Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 19’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember Qadên Parastina Medya qadên Şehîd Bêrîtan û Karker ku girêdayî Xakurkê ne êrişeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Êrîşa ku bê navber berdewam kiriye, 20’ê pûşperê hetanî danê sibehî saet 6:00’an berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 18’ê pûşperê de danê sibehî ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Çekçeko ku girêdayî qada Besta ku bi ser Şirnexê ve girêdayî ye operasyonek hatiye li dar xistin. Heman rojê danê êvarî operasyon bi paş ve vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 17’ê pûşperê de artêşa TC’ê danê êvarî saet di navbera 19:00-20:00’an de qada Çarçela û gundê Kizil ku girêdayî Zagrosê ne daye ber obûs û hawanan.
2. Di di 15-16’ê pûşperê de artêşa TC’ê Dola Sertêl, Tengava Karwanan û qada Şehîd Sebrî ku girêdayî çiyayê Cîlo ne daye ber obûs û hawanan.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 10’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Koyî Spî ku girêdayî Eyelata Amedê ye êrîşeke hewayî li dar ketibû û di vê êrîşê de hevalê me yê bi navê Rizgar Derxust ku Alîkarê Fermandarê Eyaleta Amedê bû birîndar bûbû. Digel hemû hewldanên me rêheval Rizgar gihîştiye şehadetê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 12’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve bi beşdariya cahşên eşîrên Gevda û Mamxurî li hember qadên Belatê Sadûn, Xarka, Dola Behîca, Gundê Heştê, Gisê, Girê Helwesîs, Gundê Zavîtê û Xube ku girêdayî Çelê ku navçeya bajarê Colemêrgê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî di 13’ê pûşperê de bi paş ve vekişiyaye.
16 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 14’ê pûşperê de danê êvarî saet di navbera 19:00-23:00’an de li Qadên Parastina Medyayê li hember qadên Kanî Borî, Kela Evdal, Alanîş û Tepê Şehîd Şêxmûs ku girêdayî Heftanînê ne, ji hêla artêşa TC’ê ve êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin.
15 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 12’ê pûşperê de êvarî saet di navbera 21:00-00:00’an de artêşa TC’ê obûs û hawanan avêtiye Girê Konferansê, Geliyê Pisaxa, Dola Aş û Girê Aş ku girêdayî Heftanînê ku li Qadên Parastina Medyayê ne.
- Ayrıntılar