Îro li Rojavayê Kurdistan’ê şoreşek rêve diçe. 19’ê tirmeha 2012’da bi awayekî fermî Kurdên Rojavayê Kurdistan şoreşa xwe bi dest girtina saziyên dewleta metinger ve îlan kirin. Pê re jî gav bi gav li giştî Kurdistan’a Rojava de şoreşa xwe bi serxwestin. Tam salek bû ye ku Kurdên Rojava xwe bi rêve dibin.
Pir balkêşe ku gelek deverên cîhanê yên wek Kurdistan’a Rojava dema xweseriya xwe îlan dikin tevahî dewletên cîhanê nebin jî piranî qebûl dikin, ango dipejirînin. Lê mixabin ruxmê ku Kurdên Rojava ev salekî zêdetire ku şoreşa xwe ilan kirine hêna jî hem nehatiye qebûl kirin, hem jî êrîş bê navber hemberî wan berdewam dikin.
Lê tiştê herî zêde balkeş ewe kû, hêzên navnetewî yên xwe hevalbendên gelên bindest dibinîn li her kesek zêdetir êrîşê Kurdan dikin. Nasnakin. Berde naskirinê rojane tehdît dikin. Gefan lê dixwin.
Em êrîşên dewletên wek komara turkiye fêmdikin. Em êrîşên dewletên wek Iraq û Îran’ê jî fêmdikin. Dîsa êrîşên dewleta Suriye jî fêmdikin. Lê mixabin em êrîşên dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin fêmnakin. Û naxwazin fêm ji bikin. Ji ber kû ew dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin sed sal berî niha çikirin em baş dizanin.
Em bînin bîra xwe; Lozanê de çi hatibû kirin? Kê mafên gelê Kurd û mafên gelên Ermenî û Asûrî firotibûn?
Kê ji bona berjiwendiyên xwe yên qirêj gelên herêmê firotibûn?
Kê gelên ne misilman rastê de hêliştin? Kê ew gur kirin û piştra jî holê de heliştin çûn?
Kî bû sedem ku Kurd bi mîlyonan werin qetilkirin? Werin mişextî kirin? Werin koçkirin? Werin helandin? Di komkujîya çandî re werin derbas kirin?
Bersiv pir zelal û xwerû ye; dewletên Rojava, dewletên qaşo xwe cîhana demokratîk dihesibînin, dewletên şerê cîhana yekê a dabeşkirinê de serketin! Hîn berbiçav, dewletên wek Îngîlîstan, Fransa û DYE û nokerên wan…
Çi bû Lozan?
Lozan di sala 1923 roja 24’ê tirmehê hatibû li darxistin. Di vê civînê da qala Kurdan hîç nehatibû behskirin. Tev de Kurd hewaleyî turkan hatibûn kirin. Kurd wekî ku tenêne hatibûn hesibandin. Ango hatibûn înkar kirin.
Heçku Kurd di civîna Sewrê de maf hatibû dayîn ku xwe bi xwe rêvebibin. Dîsa karibin welatê xwe eger bixwazin dewletekê an jî rêveberiya xwe yên herêmî sazbikin. Dîsa qala gelek tiştên din hatibû kirin.
Lê mixabin dema turka bajarê Mûsûl ji bo Îngîlîstanê hêlişt Sewr ji nişkava hat ji bîr kirin. Em berdin bira kirinê, komkujiyên ku turk pişt re li hember Kurdan bikin nedîtî ve hatin. Heta pirî caran komkujiyên turkan destekkirin. Paş wan sekinîn. Ew di qada navnetewi de parastin. Encamê giştî de di Kurdistan’ê de ji rejîmekî faşizan re rê vekirin.
Ew sistema ku piştra jê re “METINKARIYA NAVNETEWÎ KURDISTAN” hat gotin di esas de bi destê van dewletên Rojava ve hat çekirin û rêve hat birin.
Di dîroka Kurdistan de van dewletên Rojava bi taybet jî Îngîlîstan rolekî pir xirab leyîst. Bûne sebep kû li Kurdistanê tam sed salî şer were kirin.
Niha jî heman tişt bi destê heman dewletan ve carek din dixwazin rêvebibin. Berî sad salî Kurd înkar kirin û naçar hêliştin ku Kurd sed salî berxwebidin, niha jî naçar dihêlin ku Kurd carek din şerekî pir giran ve rûbirû bimînin.
Lê pêwîste herkes tiştekî baş bizane û planên xwe li gorî vê çêke: Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd êdî têra xwe hene ku tevayî plansaziyên qaşo dewletên xwe demokratîk û pêşverû dihesibîne vala derbixin.
Bijî soreşa gelê me yê Rojava
Bijî şoreşa 19’ê Tirmehê
QASIM ENGîN