HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Sîyaset hûnerê çareserkirina pirsgirekane. Bişêweyekî din mirov dikar bêje rê û rêbaze ke ku ji bo çareserkirina aloyziyên ku heyîne. Ango sîyaset rêbaze ke  ku nakokiyên heyî derfetek anîna ser rê ya giriftane.  


imagesssEm dizanin ku sîyaset li ferhengokên eraban de objekî bi baldarî ya çavdêrî kirinê ye. Bi wateyekî din ango di dîroka eraban de em dizanin ku Walî û desthilatdarî bûyîn, gel çavderî kirin, gel rêvebirin, di saya vê de ewlehiyên pêwîst girtin, hemû bingehên xwe ji vêderê digre. Karê dewletan, hûkumetan, dîplomasî dîsan hemû li ser vî şêwazî tê rêvebirin.

Lê sîyaset bişiklên din jî tê gotûbêj kirin. Ev jî sîyaseta gelerî dibe. Ango sîyaset tê wateya gotûbêj kirinê. Pirsgirek eger hebin mirov biaxiftina çareser dike. Dîsa eger biryarên werin girtin hebin, mirov bi hevre diçe muzakereyan û diçe biryardariyê.

Hinek ji dibêjin sîyaset komînîkasyone. yanjî bi wateyek din peywendî danîne. Henik caran jî tê wateya ku ew hêviyên mirov yên ku civak li bendêne, bi pêşniyaran, xwastek li ser bingêhê zagonan bi  exlaq çûyîna çareseryî ye.

Herwiha cardin sîyset nêrînên di navbera beşên cuda de, xwastekên wan yên cûda bi nîqaş, hevdîtîn û gotûbêjan hwd bi rê û rêbazên cûda bi hevre hîn bi awayek aramtir, li ser bingehê fikrê azad çareserkirina van nakokiyane.

Tê gotin li cihê ku nîqaş di qede, peyîvîn ji di qede herwiha li wir azadiya raman ji namîne. Bê guman li wîr siyaset ji di qede... Û her tişt ji wateya xwe dûr dikeve. dema ku sîyaset ji di qede xeber dayîn, pevçûn hêza çarem derdikeve ji derve. xeberdayîn ( dijên) herwiha tundî ne tenê nîşaneyên bê rûmetiyê, heman demê de nîşaneya paşdemayîn û paşketinê ye. Ewkesên ku ramanên cûda reş dikin, red dikin, hataku wek dixwazin ew nêrîn û raman ji holê werin rakirin bigotinek tenê, Prîmîtîvin.

Niha ji em werin ser derdêxwe. Li Rojava yê Kurdistan şoreşek heye. Gelê me yê Rojava biryar daye ku xwe bi xwe birêve bibe. Hêjmarek pir mezin mirovên me li Rojava li pişt şoreşa Rojava de cihgirtine. Pişta hêzên xwe yên ku heya roja îro wan diparêzin disekinin. Hate ji bona wê canê xwejî danîne holê. Gel li pişt wane. Gel bi wanreye. Dîsan gel hemû tiştê xwe bi wanre parve dike.

 Lê mixabin hinek dardor hene, yek jîwan heta yê sereke PDK’ye. pir jî wê rewşê naraziyê. Dîsa ew hêz hinek baskên din yêku li Rojava giraniya xwe tuneye dixwazin bidin pêş. Çekan didin wan. Pere, mal û mûlk raber dikin ji wanre. Dakû ew derdorane dijberê şoreşa Rojava derbikevin.

Em baş dizanin ku hinek jî wan komane dijberîya wan li beramberî komên çete tune ne. Dîsan beşekî wan bi dewleta Turk re pir zêde têkildare. Dîsan di navbera rêkxistinên kurdan de ji hinek cihê xwe digrin û ji wanre kardikin.

kurtasî ew komane bi piştgiriya PDK'ê û dewleta Tirk, dîsan bi piştiriya dewletên rojavayî rolekî pir xirap dileyîzin.

lê mixabin li rexmê ku îro qala kongre ango konferasa netewî tê kirin PDK û hinek hevalbendên wan pişrtgirî bi hinek komên çeteyan re dikin. Dirav û çek didin wan. Dîsan rêyên rojavayê Kurdistanê digrin. Dakû piştgirî ji Kurdistana Rojava re neçi.

evên hinek din rasttir ji bi yek gotinê bêjin qirêjî ye, xirabî ye, dijmintiye. û ne tu tiştê dine. Ango nêzîkbunên ku ereb ji bo siyasetê raber dikine. Siyaset ji bo ereban bêhtir amûrekî ji bo çavdêrî ser herkesî kirin bu.

Em sîyaseta ereban ji bona me kurdan famdikîn, lê siyaseta ku kurd li ser kurdan bi vî awayî dikin tu car na pejirînîn. Em dev ji pejirandinê berdin, ev siyaseta em wek siyaseta qirêj pênase dikin.

xûlase; pêwîste rê û rêbazên qirêj werin terk kirin dakû em behsa netew bûyînê u qala dûrûst bûyînê bikin. Ji bona vê çendê pêwîst dike SİYASETA QİRÊJ WERE TERK KİRİN.

QASIM ENGÎN