HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re!

Bi wesîleya salvegera şehadeta lehengên Tabûra Nemiran hevrê Asya Alî - Mîne Sevjîn Alçîçek û Rojger Hêlîn - Alî Orek ên 23'ê Cotmeha 2024'an li TUSAŞ a Enqereyê çalakiya fedaî kirin û fermandara me ya nemir hevrê Bêrîtan Hêvî - Gulnaz Karataş ku 25'ê Cotmeha 1992'an bi berxwedan, sekn û çalakiya xwe bû sembola li dijî xiyanet û teslîmiyetê, şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Em soza xwe dubare dikin ku dilsozê bîranînên pîroz ên şehîdan bin, meşa xwe ya li ser xeta şehîdan bi ruhê fedaî yê Apoyî bêteredût dewam bikin, armancên şehîdan bi ser bixînin û hêjayî bîranîna wan bin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên li Bakurê Kurdistanê operasyon û êrîşên berfireh kir.

Di rojên 14 — 15'ê Cotmehê de li herêma li sêgoşeya Çewlîk û navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê operasyonek hate kirin.

Di 14 — 15'ê Cotmehê de li herêma Herekolê ya Botanê operasyoneke berfireh hate kirin.

Di 19'ê Cotmehê de li herêma Besta ya Botanê operasyonek hate kirin.

Di van operasyonên ku li hemberî hêzên me yên gerîla yên di pozîsyona agirbestê de ne tên kirin, li gel ku em qet naxwazin jî eger rasthatinek li hev rû bide, berpirsyarê encamên vê yekê wê ew îradeya siyasî û leşkerî be ku van hêzan derdixe operasyonê.

 

23'ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG