Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro têgînên ku hatine bikaranîn, ji bo bên parastin û di wateya xwe de bimînin, gelan û jinan berdêlên pir mezin dane. Lê em mêze dikin ev bûye pirsgirêka jiyanê ya herî esasî.
Em di serdemekî wisa de jiyan dikin ku ji bo jiyana em behs dikin jî, ji rastiya xwe were dûrxistin, tenê wekî jiyan were hesibandin, bi dehan têgîn û nasname bi awayekî hovane di nav desthilatdaran de hatiye bê nirx kirin. Pergala moderniteya kapîtalîst bi dagirkirina hişê mirovahiyê re cudabûn û rengbûna gelan ji holê rakiriye û wisa bûye ku mirov pir taybetmendiyên xwe yên civakî ku karibe pê xwe pênase bike nabîne. Rêbertî di parêznameyan de bi awayekî berfireh, bin wateya jiyanê xêz dike û dek û dolabên hêzên desthilatdar jî derxistiye holê. Taybet di parêznameya dawî de Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk de mirov bi awayekî zelal dibîne ku Rêbertî destpêkê qala têgîn û têgehan dike. Ew ji bo me dide diyar kirin ku mirov destpêkê jiyanê nas bike û pirsgirêkan tespit bike, li gel wî çareserî pêş bixe. Hewce dike têgînên ku ji rastiya xwe hatine dûrxistin bi awayekî rast nas bike û bi wate bike. Têgînên çand û berxwedan jî têgînên wisane ku di jiyana mirovahiyê de hertim diyarker bûne û mirov nikare ji van her du têgînan jiyanekî cuda jiyan bike. Lê em mêze dikin modernîteya kapîtalîst ev her du têgîn jî ji wate ya xwe derxistiye. Ji ber ev pergal di vê zanebûnê de ye, gelan çiqas bê çand û bê berxwedan bihêle, ewê ewqas karibe pergala xwe di şaneya civakan de bicîh bike û bi vê re ewê civakbûn ji holê rabike. Her çiqas çanda berxwedanê ji aliyê hêzên faşîst ve were astengkirin jî em dema dîrokê mêze bikin emê bibînin ew çand hertim zindî maye. Bêguman yê ku çanda berxwedanê parastiye jî jin e. Berxwedan tê wateya ku tu tiştên ku naxwazî jiyan bikî, li hember disekinî û berxwe didî. Di gerdûnê de mirov mêze bike dibîne di hemû zindiyan de ew berxwedan heye û ew zagona gerdûnê ku tu wenda jî bikî qezenc jî bikî dîsa jî li berxwe didî. Dema mirov bixwaze pisîkekî bigire an go ew pisîk hîs bike tu yê zerar bidî yekser neynokê xwe derdixe, berxwe dide. Dema em bixwazin gulekî jêbikin ew bi sitiriyê xwe dixwaze asteng bike. Dema tu dest bavêjî hêlîna çûkan wê demê ew cihê hêlîna xwe diguherîne û berxwe dide. Heman demê em mêze bikin piranî çîrok, helbest û dengbêjan de ku em guhdar dikin, her berxwedan tê ser ziman. Em dema ji xwe pirs bikin beramberê çi berxwedan, beramberê çi sekinandin, çi qebûl nekirin? Ewê bi sedan bersîvên beramberê dagirkerî, sermaye, birçîbûn, bêheqî, zilm, tirs, qirkirinê, tunekirinê berxwedan derkeve pêşberî me. Gelên ku dema zimanê wê, çand û nasnameya wê were tune kirin, nikare bê deng bimîne, vêya bi hêsanî qebûl bike. Ji bo hebûna xwe mayînde bike û biparêze rêya berxwedanê hildibijêre. Dîrok wisa ye ku paşeroj, pêşeroj û kêlî bi awayekî zindî diherike. Lê ya girîng ewe ku mirov ji vê herikbariyê re çavê xwe veke, di pişt perdeyan de bibîne. Wê demê dikare rast jiyanê bixwîne û ava bike. Em bala xwe bidinê, mijar dema dibe dîroka jin, ew perdeya reş her diçe sitûr dibe û wekî ku di dîrokê de jinên berxwedêr tunebûne tê belav kirin. Em li vir bala xwe bidin gotina Gerda Lerner ku dibêje `` Heke dîrok bi çavê jin hatiba mêzekirin, paşeroj bi watedayina jin re hatiba dizayn kirin, dîroka ku em niha dizanin ewê di bin ronahiyekî cuda de hatiba berdewam kirin û dîtin. `` Em niha bi felsefeya Rêbertî re jiyanê bi çavê jin mêze dikin û wekî Rêber APO dibêje dîroka azadiya jin bi çanda berxwedanê dinivîsînin. Ji bo ku em dîrokê bi awayekî rast fêm bikin û binivîsînin, pergala jinên azad ava bikin, hewcedarî heye di dîrokê de jinên ku berxwe dane em serî li wan bidin û nas bikin. Jinên Kurd her tim di nava berxwedanê de cîh girtine. Kesayeta jinên Kurd ya berxwedêr wisa ye ku li şûna ku bikeve destê dijmin û êsîr bibe şer kiriye, xwe di zinaran û piran de avêtiye, xwe kiriye bombe teqandiye, bi pîrozbûna agir re bûye yek. Wekî çûka anka xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandiye. Lê çawa ku dîroka gelê Kurd ya berxwedêr nehatiye nivîsandin, wêrekî û jêhatîbûna jinên Kurd jî nehatiye nivîsandin. Heger em bi îdîane ku dîroka jinên azad binivîsînin, pêwîste em jinên ku jiyana xwe bi çanda berxwedaniyê re hûnandine nas bikin. Mîrate, birdozî û têkoşîna jinan ku li beramberê zihniyeta zilamsalarî pêşxistine mirov pêwîste derxe holê. Têkoşîna jinên Kurd, têkoşîna Zarîfe ye ku li Koçgirî li hemberî dagirkeriyê berxwedaye. Li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim e, Hureme, Berîtan e, Berîvan e, Azîme ye, Zîlan e, Sara ye, Arîn e, Delal e, Helbeste û bi sedan jinên bi çanda berxwedanê xwîna xwe wekî çemê azadiyê herikandine ye. Di berxwedana Kela Dimdimê de bi sedan jin ji bo ku nekevin destê dijmin jiyana xwe bi dawî dikin. Piştî Kela Dimdimê dikeve destê dijmin, Xatûna Zadîne ji bo ku tola jinan hilîne Arteşekî bi navê ``çengzêrîn``ava dike, bi hezaran kesî re êrîşê kelehê dike û dîsa bidest dixe. Di raperîna Agirî de Xatûna Gulnaz rolekî girîng leyistiye. Raperînên ku pêşengtiya Seyît Riza de pêş ketiye, têkoşîna Besê û Zarîfe têkoşîna parastina rûmeta jin e. Taybet Zarîfe kesayetekî mînake ku di mafê jinan de rolekî bingehîn leyistiye. Di raperîna Garzanê de Rindêxan rolekî sereke dileyze lê êsîr dikeve destê dijmin. Lê dema êsîr dikeve dixwaze carê dawî pirda Malabadî bibine, dema digihîje pirda Malabadî xwe ji pirê davêje. Leyla Qasim beramberê rejîma Baasê ji bo ku dengê gelê Kurd ji hemû cîhanê re bide sehkirin tevlî çalakiya balafir revandinê dibe. Di vê çalakiyê de tê girtin û dinav 20 rojan de tê sêdar kirin. Leyla Qasim dibêje `` Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanibin ku bi kuştina min re ewê bi hezaran Kurd hişyar bibe. Ez di rêya azadiya Kurdistanê de ji ber ku canê xwe feda dikim pir kêfxweşim, şanazim û serbilindim``. Em dibînin çawa di dîrokê de êrîşa zilamsalarî hertim hebûye; berxwedana jin jî bi ti awayî nesekiniye. Di serdema niha de ku moderniteya kapîtalîst dixwaze vê serdemê bi zilma xwe ve bi rêve bibe, berxwedana jin gihîştiye lûtkeyê.
Şerê cîhanê yê sêyem û krîza cîhanî li her derê wisa kiriye ku faşîzm belavê her derê bûye. Ev jî herî zêde rêya qirkirina ser jinan vedike. Wekî her demê di nav şer de herî zêde ya ku êş dikşîne, berdêlên herî mezin dide jin e. Lê pêvajoyên ku em tê de ne herî zêde jin pêwîstiya hebûna xwe parastinê dibîne û têkoşîn dike. Jin di vê zanebûnê de ye: hêzên desthilatdar herî zêde di vê pêvajoyê de ji bo nasnameya jinê tune bikin êrîş dikin. Jin heger xwe neparêze, hêza xwe ya parastinê ava neke û li berxwenede, nikare hebûna xwe ava bike û bidomîne. Ev ji bo hemû tevgerên jinan derbasdare. Di hemû welatan de tevgerên mafê jinan diparêzin hene. Lê di bingeh de ev tevger çiqas ji bo mafê jin têdikoşin ev mijara lêpirsînêye. Tevgerên jinan pêwîste bi hevdû re tekiliyên wan hebin û bi awayekî rast ji bo çanda berxwedanê ya jinan têkoşîn bikin. Rêbazê têkoşîna jinan heman demê rêbazê hebûna xwe ava kirina jinan e. Mirov dema rêbazê berxwedanê derxe holê û zindî bike dikare wekî jin hebûna xwe jî hem bide nasîn û hem jî mayinde bike. Jin dema zilm, zordarî û neheqî dibîne bi awayekî pir bi hêrs li berxwedide. Ûlrîke Menîhof dibêje `` Şûna ku ez hestiyar ango xembar bibim, çêtire ez bi hêrs bibim``. Ya rastî bi vê gotinê re pêwîstiya berxwedana jinan vedibêje. Di cewhera berxwedana jinan de li beramberî hişmendiyê hêrs heye, perdeya ber çavên xwe qetandin heye, wêrekî heye û esaleta serî rakirinê heye. Jin bi hêrsekî mezin dibêje ez jî heme, ez jî mirovim, bi hêzim, hestê min heye û dikarim bikim. Bêrîkirina min û xeyalên min jî hene. Jin îro bi îhtîşam û rûmetekî mezin derketiye ser dika dîrokê. Bi saya artêşbûn û partîbûna jin, jinên Kurd wekî çanda kevnar ya xwedawendan xwe gihandine lûtkeya berxwedanê û rûmetê. Jin berhemê xwe yên bi hezar salane ji destê wê hatiye dizîn bi vê rêyê girtiye dest û ji bo parastina van nirxan û berheman ji xwe bawer gav diavêje. Ev çanda wê ya berxwedanê rêya jinên cîhanê ronî dike. Encamên ku jinan dibe ber bi azadiyê bi saya Rêber APO pêşket. Rêber APO dibêje `` Artêşbûna jin xweşikbûna xeyalên me ne``. Yê ku herî zêde çanda berxwedana jinan parast û ji bo me da nasîn Rêber APO ye.
Jinên Kurd anî vê astê ku ji bo bibin layiqê vê berxwedanê têkoşînên mezin dan. Jinên Kurd bi xwe re, kevneşopiyê re, bi zîhniyeta zilam re, bi hêzên netew-dewlet re, ji bo ku vê çandê biparêze şer dike û têkoşîn dike. Li çiya, deşt, zîndanan û hemû cihên jiyanê, jin berxwe dide û dîroka azadiya jin dinivîsîne. Niha jinên berxwedêr beramberê hêzên hovane bi nasnameya YJA-STAR şer dike, jiyana bi azadiyê hatiye hûnandin de cihê xwe digre û dibe stêrkekî di nav keziyê jiyana azad de. Em çîroka berxwedana jinan dibihîsin. Ruhê jinên berxwedêr çawa ku di dîrokê de jiyana xwe wekî destanekî domandine; niha jî em dibînin ku ev berxwedan me dibe berbi serkeftinê. Serkeftin û berxwedana jin bi JIN JIYAN AZADÎ re belavê hemû jinên cihanê bûye. Çîrokên jinên berxwedêr di behra JIN JIYAN AZADÎ de kom dibe û ti hêzên dagirker nikare vê behrê zuha bike. Berxwedana jinan bi qêrîna xwe ya azadiyê ve van hêzên desthilatdar di nav behra azadiyê de difetisîne. Ev behr li Kobanê dibe tilîliya Arîn Mîrkan, li Rojhilat dibe Jîna Amînî, li Bakûrê Kurdistan dibe Narîna Biçûk, Li Başûrê Kurdistan dibe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn… Ji Kurdistanê ber bi cihanê diherike û tovên jiyana azad ku ji aliye Rêbertî ve li gerdûnê hatiye avêtin, bi çanda xwe ya berxwedanê av dide. Her çiqas em berdêlên giran bidin jî em îro li her derêne, berxwedana me li her derê deng vedide û bi baweriyekî mezin dibêjin ku em natirsin, bi têkoşîna xwe ve tola hezar salan ji hişmendiya zilamsalarî digrin.
HEVAL VEJÎN BOTAN
