Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, roja 26'ê Mijdarê saet 2'an li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa TC a dagirker ku ji Qereqola Axurî diçû navenda navçeyê çalakiyek pêk anîn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Êvara 24'ê Mijdarê saet 19'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Girê Heqarî yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar û ziyan negihişt gerîlayên me.
25’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Roja 23’ê Mijdarê artêşa TC’ê ya dagirker li derdora gundê Herkî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Heman rojê derdora saet 09:30’an de hêzên me rastî yekîneyeke veşartî ya dijmin hat û şer derket.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
22'ê Mijdarê saet 14:40'î hêzên me li herêma Evdilkofî ya Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Elî Dirêj çalakiya sekvaniyê pêk anîn. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşandin.
23’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya hêzên YJA Star û KBDH'ê de, ku li eyaleta Serhedê dest pê kiriye, roja 20'ê Mijdarê saet 9'an li dijî Qereqola Korxanê ya navçeya Başan a Îdirê çalakiyek hate lidarxistin. Ji 2 baskan ve li qereqola dijmin û wesayitên zirxî yên hatin destwerdanê gule hate reşandin. Di encama çalakiyê de derb li 2 wesayitên zirxî hate xistin, 2 kontra hatin kuştin, kontrayek jî birîndar bû.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, roja 20'ê Mijdarê saet navbera 18:00 û 19:00 bombe li qada Şehîd Harûn û derdora gundê Silê yê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Roja 19’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di navbera seat 13:00’an û 13:30’an de bombe li derdora Gundê Sîlê yê herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di bombebaranê de li bax û baxçeyên gundiyan zirarek mezin çêbû.
- Ayrıntılar