HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Dema Gabar tê gotin ked, vîn, bîr û bawerî tê bîra mirovên ku vê herêmê nas dikin. Gabar di nav herêmên gerîla de ji wan herêmên herî zor û zehmetî lê tên jiyîn e.

Him bi xwezaya xwe û him jî ji aliye ku şerên li wir hatine dayîn, vê rastiyê radixînin li ber çavan. Gerîlayên ku li wir jiyane û yên ku niha li wir dijîn baş dizanin ku li Gabarê her tim kêmasiya qût ango erzaq heye. Lê belê di sala 206’an de hevalan rêyek ango xetek vekirin û ji me re erzaq hatibû. Nêzî du ton erzaq hatibû û ji ber vê yekê ji Gabarê sê taxim heval ketin rê ku erzaqê li benda wan bînin. Cihê ku em biçin erzaqê xwe bînin gelekî dûr bû. Me taştê jî nekiribû. Piştî meşeke dûr û dirêj em gihaştin cihê erzaq. Hin hevalan barê xwe çêdikir û hindekan jî alîkariya hevalên din dikirin. Hevalan hîna xwe komî ser hev nekiribûn, ji nedî ve konvoyeke leşkerî derbas bû. Çeka gelek hevalan jî ji wan dûr bû. Lê ya hinekan jî li gel wan bû. Di wê kêliyê de hemû heval li tenîşta hev bûn. Ger dijmin pê bihesiyana ku em hemû heval li cihekî ne, dibe ku ji boyî me di encamê de wendahiyên mezin jî bihatana jiyîn.  Em hemû heval bêdeng û tevger di cihê xwe de sekinin. Di wê kêliyê de ger leşkerek jî dakeve û li binê cadê meyzîne dê me bidîtana. Ji ber ku cihê ku em lê bûn eraziyeke rût û rast bû. Ger dijmin piştî dîtina me bangî tangê bikiraya dê di pênc deqeyan de xwe bigihandana gel me. Ji ber vê jî di van kêliyan de xwînsarî gelekî pêwîst e. Piştî qederekê panzer û konvoya li dû derbas bûn. Wê demê me fahm kir ku dijmin dewriye dike. Di wê kêliyê de biryar hat girtin û ji hevalan kî dikare rake çiqas erzaqî bila rakê û demildest xwe bigihîne noqteyê. Hevalên xort piranî  50 kîlo bar rakirin û hevalên jin jî hindekan 25  û hindekan jî  35 kîlo bar rakirin. Lê erzaq hîn jî mabû. Bi vî awayî em ketin rê û me barê xwe gihand noqtê. Di vegera sefera duyemîn de me bala xwe dayê panzer dîsa xuya kir. Û hat li ser serê erzaqê me. Erzaq di biniya cadê de bû. Ji ber vê yeke leşkerên di nav panzêrê de heta ku daneketana nikarînbûn erzaqê me bidîtana. Panzêr qederekê wisa li cihê xwe ma û neçû. Me jî fikirî ku bi îxtîmaleke mezin dijmin ji vî erzaqî hatiye agahdarkirin. Her wiha cihê erzaq jî ji bo xweparastinê cihekî neewle bû. Ji ber vê jî di sefera duyemîn de me hevalan danexist cihê erzaq. Wê demê me biryar da ku bila çend heval li wir bimînin ku hetanî panzêr biçe. Hevalên din jî bi vî awayî ketin rêya vegerê. Ew roj bê şense me bû yan jî ezîziya xwezayê bû nizanim, lê baraneke wisa bariya ku êdî heval nikarîbûn bimeşin. Şev pir tarî bû. Ji boyî ku heval di şiverêyê de hevdû bibinin û rêzê wenda nekin torbê li mile wan spî bûn. Lê di wê şeva bi baran û reşetarî de çav çavan nedidît û torbê spî jî êdî li ber çavên me reş bûbûn. Heval jî ji ber ku bê taştê ketibûn rê û hetanî êvarê wisa mabûn ji taqet ketibûn. Wê şeve hevalan bi zehmetî berdestê siharê xwe gihandin noqtê. Lê ruxmî bêtaqetî û birçîbûna hevalan acisiyeke tûj ji rûyê hemû hevalan diherikî. Ji ber ku gerîlayeke/î li Gabarê dimîne, peywira ku nêvî bihêle nîn e. Ev çandek e.

Halê hevalan ne ti hal bû. Hevalên ku barê wan torbê şekir bû, ew şekir di wê barana biheybet de heliyabû û heta pêlava wan herikî bû. Hevalên ku 25 kîlo savar(bulxur) rakiribûn ew savar bûbû 50 kîlo. Ji ber ku libên savarê di wê şiliyê de nepixîbûn. Yên ku ar hilgirtibûn jî ji ber ku ar şil bûbû ew ar hemû li ser pişta hevalan pahn bûbû. Hevalên ku bêpirsgirêk barê xwe anîbûn, yên ku rahiştibûn rûn bûn. Hevalên ku li noqtê mabûn hin amadekariyan kirin. Çay dan hevalan. Di wê navberê de hevalan li ser erzaqê ku li rex cadê mabûn diaxivîn. Hindek hevalan digot; ew tenekeyên rûn û hindekan jî digot qehweyên li wir man û li çoka xwe dixistin. ‘Têkiliyê’ ku ji me re erzaq rê kiribû bi erzaq re lehmecûn jî şandibû. Hin hevalan jî li ser vê yeke digotin ma min zanîbaya dê wisa bibe, min ê ew lehmecûna jî danîna li ser 50 kîlo şekirî. Yanî bi kurtasî him peywireke kenawer û him jî trajîk bû. Baş tê bîra min ku hevalan heta mehekê jî dema ji boyî çay şekir ji hev dixwestin, ji hev re digotin; heval ma her dere te şekir û hungiv e qey hewcehî bi şekir heye?..  Bi vî awayî hevalan wê rojê bi bîr dianîn.

Dikarim bêjim ku, ew peywira ku me hemû erzaqê xwe xelas nekiribû, bi ser de ev çend sal derbas bûne jî ji bîra min naçe. Ji ber ku me ji xwe re hezm nekir wê peywirê, ruxmî ewqas şilî û westandinê me nekarîbû erzaqê xwe yê mayî bîne. Di hundirê min de êşeke wisa maye. Lê rûxmî ewqas zor û zehmetiyan ewqas xweşiyên van peywiran jî hene. Bîranînên wîsa, di dil û mêjiyan de dineqişin û ti carî ji bîr naçin. Bifikirin ku komeke gerîla li pişta wan bar û di şiverêyê de li dû hev dimeşin. Heval carinan rastî tahtekî ku av li ser kom bûye tên. Tevî wî barê ku bi qasî nêviyê laşe wan giran e û tevî jihalketinê  heval xwe xwar dikin ku wê avê vexwin. Pişt re hevalekî dîsa bar li milan û deste xwe dirêjî hevalê xwe xwarkirî dike ku ew rake li ser piyan. Bîranînên bi vî rengî nayên jibîrkirin. Bi hêsanî dikarim bêjim ku wê deme vîna ku me li ser piyan dihişt ruhê Apoyî bû. Ji ber ku dem dema pratîkê bû, ne ya axaftin û galegalê bû. Gerîlayên Gabarê jî bi qasî digotin dikirin û bi qasî ku dikirin digotin.

 Jixwe Serokatî li ser vê mijarê behsa ‘’Şoreşa wijdanê’’ dike. Ji boyî gerîlayekî jî di jiyana xwe de serkeftîbûn tê wateya ku di wijdana xwe de şoreşê pêk aniye. Ev şoreşa wijdanê gerîla dike xwedî vîneke ji pola…

Ş. Rojda Axîn