Çêbûn, hebûn û avabûn. Ev 3 têgeh xwedî wateyên mezin ên heqîqetên gerdûnî ne. Û di bin hiş û lêgerînên her mirovên li azadiyê digerin de daxwaza xwe gihandina raz-sira van têgehan heye. Ji ber a ku wateyê dide jiyan û hebûna mirovên azadîxwaz û asoya wan a azadiyê dixemilîne meraqa têgihiştina van heqîqetan e. Heqîqet jî li gel şoreşgeran hêza wateyê ye. Bi qasî tu gihayî hêza wateyê tu dikarê beje, ez di şopa heqîqetê de rast dimeşim. Heqîqetên ji hêza wateyê dûr, heqîqetên hatin berovajîkirinin. Ev jî mirov nabe xwebûnê. Dibe bê nasnamebûn û bê pênasebûnê. Ku şerên herî mezin ên tevahî pêxember, fîlezof, ehlên tesavufê û şoreşgerên mohra xwe li sedsalan xistin, hemû şerên xwebûn û nasnameyê ne. Şerên xwe gihandina heqîqeta hebûnê ne.
Jixwe di jiyan û serpêhatiya mirovahiyê de serdem, roj û kêliyên avabûnê hene. Ew dem di jiyana civak û mirovan de dibin dem roj û kêliyên guhertinên mezin ku mirov dikare jê re beje, kêliyên qeder guhertinê. Ango teqînên mezin, guhertinên mezin û avabûna hêviyên mezin. Jixwe jiyan tiştek wisa ye, ger mirov ne xwedî hêviya jiyaneke baştir û xweşiktir a sibe bin, nikarin êş û jana îro, zilma îro û zehmetiyên îro derbas û tehemûl bikin, heta ji bin derên. Lewre hêvî xwarina bingehîn a giyana xizan û têkoşerên azadiyê ye. Ji ber vê mirovê azad got; “hêvî ji serkeftinê bi rûmetir e”. Em hemû mirov xwedî hin meraqên hevparin ku, dixwazin xwe bigihînin wê raz-sira wê. Ew jî kêliyên avabûnên mezinin. Kêliyên avabûna hebûnên ku wateyê didin jiyana me ne. Ev meraqên me hin jê wiha ne. Çêbûna gerdûnê, pê ve girêdayî çêbûn û hebûna cîhanê, roj, hîv û hemû gerestêrkên asîmanî. Dîsa mirov bi xwe gerdûneke biçûk a ku di gelek waran de divê hîna were keşîfkirine. Hebûnên weke evîn-eşq, hezkirin, bawerî, xweşikî-başî, azadî û hwd. ji bo me zindiyên xwedî temenek bi sînor cihê meraqên mezinin.
Em mirovên Rojhilata Navîn jî ji hêza mûcîzeyan bawer dikin. Ew hêza gerdûnî her çi be û navê wê çi dibe bila bibe, xwedî hêza mûcîzeyên herî mezin afirandinê ye. Lê di rastiya gelek afirîneriyan de tiştek hîs û baweriyeke wisa bi mirov re çêdibe ku afirîneriyên hêza gerdûnî yên her kêliyekê jî nabin yek. Ger weke hevbûna wê kesên li ser heman axê û erdnîgariyê dijîn xwedî heman feraset û şêwaza jiyanê bûna. Wê 2 cêwî xwedî heman kesayet û lêgerînan bûna. Wê du xweşîk an jî bira xwedî heman armanc û heqîqetê bûna. Wê zalim jî weke mirovên din ji hesta mirovbûnê dûr neketibûna. Gelo kîjan enerjiya xwezayê dibe sedema çêbûna başî û xirabiyan, an jî cihêrengiyan…?!
Belê, ma gelo weke her çêbûneke xwedî wateyên mezin çi ji bilî vê hêza afirîner dikare 4 Nîsanê roja afirandina hêviyên mirovahiya azad Rêber Apo vebêje. Tenê dikare di gerdûna biçûk a di bedena jineke xwedî şopên kesayeta xwedavendê de hêviyên mezin ava bibin. Ku dayîka Uwêş afirînera vê nûbûna ji rengê demsala welatê me biharê ye. Erê, 4 Nîsanê di heman demê de xemil û rengîniya nûbûna Newrozê ye. Newroz, ne tenê çirûska mizgîniya berxwedêriya biharê ya mirovên Kurd û Rojhilata Navîn e, di heman demê de ya hemû zindî û nebatên xwezayê ye jî. Lê 4 Nîsanê hem geşkirin û nûkirina rengê xwezayê ye û hem jî mînaka çêbûna mirovê azad e.
Hevriyê jina azad hebûna jinê wiha pênase kir. Got; “jin parçeya herî hesas a xwezaya gerdûnê ye.” Em jinên berhema vê felsefe û keda mirovê azad Rêber Apo ne jî ji vê bawer dikin ku di cihana mirovan de yê herî baş raz-sira xwezaya gerdûnê fêmkirî û dikare bide fêmkirin Rêber Apo ye. Ango yê xwe gihandî raza heqîqeta gerdûnî Rêber Apo ye. Û ne rasthatineke ku jidayîkbûna Rêbertî jî rastî demsal û rojên herî afirîner ên xwezaya gerdûnê tê. Lewre hizrên Rêbertî jî weke demsala Rêbertî tê de jidayîkbûyî rengîn û xweşikin. Hişmendiya Rêbertî jî weke afirîneriya biharê nerm û herikbarin. Kesayata Rêbertî jî weke dewlemendiya biharê rakêşere. Ev e ya ku Rêbertî 20 sale di hucreyeke 4 metrekare de gerdûneke zindî û bexçeyek azadiyê ya ji hezar reng kulîlkan xemilandî di hembêza xwe de xwedî dike. Tovê di vî bexçeyê hezar rengî de çandî îro wergeriye ji paradigmaya Demokratîk Ekolojik û Azadiya Jinê. Berhema wê jî weke sîstema Konfederalîzma Demokratik bi encam bûye. Kulîlkên wê jî hişmendiya Neteweya Demokratîk in. Jixwe îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku li seranserî cîhanê deng vedaye û bûye hêviya hemû gel û jinên azadîxwaz berhema vê paradîgma û sîstema Rêbertiye. Ev jî gotina, “jiyana rast şaş nayê jiyîn” rasteqîn kir û nişan da ku, hizrên rast şaş nayên pratik-kirin. Ango ger lêgerên mirov ên heqîqetê rast bin û mirov bibe şoreşgerên xeyal û armancên xwe wê ew heqîqet her dem rêka mirov ronî bikin ji bo xwe gihandina armancên xwe yên mezin.
Îro di her warî de îspat bûye ku êdî ne tenê em gel û jinên Kurd, tevahî gel û jinên Rojhilata Navîn û cîhanê yên xwedî lêgerînên azadiyê jî Rêbertî weke heqîqeta hevpar a azad dipejirînin û dişopînin. Heta ji bo fêmkirin û pêkanînê jî xwedî hewldanên mezinin. Xwedîderketina li vê heqîqeta Rêbertî yek jê di nêzîkatiya ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yek jî di nêzîkatiya ji zanista jin Jineolojî re wiha ye. Ji ber îro di rastiya Şoreşa Rojava de hêviyên sîstemeke ji derveyî sîstema modernîteya kapîtalîst zindî bûn. Ev jî vîna têkoşîneke hevgirtî ya xwedî hişmendî, wate û bingeheke sîstema modernîteya demokratik pêşdixîne. Û di rastiya zanista jin Jineolojî de jî bawerî û azweriya-tutkuya jinan a azadiyê bilind bû û gihane wê nêrînê ku êdî azadî ne xeyaleke, zanebûna têkoşîneke xwedî baweriya serkeftinê ye. Ev bawerî û têgihiştin îro di kesayet, şêwaz û têkoşîna Leylayan de wergeriyaye berxwedaneke mezin a bûye malê bi hezaran berxwedêrên li girtîgehan û derve yên di gravên birçîbûnê de. Lê ev di heman demê de cihê rexnedana me ye ku ev 20 sale me nekarî em zilm û îşkenceya Îmralî bi dawî bikin. Leyla got; “ev çalakiya rexnedana me ye ku me heta niha tecrita Îmralî neşkandiye û Rêbertî ji wê îşkenceyê rizgar nekiriye.” Lê belê ev rexnedana jina welatparêz û hemû girtiyên azadiyê jî reneya herî mezin a ji bo me ye. Lewre diviya bû me weke milîtanên Rêbertî bi tu şêwazî destûr nedabûna ku ev tecrît û îşkence wisa dirêj bikira. Lê çawa esareta Rêbertî di encama hevaltiya me ya kêm de pêk hat. Dirêjkirina vê tecrît û îşkenceya li ser Rêbertî jî dîsa ji têgihiştina kêm û hevaltiya me ya kêm tê. Rexnedana herî bi hêz û bi wate jî kesayeteke li gor erkên demê avakirin û pratîkeke xwe di serkeftinan de kilîtkirî ye. Em bi îddîa û baweriya pratîkeke wisa derbasî sala 2019’an bûn û wê ev sal ji bo me bibe saleke xwedî serkeftinên layiqî Rêbertiya azad.
Jixwe ji bo em milîtan û hevriyên rêberekî heqîqetên mezin Rêber Apo ne, serbilindin. Ji bo em ew jinên ku ji kaniya hizrên mirovê azad av vexwarî ne jî hezar carî serbilindin.
Lewre dibêjim; Ji rengîniya qadên berxwedana jinê, 8 Adarê û bi coşa jinên dilê wan ji bo azadiyê lêdide dibêjin, rojbûna hevriyê jina azad Rêber Apo pîroz be.
Û ji germahiya dilê milyonên li qadên Newrozan bi yek dengî dibin dengê berxwedana li dijî zilmê, ji roja hevpar a mirovahiyê re dibêjin, cejna we ya Newrozê pîroz be Rêberê min.
Û bi pîroziya giyana xwedavend Starê dibêjin, hezar silav ji afirînera mirovê azad Dayîka Uwêş re ku, te di bedena xwe de roja gerdûnê mezin kir û bûyî xwedî rûmeta zayîna Roja Mirov û Jinên Azad.
Batufa Çekdar