Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 7’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember bejahiya Çelê ku girêdayî Colemêrgê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Di berdewamiya operasyonê de di 8’ê îlonê de ku Artêşa TC’ê bi armanca tunekirina gerîlayên me li dar xistiye de, pevçûn hatiye jiyandin û di vê pevçûnê de 1 astsûbay hatiye kuştin û 2 ji wan çawişê pispor gelek leşker jî birîndar bûne. Di van pevçûnan de tu windahiyeke gerîlayên me çênebûye.
9 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel biryara tevgera me ya bêçalakbîbûnê ku ji bona pêşketina pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatibû sendin, di vê pêvajoyê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember gerîlayên me bênavber operasyonên tunekirinê zêde bûne. Di beşeke van operasyonan de ji ber pejinkariya gerîlayên me tu pevçûn nehatine jiyandin, bes ji ber israra Artêşa TC’ê ji neçarî di hinek operasyonan de pevçûn têne jiyandin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 8’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Çiravê ku girêdayî Gabara Şirnexê ye operasyonek hatiye li dar xistin û di operasyonê sewqiyata leşker û cebilxane didomin.
8 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 6’ê îlonê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Alana Kîto, Xantûs, Şêx Amer û Nebatê operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî hê jî didome.
7 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 4’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Elîbogazî, Alûklû, Kurûder û Bozanê ku girêdayî Dêrsimê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama êrîşan de li qadan şewateke ku hê jî didome destpêkiriye.
6 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 4’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve bi roj saet di navbera 13:00-14:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundên Mûsolokê û Ermûşê û qada Ebdalkovî êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di van êrîşan de eydî gundiyan zevî û baxçe zirar dîtine û nêzî 30 sewal jî telef bûne.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 3’yê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qadên Girê Nêriya, Şehîd Reşîd û Şehîd Dogan ku girêdayî qada Tendûreka Agiriyê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyona ku berdewam dike de, xebatên kemînavêtinan didomin.
- Ayrıntılar