Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7’ê Kanûnê de li navçeya Şirnexê Silpiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 4 hezar leşkerê ji Bêspin, navenda Şirnexê û ji tabûra tankan li dijî Cûdiyê operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Dia meha mijdarê de artêşa dagirker a tirk bi erîşên hewayî xwest li dijî gerîla yê me encamê bi dest bixîne. Beramberî vê gerîla yê me jî dia asta pêwîst de bersiv daye êrîşên artêşa dagirker a tirk û propagandayê paş de xistina gerîla vala derxistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Gelê Kurd û Kurdistanê di rûpelê dîroka tarî de hatibû veşartin, bibû mijara bazar û peymanan, ji bo ku hişyar nebe, her cure mêtingerî, komkujî û bi tunekirinê re rû bi rû maye, di 33’ê mîn sala xwe de berxwedana bêhempa nîşandaye, ji bo vê hemû fedakarî nîşandaye û ev dîroka neyarên xwe şaş û maş kiriye bi Tevgera PKK’ê jiyan kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li dijî Geliyê Tiyarê yê di çapemeniya tirkan de derbas dibe, ji 20’ê Cotmehê û vir ve bombebaraneke dijwar tê kirin û herweha cîh cîhan pevçûn diqewimin. Ji ber êrîşên hewayî yên zê de û sernuxumandina teknîkê bi hin yekîneyên me li vê herêmê re têkiliyê me nîn in.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 19’ê Cotmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Colemergê Çelê di dijî 18 hedefên dijminên dagirker ji aliyê gerîla yê me ve harekateke hevwext hatiye lidarxistin. Beriya niha di encama êrîşên hewayî de Endama meclîsa HPG’ê Şehîd Çîçek Botan ku şehîd ketibû, çalakiya ji bo bîranîna wê hatiye lidarxistin de ji 100’î zêdetir leşkerê dijmin hatiye hingaftin, bi dehan leşkerê dijmin bêbandor maye, gelek alavên leşkerî û teknîkî hatiye hingaftin û gelek çek jî ji aliyê gerîla ye me ve hatiye desteserkirin.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Abîdeyên leheng ên operasyona tevgera şoreşger a Şehîd Çîçek
Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa tirk a li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê encameke cidî nagire, bi serxweçûyînê tevdigere û rê li her cûre leystokên qirêş ên di tu huquqên şer de cîh nagre dide û operasyonên xwe berdewam dike.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Li dijî planên qirêj wê bi tekoşîna aktîf a gerîla bersiv bê dayîn
