HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di huner de heyîna tevahî pirgirêkên di sedsalên dawiyê de kombûne, pêwîst dibîne ku mirov vê qadê ji her demî zêdetir bi nêzîkbûnên felsefîk û bîrdozî ve binirxîne.

Afirandina hunerî, bi armanca ji civakê re ragihandina nirxên mirov ên ku lê bawer dike yên felsefîk bîrdozî bi şêwazekî bedewkarî/estetîk û bandor ve karanîna qabiliyetên xwe ve derdikeve holê. Rewşa herî pak a hest û ramanên mirov bi hunerê ve dikeve jiyanê yan bikiryar dibe. Armanca her rêbaz/ekola huner û mirovê huner pîvanên xwe anîna rewşa pîvanên bingehîn ên civakê. Di vê wateyê de di navbera hunermend û civakê de girêdanên nayên qûtkirin hene. Heyîna van girêdanan armancên huner û hunermend îfade dike. Ango huner bê armanç nîne. Hunera bê armanc cihê kêfxweşiyê ye û hunera bar e ku di vê de jî armanca dana kêfxweşkirinê heye. Li gorî pêwîstiya qeyda firotina tevahî tiştan a têkiliya di nava pergala kapîtalîzmê de ku wî xwe ji heyîna binesaziya civakê heya şane/hucreyan belavkirye, zexta wî ya ji hev qûtkirin û ji hev cuda kirine huner ji wateya xwe dûrxistiye, huner aniye rewşa amûreke ku şexsên di destpêkê de ji şîrketan re pişt re jî ji pergalê re xîzmet dikin dewlemend bike. Dema berê berhemeke hunermend an jî ya hunerê dihat nirxandin li ser mijarên weke bedewkarî/estetîk, navarok, teşe dihat kirin; di roja me ya îro de nirxandin li ser pîvana ka çiqas firot, çiqas pere qezenckirye tê kirin. Hunera di roja me de ji bûyîna qada ku afirandina herî bedewkarî/estetîk a mirovê civakî derdixîne holê derketiye. Jiber vê sedemê divê mirov pir hesas mijara hunerê bigre dest.         

Taybetmendiyeke hunerê ya din ku wê hesas dike; rastiya wê ya bûyîna ravekirina zimanê herî xweser ya çanda civakî ye. Dema li pêşketinên civakî tê temaşekirin wê pir esan were dîtin ku îro huner qada xwe ji nû ve afirandina mirovê îro em pênase dikin û zimanê yekemîn ê mirovahiyê ye. Berya ziman, axaftin pêşbikeve mirov, bi karanîna teşeyên cur becur ên afirandina ku em îro jê re dibêjin huner ve ji hev fêmkirine, lihevkirine. Tevî pêşketiye jî di qadên ku huner têra nekirine de huner axaftin domandiye. Tevahî kes dizane ku mirov weke heyîneke çandî tê pênasekirin. Ger ji bo mirov bûna çand pênaseya nesnamêye, huner jî zimanê mirov ê duyemîn lê yê yekemîn car zaye ye. Ev rastî dide nîşan ku huner di jiyana mirovahiyê de afirandinek û şêwazê îfadeyeke jênerevîn e.

Ji bo mirovahî xwe bide fêmkirin pêşxistina zimanê axaftinê û ev ziman bi hêza huner a bandor ve kirina yek ve dewlemendiya dana fêmkirin û îfade kirinê derxistiye hole. Ev ziman bi karanîna hevokên bedew ve, bi zimanê helbestan ve axaftin û bi karanîna tevgerên canê xwe ve, bi girêdayîyê vegotina hest û ramanên kes ve bi jiyîna guhartinan ve hatiye roja me ya îro.

        Mirovan di pêvajoyên ku hîn ziman li tê de pêşneketiye de an jî hêza wê tê ra nake ku bûyer û rastiyan vebêje de bi rêka hunerê axaftine. Em îro ji axaftin, ji watedayînê re, ji bo pêwîstiya parvekirina êş û kêfxweşiyên xwe serî li tevgerên rû dayînê re, ji wêne û dansên wan re dibêjin huner. Ev taybatmendî bi pêşveçûna pêvajoya dîrokî ve kûrantî qezenc kirye. Tê zanîn bi dewlemendiya pêwîstiyên civakê ve zimanê ku mirovan di navbera xwe de bikartînan jî guhartiye, hîn dewlemendtir bûye. Di nava vê guhartinê de huner ji ber di xweşikbûna mirovahiyê de zayîye di nava jiyana civakê de xweşik maye.  Ev taybetmendî di heman demê de dibe qanit ku ka dewlemendiya civakî huner çawa ji neslê pêş û yên dawiyê re hatiye ragihandin. Herçend hinde kesan xwestiya vê taybetmendiya hunerê ji bo armanca xwe ya kirêt bikarbîne jî, huner weke afirînera qadeke xweşikbûnê ya newaze (harîka) mirovahiyê zaye û wê pêşketina xwe ya wisa bidomîne.

Jiber huner yek û yek bi mirov re têkildar e, kapasîteya hest û ramanên mirovahiyê huner bandor kirye, berhemên huner ên bi van bandoran ve hatine afirandin jî mirovahî bandor kiriye. Vê di hunermendên wê serdemê de an jî ji eserên wê demê de xwendin gengaz e. Di vê wateyê de mirov dikare bêje kaxeza tûrnûsol a pergal û hemdema wê demê, berhemên çand û hunerên wê demê an yê wê pergalêne. Mînak hemdema navîn, weke hemdemeke tarî tê pênasekirin. Bi rastî jî di wateya afirîna hunerî de hemdema navîn hemdema mirovahiyê ya herî xîzan e.  Di hemdema navîn de kirina huner dihat vê watê ku astengiyên pergalê hatiye derbazkirin û ev bi qedexeyan ve hatiye dorpêçkirin. Di vê demê de hunera ku dihat  afirandin hunereke rast bû, lê jiber wê sedema ku me li jor de daye destnîşan kirin rastiyeke ku huner di asteke pir bisînor de hatiye afirandin. Ronesans navê afirandinên vê demê ye û “ji nû ve zayîn” jî di vê wateyê de ye. Ango ji nû ve zayîn ji nû ve zayîna civakê ye ya ku bi hunerê ve tê îfadekirin e. Qada ku herî zêde Ronesansê li tê de şêwazê hizir û jiyanê şopaye bûye qadên eserên hunerê. Heya roja me ya îro jî karanîna şêwazê rexneyên li hemberî paşverûtiya feodal ên hunermendên wê demê û nûbûn bi êstetîkeke mezin ve afirandin tê şopandin, tê xwendin û tê gûhdarkirin.  

Şêwazê hizirîn û jiyana mirovên di van her du mînakan de girtina dest weke eserên hunerê ye. Mirovên hemdema navîn di nava mehkûmtiyeke bê hêvî, monoton de ne, di heman demê de ne xwediyê kapasîteyeke jiyîna jiyaneke ji derveyî qayîdeyên olî ye, Ango vê fêmnakin. Jiderveyî olî hizirîn qedexe ye û ev weke rastiyekî teşeya bûna heyîna mirovê wê serdemê diyarkirye.

Lê tevî hertişti Ronesans hemdem û pêşketineke berovajiyê vê îfade dike. Jixwe Ronesans weke antîtezeke hemdema navîn bi hunerê ve zayîn pêkaniye. Ev hemdem dibe hemdema lezgîn, meşa mirovê her roj xweza û taybetmendiyeke xwe naskirinê. Di van mercan de yê herî li pêş bêguman hunermend û mirovên zanist ên wê serdemêne. Dema ev rûhê mezin ê afirîner tevahî mirovê wê demê hembêzkir wê demê mercên ronîbûnê û mercên reforma olê pêkhat. Bikinasî di navbera huner û pîvanên jiyîna hest û ramana mirov de têkilî û nêzîkbûneke wisa balkêş heye.     

       Di hemdema navîn de huner karekî gûnehbar dihat hejmartin. Divê em mirovên bi armanca kirina propexandaya olê huner kirine ji derveyî vê nirxandinê bigrin. Di Ronesansê de bê huner mayîn weke pejirandina koletiyê ye. Jiber mirovên her hemdemê xwe bi eserên hunerê û bi zimanê hunerê ve îfade kirye, bi vê afirîna xwe ve hatiye naskirin û ew şopandine. Hunermend xwe, hemdem û mirovên di wê hemdemê de şahîdîtiya wê dikir bi zimanê hunerê ve vedibêje. Hunermend çibe dê hunera wî jî ew be.

Di roja me ya îro de rewş di kîjan astê de ye? Ev ji kê were pirskirin dê bêjin berjewendî û bêbawertî heye, bê armanc û rojane jiyîn heye, bêxemtî, bêrehmtî û bê edeletî heye. Bêgûman ev pênase yan jî destnîşankirin ne vale ye. Ev îtîrafa rastiyekî ye. Ger tiştên hatine destnîşan kirin netaybetmendiyên di mirovahiya me ya îro de serdestban, ma me dê şer û qirkirinên tên jiyîn bi çive ravekiriba? Mirovahiya ku li ser ev rûh hatiye serdestkirin dikare her xirabiyan, kirêtiyan bike, ji tevahî xirabî û kirêtiyan re bêdeng bimîne.  Berpiryarê vê rewşê civaka çînatî û rewşa wî ya bi pergal kapîtalîzm e.

       Ger em li ser bingeha van rastiyan ve, bi pirsyarekê ve vegerin mijara xwe; bi girêdayîyê têkiliya huner û mirov di navaroka eser û hunermendên roja me de çi heye çi nîne? Ji bo vê pêwîst nake ku mirov pir zêde hûrkolîne û lêkolîne. Tenê di ekrana TV de tiştên tên dayîn temaşekirin dê bes be. Pir eşkereye ku tiştên di jor de hatine destnîşan kirin hewayê eserên hunera di roja me de tê jiyîn e. Hunera ku weke xwe îfadekirina mirovahiyê zaye, weke di çi serdemên dîrokê de neyî ker (sağır) û bê ziman e. Jiber yek di roja me de pirsgirêka ku mirovahî dijî îfade nake. Berovajî ji bo mirovahî di rewşa rûhê bêxem de bijî û xwe bikûje tişta ji destî wî tê dike. Hunera ku karê hest û raman e cara yekeme ew qes ji ajo û zewqan re xîtap dike. Hunera ku guncave ku bibe zimanê hevbeş ê mirovahiyê, tu caran ew qes bi nêzîkbûnên biberjewend û eze eziyê ve nehatiye destgirtin. Dîsa afirîna huner a weke dîroka mirovahiyê kevin, weke di çi cihê dîrokê de neyî îro jiyîn û têkiliya rojane tîne ziman.

        Jixwe yê ku dijbertiya hunerê dike û dijî mirovahiyê ye pergala îro ye. Mirovê ji bo berjewendiya xwe xwe radestî pergalê kirye ye. Bi cewherî hunera ku îro hatiye rewşa dijbertiya xwe di dawiyê de bi encama çalekiya mirov derdikeve holê.  Di wê demê de berya mirov hunerê lêpirsîn bike divê mirov huner, hest û ramana ku îro dijî lêpirsîn bike. Berpirsyartiya wî ya li hemberê civak û kesayet e. Ev mijarên ku hewceyê nirxandinên dirêj in, di heman demê de ji pirsgirêkên bingehîn ên hemdema me ne. Tişta herî baş pirsgirêkên hemdema me didin dest; hunermendên îro, feresat û berhemên bi navê afirandinên huner radixin holêne. Ger rûh û hizreke hemdema me hebe divê yek jî di vir de were nirxandin. Ên temaşe dikin, ên gûhdar dikin yek jî yên huner dikin divê di nava pîvanên qada afirandinê de xwe binirxînin. Ango divê neçar nebin. Divê pirsyara “yên di nava vê qadê de ne berhemeke çawa diafirînin, yê gûhdardike û dişopîne çi dixwazin?” bi pîvanên huner ve bibersivînin. Jiber xwe nirxandina hunermend wê pîvanên xweşîk û kirêt bigre dest û dê hunera wî jî bide dest. Wê demê jî wê şepqe bikeve, keçel xûyabike”.