Jin û jiyan, mîna awaz û deng û lavayan, mîna dilopeke xunavî ku dikeve axê, mîna tovekê û mîna bihar û kulîlkekê hev temam dikin. Ev yekbûna jin û jiyanê, bê pirs û pirsiyar, bêyî ku tu kes vê zagonê diyar bike, bûye zagona xwezayê. Di her kêliya jiyanê de, hebûna jinê berdewam kiriye û beşeke herî girîng a dîroka mirovantiyê ye. Her kêliya jiyanê; bi ked, hewldan, hezkirin û xwêdana eniyê hatiye strandin û jiyanê watedartir kiriye. Ev hetanî ku zalimên dîrokê ked û hewldana wê dizîn û hetanî ku hezkirin, hest, fikr û hebûna wê dîl girtin, di nava jiyanê de girîngiya xwe parastiye. Lê dîlbûna wê, hewldanên wê yên ku hatine dizîn û keda wê, ew kiriye afirînerê veşartî yê jiyanê û ew her dem veşartî ma, kêm hate dîtin, li derve hate hiştin, hate lêdan, li bazarên koleyan hate firotin, mift li fikr û dilê wê hate xistin, laş û rihê wê dîl hate girtin. Bêdeng sekinî, wê rojekê bi heybet vegeriyana demên berê û êdî tu carê veşartî nemîne û wê tu kes nikaribe keda wê bideze.
Hevgihîna jinê bi jiyanê re, encax bi serî hildanan, raperînan, bi vegera cehwer, ax, çiya, av û hişmendiya xwe mûmkûn bibûya. Êdî divê ji vê rêveçûyînê re bihatina gotin ku, bisekine. Divê êdî ji girtîbûnê, dizîna keda xwe re û ji kolekirina xwe re, bigotana bes e. Divê êdî dayîk, jin û keçên me yên ku jiyanê hûnandine, derbasî berxwedaniyê bibûna. Jinên kurd, her dem bi serhildêriya xwe, bi serî hildanên xwe û bi keda xwe, di dîrokê de şop hiştine. Jinên kurd, tu carî bindestiyê qebûl nekirine, ji bona ku nebin dîlên tu kesî, xwe ji latan avête, agir berdana laşên xwe, xwîna xwe berdana çeman, robaran, Mûnzûra delûdîn, Firadê û Dîcleyê û di şûna dîlketinê de, hemêzkirina mirinê tercîh kirine. Jin û keçên kurd, bi serhildêrî û bi bengîbûna azadiyê, bi girêdayîna xwe ya jiyanê, bi keda xwe ji axa dayîk re fena kulîlkan ji nifşên li pey xwe re vê keleporê hiştin.
Êdî roj xwedîderketina vejîn û kedê ye. Jina kurd, bûye sembol, armanc û bîrdoziya xelasiya gelê xwe. Rêber Apo di şexsê jinê de gelek vejande. Jin zindî zindî hatibû binaxkirin û êdî ev gor hatibû vekirin. Gelek zindî zindî hatibû binaxkirin û xwestibûn ji kokên wê rakişînin. Roj, roja xelasiya gelê kurd û jina kurd e. Jin ronahiya xelasiya ji bendîbûna xwe ya 5000 salî dît. Jin, wekî rih û zanebûna xwe, ji bona laş û zimanê xwe rizgar bike, şer da destpêkirin. Rêber Apo; bi wan azadî û serxwebûyînê dabû tamkirinê. Ma kî dikaribû wan bigirtana? Ma êdî hêza kî têrî wan dikir? Êdî di ferqa hêza xwe de ye û êdî derbasî ciyê jiyanê bûye. Jin li qadan, li zîndanan, li çiyayan û çeperan, çek di dest de li pey azadiya xwe ye. Ma hêza kî têr dike ku vê efsûna azadiyê bigire? Êdî roj roja vejîna jinê ye.
Jinên ku afirînerên jiyanê ne, êdî dixwazin şer hîn bibin û bi şerkirinê re xwe biafrînin. Gihîştine vê zanebûnê ku, bi şer dikarin xwe vejînin. Di vê çarçoveyê de, niha li çiyayên azadiyê, bi ked û evîneke gelek mzin, mercên jiyanekê diafrînin. Wan vê keleporê ji yên ku ji bona azadiyê xwe ji lat û zinarên Dêrsimê avêtibûn girtibûn. Niha jî li lat û zinaran wekî Bêrîtan, di dilê dijmin de wekî Zîlan û di nava gel de wekî Mizgîn, dibine kulîlk û diteqin. Jin azadiyê, wekî newa û rêzikên stranekê dizanin. Jiyana xwe li dora agirê azadiyê û li derdora Rojê dikin xelekek û govenda azadiyê digerînin. Jinên kurd, di pêşengiya besêyan de, mizgînan de, azîmeyan de, meryeman de, fatmayan de, bêrîtanan de, zîlanan de, zeyneban de, nûdayan de, yildizan de, gulbiharan de, dîlalayan de, bûn bengiyê jiyanê. Jin, ji bona ku bimirin namirin, ji bona hezkirin, jiyandin û jiyankirinê, ji rûyê mirinê re bişirînan belav dikin. Laşê xwe, ji yên pey xwe re, ji avakarên jiyanê re dikine çeper. Jin niha, ne di vîtrînan de, li bazarên koleyan de û di tarîtiyan de, ew niha li lûtkeyên çiyayan û di dolên berfireh de, di navîna jiyanê de aj didin.
Li çiyayên azadiyê, jinên ku bengiyê azadiya xwe ne, bêyî ku xwe bispêrin tu kesî û alîkariyek bigirin, ji xwe hêz digirin û bi keda xwe hene. Jin, ciyên ku bimînin û jiyan bikin, bi xwe çêdikin û bêdengiya şerê jiyanê dişkînin. Her kêliya jinê, dibe jin. Jin, bi xwe zanebûnê jiyandikin. Bê tirs û bi wêrekî, bi tevahiyên şevan dimeşin û di elinda sibehî de govend digerînin.
Jiyan, hezaran hezkirinan raberî jina li çiya dike. Alîkariyê dizane, alîkariyê hez dike û bi hev re jiyanê hîn dibe. Dibe leşker, mamoste, xwendekar, cotkar, avahîsaz û li her qadê, bi hêza xwe birêxistin dike. Jinên kurd ên li çiya, keçên ciwan; her yek ji wan fedayiyên Rêber Apo ne. Bîrdozî û perwerdehiya Rêber Apo, parastina gel dike û parastina xwe dike. Nih jî jin ji azadiyê re bask li hev didin. Jin, ji nû ve dibe jiyan û jiyan xwe di jinê de dibîne.
Arjîn Amed