Xizmeta me ya vir jî ne hindik bû, hûn niha li ser vê xizmetê dimeşin. Hûn pir dixwazin, ne ku ez ji we re dibêjim herin. Car bi car hûn dibêjin welat û wexta hûn dibêjin welat jî vaye rastiyên welat evin. Di vir de wexta we pir tişt wiha giran dîtin, ecêb nemînin. Berê jî me ev tişt hemû gotin e. Derfetên Kurda eve, rêka Kurda eve, şerê Kurda eve û serkeftina Kurda eve. Ez bawerim hûn li ser denişandinên (tecrübe) panzdeh salan yên me li vir meşandiye, we ders girtin e. Dîsa jî ez bawerim ew kêmasî û nexweşiyên we jiyan dikir, we xwe jê dûrxistiye. Mirovê Kurd li ser rastiyên xelkê ne mûmkûne îflah bibe. Her tişt li ser destpêkekê tê meşandin. Ger ku hûn xurt bin, ev destpêkekî xurt e. Dawî bi çi awayî tê? Dawî vaye li ser rastiya jiyanê tê. Li ser vê fêrbûnê tişta ku ji vir û şûnde tê xwestin asas e. Rêka meşê jî vekiriye, hûnê di demeke kin de jî xwe bigihînin qada welat, bigihînin şer û rastiyê. Cejna hatina welat û tevlîbûna şer ev bi sala ye em derfetên nû ji bo wê çêdikin. Em vê pîrozbahiyê ji bo vê cejnê çêdikin. Ev bi dehê sala ye ez ji bo şervanên ARGK’ê vêna dibêjim. Wekî din têrbûn û razîbûn ne mumkine. Razîbûn û têrbûna me li ser serxwebûn û azadiya welat e, ev jî bi şer çêdibe. Hûn jî tevlî vî şerî dibin, cejna we ev e. Di sersala dehan de mirov dikare bêjê ku tiştên em bixwazin jî evqas e. Ne giraniyeke û ne jî zorahiyeke, berovajî vê piştî ketina bi hezar salan û şûnde, rabûneke. Ji jiyaneke bê şeref û şûnde jiyaneke wiha bi şerefe. Ev gavên hûn ji vir û şûnde jî bavêjin, li ser vê rastiya mezin hûnê bavêjin. Em dîsa vê cejnê li we hemûyan pîroz dikin. Ji vê û şûnde gavên hûn bavêjin di qada şer de, di nava gel de pir bi balderî, bi bawerî û li ser rastiya partiyê be. Eger hûn heya dawiyê bi vî rengî bimeşin, Serokatî heya dawiyê bi we û bi sozên ku hûn bidin, re ye. Ji bîr nekin, pêwîste mirov di vê demê de ji bîr neke, heta mirinê ye û ji mirinê û şûnde jî bi tiştên mezin re bin. Tiştên mezin ji me re evin, pêre bin. Rastiyên mezin jî ne ji bo kesayeta min e, ji bo hemû armancên vî netewî ye. Hêviya gel eve. Hûn li ser vî hîmî van gavan diavêjin. Serokatî jî vêna dimeşîne. Em bi we re ne, hûn bi me re ne. Me di kesayeta xwe de jiyan kir malê hemû gelî, jiyana gel jî me kir jiyana xwe. Ji bo mirovê Kurd tişta mirov mezin bihesibîne ev e.
Em dîsa di vê jiyanê de heta mirinê ji we tevan re xebateke wiha baş dixwazin. Roj bi roj mirov azadiya welat bike ya xwe. Astengiyên ji derveyî partiyê û hundurê partiyê mirov li hember disekine. Xwe di jiyanê de avabikin û mezin bijîn. Hertim bi baweriyeke mezin kar bikin. Meşa mirov bi serdixe û hesaban ji dijmin dixwaze, ev e. Ji we re jî em jiyaneke wiha dixwazin. Hevalên nû hatine perwerdê, hevalên perwerda wan bi dawî dibe û şervanên li welat ku bi şerê xwe tevlî sala dehan dibin, em ji wan re serkeftinê dixwazin û wan hemûyan silav dikin.
Hûn jî niha yek bi yek dikarin sozên xwe yên dawiyê bidin.
Belê heval, ez bawerim te berê dewra dîtibû û soz dabû. Tu birîndar bû, lê belê dîsa jî dixwazê tevlî kar bibe. Mirov bi milekî jî dikare pir tiştan bike. Tu careke din dikarê soza xwe bidê.
- Navê min X. Min di sala 1981’an de partî naskir. Di sala 1984’an de jî tevlî nava xebatan bûm. Heya sala 1993’an jî min li başurê Rojavayê Kurdistanê xebat dida meşandin. Min sê caran di akademiyê de perwerde dît. Di sala 1991’ê de ez derbasî welat bûm. Di gelek qadan de, di rêveberiyê de min cihê xwe girt. Li qadên Mişarê, Kurtalan û li Sêrtê min xebat da meşandin. Ji ber sedemê birîndariyê hatina min a li vir çêbû. Niha birîndariya min qediya ye, ji bo pêkanîna hemû wezîfeyên ku ji min werin xwestin ez amade me. Bi qasî ku di warê fizîkî de derfetên min hebin, ez ê bi soza xwe ya ku min berê daye Serokatiya partiyê, partiyê, şehîdên serxwebûn û azadiyê û hemû hevalên amade ne, ezê girêdayî bim û heya dawiyê ezê li ser hîmê vê sozê bimeşim.
……. Belê heval, bi rastî bi xurtî û di demeke pir girîng de çûyîna te ya ji welat re hatibû çêkirin. Tu pir li welat jî mayî. Tu bi qezayekê ji milekî xwe jî birîndar bûyî, lê belê ne ku her tişt ji dest te çûye û derfetê te yê xebat kirinê ne ma ye. Tu dikarê xebata xwe ya di hêla ramyarî de birêxistin bike. Em jî karê ramyarî birêxistin dikin. Hîn bêhtir hûn dikarin di nava gel de û heta ji bo hevalên ku nû bejdar dibin xizmetê bikin, ji vir û şûnde wê baş bibe. Weke di nava welat û di nava şerê gerîla de dikarê bibe xwediyê xizmetekê. Em ji vê şûnde heta dawiyê nûneriya jiyana partiyê, ruhê partiyê yê di nava gel û hevalan de ji we dixwazin. Ev xizmet kirin ne hindike. Gel jî vê tiştê ji me dixwaze. Em ji te re serkeftinê dixwazin.
Belê heval tu jî xwe bide naskirin.
Di sala 1980’an de bavê min rêxistin naskir. Ji vê salê û şûnde min heval qet ne dîtin. Heya sala 1993’an min du caran heval dîtin. Min heval li Bagokê dîtin, bi hevala re ji bo çêkirina stargehan ez dibûme alîkar. Bi vî rengî jî ez tevlî partiyê bûm. Di destpêkê de ez hatim Gabar ê, li wir rewşa min a birîndariyê hate çêkirin. Li ser vî bingehî jî hatina min a li vê derê çêbû. Ez soz didim Serokê xwe, partiya xwe, xwîna şehîdan ku heya dilopa xwîna min hebe, ezê di rêka şoreşê de bidim.
---.: Heval T. hevalekî nû ye. Birîndar bûye, lê belê dikare di nava gerîla de jî kar bike. Wê ji vir û şûnde jî bi baldar be. Xalên ku pêwîst e careke din nekeve nava qezayan de wê dîqet bike. Li vir partî, jiyana partî ya hevaltiyê naskir. Welat jî nas dike. Wê bi parastin û bi baldarî tevlî şer bibe. Ne tenê xwe, wê di heman demê de hevalên xwe jî biparêze. Tiştên ku tu fêrbûye wê bimeşîne. Li ser vî hîmî em ji vir û şûnde di jiyana Te de. serkeftinê dixwazim.
- Navê min P. di sala 1984’an de min partî naskir. Di sala 1986’an de ez tevlî nava xebatê bûm. Di sala 1987’an de ez li akademiyê bûm. Ji wir û şûnde ez derbasî xebatên li Cizîrê bûm. Nêzî salekê min li wê derê xebat da meşandin. Di sala 1989’an de ez derbasî welat bûm. Li qadên welat ez li herêma Botanê mame. Min di asta mange û ya deste komê (taxim) de wezîfeya rêveberiyê girt. Herî dawiyê jî di rêveberiya herêma çaran de min cihê xwe girt. Di 16’ê Cotmeha sala 1991’an de ez di encama kemînekî de birîndar bûm. Pişt re derbasî vê qadê bûm. Bi qasî salekê tedawiya min dirêj kir. Ji ber ku lingê min şkestî bû. Piştî wê li eyaleta Cizîr û Qamişlo yê ez di asta berpirsyariyê de hatim biwezîfe kirin. Niha lingê min baş e.
Ev bi qasî meheke em li vê derê dersê dibînin. Ez dikarim bêjim di vê perwerdeyê de bi giranî min kesayeta xwe naskir û min şêwazê xebata xwe ya di hundirê welat de daye meşandin, naskir. Ez di wê baweriyê de me ku tiştên min ji vê perwerdeyê girtiye ezê bikaribim di cihên pêdandî (sabit) de xebatê bidim meşandin. Ji bo meşa bi partiyê re heya dawiyê ezê xwe amade dibînim. Ez wê hêzê jî di xwe de dibînim ku kesayeta partiyê qezenc bikim. Li ser vî hîmî, ez soz didim Serokatiya partiyê, partiyê, şehîdan, hevalên li girtîgehan û yên li serê çiyan û hemû hevalên amade, ku heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser xeta şoreşê bimeşim.
---.: Belê, hevalê P. hevalekî kevn e. Bi tevlîbûna xwe ya yekemîn re jî derbasbûna xwe ya ji welat re jî daye çêkirin. Di saleke bi vî rengî girîng de birîndar bûye. Hate vir, di demeke dirêj de tedawiya xwe dît, niha xwe dîsa amade dibîne. Di nava artêşa gel de bi bergirî (tedbîrlî), mirov dikare şer bilind bike. Ez tim dibêjim ku yekî artêşa gel çêbike, nîvê şer çareser dike. Eger mirov li ser însanê Kurd û hevalên nû bisekinî, pêwîste tu her roj şer bikî. Li vir min ev kar kir, şer li ser vê çêbû. Tu dixwaze dîsa jî xwe ji artêşa gel dûrnexê, ji gerîla dûrnexê. Ger ku xwesteka xwe ev e, dîsa dikare di welat de cihê xwe bigire. Dikare xebateke baş bide meşandin.
Wê dîqet bike. Jiyana heta niha girtiye ji vê şûnde wê bêhtir bimeşîne. Jiyana partiyê bi gelek insanê Kurd bide naskirin. Dîqet bûn, hasasiyet, ji bo şer çi ji mirov tê xwestin, mirov wê bide naskirin, ev ne karekî biçûk e. Ji şer girîngtir e. Em ji vê şûnde di jiyana heval de ji berê bêhtir, heta hîn bi tecrubetir di nava şer de, di xizmeta artêşa gel de serkeftinê dixwazin.
- Navê min M. naskirina min ya partiyê ji 1988’an de ye. Min faliyet ne meşandine. Di ‘92’an de ez derbasî Heftanînê bûm. Min perwerde li wê derê dît. Ez mange qomutanî bûm, piştre derbasî Cûdî bûm. Ji Cûdî ez qûrya bûm, çûm Bestan, Heftanînê ez birîndar bûm, cûm Hewlerê. Li wêderê min tedawiya xwe kir. Niha jî ez hazirim. Me sozek dabû serokatiya partiyê, şehîdên xwe, gelê xwe, hevalên xwe yên serê çiya. Dîsa jî em li ser vê soza xwe ne, heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê.
---.: Belê, heval M. jî çûye welat, berpisyartî jî girtiye. Lê belê di demeke kin de ji lingekî de seqet bûye. Ev ne ku her tişt ji destê mirov çû û mirov nikarê tiştekî bike. Weke min ji bo heval got, tu jî dikarê gelek tiştan bike. Dibe ku tu di nava artêşa gel gerîla de nikarê bike, lê belê di nava gel de baş dikarê karê xwe bike. Tê di nava gel de bixebitî. Ez bawerim ku te jî jiyana partiyê naskir. Çi ji dest te hat û wekî din jî te nêrî li ku derê tu dikarê karê partiyê bike, tê bikî. Ya girîng mirov nûnertiya karê partiyê bikê. Li vir ez jî wekî însanekî seqetim, di çend malan de ez karê xwe dikim, lê belê mezin dixebitim. Însanekî bi siyaseta partiyê re be, bi jiyana partiyê re be, di nava malekê de jî dikare xizmeteke mezin bike. Dikarê hevala, şervana û gel perwerde bike, tu dikarê derbasî welat jî bibe. Ango pir tişt ji destê mirov tên, mirov hêviya xwe qut neke. Lê belê bi jiyana partiyê re be. Ev tiştê we kiriye, rewşa hûn ketinê de ji bo gaveke mezine, ne ji bo kesayeta mirove, hemû ji bo welat û ji bo gel e. Ez bawerim tê ji vê şûnde dîsa baş xwe îdare bike, tê fêdê bide, xwe kûr û fireh bike. Di aliyê siyasî, bîrdozî de jî xwe xurt bike û hîn bêhtir bi heval û gelê xwe re be. Tiştên tu nikaribê bike, bi alîkariya hevalên xwe bike. Di jiyana xwede ji vê şûnde jî em bawerin tê gavên baş biavêje û em dixwazin ji vê şûn de, di jiyana we de jî ji bo partiyê, ji bo gel tiştên baş bikin. ticaran nebêjin, “Ez teng bûm, ez ketim.” Heta serkeftina mezin mirov xwe bide partiyê û gel. Divê jiyanê de em ji te re jî serkeftinê dixwazin.
Navê min M. Di ‘90’î de min rêxistin naskir. Bi zêdehî min di fealiyata de xebat kir. Di ‘92’an de derbasî welat bûm. Li Heftanînê min perwerde dît. Ez di dawiyê de fermandarê taximê bûm. piştre ez derbasî hundur bûm û bûm mange qomutanî. Ez çûm Beytuşebab, destpêka ‘93’yan piştre ez nexweş bûm hatim vir. Li vir min perwerde dît. Ez niha di milê tendurûstî de başim û soza xwe didim partiyê, Serokatiya Partiyê, şehîdên serxwebûn û azadiyê, havalên amade, heta dawiyê ez li ser vê sozê bimeşim.---.: Hevalê M. jî gihiştiye welêt, hatiye û niha jî xwe hazir kiriye ku dîsa herê. Bi biryare û ez bawerim ji welêt jî hezdike. Bê xebat ne mumkine xwe bihêle. Li vir dîsa jiyana partiyê girt. Encamên niha em gihiştinê li gorî ‘91’ê, ‘92’an mezin e. Careke din li vir xwe çêkir. Bi nêrîneke fireh, bi zanebûneke wiha rast ji vê şûnde gava bavêjê, xwe tevlî şer bike. Dikarê berpisyartiyên baş bigire. Ji berê bêhtir dikare gava di aliyê serkeftinê de biavêje. Em jî ji vir û şûn de vî hevalî di milê parastinê de dîqet bikin. Xwe ji şer jî zû bi zû dûr nexe. Ne ji bo xwe, ji bo hemû hevalên xwe mirov bibe mamoste. Ji van hevalên dîtir jî ev tê xwestin. Eger însan tenê yek deqê xwe ihmal bike û ji şer dûr bikevê, dibe sedemê ku mirov pir tiştan wendabike. Ji bo vê jî perwerda hevalan û ya şervanan mirov xurt bike. Hûnê hasasiyeteke mezin, tedbîrekî mezin di jiyana xwe de bimeşînin. Ev taybetmendî ji we têne xwestin. Çima? Hûn baş dibînin ku ji sedemên pir basît em dikevin û bi salan jî mirov nikare careke din derfetên berê bigire. Mirov dikare ji bo hevalên xwe van tiştan ji vê şûnde bike. Tu dikarê karê mezin ji vê şûnde bikî. Berpisyartiyê bigire. Li ser vê axaftina me di destpêkê de kiriye, çûyîna welat destpêkeke mezin e. Ji vê şûnde di jiyana we de em wiha karkirinê dixwazin. Di vî karî de jî em serkeftinê dixwazin.