HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em ewladên qehreman ên gelê Kurd Abbas Heftanîn, Axîn Baksî, Demhat Maxmurî, Sîpan Bêwar û Zinar Bahoz ên ku di têkoşîna sala 2018’an de li dijî êrîşên dijmin bi ruhekî fedaî şer kirin û gihiştin şehadetê, bi hezkirin û hurmetî bibîr tînin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Hevrêyên me Abbas, Axîn, Demhat, Sîpan û Zinar di demeke ku dewleta Tirk hewl dida Tevgera me tasfiye bike û li ser gelê me operasyonên qirkirinê pêk dianî de, peywirek dîrokî girtin ser milên xwe. Hevrêyên me yên ku bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî tevgeriyan, li hemberî her peywira ku Tevgera me daye pêşiya wan bi rengekî cidî û xurt nêz nêzbûne û berpirsyariyên xwe bi cih anîne. Ji bo biserketina armanca Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bêdudilî bi rengekî çalak tevlî bûn. Bi fedakarî û tevkariyên mezin ên ku ji bo pêkanîna felsefeya azadiyê nîşan dan, di dîroka me ya têkoşînê de şopên kûr hiştin. Hevrêyên me dizanin ku serketin tenê bi israrkirina di şêwaza têkoşînê ya Apoyî de dikare were bidestxistin û li ser vê bingehê bi pratîkên xwe bûn delîla herî mezin a vê yekê. Hevrêyên me yên ku êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin sedema mezinkirina têkoşînê, di xeta fedaîbûnê de têkoşîn meşandin. Têkoşîna fedakar û helwesta bi biryar a hevrêyên me wê her tim rêya me ronî bike.

Li ser vê bingehê, em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman Abbas, Axîn, Demhat, Sîpan û Zinar û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku armanca şehîdan bigihînin serktinê.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:


Nasnav: Abbas Heftanîn
Nav û paşnav: Cîhan Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Kudret- Hûseyîn
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Tebaxa 2018 / Zap

Abbas Heftanîn – Cîhan Yîgît


Nasnav: Axîn Baksî
Nav û paşnav: Evîn Baksî
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayik û bav: Zuriye- Salîm
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Tebaxa 2018 / Zap

Axîn Baksî – Evîn Baksî


Nasnav: Demhat Maxmurî
Nav û paşnav: Ferman Turgut
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Xursî- Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Adara 2018 / Xakurkê

Demhat Maxmurî – Ferman Turgut


Nasnav: Sîpan Bêwar
Nav û paşnav: Ozgur Aydemîr
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dayik û bav: Ayşe- Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Cotmeha 2018 / Mûş

Sîpan Bêwar – Ozgur Aydemîr


Nasnav: Zinar Bahoz
Nav û paşnav: Omer Turk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Songul-Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Nîsana 2018 / Avaşîn

Zinar Bahoz – Omer Turk

Abbas Heftanîn – Cîhan Yîgît - Hevrêyê me Abbas li Gundê Elemûn ê girêdayî Qilebana Şirnexê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Ji ber ku malbata wî bi awayê herî xwezayî girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî bû, hevrêyê me Abbas jî girêdayî cewherên xwe mezin dibe. Hevrêyê me yê ku demeke kurt diçe dibistanên dewleta Tirk û ji ber vê yekê zêde ji polîtîkayên dewleta Tirk ên bişaftin û qirkirinê zêde bandor nabe. Karî ziman û çanda xwe biparêze. Hevrêyê me Abbas ê ku li gund li cem malbata xwe dijî, zêdetir di karên gund de alîkariya malbata xwe dike. Hevrêyê me yê ku xwedî kesayeteke jêhatî, çalak û fedakar e, ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin. Ji ber ku ji xizmên nêz ên hevrêyê me ji bo nava refên gerîlayan tevlîbûn hene, tevlîbûna kurmamê wî û hevrêyê me Salîh- Abbas Yîgît û şehadeta wî ya 27’ê Mijdara 1990’an a li Elemûnê û çalakbûna zêde ya gerîlayan a li herêma lê dijî dibin sedem ku hevrêyê me Tevgera Azadiyê ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me bi taybetî jî ji nêzîkatiyên gerîlayên ku dema kolbertî dikir li wan rast tê gelekî bandor dibe û ji bo naskirina têkoşîna me dikeve nava lêgerînên zêdetir. Hevrêyê me Abbas weke her zarokekî Kurd ê li Kurdistanê dijî rastiya dijmin bi xwe dibîne û nas dike û hem li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelême hem jîli dijî êrîşên li ser gerîlayên ku ji bo azadiya gelê me têdikoşin li cem hêrseke mezin peyda dibe. Her wiha li dijî pergala notirvaniyê ya dijmin girêdayî polîtîkaya ku Kurdan  bi destê Kurdan bide kuştin bi deh salan sepandiye jî li cem hêrseke mezin peyda dibe. Hevrêyê me Abbas ê ku digihîje wê baweriyê ku tekane tişta ku li hemberî dagirkeriya ku ji gelê me re mafê jiyînê nas nake, li gel komkujiyan dixwaze wî tune bike û weke xençerekê dikeve dilê welatê me Kurdistanê têkoşîna li hemberî wî ye û dizanî ku ev yek bes bi tevlîbûna nava refên gerîlayan pêkan e. Hevrêyê me girêdayî vê yekê lêgerînên xwe zêdetir dike û di encama nîqaşên li gel gerîlayên ku nas dike, biryardariyariya pêk tîne û di sala 2011’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Hevrêyê me Abbas ê ku ne biyaniyê çiyayan e,li gel perwerdeyên digire di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe. Hevrêyê di demeke kurt de bandora çiyayan a azadkirinê hîs dike û berxteweriya her nefeseke azad bi têr û tije dijî. Hevrêyê me yê ku bi rêya dersên îdeolojîk ên distîne rastî û dîroka gelê me û têkoşîna me fêr dibe û di demeke kurt de fêm dike ku yên di dersan de tên gotin di rastiyê de rastiyên wî bi xwe ne. Hevrêyê me ji ber vê yekê li ser kesayeta xwe kûrbûneke mezin dide destpêkirin û taybetmendiyên xwe yên ku wê li pêşiya têkoşîna wî bibin asteng tespît dike û hewla derbaskirina wan nîşan dide. Hevrêyê me Abbas pê dihese ku mezintirîn têkoşîn, têkoşîna mirovî ya li gel xwe bi xwe ye û bi qasî ku felsefeya Rêbertî nas dike û di kesayeta xwe de taybetmendiyên milîtaniya Apoyî pêş dixe dibîne ku li gel rastiya têkoşîna me zêdetir dibe yek. Hevrêyê me yê ku bi vî awayî cewhera xwe bi dest dixe, bi awayekî çalaktir û bêyî hesab tevlî jiyanê dibe. Sala 2011’an a tevlîbûna hevrêyê me ya ji bo nava refên gerîlayan ji ber ku serdemeke dijwar a Şerê Gel ê Şoreşgerî ye hevrêyê me Abbas dixwaze di kurttirîn demê de li rex hevrêyên xwe yên li eniyên şer li ber xwe didin cih bigire û ji bo vê yekê girîngiyeke mezin dide perwerdeyên leşkerî. Hevrêyê me yê ku hemû hûrgiliyên hunera şerê gerîlayan fêr dibe û dixwaze bibe  gerîlayekî xwedan tecrûbe, ji ber vê hewla xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me ê ku xwedan kesayeteke durist, sade û muteazî ye, qîmeteke mezin dide hevrêtiyê û ji hemû hevrêyên xwe yên li gel wan têdikoşe re dibe mînak.

Hevrêyê me Abbas êku pîştî perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike, derbasî herêma Heftanîn a lê gerîlayan nas dike, dibe û li vir demeke kurt dimîne. Hevrêyê me yê ku di dema mayîna kurt a li herêma Heftanînê de tecrûbeyên girîng bi dest dixe, ji bo pratîkkirina van tecrûbeyan dibe xwediyê israreke mezin. Hevrêyê me yê ku girêdayî vê yekê di sala 2012’an de derbasî Zagrosan dibe, di vê serdema ku Şerê Gel ê Şoreşgerî dijwar e û derbên herî giran li dijmin tên xistin de ji ber derbasbûna li Zagrosan gelekî bextewer dibe. Hevrêyê me Abbas bi awayekî çalak beşdarî gelek çalakiyan dibe û zanî hêrs û kîna di dilê xwe de ya bi salan li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê. Hevrêyê me yê ku li gel cesaret, fedekarî û meşa xwe ya bêyî teredut a bi ser dijmin de dibe milîtanekî Apoyî yê pêşeng, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekîtê hezkirin û jêre rêz tê girtin.  Hevrêyê me Abbas derfeta naskirina ji fermandarên efsanevî yên gerîlayan Şehîd Reşîd Serdar û Şehîd Rojîn Gewda bi dest dixe, ji tecrûbeyên şer ên van fermandarên me yên hêja sûd werdigire û pêşxistina xwe didomîne.

Hevrêyê me Abbas ê piştî ku erka xwe ya li Zagrosan bi awayekî serkeftî temam dike li qadên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna xwe didomîne, di gelek xebatên cuda de cih digire. Hevrêyê me Abbas, ji çalakiyên ku têde cih digire dersên girîng distîne û digihîje wê baweriyê ku serkeftin wê bes bi şoreşgertiya profesyonel were bidestxistin. Hevrêyê me gihîşt wê fikrê ku ev yek jî wê bes li gel gerîlatiya di warê îdeolojîk û leşkerî de xwe pêş xistiye, pêkan be. Girêdayî vê yekê hevrêyê me beşdarî perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî dibe û hem derfeta standina dersê ya ji pratîkên xwe hem jî derfeta kûrbûna li ser terz û taktîkên gerîlayan bi dest dixe. Hevrêyê me Abbas ê ku bi dilxwaziyeke mezin beşdarî perwerdeyan dibe, xwe digihîne asta îdîa û biryardariyeke mezintir û dubare berê xwe dide Zagrosan. Hevrêyê me Abbas ê ku dixwaze li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ji sala 2015’an û pê ve ên li ser qadên gerîla û gelê me bi taybetî jî ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatiya serkeftinê bixe meriyetê û nehêle dijmin wan êrîşan li gel konsepteke nû bi rê ve bibe, bi cesareteke mezin bi ser dijmin de diçe. Hevrêyê me yê ku bi taybetî jî ji operasyonên şoreşgerî yên li gel sala 2016’an dest pê kirine pêşengtiyê dike, ji Zagrosan bersivê dide ruhê fedayî yê li metropolên Tirkiyeyê pêş dikeve.Hevrêyê me Abbas ê ku dibe şahidê şehadeta gelek hevrêyên xwe yên li gel wan têdikoşe, her şehadetekê dike egera meşandina têkoşîna zêdetir. Hevrêyê me yê ku bi vî awayî tempoya xwe ya têkoşînê zêde dike û dikeve nava lêgerîna derxistina dijmin, hemû erk û berpirsiyariyên digire ser milên xwe bi awayekî serkeftî bi cih tîne.

Hevrêyê me Abbas ê ku di kesayeta xwe de bi awayekî serrkeftî nûnertiya sekna gelê me Botanê ya berxwedêr û ji heqîqetê tawîzê nade, dike, di 29’ê Tîrmeha 2018’an de  li herêma Cîloyê di encama êrîşeke dijmin de li gel hevrêyên xwe yên li cem wan tevlî karwanê şehîdan dibe. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê teqez xeyala hevrêyê xwe Abbas a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Axîn Baksî – Evîn Baksî - Hevrêya me Axîn, mîna endamek malbata Baksî ku bi welatparêziya xwe tên nasîn li Êlihê ji dayik bû. Ev malbata hêja ku tevkariyên mezin li têkoşîna azadiyê kirine û nirxên mezin bi gelê Kurd dane qezenckirin, her tim berpirsiyariya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin bi cih aniye. Mamê hevrêya me Axîn Mahmut Baksî, ji ber xebatên xwe yên sosyalîst û welatparêz û zextên dewleta Tirk neçar ma koçî Ewropayê bike. Li Ewropayê jî peywirên xwe yên welatparêziyê bi taybetî di aliyê helwesta xwe ya rewşenbîrî de tevkariyên mezin di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de kir. Tevî nexweşiya giran jî, heta dawiya jiyana xwe dilsozê doza gelê xwe ma. Meta hevrêya me Necla Baksî jî, tevlî rêxistineke din bû û bi welatparêziyeke rast û bi biryar têkoşîn kir. Necla Baksî di 12’yê Kanûna 1980’an de li Qamişloyê tevî hevrêyên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û şehîd bû. Meta hevrêya me ya din, Dr. Cîhan-Lamia Baksî, piştî ku xwendina xwe ya bijîşkî qedand, ji Ewropayê tevlî refên têkoşînê bû. Pêşî li Qada Rêbertiyê ma û dû re derbasî welat bû û gerîlatî kir. Wekî ku Rêberê me diyar kiriye, Doktor Cîhan ku bi kesayetiya xwe ya wêrek, ronakbîr û fedakar tê nasîn, di sala 1987’an de dema ku li dijî meylên çeteyan şer dikir gihîştiye şehadetê. Şehîd Doktor Cîhan wekî yek ji pêşengên gerîlatiya jinên azad û yek ji yekem kadroyên jin ên ronakbîr ku ji Ewropayê tevlî bûye, di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe yê bi rûmet girtiye.

Hevre Axîn ji malbateke wiha welatparêz ku berdêl dane dihat. Piştî 12 salan li dibistanên Tirkiyeyê xwend, dev ji dibistanê bi giştî berda. Bi hişmendiya azadiyê ku ji malbata xwe mîras girtibû, tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû û ket nav têkoşîna azadiya gelê me. Bi demê re, wê têgihîştineke kûrtir derbarê tevgera me de bi dest xist û tempoya xwe ya têkoşînê xurttir kir. Ji bo gelek ciwanan pêşengiya naskirina têkoşînê û tevlîbûna nava refên gerîla kir. Hevrêya me Axîn ku felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinê ji nêz ve nas dike û gelek jê bandor dibe, weke jinek ronakbîr her ku di felsefeya azadiyê ya Apoyî de kûr dibe, ewqas xwe nêzî azadiyê dibîne. Hevrê Axîn, bawer dikir ku heta bi temamî ji pergala kapîtalîst qut nebe, ew nikare azadî bi dest bixe. Li ser vê bingehê gihişt wê encamê tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla ev yek pêkan e. Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirk a li dijî gelê me li Rojava û girtina bavê wê biryardariya hevrêya me hîn xurttir kir. Li ser van hemû bingehan, wê di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Axîn, li herêma Garê ji ber biryardarî û xwesteka xwe zû hînê jiyana gerîla û çiyê bû. Bi perwerdehiyên wergirtî re, dîroka Kurdistanê û têkoşîna me bêhtir nas kir û polîtîkayên asîmlasyon û qirkirinê ya dewleta dagirker a li ser gelê me bêhtir fêm kir. Li ser bandora polîtîkayên qirkirinê lêhûrbû û xwe di pîvanên azadiyê de pêş xist. Hevrê Axîn, ku girîngiyek mezin dida têgihîştina têkoşîna azadiya jinan, hewl da ku hişmendiya jina azad a ku ji hêla şehîdên me yên qehreman ve hatî pêşxistin, bi jiyanî bike. Hevrêya me Axîn, li ser vê bingehê tevlî bû, fedekarî kir û hurmeta hemû hevrêyên xwe bidest xist. Hevrê Axîn girîngiyek mezin da perwerdehiya leşkerî û ji bo di jiyana gerîla de jêhatîbûna xwe pêş bixe hewldanek mezin raber kir û berpirsiyariya parastina gelê xwe wekî peywira xwe yê herî bingehîn dît. Di demek kurt de, hînê gelek taktîkên gerîla bû, baweriya xwe bi xwe zêde bû û ev yek kir bingeha têkoşîneke xurtir. Hevrê Axîn, ku di tevahiya perwerdehiya xwe de bi karekterê xwe yê kedkar û bi biryar helwestek mînak nîşan da, israr kir ku derbasî Herêma Zagrosê ku meta wê şehîd Dr. Cîhan Lamia Baksî jî li wir têkoşîn meşand, bibe.

Pêşniyara hevrê Axîn, ji aliyê hevrêyên wê hat qebûlkirin û li ser vê bingehê derbasî herêma Zagrosê bû û dest bi pratîka xwe ya ewil a gerîlatiyê kir. Hevrêya me ji bo ku tiştên di perwerdehiyê de hîn bûye bi jiyanî bike ket nava hewldanek mezin. Fedekariya wê ya di jiyanê de bala hevrêyên wê kişand. Ji destpêkê ve bi tevlîbûn û sekna xwe bû gerîlayek YJA Starê ya mînak. Bi saya ezmûnên hevalên xwe, hevrê Axîn zû pêşket û di demek kurt de serketinên girîng bi dest xist. Di dema ku dewleta Tirk ji sala 2015'an ve êrîşên xwe yên li dijî gerîla û gelê me bi awayekî berfirehtir berdewam kir de, hevrê Axîn tevkariyeke bi biryar û bi azwerî li vê pêvajoya giran kir. Bi taybetî di sala 2016'an de di dema şer de, tevlî pêngavên şoreşgerî yên li Zagrosê bû û hemû peywir û berpirsyariyan bi cih anî. Hevrê Axîn, weke milîtanek jin di ferqa rola xwe ya pêşengiyê de bû û di qadên şer de bersiva herî xurt dida. Hevrêya me bi vê tevlîbûnê hem li qada şer û hem jî di jiyanê de, hêz da hevalên xwe û pêşengiya wan kir. Hevrê Axîn, ku tevlî gelek çalakî û operasyonên şoreşgerî yên li dijî dewleta Tirk a dagirker bû, hêrsa salan  veguherand têkoşînê û bi vî rengî serbilindiya bidestxistina yek ji armancên xwe yên herî mezin hîs kir.

Hevrêya me Axîn ku xwedî kesayetiyeke pir durist, jidil, wêrek û fedekar e, berdêl û keda malbata xwe ya ji bo têkoşîna Kurdistanê bi kesayeta xwe temsîl kir. Hevrê Axîn, ku di 29’ê Tebaxa 2018’an de li herêma Şûkê ya Cîlo tevî hevrêyên xwe di êrîşa dijmin de şehîd bû, dê wekî ronahiyek bêdawî ya têkoşînê di nav me de bijî. Wek hevrêyên wê, em soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê hevrê Axîn de armanca Kurdistaneke azad, armanca hemû şehîdên xwe, pêk bînin. Em sersaxiyên xwe yên dilsoz ji malbata rêzdar Baksî ku ewladên xwe Cîhan, Lamîa, Mahmut û Axîn Baksî fedayê doza azadiya gelê me kirin re dixwazin.

Demhat Maxmurî – Ferman Turgut - Hevrêyê me Demhat di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Mamxuran de li Colemêrgê hate dinê. Ji ber ku malbata wî girêdayî çanda Kurdî, exlaq û kevneşopiyên xwe bû, hevrêyê me Demhat jî li gorî cewherê xwe mezin bû. Dema salên 1990’î Tevgera Apoyî li herêmên Botan û Hekariyê bi bandor bû, hevrêyê me Demhat têkoşîna me nas kir. Ji temenê biçûk û şûnde li hemberî gerîla sempatî hîs kir û tevlîbûna nava refên gerîla kir xeyala xwe ya herî mezin. Hevrêyê me weke berteka li dijî Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an li dijî Rêbertiya me pêk hat, tevlî nava refên têkoşînê bû. Destpêkê di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Hevrêyê me bi van xebatan re derfet dît ku rastiya me ya têkoşînê hîn ji nêztir nas bike. Ji bo xwe di warê îdeolojîk de pêş bixe, xebitî. Hevrêyê me bawer kir ku eger têkoşînek bi zanebûn were meşandin, hingê wê bi ser bikeve. Di vî warî de hewldaneke mezin raber kir. Ji ber ku ji derdora wî ya nêz tevlîbûna nava refên gerîla hebû û zext, tundî, êşkence û komkujiyên dewleta Tirk li dijî gelê me zêde bûn, biryar da ku têkoşîna xwe mezin bike. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Demhat bi gerîla re ket nava peywendiyê û xebatên milîstiyê jî li xebatên xwe yên ciwanan ên li bajêr zêde kir. Bi vî rengî hem ji bo avakirina binesaziya gerîla hem jî ji bo tevlîbûnên nava refên şoreşê, bû xwedî roleke stratejîk. Hevrêyê me Demhat di xebatên xwe de bi disiplîn, xebatkarî û serketinên xwe derket pêş. Bala dijmin kişand. Her çendî ku di xebatên xwe de girîngî bide veşartîbûn û ewlehiyê jî, sala 2008’an dîl kete destê dijmin.

Hevrêyê me Demhat 5 salan weke girtiyê azadiyê li zindanên dijmin ma. Sekna xwe ya rêxistinî li vir domand. Girêdayî kevneşopiya berxwedana zindanê ya bi pêşengiya kadroyên rêber a Tevgera Apoyî Mazlum Dogan, Çaran, Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek hatî pêşxistin, ma û têkoşîna xwe li vê qadê jî domand. Zindan weke akademî nirxand û hewl da ku xwe di warê îdeolojîk de pêş bixe. Di vî warî de derfetên xwe bi rengekî herî baş nirxand û di kesayeta xwe veguhertinên girîng afirand. Hevrêyê me Demhat dizanî ku dijmin zindan weke cihekî tasfiye û marjînalkirinê çêkiriye û li dijî vê yekê xwe di warê manewî de her tim zindî hişt. Bi hêza ku ji Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd wergirtî, wate da rewşa xwe ya girtîbûnê û ev yek kir zemînê derketinên hîn mezintir û hîn zêdetir pêşxistina têkoşînê. Hevrêyê me Demhat piştî ji zindanê derket lêhêrbûnên xwe xiste pratîkê û qasî salekê di xebatên civakî û siyasî de cih girt. Lê belê ji ber ku dijmin ji bo siyaseta legal jî destûr nade gelê me û timî bi zext û girtinê gef lê dixwe, biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên azad ên Kurdistanê bidomîne. Li ser vî bingehî hevrê Demhat sala 2014’an berê xwe da Zagrosan, tevlî nava refên gerîla bû û xeyala xwe ya bi salan pêk anî. Hevrêyê me Demhat piştî hate çiyayên Kurdistanê demek din jî di xebatên civakî de cih girt. Bi taybetî ji bo fêrbûn û pêşxistina zimanê Kurdî xebitî û lêhêrbûn kir. Ji bo perwerdeya rêxistina navendî bibîne, li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlum Dogan dest bi perwerdeyê kir. Tecrubeya xwe ya îdeolojîk û teorîk, li vir bi hevrêyên xwe re nîqaş kir. Hevrêyê me hem hevrêyên xwe pêş xist hem jî di xwe de guhertinên girîng afirand. Hevrêyê me Demhat di vê pêvajoyê de ket ferqa gelek pirsgirêkên têkoşîna me, xwe ji bo çareserkirina van pirsgirêkan weke erkdar dît. Lêhêrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û pêşniyar kirin. Bi taybetî dema êrîşên dijmin zêde bûn, eleqeya wî ya ji bo xebatên leşkerî hîn zêdetir bû. Hevrêyê me ji bo derbasî xebatên HPG’ê bibe, israr kir. Bi saya sekin û îdîaya wî ya mezin, pêşniyara wî hate qebulkirin. Hevrêyê me derbasî xebatên HPG’ê bû û têkoşîna xwe hîn mezintir kir.

Hevrêyê me Demhat di warê leşkerî de xwe kêm dît, ji bo vê kêmahiyê derbas bike, tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me li vir bi hevreyên xwe yên ciwan re perwerde dît. Ji ber dilnizmiya xwe û tevkariya xwe ya li perwerdeya hevrêyan, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Di vê pêvajoyê de bandorên nerênî yên ku dijmin li ser ciwanên Kurd çêkirî, hîn bêhtir derxist zanebûnê û ji bo hevrêyên wî formasyoneke îdeolojîk bi dest bixin, bû xwedî ked. Di heman demê de hevrêyê me perwerdekirina xwe jî îhmal nekir û girîngiyeke taybet da dersên leşkerî. Hevrêyê me di hunera şerê gerîla de xwe roj bi roj hîn zêdetir pêş xist, bi ked û hewldana xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrê Demhat piştî perwerdeya şervanên nû qedand li herêma Xakurkê dest bi xebatan kir, di nava xebatên girîng de cih girt. Hevrêyê me tempoya xwe ya têkoşînê her roja borî hîn bilindtir kir. Tevî hin nexweşiyên xwe yên kronîk ên ji dema zindanê, bi hezkirin û fedakarî tevlî her xebatê bû. Hevrêyê me mayîna li çiyayan weke destpêka vegera li cewherê xwe nirxand. Manewiyata ku hîs dikir bi hevrêyên xwe re parve kir û li rêwîtiya wan a heqîqetê jî tevkarî kir. Hevrêyê me li her derê perwerdekirina hevrêyên xwe weke wezîfe zanî. Hingî derfet dît, felsefeya Rêber Apo ji hevrêyên xwe re vegot û ev yek weke wezîfe zanî. Di demên ku êrîşên dijmin pir zêde bûn de, hevrê Demhat bi israr pêşniyar kir ku biçe qadên şer. Ji ber girîngiya xebatên wî, ev pêşniyar nehate qebûlkirin. Lê belê dilê wî her tim bi hevrêyên wî yên li eniyên şer re bû. Hevrêyê me ev yek di xebatên xwe de jî nîşan da, her tim tevlîbûneke bi moral û coş pêk anî û barê hevrêyên xwe sivik kir.

Hevrêyê me Demhat 22’yê Adara 2018’an li qada Geliyê Reş di êrîşa dijmin de bi komek hevrêyên xwe re şehîd dibe. Ew ê her tim bi hevrêtiya xwe ya xurt, dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re û ked û alîkariya ku di her kêliya jiyanê de dayî hevrêyên xwe, bê bîranîn. Weke hevrêyên wî em soz didin ku xeyala hevrê Demhat a Kurdistana azad teqez pêk bînin.

Sîpan Bêwar – Ozgur Aydemîr - Hevrêyê me Sîpan li navçeya Milazgir a Mûşê di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdîtiyê de hate dinê. Hevrêyê me Sîpan yekane zarokê kur ê malbatê ye, bi terbiye û çanda ku ji malbata xwe girtî mezin bû. Lewma hurmeta her kesê li derdora xwe qezenc kir. Hevrêyê me 8 salan li dibistanên dewleta Tirk xwend. Piştre dibistan terikand û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî.

Hevrêyê me Sîpan mîna her zarokê Kurd ê li Kurdistanê ji dayik dibe û mezin dibe, di ferqa rastiya dijmin de bû. Dema ji bo karkirinê çû metropolên Tirkiyeyê, ev rastî hîn zêdetir dît. Hevrêyê me dît ku dewleta Tirk gelê Tirk jî bi dijmintiya li hemberî Kurd jehrî dike û fikirî ku encex bi têkoşînê dikare ewrên reş ên li ser gelê me tune bike. Hevrêyê me ji biçûkatiya xwe ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, her tim li hemberî gerîla sempatiyeke mezin hîs kir. Gerîla di rêjeyeke mezin de êrîşên qirkirinê yên ku dijmin li ser gelê me didomîne, têk bir û hêviya azadiyê ya gelê me jinûve zindî kir. Vê yekê sempatiya hevrê Sîpan veguherand dilsoziyeke pir xurt. Her wiha mamê wî û xizmê wî yê nêz hevrê Azad – Memduh Aydemîr ku ji destpêka salên 2000’ê tevlî nava refên gerîla bû, sala 2012’an li Serhedê şehîd bû. Vê yekê bandoreke kûr li hevrê Sîpan kir. Hevrêyê me dizanî ku bersiva ji bo şehadetan mezinkirina têkoşîna şehîdan e. Di vî alî de hîn zêdetir dest bi lêhêrbûnê kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2012’an û şûnde li her çar aliyên Kurdistanê li ser gelê me û Tevgera me dest bi êrîşan kir û komkujî li ser gelê me da ferzkirin. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Sîpan bertekên mezin nîşan bide. Bi taybetî sala 2014’an dema êrîşên çeteyan bi alîkariya dewleta Tirk li ser Kobanê destpê kir, hevrê Sîpan hêrsa xwe veguherand biryardariyê. Hevrêyê me Sîpan derfet dît ku gerîlayên li derdora gundê xwe nas bike û lêhêrbûnên xwe bi van hevrêyên xwe re jî parve kir. Li ser vî bingehî di payîza sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Sîpan perwerdeya xwe ya ewilî ya di nava refên gerîla de li Bakurê Kurdistanê dît. Li vir ji nêzîkatiya hevrêyên xwe yên ku wî perwerde dikin, bandor bû. Keda hevrêyên xwe yên ku di warê jiyanî de ji bo gelek mijaran alîkarî dan wî û ew ji gerîlatiyê re amade kirin, ti carî ji bîr nekir û ji bo bibe layiqê wan ked da. Piştre hevrêyê me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya xwe ya ewilî ya di asta akademîk de li herêma Garê dît. Hevrê Sîpan bi perwerdeyên li vir dîtî re, têkoşîna me ya azadiyê hîn baştir nas kir. Di warê îdeolojîk de jî xwe kûr kir. Hevrêyê me êdî bi temamî xwe fedayê têkoşîna azadiyê kir. Roj bi roj taybetmendiyên sîstemê yên li ser kesayeta wî derbas kir û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di xwe de pêş xist. Hevrêyê me di heman demê de girîngî da perwerdeyên leşkerî jî. Di demek kurt de fêrî gelek taktîkên gerîla bû. Ji bo tecrubeya gerîla ya bi salan bi dest bixe hewldaneke bêhempa raber kir. Hevrêyê me bi ked û fedakariya xwe hem hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir, hem jî ji wan re bû mînak.

Hevrê Sîpan piştî perwerdeya xwe bi serketî qedand, li herêma Garê tevlî xebatan bû. Ji sala 2015’an û şûnde dema êrîşên dewleta Tirk li ser gelê me û gerîla zêde bûn, bi israr xwest vegere Bakurê Kurdistanê. Lê belê hevrêyê me dizanî ku divê ewilî xwe di warê leşkerî de bike pispor. Li ser vî bingehî di akademiyên leşkerî de tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me di gelek taktîkên gerîla de bû pispor û di heman demê de weke îdeolojîk jî xwe pêş xist. Bû şoreşgerekî profesyonel. Hevrêyê me Sîpan demek din jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîn meşand. Ji ber ku soza dayî hevrêyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê bi cih anî, kêfxweş bû.

Hevrê Sîpan sala 2017’an derbasî Bakurê Kurdistanê bû û têkoşîna xwe li vir domand. Dizanî ku divê di şert û mercên zehmet ên Bakurê Kurdistanê de tevlîbûneke fedayiyane raber bike. Tevî hemû operasyon û zextên dewleta Tirk, bi kesayeta xwe ya xwedî israr û dilsozê armanca xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Ji bo tola bi dehan komkujiyên ku dewleta Tirk li ser gelê me pêk anîne hilîne, kêliya ku li bendê dima hat. Hevrê Sîpan ji bo vê armanca xwe pêk bîne, bi fedakarî ked da û têkoşiya. Hevrêyê me her derfet ji bo darbeyê li dewleta Tirk bixe nirxand û bi sekin, hewldan û tarzê xwe yê çalakger ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Sîpan 10’ê Cotmeha 2018’an li navçeya Gimgim a Mûşê di şerê li dijî dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Ew ê her tim bi îradeya xwe, baweriya xwe ya bi serketinê û israra xwe ya ji bo serketinê di têkoşîna me û dilê hevrêyên xwe de bijî. Heta ku em xeyala hevrê Sîpan a ji bo Kurdistana azad pêk tînin, em soz didin ku têkoşîna xwe bi israr û biryardarî bidomînin.

Zinar Bahoz – Omer Turk - Hevrêyê me Zinar li navçeya Hênê ya Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî tevî hemû zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk çand, kevneşopî û nirxên Kurdî parast, girêdayî cewherê xwe mezin bû.

Hevrêyê me 12 salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, di vê pêvajoyê de derfet dît ku rastiya dewleta Tirk hîn baştir nas bike. Lewma hîn zêdetir xwedî li nirx û rastiyên civakî derket. Piştî dibistana xwe qedand, ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karên cuda de xebitî. Hevrêyê me Zinar bi xebatkarî û fedakariya xwe hem hurmeta malbata xwe hem jî ya derdora xwe qezenc kir. Weke ciwanekî hestiyar di ferqa pirsgirêk û pêdiviyên civaka xwe de bû. Hevrêyê me bi lêhêrbûnên xwe fêm kir ku pirsgirêka herî esas a gelê me nebûna azadiyê ye. Hevrê Zinar bi saya welatparêziya malbata xwe ji biçûkahiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hingî mezin bû eleqeya wî ya ji bo têkoşînê zêde bû. Ji dema ciwantiyê û şûnde di xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cih girt. Hevrêyê bi xebatan re rastiya me ya têkoşînê hîn baştir nas kir. Bi taybetî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nas kir û fêm kir. Bi vê yekê re hîn aktîf tevlî xebatan bû. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, ji bo zanekirina ciwanan û ji bo tevlîbûna wan a li nava refên têkoşînê, hevrê Zinar xwedî kedek girîng bû. Bi vê sekin û tarzê xwe yê tevlîbûnê, hurmeta hemû hevalên xwe û derdora xwe qezenc kir. Hevrêyê me ji tevlîbûna xizmên xwe yên a ji bo refên gerîla, bandor bû. Lewma lêgerînên xwe yên ji bo têkoşînê hîn kûrtir kir. Hevrêyê me dizanî ku encex bi têkoşîneke aktîf gelê me wê azad bibe. Di vî warî de timî di nava lêgerîn û lêhêrbûnê de bû. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me yê li Rojava û Şengalê kir û ket nava hewldana pêkanîna komkujiyan. Ev yek bû sedem ku hevrê Zinar lêhêrbûn û lêgerînên xwe bi encam bike û bikeve nava têkoşîneke aktîf. Hevrêyê me dizanî ku bersiva bi bandor li dijî çeteyan û hêzên piştevanê wan, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Li ser vî bingehî sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Zinar ji fedakarî û hevrêtiya xurt a gerîlayên ku cara ewilî nas kir, bandor bû. Ev nêzîkatiya gerîla kir sedemê hîn zêdetir têkoşînê. Hevrêyê me piştî ku demek kurt li Amedê ma, derbasî qada Tendurek bû û demekê li vir ma. Hevrêyê me perwerdeyên xwe yên ewilî ji hevrêyên xwe yên li vir di nava pratîkê de dît. Agahiyên esas ên gerîlatiyê bi dest xist. Ji bo perwerdeyên hîn berfirehtir bibîne, bi bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Zinar perwerdeya şervanên nû, li herêma Avaşînê dît. Bi perwerdeyên pratîk ên berê li Amed û Serhedê dîtî, fêrî jiyana çiyê û gerîla bû û tecrubeyên diyar bi dest xist. Hevrêyê me ev pêvajoya perwerdeyê hîn bêhtir weke derfetê kûrbûna di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de nirxand. Hevrêyê me di vî warî de ket nava pêvajoyeke lêhêrbûnê ya girîng û derfet dît ku rastiya xwe derxe zanebûnê. Hevrêyê me di heman demê de dersên dîroka Kurdistan, PKK û jinê jî dît û dersên girîng derxist. Bi van dersan re di kesayeta xwe de ket nava lêpirsîneke bi kok. Li dijî bandorên modernîteya kapîtalîst a li ser kesayeta wî, têkoşiya û taybetmendiyên modernîteya demokratîk a li ser esasê azadî, wekhevî û civakbûnê bi dest xist. Ev pêvajo weke jidayikbûna jinûve pênase kir. Di vê pêvajoya ku car din êrîşên dewleta Tirk destpê kirin de, hevrêyê me hîn bêhtir giranî da dersên leşkerî û xwest xwe di gerîlatiyê de kûr bike. Bi hewldan û lêhêrbûna xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me tecrubeyên gerîla yên bi dehan salan di xwe de kir cewherî û xwe ji pêvajoya şerekê dijwar re amade kir. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û bêhesab pêşengî ji hemû hevrêyên xwe re kir.

Hevrêyê me Zinar piştî ku perwerdeya xwe bi serketî temam kir, car din li herêma Avaşînê tevlî xebatan bû. Ji kêliya ewilî û şûnde bi kesayeta xwe ya fedakar û kedar, rêz û hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me dizanî ku pratîkek zêde li benda wî ye, bû xwedî tevlîbûn û sekneke li gorî vê yekê. Li kuderê wezîfeyên herî zehmet hebin, xwe jê re pêşniyar dikir û ji bo serketina van wezîfeyan bû xwedî tevlîbûneke bêteredut. Hevrêyê me ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Ti carî ji coş, kelecan û biryardariya xwe tawîz neda. Ev yek qasî di jiyanê de, di qada şer de jî nîşan da. Hevrêyê me Zinar tevlî pêngavên şoreşgerî yên ku ji salên 2016’an û şûnde li Zagrosan destpê kir bû û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Di çalakiyan de cih girt û hesabê komkujiyên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û bi rêya çeteyan li Rojava pêk anî, pirsî.

Hevrêyê me yê ku di her çalakiyê de armanca wî serketin bû, bi vê wêrekiyê û bê dudilî bi ser çeperên dimin de diçû. Hevrêyê me Zinar ê ku ruhê fedaî yê li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê pêş dikeve li Zagrosê temsîl kir, bi heman hişmendî û baldarî tevlî çalakiyên 2017 û 2018 'an bû. Hevrêyê me yê ku di pratîkê de gihîştî bû û bibû gerîlayek HPG’ê yê jêhatî, her roj berpirsyariyên mezintir girt û têkoşîna xwe berfirehtir kir. Hevrêyê me Zinar, yek ji wan mêrxasên wêrek bû ku di berxwedana destanî ya çiyayên Zagrosê de hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk têk bir, bi fedakarî û sekna xwe ya dilnizm, cewhera milîtaniya Apoyiyan di şexsê xwe de bi serketî temsîl kir.

Hevrê Zinar, yê ku di 24’ê Nîsana 2018’an de li Dola Bizina ya li herêma Basya ya Avaşînê di êrîşa dijmin de şehîd bû, ji bo me mîrateyek xurt a têkoşînê li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wî, em soz didin ku vê têkoşîna ku hevrê Zinar emanetî me kiriye, bi serketinê tacîdar bikin.

 

 5’ê Berfanbara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG