HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

9’ê Cotmeha 1998’ an ku min hewl dida di ser Atînayê re derkevim Ewropayê û piştî wê, ew îflas bû ku bergeha paradîgmaya nûjenparêz di kesayetiya min de dihate jiyandin. Tevî hewldanên min ên veguherîna binkeya jîrekatiya min a teng û fikarmend, lê ji ber ku min di nav welêt de negihande hêza azadiya serkeftî, di vî alî de astengên li pêşiya min, eşkere ye ku hiştine derketina min a Ewropaya ku xwedî hêzeke kamil a temsîlkirina şaristaniyê ye, neçar bibe. Ev rasteqîn bi wateyekê jî, mûkir hatina bêbaweriya hêza xwe ya puxteyî ye. Li ser navê dîrok, heyam û şûnewar wê nabosa kûr diderbirand. Hewldanên min ên Rojhilata Navîn ku nêzîkî bîst salan bûn (1979-1999) tevî ku ji pêşketinên girîng re rê dabûne vekirin jî, mînanî ku civakên Rojhilata Navîn di hundirê de gêr dibin, têr nekirin ku wê korgirêkê bigihîne çareseriyeke mayînde.

Ji wan her du rêyên ku li pêşiya min vedibûn yek ji wan ber bi “şerê çiyê” ve çûyîn derfetek bû. Lê ji ber pir derengmayîna min, him jî pîrozbûna hêzên çekdarî bila li vir bimîne, ji ber ku dejenere bûbû, dema ku min dît yên tên bêrîkirin vedigerin berovajiyên xwe, li vê navendê hêviya min a çareseriyeke kurt û hêsanî ku dikir. Yek jî di sengergirtina hêzên heyî de ji çareseriyeke hêsanî zêdetir ew hînbûyînên ku wijdanê ku dikin û li çengelê “bimire û bikuje” eliqî mabûn, di bingeh de weke rewiştî û felsefîk datanî rastê ku takekes çewt dimeşin. Ber bi çiyê ve çûna min dibe ku di wateya teknîk û taktîk de dikaribû ji hinek durûstkirinan re rê bide vekirin. Lê şikbar bû ku dê karibe rê vebike ji çareseriyeke stratejîk û dumahîkî re. Bêtir bi hêza xwe ya ronakbîr  biewle bûm û wê çavkaniya hîs û besta ku tim pêwîst dikir rolê xwe wisa bileyizim, hildigirtim. Min, rastîna nav civaka Kurd û Rojhilata Navîn a ku bi zêde xwîn rijandinê hewl dide pirsgirêkan çareser bike, şûna vê de baweriya xwe ya ku pêdivî bi derçûnên ronakbîr ên rehdar heye qet wenda nekir. Erêna di navbera van her du wilfan de bû. Her wekî ku pîvanên xwînê û pîvanên çerxî yên ronakbîr bi min re di nav pevçûnekî de bûn. Ger fersendekî piçûcik jî dîtibama, qet gumana min tinebû ku ezê giranî bidim derçûna polîtîk a ronakbîr. Bi taybetî kengê ku nabosên dihatin jiyandin di kêşeya Filistîn û Îsraîlê de bi min bêwateyiya şîdeta kor dane eşkerekirin, “şîdeta felsefeyê” ji nû ve dahûrandin hate rewşa jênerevînê. Ew çemka çetegeriyê ku PKK’ê dijiya û hema bibêje hatibû rewşa nayê astengkirinê, wilfa min a di vî aliyê de xurtir dikir. Li paş vê rasteqînê jî ew baweriya ku hemû pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên nûjen ku çavkaniya xwe ji Ewropayê digirin, pêwîstiya lêgerînê di ser Ewropayê de dida sepandin. Her wekî bi diduyan ve parçe dibûm. Weke encam ji ber ku derfet hate dayîn ji bo hilkeftina min a Atînayê re û her ku zextên rêveberiya Tirkiyeyê li ser Suriyeyê giran bûn, rê da vekirin ji wê derçûna tê zanîn re.

Eşkere bû ku ew serboriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez biafirandinekî nû ve rû bi rû bimînim. Li virê parastina puxteya xwe, mebesta xwe ya pak û hewldanên xwe yên mezin kirin, weke takekesî zêde wateyekê naderbirîne. Encamê ku derketiye holê; tenê ne înfazek, kişandina çarmixê ye. Weke ku min di serî de diyar kir, hema di cî de tewanê bi ser rêveberiya Tirkiyeyê ve avêtin û wê rola ku ji hêla sîstema cîhanê ve ji Tirkiyayê re hatibû dayîn bi kûrahî û di nav hemû wergeriya dîrokî de nenirxandin, mînanî ku hêzên komploger yên yekser û neyekser ku dihizirin, dê wateya xwe veşartina wan jî hilgire. Ji ber vê yekê min hewl da ku di parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de zelal bikim ka roja me ya îroyîn sîstemeke cîhanî ya çawa ye. Parêznameya min bi xwe armanc raberdikir ku wê hebûnî û kirûya Kurd ku hema hema di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de di rewşeke helandinê de ye, di nav dîrokê de û bi hemû aliyên xwe ve daxîne holê. Bi wê zanebûna ku daxistina pirsgirêkê nîvê çareseriyê ye, min vê hewldan li dar xist. Ev hewldan, weke ku di nimûneya dagirkeriya dawî ya İraqê de hate dîtin, tenê bi teşeyekî şahane erêkirina pêşbîniyên min ve nema, him derfetên dibetî yên çareseriyê zêde kir û him jî anî rewşa eşkertiyê. Azîneya sîstemê ya kişandina çarmixê û bi rengê Prometheûs li latê mîxkirin, nedişibiya wê encama klasîk ango ya di çerxên mîtolojîk de. Li dijî “êrîşkariya gilobal” a sîstema cîhanê ya kapîtalîst, derfet dihatin rewşa peydabûnê da ku lêgerîna “demokrasiya gilobal” a gelan bê xurtkirin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd jî bêne wergirtin.

Bi taybetî pêvojaya min a li girtîgeha yek kesîn a Îmralî, li dijî wê rizandina hînbûyî ya di dirêjahiya dîrokê de, dida peyitandin ku çareseriyeke zanistî him felsefîk, him pratîk tenê ne ji bo kesayetiya min û gelê Kurd, dikare ji bo tevahî mirovahiyê derçûnê peyda bike. Lewra hemû raboriya xwe tewanbarkirin weke ku ne rast e, di xwe de parastina peydabûna puxteyekê zindî û mafdar aliyê dîtir ê rastînê bû. Her wiha hindek babetên girîng ku di wesfa temamkirina parêzname û ragihandinên min de ne, vekirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Ezmûnekirina dahênanên min ên teorîk li ser rastîna Helen, Tirk û Kurd dê bêtir bibe ronîker.

Xwestin min jî wekî kozekî bikarbînin. Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê. Dê ti tiştî nede Kurdan. Ji ber nijadperestên hov rola emîrberê wî dixebitin, dikarin dewletokekê sazkin. Kurdên nijadperest dikarin heta demekê bi YDA’yê re bimeşin lê belê di Rojhilata Navîn de bi YDA’yê re bûyin dê rê ji çi re veke? Ermenî 50 salî bi Îngîlîz û Fransiyan re, Îyonî jî 100 salî bi Îngîlîziyan re meşiyan lê belê ji vê xakê hatin tinekirin. Li Nînovayê Asûrî û Suryanî hebûn, ew jî li dû hev ji holê hatin rakirin. Wê Kurd bibin xwediyê dewletokê, lê belê mirov çiqas dikare bi vê bawer bike? Gelo wê bibe wek Îsraîleke duyemîn? Gelo dê Kurdan bajo nav şerekî, ev jî ne diyar e. Bi destê Tirkan kuştina Kurda di zemanê Îngîlîzan de destpêkir, lê niha Kurd jî hinekî hêzdar bûne. Min ev tişt fêmkirin. Gelo dewlet çiqas ji van peyamên min têdigihêje? Fêmbike jî êdî dereng maye.

Ev rewşenbîrên Tirk çima komployê nanivîsinin? Ne ji bo min, bila ji bo gelê xwe binivîsînin. Min di serî de jî got, ne ji ber ku ez ji dardakirin û mirinê ditirsim, divê em vê komployê çareser bikin. Li vê derê dardakirina min, kuştina min û rizandina min rizandina Tirkiyê ye jî. Rewşenbîrên wê jî, çepgirên wê jî, îslamparêzên wê jî tênagihêjin. Ne ji îslamdariyê, ne ji welatparêziyê ne jî ji biratiyê fêmdikin.

Pêvajo ji bo tevahî hêzan teşe û zayineke nû ferz dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji rêwişt heta hunerê tevahî qadên jiyanê tên hejandin, qeyran û aloziyan dijîn û pê re li çareseriyan digerin. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya lezkirina vê rastiyê.

Spot 1: Eşkere bû ku ew ser boriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez bi ji nû ve afirandinekî ve rû bi rû bimînim.

Spot 2: Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê, wê ti tiştî nede Kurdan.