Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Îlonê de di navbera saet 13.00-17.00’an de li Şirnexê li dijî Çiyayê Bizina, Dola Aşinmê, Kela Bedê Ava Bêhnê û herêma Findika ku bi ser Gabarê ne ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medyayê li dijî herêma Arê û Nuqteya Bager ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiya gerîla yê me çênebûye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 17’ê Îlonê de li navçeya Şîrvanê ya bi ser Sêrtê ve nêzî gundê Sikambo di encama kemîna piraniya xwe cerdewan in di pevçûnê de hevalê Şahîn gihîştiye şahadetê. Li beramberî êrîşên hukumeta AKP’ê û artêşa mêtinger a TC’ê ku di demê dawî de zêde bûye, me weke HPG biryardarî û berxwedêriya xwe nîşan daye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14’ê Îlonê de li Herêmên Parastina Medya li Berdenazê ya bi ser Qendîlê ve ye hevalê me Şoreş di encama qezayekê de xwîn ketiye ser mejiyê wî tevî hemû hewldanên me gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Îlonê de di saet 21.30’an de li navçeya Pazarcixê ya bi ser Mereşê ye di navbera bajarokên Pazarcixa jêrîn û jorîn li dijî wesayiteke polîsan ya dewriye digeriya ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de polîsek ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, polîsek jî birîndar bûye
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16’ê Îlonê de (îroj) di saet 00.20’an de li navçeya Geverê ya bi ser Colemergê li ser riya Şemzînanê li dijî maşîneke zirx a akrep ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîna bi zirx a akrep hatiye rûxandin û polîsek jî ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê Îlonê de (îroj) li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li dijî derdora gundên Nirkola, Rêbîno û Navreza ji aliyê Artêşa mêtinger a TC’ê bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê bi rengê kemîna berdewam dike. Herweha gundê Nîrkola ji aliyê Artêşa mêtinger a TC’ê hatiye valakirin.
2. Di 14’ê Îlonê de di navbera saet 17.00-18.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliya Reş, Masîro û Girê Sîro ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê dest pêkiriye hîn jî berdewam dike.
3. Di 13’ê Îlonê de di saet 19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çemço, Goristana şehîdan a Çemço û Gundê Mazî ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa mêtinger a bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiyên gerîla yê me çênebûye.
4. Di 13’ê Îlonê de li navçeya Pulurê ya bi ser Dersimê li dijî Girê Hawanê ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi daxistinan ji du baksan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a ber bi herêmên Emîrgan, Girê Tokmak, Hotmerî û Halîç Pinar ê berfireh bûye û berdewam dike.
15 Îlon 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê
- Ayrıntılar