Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
21'ê Kanûnê saet 14:30'î, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, li ser rêya qereqola Qozilî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî wesayiteke bi tîpa connectê çalakiyek pêk anîn ku fermandarê qereqola Qozilî jî tê de bû.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. 10'ê Kanûnê saet di 16:00 de li Navsera Gabarê ya li çiyayê Gabarê yê Şirnexê, artêşa TC a dagirker tevî balafirên bê mirov dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet di 22:10'an de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê 4 çalakiyên sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di van çalakiyan de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker heta 11'ê Kanûnê saet 02:00 obus û hawan avêtin herêmê.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di navbera 14-15’ê Kanûnê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xist. Di vê çarçoveyê de;
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. 4'ê Kanûnê saet di 17:00 de, artêşa TC a dagirker bi piştgiriya balafirên bê mirov Geliyê Reş, quntarên Evilkovî û Kanîreşê yên herêma Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Vê bomberdûmanê heta nîvê şevê dewam kir.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Di çapemeniyê de hat weşandin ku roja 4'ê Kanûna 2017'an saet di 16:00 de, li dijî komeke Îranî ya ji 7 kesan ku 4 jê leşker û 3 jî sivîl bûn û li ser sînorê Tirkiye-Îranê dixebitî, êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de leşkerekî Îranî jiyana xwe ji dest dabû, leşkerek û 2 endezyar jî birîndar bûbûn. Nûçeya li ser vê bûyerê ji aliyê medya AKP'ê ve bi bayê bezê bi sernavê 'PKK'ê kir' hate weşandin. Piştî van nûçeyan me dest bi lêpirsînê kir û di encama vê lêpirsînê de derket holê ku yekîneya me ya gerîla heman rojê li dijî leşkerên TC çalakiyek kirine û leşkerên TC jî ji bo bersivê bidin, êrîşî koma Îranî kirine. Nûçeyên ku dibêjin 'êrîşa li dijî koma Îranî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin' bi temamî derew e. Leşkerên TC êrîş birine ser koma Îranî. Li gorî lêpirsîna me ya berfireh, bûyer bi vî rengî qewimî:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
7'ê Kanûnê saet di 15:10'an de li dijî qereqola Çeperê Şêxa ya artêşa TC a dagirker ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ye, hêzên me çalakiyek pêk anîn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
7'ê Kanûnê saet di 12:00 de, li navçeya Qilaban a Şirnexê hêzên me li dijî kamerayên ku di navbera girên Çete û Vacîpê hatibûn bicihkirin çalakiyek pêk anîn û di encamê de kamerayek hate îmhakirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Roja 6'ê Kanûna 2017'an saet di 18:45'an de, li dijî kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji hewayê êrîşeke sûîqestê hate kirin. Ev êrîşa namerdî û tirsonekî li dijî bendeke yekîneyên xweparastinê yên Mexmûrê hate kirin. Di vê êrîşê de şervanên leheng ên yekîneyên xweparastinê yên Mexmûrê hevalên Botan, Baz, Çekdar, Bager û Devran şehîd bûn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
20'ê Mijdarê saet di 17:20 de li navçeya Qilaban a Şirnexê, hêzên me li dijî çeper, kûle û stargehên artêşa TC a dagirker ên li girê Şehîdan çalakiyek pêk anîn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ji bo qirkirina Kurdan temam bike hemû derfetên dewletê bi kar tîne û li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn dike. Ji ber êrîşên desthilatdariya faşîst her roj şer diqewime. Hêzên me yên gerîla li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin hem bi berxwedanê hem jî bi ruhê êrîşê çalakiyan dikin û dikin ku dijmin gelek kuştiyan bidin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku raya giştî ya Tirkiyeyê dixapîne, di her serdemê de ji bo qedandina gerîla dem daye. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû gotibû ku wê gerîla heta 20'ê Mijdarê biqedînin. Li dijî gotin û daxuyaniyên şerê taybet ên AKP'ê, gerîla li çiya û bajarên Kurdistanê destanên berxwedanê dinivîsînin. Gotin û êrîşên faşîst pûç kirin û hê jî pûç dikin.
- Ayrıntılar