HPG

Kurdistan Halk Savunma Güçleri

Ji çapemenî û rayagiştî re!

1. Di 6’ê pûşperê de saet di navbera 07:00-08:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Ferhad, Çiyareş, girên Xeregolê û Dola Şîvê Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xist.

2. Di 5’ê pûşperê de saet di navbera 17:00-19:00’an de, Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Milê Bayê ku girêdayî qada Orê ye û bi ser Heftanînê ve girêdayî ye êrîşeke bi hawan û obûsan lidarxistiye.

3. Di 5’ê pûşperê de saet di navbera 22:00-23:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Bezenîkê Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

4. Ji 4’ê pûşperê heta 6’ê pûşperê li gundên Geznex û Germavê ku girêdayî Bêşebabê ne, komek kontra bi kincên gerîlayan xebatên kemînavêtinê û keşfê dikin. Divê gelê me li hember van komên kontra hişyar bin.

5. Di 2’yê pûşperê de saet di 23:00’yan de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li hember noqteya polêsan a di derketina  Geverê ye, maşîneke bi zirx bi navê akrep hedef hatiye girtin. Maşîna ku ji nêz ve hatiye lêdan, piştre dafikeke hatiye teqandin. Bi teqînê re maşîn qulibiye, bes der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neketiye.

6. Di 1’ê pûşperê de Artêşa TC’ê li hember qada Çemçê ku girêdayî Qersê ye operasyonek li dar xistiye. Operasyona ku qada Boztepa bi ser Çemçê ve girêdayî ye û qada Geliyê Kula ku bi ser Kaxizmanê ve girêdayî ye girtibû nav xwe, di 3’yê pûşperê de bi paş ve vekişiyaye.

6 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG