HPG

Kurdistan Halk Savunma Güçleri

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3’yê pûşperê de saet li derdora  Westana Wanê, ji hêla gerîlayên me ve nîzamiye û maşîneke zerîpoş a bi navê akrep eydî Midûriyeta Ewlekariya navçeya Westanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirinê de, nîzamiye û zerîpoşa li hewşa midûriyetê ye bi roketavêj û çekên ferdî hatiye he def girtin. Piştî çalakiyê dijmin li  hember çiyayê Artosê operasyonek daye destpêkirin û di 4’ê pûşperê de bi paş ve vekişiyaye.

2. Di 4’ê pûşperê de saet di 19:00’an de û di 5’ê pûşperê de saet di 01:00’ê de li Qadên Parastina Medya li hember girên Xerîp û Partîzan û qadên Bezenîkê ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

3. Di 4’ê pûşperê de saet di navbera 22:00-23:00’yan de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Tenga Kêlê û Milê  Sûlê ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê bi hawan û obûsan li dar xistiye.

4. Di 4’ê pûşperê de saet di navbera 21:00-23:00’yan de li Qadên Parastina Medya li hember gundên Dêrik, Dola Bektorya, hevrazên girê Êrîş û girê Azad ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê bi hawan û obûsan li dar xistiye.

5. Di 3’yê pûşperê de danê êvarî ji hêla gerîlayên me ve li riya Colemêrg-Çelê du çalakiyan li pey hev li dar xistine. Heman rojê saet di 20:00’an de li nêzîkî Pira Depînê hêzên gerîlayên me maşîneke bi zirx a polêsan hedef girtine û piştî vê çalakiyê konvoya leşkerî ya ku bi armanca alîkariyê hatine jî hatiye lêdan. Di herdu çalakiyan de mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes hejmara wan nehatiye zelalkirinê. Piştî ev herdu çalakiyan Artêşa TC’ê operasyonek li dar xistiye û di 4’ê pûşperê de bi roj saet di 10:00’an de bêyî ku encamek bigire bi paş ve vekişiyane.

5 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG