Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 11 îlonê de di derdora saet 13.00’an de li navbera Mûşê û navçeya Dara Hênê ya bi ser Çewlikê li nêzî herêma Zengokê ji aliyê gerîla yê me li dijî trêneke alavan leşkerî barkirî çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 vagon ruxiyaye her weha trên ji rayan derketiye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa mêtinger ya TC’ê li dijî herêmên Zengok û Kara Hamza operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 4’ê îlonê de li navçeya Geverê li gundê Şitaza du cerdewan hatiye kuştin. Tu têkiliya gerîla ye me bi vê çalakiyê re nîne.
Cerdewanên hatiye kuştin, mirovên welatparêz ên beriya niha ji aliyê dijmin gef li wan hatiye xwarin e. Kuştina van kesên bi welatparêziya xwe dihatin nasîn, bi hişmendî hatiye hilbijartin. Artêşa TC’ê di demê borî de jî bi reşkujiyên bi vî rengî xwestiye yekitiya netewî ya kurdan xera bikin, ev jî yek ji hewldanên wan e.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 9’ê îlonê de li Çewlikê li dijî herêmên Barav û Kîlîsekê ku bi ser Şevdînê ne ji aliyê Artêşa TC’ê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan yekîneyên veşartî hatiye bicîhkirin û operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê bi rengê kemînan berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7’ê Îlonê de li navçeya Payizava ya bi ser Vanê di derdora saet 24.00’an de li dijî maşîneke polîsan ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de du polîs ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Nûçeyên di çapemeniyê de derbas dibin, birîndrabûna du polîsan ji rastiyê dûr in.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Îlonê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê 9 maşînên şantiya bendava ji aliyê gerîla yê me hatiye şewitandin. Ofîsên wê jî hatiye rûxandin. Herweha 9 kesê li vir ji aliyê gerîla yê me hatiye binçavkirin. 4 kesên lêpirsînê wan hatiye kirin hatiye berdan, di derbarê 4 kesên lêpirsînê wan berdewam dikin jî wê di rojê pêş de ji raya giştî re bê ragihandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7’ê Îlonê de di derdora saet 19.00’an de li navçeya Xinise ya bi ser Erziromê li dijî Muduriyeta Ewlehiyê û qereqola jandarmayan ji aliyê gerîla yê me du çalakiyên hevwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Ji 5’ê îlonê û vir ve PJAK li ser daxwazê hin derdolaran agirbes îlan kiriye. Ji bo şensekî bide rêbazên aştiyane û diyalogê weke HPG’ê em ê ji nêz ve ev agirbesta hatiye îlankirin bişopînin.
- Ayrıntılar