HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em hevrêyên xwe, Sara Firat, Hawar Amed, Ferman Amed, Egîd Kerboran, Çekdar Hanî, Rojhat Tendurek, Poyraz Serhildan, Rûbar Kanî, Ronî Çarçela û Zagros Serdar ên di têkoşîna sala 2017’an de li herêmên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Di serdemekî ku operasyonên tasfiyekirina Tevgera me û herîsandina gelê me zêde bû de, hevrêyên me yên ku li herêmên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşiyan, li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi ruhê fedayî şerkirin. Hevrêyên me yên ku kêliyek jî li hemberî konsepta îmhayê ya dewleta Tirk dudilî nebûn, di şert û mercên herî zehmet de jî di nava lêgerîn û parastina hebûna gelê me de bûn. Hevrêyên me bi jiyanên xwe yên mînak, têkîliyên xwe yên xurt, israra li ser taktîkên serdemê, helwestên xwe yên bibiryar a li ser xeta fedayî yê Apoyî û bi îradeyên xwe yên têknaçe, mîrateyeke mezin ê têkoşînê ji me re hiştin.

Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyên xwe ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin li her qadê veguherandin çalakiyê û yekane xeyalên wan afirandina jiyan û welatekî azad bû, her tim bidin jiyîn û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bû minetdarî bi bîr tînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:


           

Nasnav: Sara Firat

Nav û paşnav: Nursel Aşkin

Cihê jidayikbûnê: Dersim

Navê dayik û bav: Hanim-Hasan

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Sibata 2017’an/Zap

 

Sara Firat – Nursel Aşkin


           

Nasnav: Hawar Amed

Nav û paşnav: Selahaddîn Eskerî

Cihê jidayikbûnê: Sine

Navê dayik û bav: Zerîfe- Elî

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Sibata 2017’an/Zap

 

Hawar Amed – Selahaddîn Eskerî


           

Nasnav: Ferman Amed

Nav û paşnav: Lokman Çîftçî

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik û bav: Tavus- Bahrî

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Sibata 2017’an/Zap

Ferman Amed – Lokman Çîftçî


           

Nasnav: Egîd Kerboran

Nav û paşnav: Zeynel Abîdîn Kaya

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik û bav: Mensure- Şemsettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2017’an/Avaşîn

Egîd Kerboran – Zeynel Abîdîn Kaya


           

Nasnav: Çekdar Hanî

Nav û paşnav: Hasan Opçîn

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik û bav: Sevdet- Sidki

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2017’an/Avaşin

Çekdar Hanî – Hasan Opçîn


           

Nasnav: Rojhat Tendurek

Nav û paşnav: Nurullah Gumuş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik û bav: Bahar- Nîhat

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2017’an/Avaşin

Rojhat Tendurek – Nurullah Gumuş


           

Nasnav: Poyraz Serhildan

Nav û paşnav: Mehmet Saît Temel

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik û bav: Hakîme- Mehmet Arîf

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Gulana 2017’an/ Zap

 

Poyraz Serhildan – Mehmet Saît Temel


           

Nasnav: Rûbar Kanî

Nav û paşnav: Rizgar Ekîncî

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik û bav: Rindihan- Şemsettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Gulana 2017’an/ Zap

Rûbar Kanî – Rizgar Ekîncî


           

Nasnav: Ronî Çarçela

Nav û paşnav: Îlhan Soydan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayik û bav: Melîha- Lutfî

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2017’an/ Zap

Ronî Çarçela – Îlhan Soydan


           

Nasnav: Zagros Serdar

Nav û paşnav: Yunus Bîlgî

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik û bav: Zînnet- Hatîp

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2017’an/ Zap

Zagros Serdar – Yunus Bîlgî

Sara Firat – Nursel Aşkin - Hevrêya me Sara li Dersimê ji dayik bû. Meta hevrêya me Sara, Saîme Aşkin, ji pêşengên jin ên ewil ên Tevgera me ye û ji Dersimê tevlî bû. Ji ber ku di nava malbatekî wiha û li Dersimê ku gerîla lê serwer e, mezin bû, ev yek bandor li ser kesayeta wê kir. Sempatiya hevrêya me Sara ji zarokatiyê ve li hemberî gerîlayan çêbû û xeyala bûyîna gerîla kir. Hevrêya me ne bi tenê hest û xeyalên xwe, di heman demê de bi fikra hizreke ku bi hişmendiyeke mezin dixwîne û lêkolîn dike, tiştên ku dixwîne lêpirsîn dike, fêm dike û tevdigere. PKK’ê û îdeolojiya Apoyî li ser vê bingehê nas kir, xwend, lêpirsîn kir û piştî bi rastbûna vê bawer kir, ket nava têkoşînê.

Hevrêya me ku di nava xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger de cih girt, piştî ku demek xebatên pratîkî kir, biryara tevlîbûna nava gerîlayan kir ku her tim xeyala wê bû. Hevrêya me Sara di 18’ê Gulana 2010’an de bi heyecan û eşqekî mezin, ji Dersimê tevlî refên gerîlayan bû. Di dîrokekî pir bi wate de, roja şehadeta yek jî kadroyên pêşeng ê Partiya me PKK’ê Hakî Karer ku di heman demê de Roja Şehîdan e, tevlî gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya di Roja Şehîdan de, nîşan da ku ew ê bibe xwediyê meşekî li ser xeta şehîdan.

Hevrê Sara, roja tevlîbûna xwe ya gerîla, wekî roja jidayikbûnê bi nav kir. Dilê wê bi keyfxweşiya bûyîna gerîlaya li ser xaka lê jidayikbûye re tijî bû. Dayika heval Sara, wê her tim dişiband pezkoviyan. Bi rastî jî hevrêya me Sara wekî pezkoviyan zer, çav bi reng, enerjî bû û bêyî ku zehmetî bikşîne fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Di salên 201 2011 û 2012’an de ku serdemekî girîng a pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ye, li Dersimê gerîlatiyê kir. Di sala 2013’an de ji ber pêvojoya ku Rêber Apo li ser bingeha çareseriya demokratîk da destpêkirin, biryara vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê hate girtin. Hevrêya me Sara jî wekî pêdîviya vê pêvajoyê di nava Koma 22’an a Vekişînê ya Dersimê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêya me Sara bi kesayeta xwe ya bi coş, dilnizm, fedakar û aqilê xwe yê zû fêr dibe, zû tecrube girt. Hevrêya me ku tecrubeyên xwe bi hişmendiya xwe xurt kir û meziyetên fermandartiyê bi dest xist, her tim bi hesta hevrêtiyê tevgeriya. Hevrêya me Sara anî ser ziman ku PKK tevgereke wîjdanî ye û li ser vê esasê tevlî PKK’ê bûye û ji ber vê yekê divê wîjdana mîlataneke PKK’ê her tim rehet bibe. Ji ber vê yekê bi wîjdan, dil û hişmendiya xwe ve tevlî têkoşînê bû. Hevrêya me Sara biryar da ku jiyana xwe ya şoreşgerî wekî fedayiyekî bidomîne û pêşniyara tevlîbûna li nava xebatên binesaziya Hêzên Taybet da. Piştî ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bû, navê yek ji damezrînerên PKK’ê û kadroyên pêşeng Sara- Sakîne Cansiz a ji Dersimê, li xwe kir.

Herêya me Sara ku bi ruhê fedayî tevlî rêxistinbûna Hêzên Taybet û xebatên wê yên hesas bû, di demeke kurt de bû fermandara YJA-Sarê ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat rêzgirtin. Di heşt salên jiyana xwe ya şoreşgerî de, gerîlatiya ji Dersimê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, fermandarî û pêşengiya jina azad kir. Di binesaziya Hêzên Taybet de erkên mezintir û krîtîktir girt ser xwe, di pêvajoya perwerdehiyê de tevî komek hevrêyên xwe di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Keça serhiler û azad a Dersimê hevrêya me Sara, bi jiyana xwe ya şoreşgerî ya heşt salan kêliyên nayên jibîrkirin hişt û serkeftinên mezin kir. Hevrêya me Sara wê bi jiyana xwe ya şoreşgerî ya bêyî sekin û kesayeta xwe ya nimûne, her tim ji hevrêyên xwe re bibe mînak û bîranîna wê di têkoşîna me de bijî.

Hawar Amed – Selahaddîn Eskerî - Hevrêyê me Hawar Amed, li bajarê Sîne ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Gelê me yê Rojhilat ku pir girêdayî azadiya xwe ye, têkoşîna xwe ya azadiyê bi tevger û rêxistinên cuda re tim meşandiye. Rastî gelek êrîş û komployan mabe jî, tu car hêviya xwe ya azadiyê winda nekiriye û xwe ji têkoşînê dûr nekiriye. Gelê me yê Rojhilat ku di êrîşa mezin a qirkirinê de ku di sala 1999’an de bi komploya navnetweyî di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hat pêkanîn, xeteriya li ser netewê me dît û bi serhildaneke rabû. Xwedî li nasnameya azad ku gelê Kurd bi saya Rêber Apo bi dest xist û têkoşîna wan a bi pêşengiya PKK’ê derket, berdêlên mezin dan. Hevrêyê me Hawar di hawirdorekî wiha welatparêz û civakbûna xurt de mezin bû. Şahidî ji zextên rejîma Îranê û zilma li ser gelê me yên li parçeyên din ên Kurdistanê kir. Ji bo ku gelê me bigihe azadiya xwe ya civakî, meraqek wî yê mezin ji bo zanistên civakî çêbû. Hevrêyê me Hawar ku li zanîngehê beşa sosyolojiyê xwend, piştî ku mezûn bû, xwest di nava xebatên Tevgera me de cih bigire.

Hevrêyê me dît ku di nava pergalê de û bi têkoşîna di nava sînorên ku wan danîne de, azadî bi temamî nayê bidestxsitin û dît ku ji bo derbaskirina pergalê divê derkeve ji derveyî pergalê û biryara tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê da. Li ser vê bingehê di sala 2009’an de tevlî Tevgera Apoyî bû. Di sala 2010’an de ji bo ku xwe di aliyê leşkerî de perwerde bike, di dibîstanên operasyonê de perwerde dît. Li ser bingeha pêdiviyên têkoşîna me û bi kêrhatinên xwe, tevlî xebatên Komalên Ciwan bû. Bi kesayeta xwe ya coş, dînamîk û bi ruhê ciwantiyê bi awayekî çalak tevlî xebatên ciwanan bû.

Bi xebatên xwe yên li gelek bajaran re, pêşengî ji civakê re kir, rênîşanî ciwanên Kurd kir û hişt ku têkoşînê nas bikin û ber bi azadiyê re herin. Dema ku di nava Komalên Ciwan de xebatê dikir, ji bo ku rola xwe ya pêşengiyê baştir bi cih bîne û di xeta Apoyî de kûr bibe, dewrêya perwerdehiya îdeolojîk dît. Piştî ku demeke din jî pratîkê kir, di sala 2014’an de Dibîstana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan perwerde dît û bi kûrbûna di paradîgmaya Rêbertî re lêhûrbûneke kûr jiyan kir.

Hevrêyê me Hawar ji bo ku tevlîbûna xwe ya çalak a di xebatên civakî û siyasî de, di qada leşkerî de jî pêşkêş bike û bibe şervanekî li dijî dijminê qirker û tola gelê me hilîne, di sala 2015’an de derbasî HPG’ê bû. Hevrêyê me yê ku demeke di perwerdehiya şervanên nû de wekî fermandar erk girt, tecrubeyên xwe yên şoreşê bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Hawar bi kesayeta xwe ya bi coş, moral û bawer û tevlîbûna xwe ya bi hişmend, her tim zû pêdiviyên têkoşîna me û serdemê dît. Zû pêşbînî kir ku divê bi awayekî fedayî tevlî pêvajoya sala 2016’an bibe û piştre di sala 2016’an de ku gelek çalakiyên fedayî pêk hatin û wekî Sala Fedaiyan hate binavkirin, biryara tevlîbûna li rêxistinbûna Hêzên Taybet da. Ji bo li ser xeta fedayiyan bimeşe û bi têkoşîna fedayiyane bibe peyrewê Zîlanan, tevlî saziya fedayiyan bû. Bi daxwaz, hewldan û biryardariyeke mezin tevlî pevajoya perwerdehiyê bû û bi hewldana xwe bû xwediyê tevlîbûneke mînak. Hevrêyê me Hawar, di her qad û xebatên têkoşîna me de, serkeftina teqez kir armanc û ev yek bi ser xist. Dema ku têkoşîna xwe bi îdiaya bûyîna milîtanê Apoyî yê her serdemê didomand, di êrîşa dijmin de bi qehremanî şehîd bû. Kesayeta wî ya mînak, jiyana wî ya tijî têkoşîn û tevlîbûna wî ya bi fedaiyane, wê her tim ji aliyê hevrêyên wî ve bê esasgirtin û bîranîna wî di têkoşîna me de bijî. Ruhê ciwantiyê yê hevrêyê me Hawar, di serî de ji aliyê ciwanên Rojhilat, ji aliyê hemû ciwanên Kurd ve were mînakgirtin û çeka wî li erdê nemîne.

Ferman Amed – Lokman Çîftçî - Hevrêyê me Ferman, li navçeya Elbex a Wanê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz û kedkar de mezin bû. Hevrêyê me Ferman ku di xaka Serhedê de, li sînorê Bakur û Rojhilat ku welatê me Kurdistan dike du parçe, mezin bû, vê cudakirinê ji dilê xwe ve hîs kir. Pirsên çima welatê me Kurdistan hat parçekirin, çima gelê me hat bênasnamekirin, çima rûbirûyê qirkirinê û bêstatûbûnê man hiştin, ji bo hevrêyê me Ferman bû nakokî û lêpirsînên cidî. Dema ku hewl da bersiva van nakokiyan bibîne, bû xwediyê lêgerînê û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas kir.

Her ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, hişmendiya wî ya welat û azadiyê pêş ket û bersiva lêgerînên xwe di tevgera Apoyî de dît. Dizanîbû ku ne hêsan e ku Kurdistanê ji bûyîna mêtîngeriyê derxin, qirkirina li ser gelê me parçe bikin û jiyaneke azad ava bikin, lê di ferqê de bû ku bi têkoşîneke xurt ev yek pêkan e. Bi vê hişmendî û fedakariyê ve, di sala 2013’an de tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Ferman ku ji bo gelê me bibe xwediyê pêşerojeke azad, xwe ji bo hemû zehmetiyan amade kir, zû fêrî jiyana çiya bû û bi gerîlayan re bû yek. Hevrêyê me perwerdehiya xwe ya şervanên nû li Metînayê dît û pratîka xwe ya ewil li vir kir. Hevrêya me Ferman ku evîndarê welatê me Kurdistan û çiyayên wê bû, her tim jiyana li lûtkeyê hilbijart û ji ber vê yekê derbasî Girê Zendura ya Metînayê bû û li vir salek xebatên pratîkî kir. Hevrêyê me Ferman ku bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakar û jidil dihat naskirin, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me Ferman di wê baweriyê de bû ku divê bûyîna gerîlayê serkeftinê pispor bibe û li ser vê bingehê pêşniyara dîtina perwerdehiya pisporiyê kir. Li ser vê bingehê di sala 2014’an de, li dibîstana operasyonê perwerdehiyeke leşkerî ya berfiref dît. Di gerîlatiya serdemê de ku qonaxeke girîng a pêvajoya ji nû ve avakirinê ya HPG’ê bû, li ser taktîkên gerîla lêhûrbûn bû û bi awayekî serkeftî mezûn bû.

Hevrêyê me Ferman jî weke her milîtanên Apoyî ji bo ku li dijî DAÎŞ’ê ku di sala 2014’an de bû belayê gelên herêmê bi taybet gelê Kurd têbikoşe û gelê me û mirovahiyê ji çeteyan rizgar bike, hewl da erkê ku dikeve ser milê xwe pêk bîne.

Hevrê Ferman bi dil tevlî têkoşîna bênavber a keç û kurên leheng ê gelê Kurd, bi piştgiriya ciwanên gelê Ereb û şoreşgerên enternasyonal li dijî DAÎŞ’ê dihat meşandin, bû. Hevrêyê me ku bi wêrekiya xwe ya mezin û encamgiriya xwe derket pêş, di gelek şer û çalakiyê de li pêş meşiya û bû xwediyê serkeftinên girîng. Piştî ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de, encamên girîng bi dest xist û erkê xwe bi serkeftî bi cih anî, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêyê me Ferman, di sala 2016’an de ku dewleta Tirk li dijî gelê me bi awayekî topyekûn êrîş da destpêkirin, ji bo bûyîna bersiva erkên şoreşgerî ya demê, tevlîbûna bi ruhê fedayiyane pêşbînî kir. Bi vê baweriyê, tevlî rêxistinbûna Hêzên Taybet bû û ji bo ku bibe gerîlayeke profesyonel ku di xeta fedayitiyê de şer bike, ked û hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Ferman bi tevlîbûna xwe ya dilnizm, fedakar û girêdanbûna xwe ya bi îdeolojiya Apoyî re, bû milîtanekî mînak ê Apoyî û di dema pêvajoya perwerdehiyê de, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Ferman ku li pêşiya wî pêşerojeke ronî û jiyana têkoşînê ya tijî serkeftîn hebû, tevî ku zû gihişt şehadetê jî, serkeftinên wî yên ku di jiyana wî ya şoreşgerî ya çar salan de, wê her tim ji bo hevrêyên wî bibe mînak. Em soz dikin ku em ê doza xwe ya azadiyê ku hevrêyê me bêyî dudilî serî da û bi fedayiyane tevlî bû, bigihînin serkeftinê û bîranîna şehîdên xwe teqez di welatê azad de bidin jiyîn.

Egîd Kerboran – Zeynel Abîdîn Kaya - Bajarê me Mêrdîn bi qasî mîrateya dîrokî û çandî, di dîroka berxwedanê ya gelê me de xwedî cihekî girîng e. Tevî êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê ya mêtînkaran, hebûna xwe ya cewherî parastiye û li ser jiyaneke azad israr kiriye. Gelê me yê welatparêz ê Mêrdînê avabûna Partiya me PKK’ê bi heyecaneke mezin pêşwazî kiriye û zû li qadên me yên ku berxwedan lê pêş ketin, cih girtin. Tevî beşdarbûnên xwe yên girseyî ya ji bo gerîla, bi serhildanên xwe jî pêşengiya ruhê berxwedanê yê li Kurdistanê pêşket, kir.

Hevrêyê me Egîd, li Kerboran a Mêrdînê ku navenda berxwedan û serhildanan e, di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Tevî ku malbata hevrêyê me ji ber zextên dewleta Tirk a qirker neçar ma koçî Stenbolê bike jî, ziman, çand û hişmendiya xwe ya welatparêziyê her tim parast. Hevrêyê me Egîd jî di vê hawirdora welatparêz de girêdayî nirxên xwe yên cewherî mezin bû. Hevrêyê me yê ku dît gelê me li metropolên Tirkiyeyê di şert û mercên herî zehmet de dijîn û ji bo domandina jiyana xwe di karên herî zehmet de dişuxilin, di vê serdemê de rastiya civakî û polîtîkayên dijmin ji nêz ve nas kir.

Hevrêyê me ji ber ku endamê malbateke ku qet ji helwesta xwe ya bi rûmet tawîz nadin bû û gelek kes ji malbata wî hatin girtin, ev yek bandorekî mezin li ser hevrêyê me kir û di wê baweriyê de bû ku divê teqez ji êşên tên kişandin re bibe bersiv. Li Duzceyê, di dema zanîngehê de tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû û gava xwe ya ewil ji bo têkoşînê avêt. Hevrêyê me ku ji bo ciwanên Kurd ji êrîşên asîmîlasyonê biparêze hewldaneke mezin nîşan da, di vê pêvajoyê de fikrên Rêber Apo baştir fêm kir û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji nêz ve şopand.

Hevrêyê me Egîd ku wekî ciwaneke Kurd li hemberî Berxwedana Kobanê, êrîşên qirkirinê ya li dijî gelê me yê Êzidî û banga seferberiya dîrokî ya Rêber Apo, tiştên ku dikeve ser milê wî bêyî dudilî kir, di sala 2014’an e berê xwe çiyayên Kurdistanê û tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû ku hêza parastina bingehîn a gelê me ye.

Hevrêyê me Egîd dema derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdehiyên bingehîn ê gerîlatiyê bû, tevlîbûna li nava gerîlayan ku xeyala wî ya zarokatiyê bû, jiya. Têkiliyên hevrêtiya xurt û jiyana komunal a gerîla, bandoreke mezin li ser hevrêyê me Egîd çêkir. Ji bo ku bibe parçeyeke ji vê girêdanbûna pîroz û xwe bi felsefeya Rêber Apo re ji nû ve ava bike, hewldaneke mezin nîşan da. Di demeke kin de fêrî hirgûliyên jiyana gerîla ku bi berdêl û kedên bênavber hat afirandin bû û bêyî dudilî tevlî her kêliya jiyanê bû. Hevrêyê me yê ku xwe hem di aliyê îdeolojîk û hem jî leşkerî de pêş xist, derbasî qada Heftanînê bû û tevlî pratîka ewil a gerîlatiyê bû. Hevrêyê me piştre li ser pêşniyara xwe derbasî qada Avaşînê bû û di her qadê de zû fêrî jiyanê bû. Bû yek ji hevrêyên me yên ku di jiyanê de dibe pêşeng. Li dijî êrîşên giran a di çarçoveya “Plana Çokdanînê” ya dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de, cihê xwe di berxwedana dîrokî ya qada Avaşînê de girt û bû yek ji hevrêyên me ku darbeya ewil li dijjmin da. Hevrêyê me Egîd ku ji bo di eniyên herî giran a şer de cih bigire pir israr kir, bi wêrekî û pisporiya xwe ya di taktîkên gerîlatiyê de her tim di eniyên herî pêş de cih girt. Hevrêyê me Egîd ku bi pratîka xwe ya serkeftî rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir, bi têkîliyên xwe yên xurt ê hevrêtiyê jî hat naskirin û di her kêliya jiyanê de bû xwediyê tevlîbûneke çalak. Bi wêrekiya xwe ya di çalakiyan de, biryardarî û meşa xwe ya bêdudilî ya li hemberî mewziyên dijmin, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Bi kesayeta xwe ya dirust, jidil û fedakar, ji kêliya ewil a tevlîbûna xwe heta şehadeta xwe, xeta milîtaniya têkneçûyî ya PKK’ê temsîl kir û bi helwest û kesayata xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Egîd ku di qadên şer lê giran de pratîkê kir û bêyînavber xwe fedayî pêşeroja azad a gelê me kir, di encama êrîşa dewleta Tirk a qirker de 28’ê Gulana 2017’an tevlî karwanên şehîdan bû. Em soz didin ku em ê xeyal û armancên hevrêyê xwe Egîd ku bi hevrêtiya xwe ya xurt, îradeya xwe ya têkneçûyî û kesayeta xwe ya kedkar û fedakar şopên kûr di hemû hevrêyên xwe de hişt, bi ser bixin.

Çekdar Hanî – Hasan Opçîn - Bajara Amedê ya naveda berxwedanê ku malovaî ji damezrandina Partiya me PKK’ê kir û di zindanên Amedê de cara yekem têkçûneke mezin li dewleta Tirk da, di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî roleke sereke ye. Gelê me yê Amedê ku bi hezaran zarokên xwe şand nava refên gerîla, serê xwe li hemberî êrîşên mêtingeran netewand û bi serhildanên xwe ala berxwedanê gihand lûtkeyê. Gelê me yê Amedê di rojên herî dijwar de jî bi serkeftineke mezin erka xwe ya welatparêziyê bi cih anî.

Hevrêyê me Çekdar li Amedê ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi nirxên Kurdî tê naskirin, çavên xwe li cîhanê vekir. Mezinbûna di jîngeheke polîtîk de kir ku hevrêyê me zû PKK’ê nas bike. Hevrêyê me ji ber tengasiyên madî neçar ma ku bixebite û di temenekî biçûk de hebûn û têgeha kedê nas kir. Hevrêyê me, tevî ku rastî êrîşên asîmîlasyon û dejenereyê yên dewleta Tirk a mêtinger a ku ji bo dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşînê pêş xistibû hat û demekê di bin bandora dijmin de ma jî, tu carî eslê xwe winda nekir. Hevrêyê me Çekdar zewicî û bavê zarokekê bû. Bi geşbûna Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kelecaneke mezin hîs kir û ji nêz ve şoreşa azadiyê ya gelê me şopand. Her ku fedaiyên ku li hemberî êrîşên ji her alî ve pêş diketin bi felsefeya Apoyî ya têknaçûyî li ber xwe didan, dîtin û nas kirin, lêgerînên wî kûrtir bûn. Şahidiya êş û azara gelê me bandoreke kûr li ser hevrêyê me kir. Hevrêyê me Çekdar di vê pêvajoyê de fêm kir ku heta gelê wî azad nebe ew nikare bibe kesayetek azad û heta ku ji malbat û zarokê xwe re şert û mercên jiyaneke azad peyda neke nikare jiyaneke bi wate bijî. Hevrêyê me yê ku bawer dikir divê bersiva êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê û şehadetên çêbûyî bê dayîn, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet ji bo ku ji malbat, zarok û gelê xwe re welatekî azad ava bike, bû yek ji wan kesên pêşî bersiv da banga seferberiyê ya Rêber Apo û derbasî Kobanê bû û tevlî nava refên berxwedanê bû. Hevrêyê me Çekdar piştî perwerdeya kurt a ji bo parastina Şoreşa Azadiya Rojava û têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê yên dagirker, derbasî eniya herî pêş bû û bi fedakarî şer kir. Li ser xeta Kobanê bû milîtanekî xurt ê şerê parastina tevahiya mirovahiyê. Ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd, bi fedakarî çû ser dagirkeran. Hevrêyê me Çekdar ê ku di dema berxwedanê de birîndar bû, di qezenckirina serkeftina Kobanê de xwedî kedeke mezin bû. Hevrêyê me Çekdar ku tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û erka xwe bi serkeftineke mezin bi cih anî, tu carî tiştên ku kiribûn têr nedît. Hevrêyê me yê ku tedawiya wî qediya, dît ku heta hemû axa Kurdistanê ji dagirkeran neyê paqijkirin, jiyaneke azad çênabe. Hevrêyê me Çekdar ê ku bawer dikir gelê me tenê bi têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê dikare bigihêje serkeftinê, berê xwe da Çiyayên Kurdistanê û di sala 2014’an de li axa Amedê ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me piştî demekê kurt li qada Amedê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û ji bo parvekirina tecrûbeya şer û pisporbûna di taktikên gerîla de tevlî perwerdeyên bingehîn bû. Hevrêyê me yê ku ji têkiliyên hevrêtiyê yên Apoyî yên ku di nava refên şoreşê de nas kiribû pir bandor bûbû û di hişê wî de bû ku ev girêdana hevrêtiyê ya xurt ji hêla felsefeya Rêber Apo ve hatiye afirandin, felsefeya Rêbertî kir bingeha kûrbûna xwe. Her ku dixwend û fêr dibû, kesayeta xwe kûrtir analîz dikir û rastiya dijmin nas dikir. Ji bo ku ji taybetmendiyên neyînî yên ku sîstemê di kesayeta wî de afirandibû rizgar bibe û xwe bi felsefeya Rêbertî ji nû ve ava bike, hewldaneke mezin nîşan da û di demeke kurt de pêşketineke mezin bi dest xist. Bi perwerdeya ku girt û kûrbûnên ku jiyan, tevlîbûna xwe ya hestî ya ji gerîla veguherand tevlîbûneke hişmendtir. Hevrêyê me Çekdar ê ku bi tevlîbûna xwe ya dilsoz, dilê xwe yê paqij û kesayeta xwe ya karker di xwe de guhertinên mezin pêk anî, rêz û hezkirina mezin a hevrêyên xwe jî bi dest xist. Hevrêyê me yê ku derbasî qada Avaşînê bû û tevlî xebatên pratîkî bû, li gelek qadan xebitî û xebatên xwe yên pêşxistina xwe domand. Hevrêyê me Çekdar ê ku di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên ji sala 2015’an û vir ve yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş ketin de li herêma Avaşînê kedeke girîng da, bi tecrûbeya xwe ya şer bû hevrêyekî pêşeng. Hevrêyê me yê ku bêyî dudilî berê xwe da erkên herî dijwar, her tim serkeftin esas girt. Wekî kesayeta xwe ya şervan, di jiyanê de jî mîsyona pêşengiyê bi cih anî. Hevrêyê me Çekdar ê ku tu carî tempoya têkoşînê kêm nekir û her dem di nava lêgerîna tevlîbûneke zêdetir de bû, di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi rizgarkirina xwe ji taybetmendiyên neyînî yên sîstema kapîtalîst, bû yek ji hevrêyên me yên ku xwe ji nû ve afirand.

Hevrêyê me Çekdar ê ku di êrîşa dijmin a di 28’ê Gulana 2017’an de şehîd bû; bi jiyan, şer û têkiliyên xwe yên hevaltiyê yên xurt, mîrateyeke têkoşînê ya ku tu carî nayê jibîrkirin, li dû xwe hişt. Em soz didin ku em ê bîranîna têkoşîna hevrêyê me Çekdar her dem zindî bihêlin û wê bigihînin serkeftinê.

Rojhat Tendurek – Nurullah Gumuş - Bajarê me Wan bûye yek ji navendên berxwedanê yên ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo bi lez belav bûye û bûye ya gel û bi serhildanên ku pêş xistiye barê  têkoşînê hildaye ser milan. Di tevahiya dîrokê de bi berxwedana li hemberî mêtingeran û sekna xwe ya tu carî serî netewandî, vîneke mezin li ser xeta jiyana azad nîşan daye û kevneşopiyeke têkoşînê ya ku neyê jibîrkirin ji nifş bo nifş hatiye veguhestin, afirandiye.

Hevrêyê me Rojhat li navçeya Ebex a Wanê ku xwedî li vê mîrateya têkoşînê ya kûr derketiye û di refên pêş ên berxwedanê de cih girtiye, çavên xwe li cîhanê vekir. Di malbat û jîngeheke welatparêz de mezin bû û taybetmendiyên wî yên kesayetiyê yên bingehîn di nava têkoşînê de teşe girtin. Hevrêyê me Rojhat ji temenekî biçûk de têkoşîna me nas kir û ji nêz ve şopand. Eleqeyeke mezin ji felsefeya Rêbertî û têkoşîna gerîla ya ku li Kurdistanê bûye efsane re hebû. Mezinbûna di nava malbateke ku bi keda xwe debara xwe dikir de kir ku hevrêyê me di temenekî biçûk de kedkarî nas kir û taybetmendiya wî ya karkeriyê hemû jiyana wî bi teşe kir. Hevrêyê me Rojhat ê ku eleqeyeke mezin ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re hebû û bi xeyala roja ku dê tevlî refên têkoşînê bibe mezin bûbû, ji nêz ve şahidiya zext û zilma dewleta Tirk a dagirker kir û hêrseke mezin li hemberî dijmin hilda. Hevrêyê me yê ku êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me yên li Rojava û Şengalê ji nêz ve dişopand, fêm kir ku gelê me yê ku ji aliyê mêtingeran ve li çar parçeyan hatiye dabeşkirin û li her parçeyekê rastî zilmên cuda tê, bêyî ku xwedî parastineke xurt be, nikare hebûna xwe biparêze û azadiya xwe pêk bîne. Hevrêyê me yê ku dizanî ku hêza parastina bingehîn a gelê me Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne, di sala 2014’an de li Agirîyê tevlî nava refên têkoşînê bû.

Hevrêyê me Rojhat ê ku li qada Serhedê ku lê ji dayik bûbû, mezin bûbû û bi têkoşînê hatibû hêrandin, tevlî nava refên gerîla bû û beşdarî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bû. Dest bi ji nêz ve naskirina dîroka gelê me, têkoşîna me û felsefeya Rêbertî kir. Hevrêyê me Rojhat ê ku biryardariya wî mezin bû û îradeya wî geş bû, tevlî xebatên pratîkî yên li Bakurê Kurdistanê bû û dest bi pratîka xwe ya gerîlatiyê ya destpêkê kir. Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya xebatkar, dilsoz û sade di demeke kurt de li gorî jiyana gerîla hate sererastkirin, hûrgiliyên jiyana gerîla fêr bû. Di qada leşkerî de jî bi lez xwe pêş xist û xwe fêrî taktîkên gerîlatiyê kir. Coş, kelecan û meraqa xwe her dem parast û dest bi hundirînkirina jiyana gerîlatiyê ya pîroz û têkiliyên hevaltiyê yên xurt kir. Hevrêyê me Rojhat ê ku xwedî hewldaneke domdar û kûr bû ku bibe milîtanekî hêjayî xeta fedayîtî ya PKK’ê, di xeta gerîlatiya profesyonel a ruhê serdema nû hildigirt de pispor bû, tiştên ku fêr bûbûn bi awayekî bibandor anî pratîkê. Piştre hevrêyê me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ji nû ve beşdarî perwerdeyan bû û pratîka xwe ya ku meşandibû bi awayekî kûr lêkolîn kir û li ser kêmasiyên ku derketin holê kûr bû. Tecrûbeyên ku di têkoşîna li Bakurê Kurdistanê de bi dest xistibûn, ji hevrêyên xwe re jî veguhestin. Hevrêyê me Rojhat ê ku derbasî qada Avaşînê bû û ji nû ve tevlî xebatên pratîkî bû, bi kesayeta xwe ya enerjîk û karker di demeke kurt de bû yek ji hevrêyên me yên ku derket pêş. Hevrêyê me yê ku hem di qada îdeolojîk û hem jî di qada leşkerî de xwedî pêşketineke domdar bû, wekî şopdarê xeta şehîdan, parastin û bilindkirina nirxên Partiya me kir bingeha jiyana xwe ya şoreşgerî.

Hevrêyê me Rojhat ê ku bersiv da êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên ku di sala 2015’an de pêş xistibûn, li qada Avaşînê di eniya herî pêş de cih girt û di derbên giran ên li dagirkeran de kedeke mezin da. Bi beşdarbûna gelek çalakiyan taybetmendiyên xwe yên şervantiyê pêş xist, di jiyan û îdeolojiyê de kûr bû. Hevrêyê me Rojhat ê ku bi têkiliyên xwe yên hevaltiyê yên xurt û hesasiyeta xwe ya di jiyanê de hezkirin û rêza hemû hevrêyên xwe bi dest xist, ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên ku di nava refên têkoşînê de şehîd bûbûn, her kêliya xwe bê westan da berxwedanê. Hevrêyê me yê ku bi ciddiyeta mezin nêzî hemû erkên Partiyê bû û ji bo ku her erkekê bi serketî bi cih bîne, hemû hêza xwe derxist holê, parastin û mezinbûna nirxên ku bi xwîna şehîdên me hatine afirandin, esas girt. Hevrêyê me Rojhat ê ku her kêliya jiyana xwe ji bo serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û azadiya gelê me feda kir, bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe domand û bû milîtanekî hêjayî Partiya me PKK’ê.

Hevrêyê me Rojhat ê ku di 28’ê Gulana 2017’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a mêtinger de nemir bû, mîrateya jiyaneke fedayî û xeta şerekî milîtan li dû xwe hişt. Têkoşîna hevrêyê me Rojhat wê bêguman ji aliyê hevrêyên wî yên li dû wî ve bigihêje serkeftinê.

Poyraz Serhildan – Mehmet Saît Temel - Hevrêyê me Poyraz Serhildan bi van gotinan kurtejiyana xwe bi devê xwe daye nasîn:

“Ez li gundê Aran ê navçeya Artuklu ya Mêrdînê hatim dinê. Heta 15 saliya xwe bi malbata xwe re mam. Ji bo xwendina lîseyê di 15 saliya xwe de ji malbata xwe qut bûm û li navenda bajêr bi cih bûm. Di dawiya xwendina lîseyê de min rastiya polîtîkaya dewletê ya li dibistanan fêm kir û min dev ji dibistanê berda. Heta 15 saliya xwe min Partî kêm nas dikir. Piştî 15 saliya xwe, ez ji malbata xwe veqetiyam û ji bo debara xwe bikim, min di karên bi meaşên kêm de wekî karker dest bi kar kir. Di vê pêvajoyê de min dest bi naskirina têgîna koletiyê ya li ser bingeha kedê hatibû avakirin kir. Ji ber zêdebûna hesta welatparêziyê ya di hundirê min de di dema şerê Şengal û Kobanê de û ji ber komkujiyên li ser gelê Kurd dihatin kirin, di sala 2014’an de tevlî Partiyê bûm.”

Hevrêyê me Poyraz ê ku tevlî Şoreşa Azadiya Rojava bû, tevlîbûna xwe ya destpêkê û pêvajoya têkoşînê ya ku tê de cih girt bi van gotinan vedibêje: “Piştî ku min perwerdeya şervanên nû girt, ez derbasî eniyê bûm. Min hewl da ku di gelek pêngavan de bi qasî ku ji destê min tê roleke çalak bigirim û min di van pêngavan de tecrûbeyên mezin bi dest xistin. Piştre ji bo ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşînê bikim, derbasî Kerkûkê bûm. Li vir tevlî nava refên gerîla bûm û êdî min wekî HPG’yî têkoşîna xwe domand.”

Hevrêyê me Poyraz ê ku bi wêrekî, fedakarî û tevlîbûna xwe ya ji dil di eniya şer de derket pêş, hezkirina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Poyraz ê ku gav bi gav di pêvajoya têkoşîna pratîkî de xwe ji nû ve afirand, tevî qenciyên mezin ên ku nîşan da jî, ji ber ku xwedî kesayetekî pir nerm bû, xwe wisa pênase kiriye:

“Di vê pêvajoya şer de hem di warê jiyanî û hem jî di warê leşkerî de ez bi kêmasiyan re rû bi rû mam. Di encama lêhûrbûna min jiyan kir de, min fêm kir ku agahî û tecrûbeyên min ên ku min heta wê demê bi dest xistibûn, ji niha û pê ve kêm dimînin û min pasîf dihêlin. Li ser vê bingehê, ez hatim akademiya leşkerî ya ku wê ji min re bibe alîkar ku ez kêmasiyên xwe yên îdeolojîk û leşkerî ji holê rakim. Di akademiyê de, ez hewl didim ku di kesayeta xwe de prensîb û taybetmendiyên milîtanekî Apoyî ava bikim, herwiha ez fêr bibim ku teknîka di destê min de wekî leşkerekî ji bo çi armancê û çawa were bikaranîn. Ez di vê perwerdeyê de gelek tiştan fêr bûm, lê ez xwe bi van tiştên ku ez li vir fêr bûme têr nabînim û ez dizanim ku ez hewce ye ku ez di pratîkê de zêdetir xwe pêş bixim û perwerde bikim. Li ser vê bingehê ez dikarim garantiyê bidim ku ez ê hewl bidim ku di pratîkê de zêdetir fêr bibim.”

Heval Poyraz piştî pêvajoyeke şer a dijwar tevlî perwerdeya li akademiya leşkerî bû û bi van gotinan kûrbûn, biryardarî û angaşta serkeftinê ya di perwerdeyê de destnîşan kir û perwerdeya xwe bi serkeftî qedand. Hevrêyê me yê pispor bû, ji bo ku kûrbûna xwe ya di akademiyê de, daneheva salan û tiştên ku ji hevrêyên xwe yên ku li kêleka wî şehîd bûbûn fêr bûbûn bîne pratîkê, derbasî herêma Zapê bû. Hevrêyê me Poyraz ê ku bi biryardarî û îdîaya serkeftinê ya bilind çûbû Zapê, di demeke kurt de li gorî pêvajoya pratîkî ya li vir hate sererastkirin, mîna gerîlayekî ku bi salan li Zapê maye erdnîgarî nas kir û tevlî pêvajoyên çalakiyan bû. Hevrêyê me Poyraz ê ku bi wêrekî û bê tirsbûna xwe dihat naskirin, di 13’ê Gulana 2017’an de di dema vegera ji çalakiyeke li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê Zapê de, di êrîşa dijmin de ligel hevrêyê xwe şehîd bû.

Hevrêyê me Poyraz, tevî hewldanên dewletê yên ji bo Tirkkirinê di dibistanên dewletê de ji zarokatiya xwe ve jî, eslê xwe winda nekir, bîra xwe ya civakî ji dest neda, ji koka xwe qut nebû û wekî Kurdekî bi rûmet xwedî li nasnameya xwe derket. Di çerxa qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger de destûr neda ku xwe bide perçiqandin, serî hilda û têkoşiya, di asta lehengiyê de şer kir û ber bi şehadetê ve meşiya. Meşa esîl a heval Poyraz wê her tim rê nîşanî me hevalan bide û têkoşîna me bigihîne serkeftinê. Em bi wê baweriyê ku malbata hevrêyê me Poyraz wê xwedî li bîranîna zarokê xwe derkeve, têkoşîna wî fêm bike û di nirxên welatparêziyê de biryar bigire, sersaxiyê ji tevahiya malbata wî re dixwazin.

Rûbar Kanî – Rizgar Ekîncî - Bajarê me Amed ku şahidî ji damezrandina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Berxwedana Dîrokî ya Zîndanê re kiriye, di tevahiya dîroka têkoşîna me de bûye navenda berxwedanê. Gelê me yê Amedê ku bê dudilî tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû, bi tevlîkirina bi hezaran zarokên xwe yên leheng di nava refên gerîla de di eniya herî pêş de cih girt û bi serhildanên ku li hemberî êrîşên mêtingeran pêş xist, rûpeleke nû di dîroka berxwedana gelê me de vekir. Gelê me yê Amedê ku ji ber têkiliyên xwe yên bi biryar ên bi Partiya me PKK’ê re bi taybetî ji aliyê mêtingeran ve hate armanc girtin û rastî êrîşên herî hovane hat, tevî hemû êrîşên derveyî mirovahiyê jî ji xeta jiyana azad paş ve gav neavêt. Ciwanên Amedê yên bi çanda berxwedanê mezin bûn, têkoşîna me hildan ser milên xwe û erka xwe ya li ser milên wan bi awayekî hêja bi cih anîn.

Hevrêyê me Rûbar jî wekî kesekî malbateke me ya welatparêz a ku di nava vê kevneşopiya berxwedanê ya xurt de teşe girtibû, li Bismil a Amedê çavên xwe li cîhanê vekir. Mîna her zarokekî Kurd ê ku li Kurdistanê dijî, rûyê tarî yê dewleta Tirk a mêtinger zû dît. Şahidî ji zext û êşkenceyên mêtingeran ên li ser gelê me yê bindest re kir û hêrseke mezin li hemberî dijmin hilda. Tevlîbûna nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya malbat û hawîrdora wî ya nêzîk, kir ku hevrêyê me Rûbar ji temenekî biçûk de Partiya me PKK’ê nas bike. Di salên 90’î de ku dîroka têkoşîna me ya herî germ bû û nifşê serhildanan hat afirandin, tevlîbûna apê wî Kanî – Mehmet Ekincî di nava refên gerîla de kir ku hevrêyê me Rûbar ji zarokatiya xwe ve sempatiyeke mezin ji gerîla re bike. Hevrêyê me Rûbar ê ku şahidî ji êrîşên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser ciwanên Kurd di dibistanên sîstemê de kir, lêgerînên xwe yên têkoşînê kûr kir. Hevrêyê me yê ku fêm kir ku bi tevlîbûna nava têkoşînê re dikare bibe bersiv, bi beşdarbûna xebatên ciwanan gavên xwe yên destpêkê avêtin nava têkoşînê. Herwiha hevrêyê me Rûbar ê ku ji bo piştgiriyê bide malbata xwe ya di tengasiyên madî de dixebitî, çawa ku ji aliyê polîtîk ve geş dibû, dest pê kir ku taybetmendiyên karkeriyê jî bi dest bixe û taybetmendiyên wî yên karkeriyê di tevahiya jiyana wî ya têkoşînê de her tim pêş bûn. Hevrêyê me Rûbar ê ku di dema xebatên xwe de mal bi mal digeriya û bi taybetî ji ciwanên Kurd re têkoşîn vedigot, wan li hemberî êrîşên înkar û asîmîlasyonê hişyar dikir, kedeke mezin da. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de bi gerîla re rast hat û ji hevaltiya wan a samîmî û girêdanên wan ên xurt pir bandor bû, lêhûrbûnên xwe kûr kir û gihîşt biryardariya bilindkirina têkoşîna xwe bi tevlîbûna nava refên gerîla.

Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de li Bismil a ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû tevlî nava refên gerîla bû û gav avêt jiyana azad, demekê li qada Licê ma û piştre ji bo girtina perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Rûbar ê ku hezeke mezin ji çiyayên Kurdistanê re hebû, bi îrade û xwesteka xwe di demeke kurt de bi şertên dijwar ên çiya û gerîlatiyê re yek bû. Hevrêyê me yê ku li hemberî jiyanê pir hesas bû, hewl da ku her hûrgiliyê fêr bibe, bi xwestek û coşeke mezin tevlî jiyanê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên karker û xebatkar her dem ji bo erkên herî dijwar amade bû. Tecrûbeya rêxistinî ya ku di dema xebatên xwe de bi dest xistibû, bi perwerdeya ku girt kûr kir. Derfeta naskirin û fêmkirina felsefeya Rêber Apo ya ji nêz ve bi dest xist. Hevrêyê me Rûbar ê ku bi kesayeta xwe ya enerjîk di hawîrdora ku lê bû de hevrêyên xwe jî dixist nava liv û tevgerekê, ji wan re dibû çavkaniya hêz û moralê, di demeke kurt de di jiyanê de bû pêşeng. Hevrêyê me yê ku eleqeyeke mezin ji qada leşkerî re hebû, di gelek qadên cuda de pispor bû û perwerdeya xwe bi serkeftî qedand û derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me yê ku tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê ya destpêkê bi dest xist, bi hevaltiya xwe ya xurt a di jiyanê de, sekna xwe ya hestiyar û tawîznedan dihat naskirin. Li hemberî êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ên ku di sala 2015’an de dabûn destpêkirin, di berxwedana mezin a li qada Zapê de cih girt û tecrûbeya şer bi dest xist. Hevrêyê me Rûbar di gelek çalakiyên serketî de di eniya herî pêş de cih girt û di riya fermandariyê de gavên girîng avêtin. Erkên ku li ser milên xwe girtibû bi awayekî hêja bi cih anî û di her xebata ku tê de cih girt de bi hişmendiya layiqbûna şehîdan tevgeriya. Hevrêyê me yê ku armanc kir ku di hunera gerîla de mamele bibe û fêm kir ku bi kûrbûna di gerîlatiyê de dikare bersiv bide êrîşên dijmin, ji bo pisporbûna di taktîkên gerîla de hewldaneke mezin nîşan da. Hevrêyê me Rûbar ê ku di gelek çalakiyên serketî de cih girt, tecrûbeyên xwe ji hevrêyên xwe re veguhest û di geşbûna wan de kedeke wî hebû, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de tevlîbûneke li ser xeta fedayîtî pêk anî.

Hevrêyê me Rûbar ê ku di çalakiyeke bibandor a di 13’ê Gulana 2017’an de di eniya herî pêş de çûbû ser dagirkeran û lê dabû, bi fedakarî şer kir û nemir bû. Bîranîna hevrêyê me Rûbar ê ku ji bo ku gelê me xwedî paşerojeke azad be bê westan têkoşiya û mîrateyeke mezin li dû xwe hişt, wê her tim rêya me ronî bike.

Ronî Çarçela – Îlhan Soydan - Hevrêyê me Ronî li navçeya Gever a Colemêrgê, di nava malbateke ku endamê eşîra Oremarî ya ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi nirxên Kurdistanî tê naskirin, çavên xwe li cîhanê vekir. Ji ber ku malbata wî xwedî kevneşopiyeke welatparêz bû, hevrêyê me Ronî bi têgihîştina nirxên civakî yên xurt ên ku gelê me bi hezaran salan li hemberî hemû êrîşan parastin, mezin bû. Mezinbûna li Geverê ku bajarê serhildanan e, kir ku hevrêyê me Ronî ji zarokatiya xwe ve Rêber Apo û têkoşîna me nas bike û nasnameyeke ku di nava berxwedanê de teşe girtiye bi dest bixe. Mezinbûna bi berxwedanê re li quntarên Zagrosan bandoreke kûr li ser hevrêyê me kir. Şehîdbûna kur haltiyê wî Zinar Oramar – Ramazan Terzioglu di sala 2008’an de li Şirnexê ku navenda berxwedana gerîla bû, hêrsa hevrêyê me Ronî ya li hemberî dewleta Tirk a mêtinger zêdetir kir.  https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2011-ehitlerimiz/item/1365-zinar-oramar-ramazan-terzioglu Di vê pêvajoyê de hevrêyê me yê ku asta biryardariya xwe bilind kir, tevlî xebatên ciwanan bû, dest pê kir ku têkoşîna me kûrtir nas bike û di berxwedana gelê me yê Geverê de cih girt. Hevrêyê me Ronî yê ku rastî êrîşên binçavkirinê yên dewleta Tirk a dagirker hat, tu carî ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêt, bersiva xwe da dagirkeran bi tevlîbûna berxwedanê ya zêdetir. Mezinbûna li erdekî ku gerîla derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dida, derfeta naskirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji nêz ve da hevrêyê me Ronî. Şahidiya têkiliyên hevaltiyê yên germ ên gerîla û berxwedana wan a fedayî ya ji bo parastina gelê me û axa pîroz a Kurdistanê, kir ku hevrêyê me Ronî berê xwe bide çiyayên kevnar ên Kurdistanê. Hevrêyê me Ronî yê ku di hişê wî de bû ku gelê me yê bindest bêyî ku xwedî parastineke xurt be, nikare hebûna xwe biparêze û xwedî paşerojeke azad bibe, di sala 2013’an de tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Ronî yê ku jiyaneke tevlihev bi çiyayan re derbas kiribû, di sererastkirina li gorî jiyana gerîla û şert û mercên çiyê de zehmetî nekêşand. Hevrêyê me Ronî yê ku perwerdeyên xwe yên destpêkê yên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîtin, bi perwerdeyên ku girtin hem di qada îdeolojîk û hem jî di qada leşkerî de pispor bû. Pêşxistina xwe ya her roj, fêrbûna ji jiyanê û parvekirina tiştên ku fêr bûbû bi hevrêyên xwe re esas girt. Bi coş û morala mezin tevlî jiyana gerîla ya pîroz bû, bi enerjiya xwe bû çavkaniya hêzê ji hemû hevrêyên xwe re. Ji bo fêrbûna taktîkên şer ên gerîla yên leşkerî û îdeolojîk di nava hewldaneke mezin de bû. Hevrêyê me Ronî yê ku perwerdeyên xwe bi serkeftî qedand, ji bo ku wekî gerîlayekî azadiyê yê pispor tevlî pêvajoya pratîkî bibe, derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me Ronî yê ku di temenekî ciwan de tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, tevî temenê xwe jî bi gihîştîbûn û pisporbûna xwe ya di jiyanê de di demeke kurt de ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat teqdîrkirin. Derfeta meşandina pratîkê di demekê de li gel yek ji fermandarên me yên herî hêja yên ku ji aliyê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve hatibû perwerdekirin, Şehîd Elî Piling yê ku wê demê li Zapê bû, bi dest xist. Di vê pêvajoyê de di warê şervantî û taktîkên gerîla de pêşketineke mezin bi dest xist.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku di sala 2015’an de dabûn destpêkirin û armanca wan tunekirina vîna azadiyê ya gelê me bû, di nava Berxwedana dîrokî ya Zapê ya ku ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve hatibû pêşxistin de, di enîya herî pêş de cih girt. Beşdarî gelek çalakiyan bû û di derbên dîrokî yên li dagirkeran de kedeke mezin da. Ji bo pisporbûna di taktîkên gerîla yên serdema nû de tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû û piştî qedandina perwerdeyên xwe dîsa di refên têkoşînê de cih girt. Hevrêyê me Ronî yê ku bi serweriya xwe ya di taktîkên gerîla de û sekna xwe ya milîtan a di jiyanê de ji bo hevrêyên xwe veguherî çavkaniya ewlehiyê, di nava refên têkoşînê de bi vîna Apoyî xwe bi lez gihand xeta milîtanî. Hevrêyê me Ronî yê ku tolhildana hevrêyên xwe yên ku di dema têkoşînê de şehîd bûbûn û bicîhanîna xeyalên şehîdên nemir ji xwe re wekî armanca bingehîn destnîşan kiribû, li ser vê bingehê tevlîbûna xwe ya bi hemû hêza xwe ya ji jiyana pîroz a PKK’ê û şerê ku dihate meşandin re esas girt.

Bîranîna hevrêyê me Ronî yê ku di 16’ê Gulana 2017’an de di dema êrîşa dewleta Tirk a mêtinger de şehîd bû û meşa xwe ya şoreşê li lûtkeyê bi dawî kir, wê her tim di têkoşîna me de bijî.

Zagros Serdar – Yunus Bîlgî - Bajarê me Amed ku Partiya me PKK’ê damezrandina xwe lê ragihand û bû navenda dîroka têkoşîna me, li gorî vê mîsyona dîrokî heta roja me ya îro jî bi awayekî hêja rola xwe bi cih anî. Bajarê me Amed ê ku bi dîroka xwe ya kûr a welatparêziyê û gelê xwe yê berxwedêr xwedî li her berxwedana li Kurdistanê pêş ketiye derketiye, Partiya me PKK’ê ku hêviya me ya pêşeroja azad e, bi heman ruha berxwedanê silav kir. Gelê me yê Amedê ku bi serhildanên ku pêş xist gerîla kir ya gel, bi hezaran zarokên xwe yên leheng şand nava refên têkoşînê. Li hemberî polîtîkayên zext, komkujî û koçberkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, bi vîneke têkneçûyî û bi zêdetir xwedîderketina li nirxên azadiyê bersiv da. Ev xeta berxwedanê kir ku bajarê me Amed bibe sembola berxwedanê.

Hevrêyê me Zagros jî wekî di nava malbateke me ya welatparêz de ku ev kevneşopiya kûr her tim tê de zindî tê girtin, li navçeya Licê ya Amedê çavên xwe li cîhanê vekir û bi vê kevneşopiya berxwedanê mezin bû. Mezinbûna di jîngeha polîtîk a Amedê de kir ku hevrêyê me Zagros ji temenekî biçûk ve têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Mezinbûna bi çîrokên têkoşîna gerîla ya ku li Kurdistanê bûye destan kir ku hevrêyê me Zagros zû sempatiyeke mezin ji gerîla re bike. Hevrêyê me Zagros ê ku şahidî ji êşkence û zilmên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser gelê me re kir, hêrseke mezin li hemberî dijmin hilda. Hevrêyê me yê ku nakokî û lêgerînên wî kûr bûn, fêm kir ku gelê me tenê bi felsefeya Rêber Apo û bi Partiya me PKK’ê ya ku berxwedaneke bêhempa dimeşîne, dikare bigihêje pêşerojeke azad. Li ser vê bingehê, hevrêyê me Zagros ê ku gihîşt biryardariya bibe fedaiyê gelê xwe, di sala 2013’an de li axa ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Zagros ê ku demekê li qada Amedê ma û pratîka xwe ya gerîlatiyê ya destpêkê meşand, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdeyên bingehîn bû. Hevrêyê me yê ku ji têkiliyên hevaltiyê yên germ ên jîngeha gerîla pir bandor bûbû û ji vê yekê hêzeke mezin digirt û tevlî jiyanê dibû, xwedî pêşketineke lez bû. Ji bo kûrbûna di qada îdeolojîk û leşkerî de hewldaneke mezin nîşan da. Bi taybetî pisporbûna di taktîkên gerîlatiyê de esas girt. Hevrêyê me Zagros ê ku perwerdeya şervanê nû bi serkeftî qedand, derbasî qada Zapê bû û tevlî xebatên pratîkî bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral a ji jiyanê re, xwesteka xwe ya fêrbûnê û tevlîbûna xwe ya bê dudilî her erka ku li ser milên xwe girtibû bi awayekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Zagros ê ku demeke dirêj li qada Zapê ked da û hema hema li her herêma Zapê pratîkê meşand, pêşengî ji hevrêyên xwe yên nû hatibûn re kir, bi parvekirina tiştên ku dizanîbû tevkarî li geşbûna hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Zagros ê ku eleqeyeke mezin ji felsefeya Rêber Apo re hebû, her firsenda ku didîtin fêrbûn esas girt. Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a mêtinger di sala 2015’an de ji bo tunekirina têkoşîna me bi temamî dabû destpêkirin, li gel hevrêyên xwe di enîya herî pêş de cih girt û di serketina berxwedana dîrokî ya li qada Zapê de kedeke mezin da. Hevrêyê me Zagros ê ku her firsenda ku didît bi afirîneriyeke mezin bi kar dianî da ku derbên giran li dijmin bixe, taktîkên gerîlatiyê bi awayekî serketî anî pratîkê. Hevrêyê me Zagros ê ku bi kesayeta xwe ya karker, fedakarî, coş û nermbûnê dihat naskirin, van taybetmendiyên xwe yên bingehîn bi veguherîna gerîlayekî bi kalîte zêdetir pêş xist. Tu carî xwe têr nedît. Her dem ji xwe pirsî: Ez ê çawa zêdetir têkoşînê bikim? Nêzîkatiya wî ya li hemberî nirxên ku şehîdên me yên nemir bi xwîna xwe afirandibûn, pir hesas bû. Parastin û mezinbûna van nirxên pîroz kir armanca bingehîn a jiyana xwe ya têkoşînê.

Hevrêyê me Zagros ê ku bi kesayeta xwe ya xwerû, nerm, fedakar bê dudilî li ser xeta fedayîtî dimeşiya, di encama êrîşa dijmin a di 16’ê Gulana 2017’an de şehîd bû. Mîrateya têkoşînê ya hevrêyê me Zagros a ku li dû xwe hişt, wê her tim rêya me ronî bike û di berxwedana me ya ber bi serkeftinê ve dimeşe de her tim bijî.

 

5’ê Mijdara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG