HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Wî Digot; "Ezê Bibim Şervanek Ku Ti Caran Neyêm Ji Bîr Kirin"

Fikir, lê fikreke çawa? Hest, lê hesteke çawa? Jiyan, lê jiyaneke çawa? Ev pirs di serê wî de her digeriyan û wî li bersiva van pirsan digeriya.

Ew navê xwe Elî Demlexî ye. Bi wî navî mezin dibe û piştre heta kêliyên xwe yê dawiyê jî bi navê xwe berbi lûtkeyan ve dibeze. Wî digot; "ezê bibim şervanek ku ti caran neyêm ji bîr kirin". Heybeta çiyayan di kesayeta wî de xwe bi cih dike. Wekî bazên li ser lûtkeyên azad dibe xwedî vîn û cesaret. Bi vîna di dilê xwe de, ew dixwaze bibe şopdarê şehîd Ezîz û Şehîd Rojbînan û bibe mînak ji bo gelê xwe.

Şoreşa Kurtdistanê dema destpê dike bi xwe re rastiyekê ji derdixe holê. Ev rastî ji azadiya gelê Kurd di heman demp de azadiya gelen din yê Kurtdistan û Rojhilata Navîn e. Di nava vê şoreşê de gelê Kurd Ereb, Tirkmen û Ermenî bi hevre li pey azadiya xwe dikevin. Ceng mezin e û dijmin li qada cengê gav bi gav tê derbkirin. Kesên ku di dilê xwe de hêviyên azadiyê çandine dizanin ku ev ceng cenga ji bindestiyê xelasbûn û jiyanek bi hevre avakirinê ye.

Ev kokên hevgirtina gelan bi şoreşa Rojava re wekî şitlekê şîn dibe. Şoreşa Rojava ya ku bi fikra “Neteweya Demokratîk” ya Rêber Apo ve pêşket, bi taybetî gele Ereb û tevahî gel û olên li heremê jiyan dikirin bandor kir. Ev şoreşa azadiyê ji bo gelan bi henaseyek ku êdî ew jî bikaribin xwe bi çand, huner, ziman, felsefe û têgînên azadiyê re bikin yek û jiyanek azad û bi hevre biafirînin. Elî Demlexî jî bi vê rastiyê li ber bayê şoreşê jiyan dike, hezdike, difikire, lêhûrbûn dike û xwe dike hevalekî rast yê şoreşê.

''Ew Li Ser Şopa Şehîd Feysal Ebû Leyla Ber Bi Şoreşgertiya Gelan Ve Dimeşe''

Elî di nava malbateke ji eşîra Demlexî de li bajarê Minbicê çavê xwe li cîhanê vedike. Yê ku xwedî li nasnameya xwe derdikevin dikarin bibin welatparêzekî rast. Malbata Elî jî bi koka xwe ve girêdayî ye û di heman demê de bi gelên din re jî xwedî têkîliyên gelek baş e. Elî jî bi vê rastiyê mezin dibe. Di dibistanê de rejîma Baasê ji bo netewperestiya Ereban pêş bixe û gelan ji hevdu qutbike, dibistanan wekî qadeke sereke bikartîne. Elî tevî van hewldana jî ji ber ku di malbat û hawîrdoreke wisa de mezin nabe, ber bayê netrewperestiyê jî nakeve. Ew di sala 6’an de dibistanê berdide û dest bi kar kirinê dike.      Şoreşa Rojava li ser wî bandoriyeke mezin çêdike lê bandorbûna esasî dema bajarê wî ji bin tarîtiya DEAŞ’ê tê rizgar kirin jiyan dike. Elî jî tevî malbata xwe wekî bi hezaran malbatan di binê vê tarîtiyê de dema tê rizgarkirin, vê rizgarbûnê wekî ji nû ve çavê xwe li jiyanê vekirin digre dest. Ji bo wî ew jiyana reş, bê hest, bê reng û wekî termekî li paş dimîne û jiyaneke azad destpêdike. Ew bi vê bandorbûne re fikrê Rêber Apo nasdike. Bi taybetî ji şehîd Feysel Ebû Leyla û şehîdên hemleya rizgarkirina Minbicê bandor dibe û li pêşiya wî riyeke nû gav bi gav vedibe. Di vê riyê de xwebûn heye, di vê riyê de azadiyeke bi rûmet heye, di vê riyê de jiyana ku di nava tarîtiyê de dihat hiştin derxistina ronahiyê heye. Ew jî berbî vê ronahiyê ve dimeşe.

''Ew Û Xweşka Xwe Wek Dû Rêhevalan Berê Xwe Didin Qadên Şoreşê''

Nûbûn di asoyên mirovan de kelecaneke mezin dide avakirin. Ji ber ku mirov di her qonaxeke nû de hîs dike, famdike û ezmûnên girîng bidest dixe. Hêviyên di qirikê de dibe girêk, her diçe mirov difetisîne, her bayek bi xwe re evînên wendayî tîne. Mirov ji bo van girêkan vebike û derbasbike pêwîste gavên nû bîavêje. Ji bo Elî jî ev gav wî berbi şoreşgertiya gelan ve dibe. Gelê Minbicê roja rizgarkirina bajarê xwe ya ji bin destê DEAŞ’ê wekî roja cejnê pîroz kirin. Gelek ciwan hebûna xwe bi şoreşê ve girêdide û berê xwe didin nava refên şoreşê. Elî û xwîşka xwe jî dizanin ku azadbûn bi hilgirtina berpirsyartiyan ve pêkane. Ger dixwazin siberojên azad diyarî gelan bikin, pêwîste ew jî tişta ku dikeve li ser milê wan pêkbînin. Bi vê lêhûrbûnê ve ew û xwîşka xwe bi biryardariyeke teqez berê xwe didin nava refên şoreşê. Di nava refên şoreşa rojava de, ew bi xwîşka xwe re, di heman çeperan de wekî du rêhevalên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, şerê rûmetê didin meşandin.

Di sala 2017’an de dest bi xebatan dike. Di gava xwe ya yekem de çîroka ku heta wê gavê bi navê Elî meşand, êdî bi navekî din wê bimeşîne. Ev nav hêviya ku di dilê wî û bi milyonan mirovan de şax vedaye, navê Azad e. Ew navê xwe dike Azad SERAB. Azad ciwaneke xwedî bîr û baweriye û dixwaze hêviyên xwe pêkbîne. Ev hêvî ewê wî bike yek ji sembolên biratiya gelan û Neteweya Demokratîk. Di sala 2019’an de dema ku êdî êrîşên dewleta Tirk li ser Şoreşa Rojava zêde dibin, Azad jî pêwîstiya di aliyê leşkerî de xwe pêş bixe xwe di gelek branşan de pir zû pêşdixe. Leşkertiyê jî wekî hunerekê digre dest û dixwaze divê hunerê de bibe pispor.

 

''Meşa Azadiyê Ya Ber Bi Çiyayên Kurdîstanê''

Hin mirov hene nav wî dide meşandin, hin mirov jî hene ku ew navê xwe dikin çîrokek mezin. Azad ji bo azadiya gelan bidestbixe wekî xortekî hêja yê gelê Ereb berê xwe dide çiyayên Kurtdistanê û tevlî cenga mezin dibe. Ew bi vê gava xwe gelekî dilşad dibe, ji ber ku gava xwe berbi rastiyê, berbi azadiyê diavêje û hêstên ku di dilê wî de hatibû tepisandin ji bo bikaribe ji nû ve şîn bike coşa di dilê xwe de mezintir dike. 

Ew êdî gerilayekî di bilindahiya çiyayan de ye. Her gavek wî wê bibe efsûnek, bibe hêviyek û bibe toveke ku bi azwerî tê çandin. Bêyî ku ti sekin û bendan nasbike tevlî kar û xebatên jiyana gerîla dibe. Hîn di kêliyên xweyî destpêkê de dibe hezkiriyekî rêhevaltiya tevgera azadiyê û bi dilnizmî, azwerî û wêrekbûna xwe pir tê hezkirin.  Di rûyê wî de mezinbûna dilê wî şewq dide. Kenê azadiyê ji rûyê xwe kêm nake. Ya ku wî dide hezkirin jî ev e. Tembûr ji bo wî dengê hêviyê ye. Di her lêdana têlên tembûra xwe de hestên wî çiqas mezin in tê dîtin. Di nirxandineke xwe de dibêje ku;” tembûr dengê evîneke hatiye wendakirin e. Em ji gav bi gav li pey vê evînê ne. Ev evîn ji bo me ji azadiyê wêdetir tiştek nîne.” Ev peyv rastiyeke li Kurtdistanê. Di nava xwe de ferq û cudabûnên ol, zimanî çand, bawerî û netewan ji holê radike. Ew bi awazên xwe û bi dengê tembûra xwe li kijan qadê be olan dide û hemû rêhevalên xwe li derdora xwe kom dike.  Rêhevalên wî jî hertim dixwazin kenê di ruyê wî de hîsbikin û li ber dengê tembûra wî stranên azadiyê bibêjin. Kenê Azad bi hêvî û armancan barkiriye, nexasim dema ku di nav şer de dikene dibe çavkaniya moral û motîvasyonê.

''Bi Îsrar Û Daxwezek Mezin Berê xwe Dide Qadên Berxwedaniyê''

Ew sedemên tevlîbûna xwe her ku diçe xurtir dike. Dizane ku berxwedana heyî ji bo xelasiya hemû gelan e. Ji bo vê jî ew bi daxwaz û israreke gelek mezin dixwaze di qadên pêş de cihê xwe bigre. Ji ber ku ew cihê baweriyê ye di nava tîmên bi tevger de cihê xwe digre. Di aliyê kamuflaj, veşartîbûn û disîplîna leşkerî de ti caran tawîzan nade. Bi vî aliyê xwe dibe minakeke şênber di qadê de.   Şerê li Heremên Parastina Medya her ku diçe germtir dibe û di heman demê de xwesteka Azad jî bi vê re mezin dibe. Êdî ji bo wî rawestan nîne rawedstandin xwedî li şehîdan derneketine ji bo wî. Ew bi vê biryardariyê berê xwe dide Rojavayê ava Zapê. Gerîla Azad di nava şer de bi tevlîbûna xwe ya çalak û wêrekbûna xwe bala hemû rêhevalên xwe dikişine ser xwe.  Ew dibe xwediyê tevlîbûneke bêhesap û bêteredûd. Li qadê di gelek çalakiyên ku li hemberî dijmin tê pêşxistin de cihê xwe digre. Hakimiyeta wî ya li ser çeka wî, disîplîna wî û aqlê wî yê xwedî taybetmendiya teqtîk dîhêle ku ew roleke mezin di van çalakiyan bilîze.

'' Bi Şihadeta Xwe Dibe Sembola Biratiya Gelan Û Netewya Demoqratîk''

Gerîla Azad him bi jiyana xwe him jî bi têkoşîna xwe dibe xwedî bîr û baweriya neteweya Demoktarîk û bihevrebûna gelan. Ew heta kêliya jiyana xwe ya dawiyê ji li ser vê bingehê dimeşe û têdikoşe. Gerîla Azad  22’ê Hezîrana sala 2023’an de li herêma Zapê digihêje şehadetê û tevlî karwanên nemir ên biratiya gelên Kurdistanê dibe.

Gelek lehengê gelên Kurd û Rojhilata Navîn ciwantiya xwe ji bo azadiya gelan feda kirin. Wan hemû nakokiyên ku di navbera gelan de bi destê dagirkeran ve hatibûn çandin ji holê rakirin. Armanca wan wekî gerdûnê şênber û zelal bû. Wan gelek zimana dizanî lê zimanê ku pêre diaxivîn zimanê rastiyê bû. Ev rastî wê hemû dîwarên di navbera gelan de hatiye çêkirin perçe bike û ji taritiyê derketina ronahiyê pêkbîne. Gerîla Azad ji li pey vê rastiyê, bû xwediyê jiyaneke têr û tijî. Gerîla Azad ala ku ji şehîdê pêşeng yê gelê Ereb, şehîd Ezîz Ereb û şehîd Rojbîn Ereb girt heta kêliya jiyana xwe ya dawiyê bi serkeftî hilgirt û bi sekna xwe bû mînakeke mezin. Ev li Kurtdistanê heqîqetek e ku wê tu caran neyê ji bîr kirin û yên wekî Azad, herdemê wê bibin perçeyek bihevrebûna azad ya gelan…