Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1 . Di 4’ê Mijdarê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li herêma Bestayê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me jî di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de li dijî operasyona dijmin hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. 16'ê Mijdarê saet di 11:30 de, li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me demeke dirêj leşkerên ji girê Koordîne xwe berdan herêmê, kontrol kirin. Heman rojê saet di 14:30 ji cihekî nêz derbên xurt li van leşkeran dan.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, rojên 14 û 16'ê Mijdarê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 14’ê Mijdarê saet di 13:30 de balafirên şer gundê Arisfaris yê girêdayî herêma Avaşîn bombebaran kirin.
Balafirên şer roja 16'ê Mijdarê saet di 13:30 de herêma Şehîd Şerîf a ser bi herêma Xakûrkê, saet di 15:20'an de herêma Geliyê Avaşîn a herêma Avaşînê, saet di 15:40 de herêma Sîda ya herêma Zapê bombe kirin.
17'ê Mijdarê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehît Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me di 10’ê Mijdarê de saet di 07.50’an de li dijî otobusa tîmên taybet a ku ji Bazîda Agiriyê diçû deriyê sînor ê Gurbulakê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Artêşa TC a faşîst, di şerê li Kurdistanê de her roj derban ji hêzên me yên gerîla dixwe û ji bo van derbên xwarî ji raya giştî ya Tirkiyeyê veşêre, xwe serketî nîşan dide. Di her operasyon û şer de hêzên me yên gerîla bi xurtî li ber xwe didin û li gelek cihan dikin ku dijmin gelek kuştiyan bide.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. 3'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-15:00 de artêşa TC a dagirker li qada Mergumarê ya herêma Besta ya Şirnexê, saet di navbera 17:00-18:00 de mintiqeya Ziyareta Xirbikê Bestê û nîvê şevê jî derdora gundê Dehlevanê bomberdûman kir.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, roja 12'ê Mijdarê êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên li herêmên Zap, Xakurkê, Heftanîn û Qendîlê hatin kirin wiha ne:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayin: "Roja 11'ê Mijdarê saet di 10.30 de, hêzên me li mintiqeya Tepê Xwedê yê li herêma Adilbeg a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.
12'ê Mijdarê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Di encama êrîşa bi balafirên şer a artêşa TC a dagirker de, ku Sibata 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, hevalê me Azad Avşîn şehîd bû. Nasnameya hevalê me yê şehîd bû, wiha ye:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, roja 8'ê Mijdarê saet di 07:30 de hêzên me navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra ku ji qereqola Gitê diçû herêma Giryareşê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayita zirxî bi temamî îmha bû. Hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.
9'ê Mijdarê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê
- Ayrıntılar