûyîn bû. Bertekên wî yên li hember têkçûyînê, kesayeteke serkeftî di rastiya wî de ava kir.
Dîsa mirov bixwaze hevalê Adil nasbike, kîna wî ya ku ji serhildana Agirî mabû ku Îhsan Nûrî Paşa digot: “Agirî agir dibarîne” kîn û hêrsa wî, mîna volqanên çiyayê Agirî bû. Belê em werin dîsa pêvajoya Gabarê, vê pêvajoyê tenê mirov dikare bi romanekê şîrove bike. Lê kurt be jî em li ser vê pêvajoyê rawestin.
Di şahadeta hevalê Adil û hevalên din de, zanist û teknolojiya dewletên kapîtalîst rolekê sereke leyîstin.Dewleta Tirk ji dewleta Îsraîlê heron kîrîbûn. Heron wê demê nûbû û gerîlayên PKK’ê ev teknîka hîna zêde nasnedikirin. Lê çalakiyên fermandar Adil, mîna çalakiya çiyayê Bizina TRT Gabar, çalakiya kuştina serheng û serdarêntirkan hwd. dijmin felç kiribû. Vîna dijmin şkestîbû û tenê di destê wî de heronên Îsraîlê mabû.
Wext mîna rûbarekî har demsal ber bi zivistanê dibir, pirsgirêka erzaq pir cidî bû, jixwe berxwedana heyî bi zikê birçî hatîbû meşandin. Dijmin rastiya Gabarê baş dizanîbû û tim li derdora Gabarê kemîn diavêt.
Fermandar Adil li pelên darên weşiya mêze dikir û xemgîn dibû; “ax me ev zivistan jî derbas bikira, bi biharê ve emê bikevin bajarên derdorên Gabarê û ji dijmin paqij bikin”.
Quwetên biryargeha Gabarê ji bo peywirek erzaq xwe dabûn noqteyek ne guncav. Heronan 24 saetan nêçîra gerîla dixwest bikira. Bi dehan caran serdegirtinê noqteyan ên dijmin bi teknîkê çêbibûn.
Saet 3.30`î şevê balafirên şer li noqteya biryargeha Gabarê dan. Heval dîsa difikirin ku ew serdegirtin jî mîna ewên dîtir ê bi teknîkê were kirin. Îxtîmal nadin ku di bin êrîşa hewayî de leşker jî were, leşkerên Tirk derdora şikefta fermandar Adil wan girtîbûn. Saet neh û nîvê sibê, hevalê Adil serbazekî Tirkan dikuje û şer destpê dike.
Di vî şerî de hevalê Adil ji dilê xwe birîndar dibe. Heval bi kefiyekî rûyê wî digrin û dibêjin ji xwe şehîd ketiye, lê tam di wê kêlîkê de fermandar Adil ji nişkave radibe û dibeze, bi dirûşmên “şehîd namirin, bijî Serok APO”, dibe mîna alekî û dibeze. Ji bo cenazê wî nekeve destê dijmin dibeze, dibeze ji ber ku ew ji hemû zor û zehmetiyên şoreşê re beziya bû.Dibeze ji ber ku ew mîna çiyayên Botanê tim serhildêr bû.
Belê, ev nivîs nabe ku kêliyeke jiyana fermandar Adil îfade bike, berî kutevli nav karwanên nemiran bibe pişta xwe dabû darekê û awirên wî yên hişk û wêrek li ser dijmin bû, kulma wî şidayî bû.
Her kêliyeke bi te re şanaziya jiyana me ya herî mezin bû. Em ê te ti carî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.
Îskan AMED
- Ayrıntılar