Piştî parêzname xelas kirin, ev çend roj bûn li ser talîmat û perspetîfên dema dawîn nîqaş dikirin. Rêxistinê di her warî de dest bi hemlê kiribû. Hemleya partîbûyînê di gerîla de nûbûn û kûrbûna serkeftin û azadiya Serokatî bû. Di van salên dawîn de her çiqas gelek encam hatibin girtin jî, derbe li dijmin hatibe xistin jî, di hemû hêlan de însiyatîf ketibe destê tevgera azadiyê jî, lê serkeftina tê xwestin bi dest nehatiye xistin û pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin. Dijmin hê jî gav şûn de neavetiye. Rast e, dijmin di gelek hêlan de tengav bûye lê vîna wî ya leşkerî û siyasî nehatiye şikandin. Ew jî bi şêwazê têkoşîndayîna şervan, fermandar, mîlîtan û rêveberiyê ve girêdayiye.
Di warê bîrdozî, rêxistinî û partîbûnê de pirsgirêk ten jiyankirin. Dîsa di gerîla de kûrbûn, nûbûn, pisporî, taqtîk, xulikdarî û dewlemendî di jiyan û pratîkê de pêkanînê de kêmanî û netêrî hene. Têkoşîneke xurt dayîn û di meşandina wê de, hemû kes erkê ku dikeve ser milan rast pêk naynin û li gorî xwe nêzîk dibin û di ser de pîvanên xwe esas digrin. Dîsa dil bixwaze dike û dil nexwaze nake, serê xwe zêde li ser taqtîk û şer naêşîne, bi wêrekî û vekirî naçe ser pirsgirêka têkoşîna, bîrdozî, rêxistinî û partîbûnê, di şûna bi rê û rêbaz û şêwazê rêxistinê têbikoşe, bi xwe têkoşîneke îdarecî, dengecî, lîberal, ûzlaşmacî, fîtne û fesadî, gûrûpcîtî, tepkîcî, hesapçî, bêberpirsyarî û teng nêzîk dibe. Rê û rêgezên jiyana gerîla (veşartîbûn, dîsîplîn, kamûflaj, şêwaze meşê û hwd) li gorî tê xwestin pêk nayne, li gorî pêwîstiya pevajoyê tevnagere û xwe birêxistin nake. Ji bo wê jî serkeftinê bi dest naxe. Seknandineke wisa bi tevgera azadiyê wext dide winda kirin. Wext wendakirin, bi xwe re gelek pirsgirêkan derdixîne, gelek kar û erk dikevin ser hev, piştre mirov di bin de dimîne. Bi vî rengî pirsgirêk çareserkirin dîrêj dibe. Ger ev sî sal in em têkoşîn dikin, encamê ku em dixwazin nagrin, ji ber vê ye. Ji bo wê jî ger ku em dixwazin encam bigirin û serkeftîbin, divê em ji van nêzîkatiyan birevin û dev ji wan berdin.
Hemû heval û Kurdê Çiyayî jî di roniya perspektîfên rêxistinê de pratîka xwe û seknandina xwe di ber çavan re derbas dikirin û li ser xwe lêhûr dibûn û diketin nava lêpirsînekê. Kesek ji pratîka xwe û ji xwe, razî nîn bû. Rexneyên rêxistinê tûj, kûr û giran bûn. Her hevalek xwe di nav pirsgirekên ku hatine jiyankirin û rexneyan de didîtin. Rexne û rexnedayîna xwe dikirin. Hemû heval di gelek milan de ronî bûbûn û hêz, moral û cesaret girtibûn. Bîr û baweriya wan a serkeftinê xurtir bûbû. Bi van hemleyan rêxistin xwe komî ser hev kiribû û ji her carî bihêztir bûbû. Hevalan jî bi vê bîr û baweriyê, xwe ji bona pratîk û seknandineke serkeftî amade dikirin. Di hemû nîqaşan de jixwe hevalan ji hev re digotin; sala pêşiya me saleke pir girîng e, ne gengaz e ku em bi vê seknandina xwe bibin bersiv. Ji bo wê jî divê em di her hêlî de xwe di ber çavan re derbas bikin û xwe ji van kêmanî û nebesiyan xelas bikin.
Lêhûrbûneke diyarbûyî ya hevalan heye. Lê kê çiqas baş û rast xwe amade dike, wê pratîka heyî diyar bike. Ciyê ku herî baş rastiya kesayetî xwe didin diyarkirinê, şer û pratîk e. Kesayetiyek baş derbikeve holê jî, ji bona wê jî divê kes xwe nexapîne û xeyalî nêzîk nebe. Partîbûyîn, cangorîbûyîn, milîtanbûyîn viyanbûyîn e. Ji bona vê jî hemû pirsgirêk derbaskirin, bersiva wan çalakî û seknandina rêheval Viyan e. Roja îro jî ger em xwe di ber çavan re derbas bikin, divê pîvanê me rêheval Viyan be. Îro salvegera şehadeta wê ye. Di kesayetiya hevala Viyan de, hemû şehîdê azadiyê cardin bibîrtînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Ez di ronahiya riya wan de soza bilindkirina têkoşînê didim. Rêheval Viyan jibîrkirin xiyanet e. Em dibêjin rêheval Viyan jibîrkirin gelek kêmanî jiyankirine. Ger carnan kêmasî û nebesiyên Kurdê Çiyayî derketibin jî, her tim hewl dida ku bi van rastiyan re rast jiyan bike. Dema ku ev peyv û hevok dinivîsand, te qey digot rêheval Viyan ligel wî ye. Rast e hevala Viyan, fizîkî ne li gel be jî ew zêde ji bona wî ne girîng bû. Ya girîng ew bû ku, her tim di dil, mejî, rih û hestan de jiyankirina wê bû. Kurdê Çiyayî ev ji kûr ve jiyan dikir. Ev jî wî bi têkoşînê ve zêdetir dida girêdan. Ev sekneke bi esl bû. Ji bona wî, hevala Viyan çavkaniya hemû tiştîbû.
Heval Viyan jî mîna hevalê Adil evîndarê mirovantî, welat, azadî, xweza, gel û Serokatî bû. Belê yên ku wê wesayeta hevala Viyan bi cî bînin jî şervanên azadiyê ne. Roja îro jî li ser Serokatî, Tevgera Azadiyê, gel û nirxên me êrîş hene û ev erîşana ji berê zêdetir bûne û di hêlên bîrdozî, siyasî, leşkerî, aborî, derûnî û hwd. de şerekî dijwar tê meşandin. Dixwazin Tevgera Azadiyê tesfiye bikin û vîna wê ya serkeftinê bişkînin. Wisa di nav tevgerê de seknandinên ku hêvî dide dijmin, li ber êrîşên derve û hundir, divê em bi rihê lehengî, cangorî û berxwedaniyê bi viyanan re, adilan re, kurtayan re, zîlanan re, bêrîtanan re, kemalan re bibine bersiv. Bi vî rih û bîr û baweriyê mirov têkoşîn bike, wê mirov hemû êrîşan vala derbixîne. Wê her kes erkê xwe bi cî bîne û wê serkeftina ku tê xwestin bê bi dest xistin. Kurdê Çiyayî bi vê hişmendiyê nêzîk dibû û digot ku ez ê we li her ciyê jiyan bikim û ez ê li wesiyet û xeyalên we xiyanetê nekim heta ku we bibînim.
02.02.2009
BESTA / KURDÊ ÇIYAYÎ(Şehîd Şervan Sason)