EQ yanî “zekaya hestiyar” di van rojên dawî de gelek ket rojeva cîhanê. Êdî serkeftinên dibistanê û her wekî din bi ÎQ ‘yê tê zelal kirin.
Lê belê ji bo serkeftinên jiyanî, tekîliyên mirovî û serkeftinên di kar de jî bi EQ yanî Zekaya hestiyar ve tê zelal kirin. Ji berk û gelek kesên ku di dibistanê de bi serkeftîne, di têkîliyên mirovî û di jiyana kar de ne serkeftîne.
Em di jiyana rojane de gelek caran rastî kesên ku ji hersê ruyê wî sor buye, bi dengê bilind diaxive, qîra dide û her wekî din, tên. Ev, encama hestên ku mirov di nav xwe de dijiye. Ger hestên ku mirov dijîn di demen raste bi awayekî rast xwe nedin der, dibe ku mirovan di rewşek zehmet de bihêle. Ji ber vê jî divê hest werin kontrolkirin û bi awayekî aqilane werin bî kar anîn. Ev danasîn ji bo “zekaya hestiyarî” jî derbas dibe. Bi kurtasî “zekaya hestiyarî” naskirin û kontrolkirina hestên mirov bi xwe ye. Gelek pispor vê yekê weke hunerekê jî dinirxînin.
Gotina “zekaya hestiyar cara yekemîn di sala 1990’î de li zanîngeha HArvard de ji aliyê psîkolog Peter Salovey û ji zanîngeha New Hampshîre John Mayer, hatiye bi kar anîn. Lê belê ev gotin piranî pişti pirtuka Danîel Goleman a bi navê “zekaya hestiyar” ku di sala 1995’an de hate weşandin, ket rojeva cîhanê.
Zekaya hestiyar, gotineke ku destnîşan dike ka mirov çiqas dikare hestên xwe kontrol bike û wan bi berhem bike. Kesên ku asta zekaya wan a hestiyarî bilinde, dikarin hêza hestên xwe wekî ku dixwazin bi kar bînin. û ev kes di jiyana xwe ya sosyalî de û di karên xwe yê pîşeyî de serkeftî ne. Di ferqa hestên xwe û hestên kesên li beramberî xwe de buyîn, potansiyela çareserkirina pirsgirêkên rojane û pişeyî bi xwe re tîne.
Mirov gelek caran biryarên xwe di keliyên hestiyarî de didin. Biryarekî ku di atmosfereke hestiyarî de tê dayîn, bi giranî dibin bandora hestan de dimîne. Mirovên hestiyar, ew kesên ku di bin bandora hestên xwe de dimînin, nikarin hestên xwe kontrol bikin û ji aliyê hestên xwe ve tên bi rêvebirin in. Kesên bi vî awayî dema ku biryar didin, nafikirin ka wê encama wî çawa be. Hestê wan, wan arasteyî kû derê bike, bi wî awayî tevdigerin. Lê belê kesên ku asta zekaya wan a hestiyarî bilinde, tevî ku kesên bi hestin, dikarin hestên xwe bi rêvebibin, hestên xwe baş nasdikin, û tevî ku gelek girîngiyê didin, nakevin bin bandora hestan.
TAYBETMENDİYÊN KESÊN KU ASTA EQ’YA WAN BÎLÎNDE EV ÎN:
** hestên xwe baş nas dikin û dikarin bi rêvebibin.
** Dikarin hestên kesên li hemberî xwe baş fêm bikin.
** Ji aliyên erenî li jiyanê dinêrin.
** Tekîliyên wan ên mirovî û sosyalî pir bi hêz e.
Zekaya hestiyar, dihêle ku mirov di jiyana xwe ya rojane, sosyalî û xebatê de serkeftî be. Zekaya hestiyar û Zekaya Aqilmend ne li dijî hevdu ne. Herdu jî hevdu tesîr dikin. Lê belê zekaya hestiyar û zekaya aqilmend ne heman tişt in.
Li gor hindek lêkolînan, zekaya aqilmend genetîk e û piştî şeş salî zêde pêş nakeve, di cihê xwe de dimîne. Lê belê zekaya hestiyar ne genetîk e, bi rêya fêrbuyînê pêş dikeve. Ji ber vê jî kesên ku dixwazin fêrî zekaya hestiyar bibin, bi xebatek demdirêj dikarin bi ser bikevin.
Gelo mirov nikare hem di zekaya aqilmend de, hem jî di zekaya hestiyar de bighêje asteke mezin û bi serkeftî be?
Belê yekbuna zekaya hestiyar û zekaya aqilmend di kesayeta serokan de dibînin. Mirov ji bo vê yekê dikare Serokê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dest nîşan bike. Birêz Ocalan hem di zekaya aqilmend de û hem jî di zekaya hestiyar de gihiştiye asta herî bilind. Û beşeke serkeftina birêz ocalan çavkaniya xwe ji vê yekê digre. Birêz ocalan hem di milê kesayette û hem jî di milê ramanî de kesayeta herî mezin ya sedsalê ye.
Zekaya hestiyar bi kurtasî tê wateya bi aqilmendî bi karanîna û bi rêvebirina hestan e. ê ku mirovan di jiyanê de, di têkîliyên sosyalî de, di kar de bi ser dixe jî, zekaya hestiyar e.
