Hilma azadiyê digre û wisa berê xwe dide zehmetiyan, jina leheng û asê Sema Cuya Çewlîk, bi navê xwe yê rast Zîlan Azak li Bîngolê ji dayîk dibe.
Di nava malbetekî welathez û bi çanda APOYÎ ve girêdayî mezin dibe. Dema ku dibstana sîstemê de dixwîne Sema dighîje wê zanabûnê ku ew weke Kurdekî mazin nabe, di nava pegala asîmlesyûn û înkarê de ru bi ru tê. Rewşa malbetê jî ser wê pir bandur dike û bi vî rengî nekokiyên Sema dest pêdike. Ew bi taybet weke xwendekarekê dema ku rastiya jiyanê nas dike û dahorandin dike bawer dike ku jiyana rast naye jiyan kirin. Gelê Kurd her tim rastî êrîş û bişafitna dewleta Tirk ve tê, ji ber wê ji azadiya welatê xwe mehrom mane, ji jiyana azad bê par mane. Êrîşên çeteyên DEIŞ ê ku li ser Rojavayê Kurdistanê pêş dikeve ser jina asîl Sema pir bandûr dike. Dema ku bajarê Kobanê tê rizgar kirin Sema hêza Kurd di kêliyan de nas dike, dema ku dixwaze bibe bersiv jî rastî şidet û tundiyê tê. Ji ber wê Sema hêrsa wê zêde dibe û vê carê riyekî cûda ji xwe re dibîne. Ew êdî riya azadiyê digere, her çiqas gihandina wê zehmet be jî lê bi îsrareke mezin berê xwe dide wargehên azad û di sala 2015 li Bidlîse tevlî nava refên azadiyê dibe. Biryara xwe ya tevlîbûnê jî bi zanbuneke mezin digre, bi heskirina ax û welatê xwe ve wê dighîne ber bi biryara tevlîbûnê.
Sema dema ku tevlî dibe perwerda xwe ya temel li Heftenîn dibîne, ji ber ku xwezaya Heftenîn jî bi rengê xwe yê xweş û sade ku weke bihoşta gerîla tê naskirin, ev xweşikbûna erazî bi gerîla Sema pir dide bandur kirin û ew weke jinekî ku xwezaya bi vî rengî ve tê girêdan tevlî hemû kar û xebatan dibe. Sema êdî weke jinekî şoreşger xwe ava dike û ji bo ku Rêber APO baş fam bike ji wê çavkaniyê feyde bigre di nava hewildanan de ye. Sema pir zû fêrî jiyan û zehmetiyên çiya dibe, di demeke pir kin de erkê rêxsitinê hildigre ser milê xwe û ji bo xizmeta şoreşê bike xwe ji bo her xebatê amede dike. Bi bawariya ku Sema li derdura xwe dide ava kirin ew ji bo xebatê Arşîfa APOLO tê erkdar kirin. Ji vê erkê re jî bi hêzeke mezin li rex hevalên xwe bi hemû ziravtiyên kar fêr dibe û dide fêrkrin. Ji bo ku rengê her hevalekî bixe malê dîrokê kamera ji deste wê danakeve. Piştî ku tecrûbe ji vê xebatê digre ew xwe ji bo qadên şer û pevçûn lê dijware pêşniyar dike. Ser wê esasê Sema bi vê xwestekê derbazî qada Xakurkê dibe, baweriya ku ji dîrokê dikgre û ji tecrubeyên ku ji hevalên xwe digre de dema derbazî qadê dibe, bi hêviyekî mezin xwe tevlî dike, bi taybet kesayeta fermandar Bêrîtan ji xwe re esas girtin û gûrî wê xwedî li vê tevlîbûn derketin ji bo wê dibe rêgeza esasî.
Sema li qada Xakurkê pêşengtiya jina azade esas digre, di nava her zehmetiyên jiyanê de sema li pêşe. Di nava her çalakiyekê de jî Sema bi hazirtiyeke mezin tevlî dibe, ew bi rêhevalên weke şehîd azad û Asiyayan piratîk dide meşandin û tecrûbeyên mezin qezenc dike. Ser wê esasî Sema tevlî gelek çalakiyan dibe û bi kelanjaneke mezin van çalakiyên xwe dixe malên dîrokê. Sema li Çiyayên Xakurkê piratîka xwe ya ewîl dimeşîne ji ber wê ev qad jêra dibe weke derguşa jiyanê, li wir hêza xwe ya piratîkê dibîne û ji xwe hîne bawer dibe. Her çalakiyeke li ser dijmin de ji bo Sema dibe destpêkek nû û soza wê ya tevlîbûnê xurtir dike. Heta dawiya nefesa xwe Sema bi îda û xwedî li şehîdên rometê derketin ji xwe re esas digre, heta ku ew jî dibe şopdarên riya wan lehengan.
Dijminê bêbext her carê bi rêbazên bê exlaqî êrîşên gerîlayên azadiya Kurdistanê dike, dagirkerî li qada Xakurkê di sala 2024 an de operasyoneke leşgerî destpêdike. Qad bi giştî bê ser û ber tê bombebarankirin, di Nîsana 2024 an de dema ku gerîla Sema bi rêhevalên xwe re li erke, rastî bê bextiya dewleta Tirk tên û di êrîşeke hawayî de bi du rêhevalên xwe re dighîjin şehadetê.
Sema Cuya Çewlîk bi fedekarî û dilnizmî di kar û xebatên rêxistinî de bû xwedî roleke mezin, ew weke jineke ji xwe bawer di nava her piratîkê de pêşengtî kir û pêşda bir. Jiyanê bi heskirneke mezin diparasat, heta ku dighîje asta şehadete jî hilma azadiyê digre hinavê xwe. Ji ber ku ew dizanîbû wê rêhevalên wê tû carî armanca wê di nîvçû de nahêlin. Xeyal û hêviya Sema her bilind bû ku ji niha û pêda jî wê têkoşîna wê her li ser lêvan be.
