Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21'ê Adarê de li navçeya Şirnex Silopiyê li dijî herêma Cûdiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyoneke êrîşê hate lidarxistin. Ji ber şert û mercên avhewayê û ji ber sedemên ewlekariyê em bi rêhevalê xwe yê li Cûdiyê re neketine têkiliyê. Me hîn berfirehiyê bûyerê bi giştî zelal nekiribe jî agahiyên gihîştiye destê me em bi raya giştî re parve dikin.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Di derbarê şehadetên di navbera 21-24'ê Adarê qewimî de
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 4'ê Adarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Dola Kokê ya bi ser Qendîlê ve aşût ketiye û di encama vê de 8 hevalê me yê li ser kar bûn gihîştine şahadetê. Tevî xebatên rizgarkirinê yên ji yekîneyên ji cihên cûda hatin jî ji ber şert û mercên zivistanî yên giran me nekarî van hevalên xwe rizgar bikin.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Di encama aşûtê de 8 rêhevalên me gihîştiye şahadetê.
Ji Gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk re!
Konseya HPG'ê bi beşdarbûna berfireh civîna xwe ya asayî lidarxistiye. Di civîna me de pêşketin û geşedanên li cîhan û herêmê û bandora wan li ser gelê me û tekoşîna azadiya gelê me hatiye nirxandin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 23'ê Sibatê êvarî li navçeya Şirnex Qilabanê li Gundê Sêgirkê, kontrayê bi nasnav Çeqel ê bi nav Sadiq Ûnat ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Ev kontra bi salane di nav hêzên taybet ên dijmin de bi awayekî aktîf cîh digre û di şahadeta bi dehan gerîla yê me de rol lîstiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 13'ê Sibatê de li Şirnexê li dijî herêma Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek bi armanca tunekirinê hatiye lidarxistin. Di vê operasyonê de gerîlayê me berxwedaneke bi ruhê APOyî nîşandane. Hevala Mahabad jî berxwedana xwe bilind kiriye û ji bo azadiyê gelê Kurd canê xwe daye û cihê xwe di nava şehîdên berxwedana destanî ya Bestayê girtiye.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Rêheval Mahabat biryardariya me ya herî bi hêz a di riya heqîqetê de ye
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 13'ê Sibatê de li Şirnexê li dijî herêma Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi armanca tunekirinê operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîla yê me yê li operasyonê zû hayil bûne û di navbera leşkerê dijmin de di navbera herêmên Mêrgûmar û Geliyê Hêzil ê bi ser Bestayê ye pevçûnên dijwar ên du rojan berdewam kiriye qewimiye.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Berxwedana Besta, di sala 2012'an de xeta cangorî ya APOyî ye
