Jiyan wek rubarekê diherike. Ji 92’ yan hetanî 2014’ an 22 sal derbas bûne. Ev meş meşeke azadî û berxwedanê ye.
Hemû rêhevalên ku di vê meşê de ne şervanên Şehîd Berîtan ’in. Berxwedanî û îxanet bûn du xet di vê riyê de. Şehîd Berîtan xeta îxanetê ti carî qebûl nekir. Her tim di nava berxwedanê de bû. Ew sekna wê ji me re herdem hêvî avakir. Wek stêrka li asîmanan rêka me ronî kir. Perçiqand rihê Enkî. Kenê di rûyê wê de xweşikbûna dilê wê nîşan dida. Delal bu. Rihê wê bi welidandinê ve tijî bû. Jîn dida her kesekî. Jiyan dida jinên Kurdistanê. Berîtan çîya bû, berxwedan bû, ew bi tena xwe şoreşek bû...
Erê hevalên hêja. Em ji cihê ku Heval Berîtan bi rê ketibû dest bi meşa xwe kir. Em bi ser şiverêyeke teng ve ber bi doleke teng ve dimeşiyan. Ev dol, dola Şehîd Çîçek, Şehîd Rustem, Şehîd Rozerîn û hevalên din bû.
Em çûn şikefta ku 2011`an de heval tê de şehît ketin. Hemû heval çûn lê meze kirin. Tenê derîyekî vê şikeftê hebû. Derîye wê hatibû girtin. Dema balafir li şikeftê didin dîwarê deriye şikeftê hildiweşe û Heval Çîçek, Heval Rustem, Heval Rozerîn, Heval Elîşêr, Heval Eşref, Heval Erdal, Heval Amara, Heval Dîcle di şikeftê de şehît dikevin. Her hevalek bi hestîyarî lingê xwe avêtin şikeftê. Hestên her hevalekî cuda bûn. Pişt re em ji şikeftê derketin. Her hevalek rûnişt û behsa wan rojan dikir. Yekî digot ez dereng mame, xweziya ez zû hatibûma. Her yekî hestên xwe dianî ser ziman. Paşî me xatir ji şehîdan xwest û me meşa xwe berdewam kir. Germahîya meha pûşperê her derê bi xwe re dişewitîne. Heval li ber vê tavê gêj bûn. Pişt re hevalên xort çûn. Em hevalên jin jî çûn ku xwe li ave bidin. Em çûn me xwe li avê da. Pir hevalan melevanî nizanîbû. Lê belê bi alîkarîya hevalan ev heval jî ferî melêvaniyê dibûn. Pir bi kelecan û bi xwestek bûn.
Hevalek ji me digot; xwezî Rêbertî niha li van çiyayên me yên biheybet bûna.Wê çiqasî xweş bûna.
Piştî melevaniyê her hevalek rojnivîsa xwe derxist û dest bi nivîsandina vê meşa me kirin. Pişt re hevalên xort hatin û me pêk ve dest bi meşa xwe kir. Em çûn li hemberî kendalekî. Li ser vî kendalî zinarekî biheybet hebû. Em ber bi vî zinarî ve meşîyan. Em gihîştin tam li ser tepe. Lê belê hevalên me bi jehriyê ketin. Em neçar man li vê derê bisekinin. Em şevê li kendal man. Wê şevê em qet ranezan. Heta siharê xew neket çavê hevalekî jî.
Bi tîrêjên rojê re em rabûn. Tîrêjên rojê li tahtê ku hevala Şehîd Bêrîtan xwe jê avêtî dixist. Em çûn li ser serê şikêr û me li derdora xwe mêze kir. Wê demê her hevalek di derbarê çalakiya hevala Bêrîtan de hestên xwe anî ziman. Her hevalek li hemberî çalakiya Şehîd Bêrîtan xwe lêpirsîn dikir. Hemû jî şervanên Şehîd Bêrîtan bûn. Xwe gihandina asta Şehîd Bêrîtan armanca her hevalekê/î bû. Ji ber wê jî dema em çûn ser şikerê her hevalek di hêstekî pir kûr ve çûbû.
Her ku çalakiya Şehîd Bêrîtan difikirîn li hemberî hevkariyê û îxanetê kîn û nefreta wan zêdetir dibû. Wê li hemberî hemû dagirker û îxanetkaran hertim li ber xwe da û di xeta berxwedanê de israr kir. Ne Xwe û ne jî çeka xwe radest nekir. Ji ber vê sedemê hemû hevalên me di bêdengiyê de bi rengekî hûr û kûr difikirîn. Ji ber vê yekê dixwestin ji hevala Şehîd Bêrîtan re bibin bersiveke mezin.
Di vê kêliya ku hemû heval di nav fikirînê de bûn, me wêneyên wan dikişand.
Bi çûyîna vî şikêrî hevalan coş û morelekî pir mezin girtin. Hevalên jin li hemberî feraseta koledar a çanda hezar salan û li hemberî feraseta baviksalariyê têkoşîneke pir mezin dan û hîna jî di nav vê têkoşînê de di rêza herî pêş de cihê xwe digirin.
Piştî serdana şiker xelas bû em ketin rê. Germahiyekî pir dijvar li ruyê me xist. Em çûn gihiştîn Tepê Şahîn. Li vir kanîyeke pir xweş hebû. Li vir me taştê kir û şûn de em dîsa bi rê ketin. Heval Masîro arazî nîşanî hemû hevalan da. Ji tahtê Xinêrê bigrê heya Şemzînan hemû da nîşan. Ev jî hêvî dida mirov. Ji ber ku arazî naskirin, gerîn, milê xwe yê erênî pir hene. Her wiha dîsa em bi rê ketin. Em çûn gihîştin noqteyekê. Kanîyeke cemidî li vir hebû. Pir xweş bû. Me şaşalê xwe dagirtin û em çûn. Ev noqtê di salên berê de hatibû şixulandin. Li vir yekîneya Şemzînan hebû. Şehîd Nûda, Şehîd Dîcle, Şehîd Dunya û Şehîd Hevîdar li vir jiyabûn. Heval Arjîn pir bi hestîyarî li vir mêze dikir. Bîranînên wê dihat ber çavên wê. Piştre em daketin jêrê. Em hatin Şehîdgehê. Li vir em ê du roja navberê bidin meşa xwe. Du rojê me wisa derbas bûn.
Rojên bi wate bûn. Hêja bûn. Mirov bi eşq tijî dibe dema ku di wan şiverêyan de dimeşê. Riyên em tê de dimeşin pir hêja ne. Hêja ye ku îro bi hezaran Bêrîtan li pêş bimeşin. Hêja ye ku di xeta wê de herkes berxwedaniyê esas bigre. Çavên te bila vekirî neçe. Bila dilê te, ruhê te û mejîyê te rehet be. Fermandara hêja û bedew, bila gumana te jê tunebe kû doza te doza me ye. Pêkanîna armanc û xeyalên te peywira me ye. Em ne yên despêkê ne û nabin yên dawî jî. Em ne Berîtanek ne dudu, em îro roj bi hezaran in. Artêşa me wek rûbarekê diherike û her diçe mezintir dibe… Her diherike dibe sed Bêrîtan, sed Egîd û sed Zilan… Îro li şûna her hevalekî/e me yê şehîd bi hezaran hevalên me yên din hene. Ji ber ku ji çirûskan agirên pir mezin û geş pêdikevin.
Ji pênûsa gerîla
