HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em hevrêyên me Axîn, Rizgar, Dilgeş, Dogan, Devrim û Mahsum ên ku li hemberî êrîşên dijmin li Bakûrê Kurdistanê li ser xeta fedayîtî têkoşiyan û di demên cuda de şehîd bûn, bi rêz û minet bi bîr tînin.

Zarokên hêja yên gelê me, hevrêyên me Axîn, Rizgar, Dilgeş, Dogan, Devrîm û Mahsum, beşdarî têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me bûn ku bi dehan salan rastî zilmê hatiye û bi metirsiya qirkirinê re rû bi rû ye û bûn şervanên azadiyê. Hevrêyên me yên ku ji bilî azadiya gel û rêbertiya me ti daxwaz û xwestekên wan ên din nebûn, ji bo pêkanîna van armancên xwe bêhesab, bi durustî û bêyî ku bikevin nava ti xemgîniyê, bi fedakarî têkoşiyan. Hevrêyên me Axîn, Rizgar, Dilgeş, Dogan, Devrim û Mahsum ên ku li hemberî êrîşên tunekirinê yên ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe pêş xist, bi vîna xwe ya pola li ber xwe dan, karîn qadên Botan, Amed û Dêrsimê veguherînin keleyên berxwedanê û erka xwe ya şoreşgerî bi cih bînin. Ev mîlîtanên hêja yên ku hêz û moral ji têkoşîna Rêber Apo, şehîdên me û gelê me yê welatparêz digirtin, karîn bi fedakarî herin ser dijmin û heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê ve girêdayî man. Ji ber vê yekê, weke lehengên Kurd ên ku divê hemû ciwanên Kurdistanê wan ji xwe re mînak bigirin, di dîroka lehengiyê ya gelê me de cihê xwe girtin.

Weke hevrêyên wan, em di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Axîn, Rizgar, Dilgeş, Dogan, Devrim û Mahsum hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sersaxiyê dixwazin û soz didin ku heta em armanc û xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin, em ê dev ji têkoşînê bernedin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:


Nasnav: Axîn Çirav
Nav û paşnav: Gamze Gül Demir
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayik û bav: Saadet – Hasan
Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Mijdara 2016 / Besta

Axîn Çirav – Gamze Gül Demir


Nasnav: Rizgar Farqîn
Nav û paşnav: Erhan Ölçen
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Emine – Abdulaziz
Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Mijdara 2019 / Amed

Rizgar Farqîn – Erhan Ölçen


Nasnav: Dilgeş Yekbûn
Nav û paşnav: Mehmet Bozkurt
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Zinet – Yusuf
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Cotmeha 2015 / Dêrsîm

Dilgeş Yekbûn – Mehmet Bozkurt


Nasnav: Doğan Çem
Nav û paşnav: Rıdvan Göksu
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dayik û bav: Mesure – Muhyettin
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Cotmeha 2015 / Dêrsîm

Doğan Çem – Rıdvan Göksu


Nasnav: Devrim Hani
Nav û paşnav: Uğur Üçdağ
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Basriye – Recep
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Cotmeha 2015 / Dêrsîm

Devrim Hani – Uğur Üçdağ


Nasnav: Mahsum Amara
Nav û paşnav: Mehmet Fatih Demir
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dayik û bav: Xezal – Halil
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Gulana 2020 / Dêrsîm

Mahsum Amara – Mehmet Fatih Demir

Bajarê kevnar ê herêma Botanê, Sêrt û navçeya wê Dihê di dîroka Kurd de xwedî cihekî diyar e. Cihê wê yê diyar di welatparêziya Kurd de, Dihê kiriye navendeke welatparêziyê ya girîng. Bi taybetî derketina Tevgera Apoyî, gihîştina gerîlayên pêşîn a çiyayên Botanê, têkilî û rêxistinkirina gelê Botanê yê welatparêz û pêkanîna Pêngava 15’ê Tebaxê ya serkeftî ya Fermandar Egîd, çarenûsa Dihê ji binî ve guherand. Piştî guleya pêşîn a li dijmin hat teqandin, Dihê bû sembolek. Dengê piyên Fermandar Egîd û dengê guleya pêşîn bi dehan salan li vê herêmê deng veda. Bi sedan keç û xortên leheng ên gelê Dihê guh dan vî dengî, tevlî nava refên gerîla bûn, bi lehengî têkoşiyan û bûn şehîdên abîdeyî. Wê fermandarên serketî yên ku dilê hemû gelê Kurd de cih girtin û fermandarên leheng ên weke Reşîd Serdar diyarî Kurdistanê kir.

Hevrêya me Axîn Çirav, li navçeya Dihê ya Sêrtê ku ev kevneşopiya welatparêziyê ya esîl lê serdest e, weke zaroka pêşîn a malbatê hate dinê. Piştî ku çavên xwe li jiyanê vekir, tevî malbata xwe koçî Şirnexê kirin û zarokatiya hevrêya me Axîn li Şirnexê derbas bû. Piştî ku mezin bû, hevrêya me Axîn dîsa vegeriya Dihê û salên wê yên ciwantiyê li ser axa lê ji dayik bû derbas bû. Hevrêya me Axîn ku ji zarokatiya xwe ve gerîla nas dikir û dilê wê tije hestên welatparêziyê bû, rojekê xeyala derketina çiyê û têkoşîna weke jineke azad dikir. Bi taybetî jî tevlîbûna pismamê wê, hevrê Azad Botan – Kadîr Demîr li nava refên gerîla, ev xeyala wê hê zêdetir kir. Hevrê Axîn ji tevlîbûna hevrê Azad gelekî bandor bû û êdî gerîlabûn ji bo hevrê Axîn bû biryar.

https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2016-ehitlerimiz/item/5129-azad-botan-kadir-demir

Hevrêya me Axîn ku tije enerjiya jiyanê bû, bi taybetî jî bi jêhatiya xwe ya di folklor û govendan de derdiket pêş. Bi estetîkî govendên xweş ên herêma Botanê digerand û her carê êş û şahiyên gelê Kurd ji nû ve dijî. Şêwaza îfadekirina gelê Kurd ku bi govendê re bûye yek, ji bo hevrê Axîn jî bû şêwazeke diyar a îfadekirina şahiya xwe. Hevrêya me Axîn a ku tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz dibû, ji zarokatiya xwe ve her xwesteka wê ya çûyîna çiyê hebû. Bi sebir li benda roja ku bigihêje vê xeyala xwe ma û xwe amade kir. Hevrêya me Axîn dizanibû ku gerîlatî ne tenê şerê li çiyayan e, gerîla şêwaza îfadekirina jiyana azad û mirovê azad e. Tişta ku hevrêya me Axîn kişandibû çiyayan, azadiya gerîla, fedekarî, jiyana komunal û hevaltiya ku li ser eksena azadiya jinê mezin dibû. Hevrêya me Axîn baş dizanibû ku tevlîbûna gerîla ne tenê tevlîbûna şer e, di heman demê de tevlîbûna jiyaneke azad û bi rûmet e. Bi vê hişmendiyê, di sala 2013’an de dibistana amadehiyê nîvco hişt û li qada Çirav a Gabarê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Axîn piştî tevlîbûna gerîla, derbasî Qadên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya xwe ya gerîlatî ya pêşîn li Avaşînê dît. Ji 2013’an heta 2014’an li Avaşînê ma. Bi şahiya mezin a gihîştina jiyana gerîla ya di xeyalên wê de, bi evîn bezî her karekî. Hewl da ku bibe gerîlayeke jêhatî û ji her kêliya ku dijî re wateyeke mezin dida, di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir û hişmendiya xwe jî li ser vê bingehê pêş dixist. Ji bo ku bigihêje vê armanca xwe, li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî perwerdeya berfireh a gerîla dît. Ji bo ku bibe gerîlayeke YJA Star a jinxas/egîd, bi biryar û hewldan tevlî perwerdeyê bû û bi hêzeke mezin ji perwerdeyê derçû.

Dema ku di Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşeke qirkirinê li dijî gelê me yê Êzidî yê li Şengalê pêş xistin, hêzên KDP’ê yên hevkar û artêşa Iraqê ya tirsonek Mûsil û Şengal radestî DAÎŞ’ê kirin û reviyan. Yên ku gotin em ê gelê li wir biparêzin û bi salan li ser vê yekê xwe xwedî kirin, lê dema êrîş hate ber derî reviyan, gelekî bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Ev lekeya reş a ku bi belge, wêneyan û dîmenan bi awayekî nayê înkarkirin di dîrokê de derbas bûye, û ji bo van hêzan rûreşiyeke ku qet ji holê nayê rakirin e. Di rewşeke wiha de ku rûmeta mirovahiyê li bin lingan ketibû, fedaiyên Apoyî barê dîrokê hilgirtin û gotin bes e ji vê felaketê re. Endamên pêşeng ên pêşîn ên PKK’ê ku di dîrokê de weke 12’an derbas bûn, ji vê fermanê ya li Şengalê re gotin ‘bes e’. Hevrêya me Axîn jî di tabûra gerîla ya pêşîn de cih girt ku piştî pêşengên gerîla yên pêşîn, yekser derbasî Şengalê bûn. Bûyîna wê ya yek ji gerîlayên pêşîn ên YJA Star a ku çû Şengalê, hem berpirsyariyeke mezin da hevrê Axîn û hem jî rûmeteke mezin da wê. Hevrêya me Axîn di raporeke xwe de pêvajoya çûyîna xwe ya pêşîn a Şengalê û hestên xwe wiha anîbû ziman: “Ez niha li Şengalê me. Di koma pêşîn de hatibûm. Dema min ew rewşa gel dît, min hewl da ku ji bo bersivdayîna wan tişta ku ji destê min bê zêdetir bikim. Qet ji bîr nakim ku zarokan digotin ‘dayê, av’ û li ber çavên me can didan. Girîna wan kal û pîran bi rastî jî mirov pir bandor dike. Ez ji bo rawestandina êşkence û komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê Kurd dikin li Şengalê me.”

Hevrêya me Axîn li Şengalê hêza jinê derxist holê. Bi sekna xwe, wêrekiya xwe û hêza jinê ya ku di şexsê xwe de nîşan da, qalibên civaka feodal şikand û rastiya jina azad bi wan da naskirin. Di vê wateyê de, wê karî şervaniya YJA Star û mîlîtaniya PAJK’ê bi awayekî hêja temsîl bike. Hevrêya me Axîn heta sala 2016’an li Şengalê ma. Bi rihetî û bextewariya mîlîtaneke ku xeyal û fermanên Rêber Apo pêk tîne, berê xwe ji Şengalê da ber bi çiyayên Kurdistanê ve.

Hevrêya me Axîn a ku her tim dixwest li ser axa lê ji dayik bû gerîlatî bike, derbasî qada Botanê bû. Bi şahiya gihîştina Botanê a ku jê hez dikir, bi lez tevlî pratîkê bû. Bi zanîn, tecrûbe, hevaltiya dilsoz û sekna jina azad hêz da hevrêyên xwe. Li Bestayê piştî îxaneteke ku di dawiya sala 2016’an de qewimî, operasyoneke berfireh a dijmin dest pê kir. Li hemberî vê operasyona berfireh a ku Fermandariya Qada Botanê kiribû hedef, gerîlayên li Bestayê bersiveke xurt dan û berxwedaneke dîrokî pêş xistin. Artêşa dagirker a ku derbên giran xwar, neçar ma ku bêyî ku bigihêje encama xwestî, paşve vekişe. Hevrêya me Axîn a ku bi wêrekî li hemberî dijmin sekinî û şer kir, di 10’ê Mijdara 2016’an de li Bestayê şehîd bû.

Jina jinxas a Botanê, lehenga gelê Şengalê û hevrêya me ya hêja Axîn Çirav bi rêz û minet bi bîr tînin û dibêjin ku em ê bibin şopdarên armanc û xeyalên wê.

Hevrêyê me Rizgar Farqîn, li Farqînê weke zarokê sêyemîn ê pênc birayan çavên xwe li jiyanê vekir. Jidayikbûna wî ya weke ferdekî malbateke Farqînî ku sembola çanda Kurd a kevnar, avahiyên dîrokî û welatparêziya kûr e, karakter û jiyana hevrê Rizgar a piştî wê jî destnîşan kir. Bi pîvanên civakî yên exlaqî û polîtîk ên xurt ên malbata xwe, bi hişmendî û hestên welatparêziyê yên kûr mezin bû. Hevrê Rizgar, ziman û çanda Kurdî ya ku dihat paşguhkirin, biçûkxistin û hewldana tunekirina wê dijiya. Weke Kurdekî û Kurdistanî jiyan kirin ji xwe re weke rûmetekê dît, di her şert û mercî de li nasnameya xwe ya biçûkxistî xwedî derket. Li dibistanên dewleta Tirk xwendekarê serketî bû, bi jihatîbûna xwe derket pêş û bû guzideyê hemû mamosteyên xwe.

Lê belê tevî ku çiqas bixebite û serkeftî bibe jî, tu carî nikarîbû bi sîstema TC ya dagirker ku li ser înkara Kurd hatiye avakirin re, bibe yek. Hevrêyê me Rizgar, piştî ku lîse qedand, Zankoya Enqereyê, Beşa dermanfiroşiyê qezenc kir. Dema ku çû Enqereyê, mîna çûyîna Rêber Apo ya Enqereyê di sala 1969’an de, Kurdîtiya xwe jî bi xwe re bir. Dema ku li paytexta dewleta TC’yê dixwend, nakokiyên wî yên bi sîstema dewletê re hê zêdetir kûr bûn. Ji bilî pîşeya dermanfiroşiyê ya ku xeyala gelek ciwanên civakê ye û mirov dikare ji aliyê madî ve gelek dahatê bi dest bixe, doza azadiyê ya gelê Kurd, pirsgirêka nasname û hebûnê ji bo wî girîngtir bû. Ji ber vê yekê li şûna ku li ser jiyana xwe ya kesane bifikire, tevlî sîstema TC’yê bibe û bibe karmendekî wê, biryar da ku bibe nefelekî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe. Hevrêyê me Rizgar weke ciwanekî ronakbîr, xwedî hişmendî û karîbû xwe bi pêş bixe, hemû derfetên sîstemê neyî kir û rêya têkoşînê hilbijart.

Li Enqereyê tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû û xebat meşand. Ji ber van xebatên xwe yên li qada civakî, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin û sê salan di zindanan de ma. Ji ber ku di sîstema TC’yê de eger Kurdek dest ji Kurdîtiya xwe berde, hemû derî ji wî re vedibin, lê dema Kurdek li ser Kurdîtiya xwe israr bike û tevlî karekî biçûk jî bibe, an tê kuştin an jî tê girtin. Hevrêyê me Rizgar jî di dema destpêkê ya têkoşîna xwe de bi vê rastiya dijmin a zelal re rû bi rû ma. Desthilatdaran zindan weke cihê ku mirovan ji aliyê fikrî û fîzîkî ve dirizînin û teslîm digirin ava kirine, girtina mirovên netewî weke çareya yekane dibînin. Dewleta Tirk a dagirker jî li ser vê polîtîkayê hewl da ku rê li ber hevrê Rizgar bigire.

Lê belê hevrêyê me Rizgar têkçûneke ji aliyê fikrî û fîzîkî deynin dera han berovajî, zindan weke dibistaneke şoreşê ya mezin nirxand û ji aliyê fikrî û fîzîkî ve xwe ji pêvajoyên têkoşînê yên zorttir re amade kir. Hem lêkolîn kir, xwend, nîqaş kir, kûr bû û bi hevrêyên xwe re parve kir, hem jî tevî ku di zindanê de di şaneyeke teng de bû jî, her tim werzîş kir û bedena xwe perwerde kir. Hevrê Rizgar ê ku karîbû ji aliyê fikrî û fîzîkî ve zindî bimîne û ji zindanê derket, di sala 2012’an de xwe ji destê dijmin xilas kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî PKK’ê bû. Hevrêyê me Rizgar ê ronakbîr, xwendî û pêşerojeke geş soz dida, weke mirovekî hêja hewl da ku xizmeta civaka Kurd bike û li qada civakî bixebite. Lê belê dema faşîzma TC’yê rê neda û bû asteng, hevrêyê me Rizgar jî çareserî û rizgariyê di têkoşîna çekdarî de dît û hilbijart ku bibe gerîla. Dema ku hevrê Rizgar berê xwe da şoreşgeriya profesyonel, navê pismamê xwe Rizgar Farqîn – Îlyas Olçen ê ku di sala 2006’an de tevlî PKK’ê bûbû û di sala 2011’an de li Botanê şehîd bûbû, li xwe kir. Bi vê sekna xwe, hevrêyê me Rizgar di gava xwe ya pêşîn de diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bimeşe.

https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2015-ehitlerimiz/item/3811-ozgur-rohat-umit-olcen

Jiyan û têkoşîna her du bira û hevrêyan hema hema ji heman qonaxên jiyanê derbas bû û li hemberî heman zilma dewletê rêya xwe xêz kir.

Hevrêyê me Rizgar di sala 2012’an de karî bigihêje çiyayên Kurdistanê, tevlî Komalên Ciwan bû û perwerdeya xwe ya pêşîn li Akademiya Ciwanan a Şehîd Alî Çîçek dît. Hevrêyê me Rizgar ê ku ji aliyê îdeolojîk, teorîk û dîrokî ve xwedî tecrûbeyeke girîng bû, di akademiyê de tecrûbeyeke xurt di mijarên rêxistinî de bi dest xist. Li ser pirsgirêkên têkoşînê, rastiya dijmin û serketina doza azadiyê ya gelê Kurd fikirî. Ji bo ku bibe mîlîtanekî zexm ê ciwanekî Kurd ku pêşengên gelê Kurd in, di her warî de xwe xiste nava têkoşînê. Sekna li ser jiyana azad a ku di jiyana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê de şahidî kir, evîna azadkirina vê jiyanê û hevaltiya dilsoz a ku rastiyê parve dike, bûn rastiyên herî zêde bandor li wî kirin. Hevrêyê me Rizgar, bi hêza ku ji akademî û hevrêyên xwe girt, xebatên xwe li qadên Qendîl, Rojavayê Kurdistanê, Mexmûr û Garê meşand. Li her cihê ku çûyê, dikarî pêşengiya gel û hevrêyên xwe bike. Bi dil û can, û bi kedkarî xebitî. Ji ber ku baş dizanibû ku her keda ku dide gelê Kurd, Kurd û Kurdistanê hê bêtir xweş dike û bi hêz dike.

Li ser vê bingehê, bû xizmetkarekî dilsoz û mîlîtanekî fedayî yê gelê xwe. Piştî ku wezîfeyên xwe yên li qada civakî bi serkeftî bi cih anî, xwest ku derbasî qada leşkerî bibe, xwe di gerîlatiyê de jêhatî bike û bi çekdarî jî li dijî dijmin şer bike. Di sala 2015’an de ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî topyekûn êrîşî gelê Kurd dikir, hevrêyê me Rizgar jî ji bo bersivdayîna vê yekê li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mawa ya di nava Komalên Ciwan de perwerdeya leşkerî dît. Piştî ku perwerdeya xwe ya leşkerî jî bi serkeftî qedand, diyar kir ku êdî dema gihîştina xeyala xwe ya ku bi salan e li benda wê ye û bi sebir li benda wê ye hatiye û pêşniyar kir ku weke gerîla biçe axa Amedê ya lê ji dayik bûye. Hevrêyê me Rizgar ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî ve gihîştibû asteke têrker ku vê pêşniyara xwe bike pratîk. Lê belê ji ber şehadeta birayê wî hevrê Ozgûr Rohat a di sala 2015’an de û êşa malbata wî nû bû, rêxistina me şandina wî ya Bakûr guncaw nedît. Lê belê hevrêyê me Rizgar diyar kir ku hêjayî bîranîna şehîdan tenê bi bilindkirina têkoşînê dibe û di sala 2016’an de bi israr derbasî Amedê bû.

Gihîştina axa Amedê ya ku lê ji dayik bûbû, jê hez dikir, û kesayetiya wî avakiribû û wate dabû giyanê wî, ji bo hevrêyê me Rizgar hesteke nayê vegotin bû. Her derê Kurdistanê ji bo hevrêyê me Rizgar bi qîmet bû, lê belê mîna her Kurdistanî, cihê Amedê di dilê hevrêyê me Rizgar de cuda bû. Bi van hestan û bi xwesteka tolhildaneke mezin ji dijmin, bi lez tevlî têkoşînê bû. Di demekê de ku êrîşên dijmin li her derê bêperwa dibûn û hovîtî li dijî gelê me dikir, hevrêyê me Rizgar jî çekên xwe hilda û têkoşîna xwe bilind kir. Bi xwe tevlî gelek çalakiyan bû. Tecrûbeya xwe ya leşkerî di qada pratîkê de bi kar anî. Ji bo ku ji cihê ku dijmin qet li hêvî nîn e derbên şaşwazker lê bixe, kûr bû û bi zîrekiya xwe ya tûj û afirîneriya xwe pêşniyar pêş xist. Hevrêyê me Rizgar bi sekn, ked, tevlîbûn û kûrbûna xwe, bi gavên ewle ber bi fermandariyê ve çû. Hevrêyê me Rizgar ê ku ji zimanê Kurdî hez dikir, her tim Kurdî diaxivî û Kurdî di her kêliya jiyanê de serdest dikir, bi zanîna xwe ya entelektûelî jî mîna pirtûkxaneyeke ku hevrêyên wî serî lê didan bû. Bi zanîn û tecrûbeya xwe ya fireh, li her derê ku lê bû, hêz dida hevrêyên xwe û alîkariya wan dikir.

Hevrêyê me Rizgar Farqîn, zarokê mêrxas ê gelê me yê Amedê, mîlîtanê fedayî yê Apoyî û fermandarê mînak ê ku pêşerojeke geş ji bo gelê Kurd û têkoşîna me soz dida, di 2’yê Mijdara 2019’an de li herêma Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê di kemîna dijmin de şer kir û şehîd bû. Dewleta Tirk a dagirker a ku nikare hebûn û têkoşîna Kurdê azad ragire, li hemberî şehîdê Kurd jî xweranegiriyeke mezin nîşan da û bi hefteyan cenazeyê hevrê Rizgar radestî malbata wî nekir. Tevî ku hewl da bi êşkencekirina cenazeyê şehîdê me tola xwe ji gelê Kurd bigire jî, bi saya berxwedan û sekna malbata wî ya welatparêz, cenazeyê wî ji dewleta Tirk hate standin û li axa Amedê ya ku lê ji dayik bû, mezin bû û canê xwe feda kir, hate spartin. Di meha mijdarê de ku hevrê Rizgar şehîd bû, em sersaxiyê ji malbata wî ya welatparêz a hêja ku Ozgûr Rohat û Rizgar Farqîn di têkoşîna me de şehîd dane, dixwazin û soz didin ku em ê armancên şehîdên xwe bişopînin û bi ser bixin.

Hevrêyê me Dilgeş Yekbûn, li navçeya Erdîşê a Wanê, weke zarokê nehemîn ê deh birayan çavên xwe li jiyanê vekir. Di nava malbateke xwedî asteke siyasî ya exlaqî ya xurt, bi pîvanên civakî yên xurt û çanda welatparêziyê ya kûr de mezin bû. Ji ber vê yekê, di temenê ciwan de karekterekî xurt û zexm bi dest xist. Hevrêyê me Dilgeş ê ciwanekî xebatkar bû, lîseyê li dibistana şevînî xwend. Di vê pêvajoyê de dest bi lêkolîn û xwendinê kir û eleqedarî felsefeyê bû. Hevrêyê me Dilgeş tu tişt weke heyî qebûl nedikir. Ji ber vê yekê, bi xwendin û nîqaşkirina her tiştî, dest bi afirandina nirxên nû di xwe de kir. Hevrêyê me Dilgeş ê ku Beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêveberiyê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir, ji bo xwendinê çû Enqereyê. Hevrêyê me Dilgeş ê ciwanekî jêhatî bû, bi hunerê re eleqedar bû. Hevrêyê me Dilgeş ê ku jêhatiya şanoyê hebû, di lîstikan de cih girt û performansa dikê nîşan da. Ji ber ku şanoyê weke şêwazeke cuda ya derbirîna rastiyan bi hunerê dihesiband, bi cidiyet û hezkirineke mezin leyîst. Di heman demê de hevrêyê me Dilgeş ê ku ji felsefeyê jî pir hez dikir û li ser difikirî, digot ku derketina ji qrîza ku mirovahî îro tê de ye, bi lêgerîn û bersivên felsefî yên xurt pêk tê. Hevrêyê me Dilgeş ê ciwanekî zîrek bû, sê salan li zanîngehê xwend.

Hevrêyê me Dilgeş ê xwedî jêhatiya rêxistinkirina xwezayî û pêşengiyê bû, li zanîngehê komûneke felsefeyê ava kir. Ne tenê xwend, di heman demê de weke ciwanekî ku li rûmet û têkoşîna xwe xwedî derdiket, tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Dema van xebatan dimeşand, rastiya Rêber Apo baştir nas kir. Hevrêyê me Dilgeş hest û ramanên xwe yên wê demê di raporeke xwe de wiha anîbû ziman: “Rojekê li kantîna zanîngehê dema ku min rojname dixwend, rastî nivîseke ku li ser ‘Kêlî’ nirxandin dikir, hatim. Nivîseke felsefî bû, li nîvê wê wêneyê Rêbertiyê hebû. Gotina Rêbertiyê ya ‘Mirovê ku wate û hîsê dide jiyîn, mirovê herî mezin e’ tê de derbas dibû. Li gelek pirsên min ên wê demê bû derman, ez gelekî li ser kûr bûm. Ev gotin, ji wê rojê heta îro her tim bûye ronahiyeke ku tariya min ronî kiriye.” Hevrêyê me Dilgeş ê ciwanekî ronakbîr, lêkolîner, xwedî asta hişmendiyê ya bilind û jêhatî bû, di pola sêyemîn a zanîngehê de dev ji dibistanê berda û di 21’ê Adara 2012’an de ku rojeke pir watedar e, li Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna gerîla û gavavêtina nava şoreşgeriya profesyonel di rojeke Newrozê de, ji bo xwe ji nû ve zayînek pêk anî.

Hevrê Dilgeş perwerdeya şervanê nû li Qendîlê dît. Pêvajoya perwerdeya xwe ya dîtî jî bi van gotinan nirxand: “Tevî ku bere min di nava partiyê de xebat kiribû jî, min perwerdeyeke berfireh nedîtibû. Ji ber vê yekê, hemû qonaxa perwerdeyê, bi taybetî jî dersên Rastiya Rêbertiyê, Dîroka Partiyê û Dîroka Jinê bandoreke mezin li min kir. Her wiha di encama rexne û analîzên di dema perwerdeyê de hatin kirin de, min rastiyên ku min bi salan ji xwe jî veşartibûn dîtin, bû sedem ku ez bi şevan bi kûrahî lêhûr bibim û bifikirim.” Hevrêyê me Dilgeş ê ku gavên xwe yên destpêkê yên şoreşgeriya profesyonel bi awayekî zexm avêt, ji bo ku tiştên fêr bûbû bike pratîkê, dest bi xebatê kir. Ji sala 2012’an heta sala 2014’an li Qendîlê xebatên pratîkî meşand. Piştre ji bo ku di gerîlatiyê de kûr bibe û di taktîka sabotajê de pispor bibe, li Akademiya Şehîd Mahîr perwerde dît. Perwerdeya xwe bi serkeftî qedand û bû gerîlayekî ku ji bo erkên serdema nû amade ye.

Di sala 2015’an de dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya “Plana Çokdanînê” de li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşên qirkirinê yên topyekûn pêk anî. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî li hemberî van êrîşan di çarçoveya parastina rewa de li her derê ketin nava berxwedanê. Bê guman navenda herî girîng a pêşengiya vê berxwedanê Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me Dilgeş ê ku vê rastiyê baş dizanibû, bi israr xwest ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Bi angaşta ku di her warî de xwe amade kiriye, bi israr pêşniyar pêş xist. Pêşniyara hevrêyê me hate pejiradin û di sala 2015’an de berê xwe da Dêrsimê û gihîşt warê Seyîd Riza, Besê, Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci û Alî Haydar Kaytanan. Hevrê Dilgeş ê ku bi evîn û xwasteka mezin li Dêrsimê dest bi çalakiya gerîlatiyê kir, bi lez xwe bi hevrêyên xwe yên li Bakur re adapte kir. Bi jêhatîbûn û sempatiya xwe di demeke kurt de dilê hevrêyên xwe feth kir û di jiyanê de weke pêşengekî xwezayî rol lîst.

Hevrêyê me Dilgeş li aliyekî erkên xwe yên pratîkî bi cih dianî û gerîlatî dikir, li aliyê din jî hewl dida ku ji aliyê bîrdozî û teorîk ve xwe pêş bixe. Dema derfet didît pirtûk dixwend, dema dem didît bi hevrêyên xwe re nîqaş dikir, dema tu tişt nedidît jî bi raman û kûrkirinê asoyê xwe fireh dikir û derî li ramanên nû vedikir. Hevrêyê me Dilgeş di nivîseke xwe de hest, raman û xeyalên xwe yên der barê Rêber Apo û PKK’ê de wisa anîbû ziman: “PKK, ji bo min her tim felsefeyeke ku bi rastiya jiyanê re bûye yek e. Ji ber evîna min a felsefeyê, ez pir dixwazim di îdeolojiya PKK’ê û felsefeya nepenî ya rêbertiyê de kûr bibim. Xeyala min a herî mezin e ku bi Rêbertiyê re rûnêm û li ser felsefeyê biaxivim û li ser mijara hezkirinê ya ku ez her tim pê re têkildar dibim nîqaş bikim. Armanca madeyê watedar bûn e, armanca wateyê jî derbaskirina madeyê ye. Ez jî dixwazim bigihêjim wateyeke diyar û bi vî awayî xwe derbas bikim.”

Hevrêyê me Dilgeş ê jêhatî ku tije şahiya jiyanê û evîna têkoşînê bû, di 15’ê Cotmeha 2015’an de li qada Geliyê Harçik a Dêrsimê, dema li ser erka xwe bû, di êrîşa hewayî ya dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku em ê xeyala hevrêyê me Dilgeş a herî mezin a azadkirina fizîkî ya Rêber Apo, gihandina wî bi hevrêyên wî û guhdarîkirina felsefeya wî bi zimanê wî pêk bînin û giyanê wî şad bikin.

Hevrêyê me Dogan Çem, li navçeya Qereyazî ya Erziromê, weke zarokê şeşemîn ê heft birayan çavên xwe li jiyanê vekir. Di nava malbateke cotkar û welatparêz a ji eşîra Cemaldînî de mezin bû. Hevrêyê me Dogan ê ciwanekî xebatkar bû, lêkolîn kir, pirs kir û li pey rastiyê çû. Li aliyekî xwendina xwe didomand, li aliyê din jî zêdetir dixwend û ronî bû.

Hevrêyê me Dogan di raporeke xwe de dema ku xwendiye, nasîna têkoşînê û heta roja tevlîbûna gerîla, bi van gotinan anîbû ziman: “Lêgerîna min a li dijî sîstemê di temenê ciwan de dest pê kir. Tevlî ku sempatiya min ji bo rêberên çep ên Tirk û komên anarşîst hebû, carna tevlî çalakiyên wan ên pêş dixistin jî dibûm. Piştî ku malbata min koçî metropolê kir, lêgerîna min a li nasnameya xwe hê zêdetir bû. Ya ji her tiştî girîngtir, min hê zêdetir ji xwe pirs kir, ‘ez kî me’. Di wê demê de bi pêngavên serhildanê yên pêş diketin, min kêm be jî bersiv ji pirsên xwe re didît. Lê min têr nedidît. Lêgerîna min nesekinî û ez tevlî çalakiyên cuda yên di nava ciwanên şoreşger ên welatparêz de bûm. Ji 2007’an heta 2010’an bi înîsiyatîfên ku hatin dayîn, min di rêxistinkirina çalakiyên kesane û girseyî de cih girt.

Di sala 2010’an de li Zanîngeha Karabûkê, Beşa Endazyariya Pîşesaziyê tomara xwe çêkir. Bi înîsiyatîfa ku min girt, li çar bajarên li Rojavayê Behra Reş de tevlî rêxistinkirina ciwanên li zanîngehan bûm. Di sala 2010’an de min xwest ji bo ku bibim şoreşgerekî profesyonel, werim çiyayên Kurdistanê. Lê ji ber hewcedariyên qadê demekê li qadê mam. Piştî ku erkên xwe bi cih anîn, di encama israra min de di Tîrmeha 2012’an de zanko di pola duyemîn de terikand û tevlî nava refên gerîla bûm.”

Hevrêyê me Dogan ê ku di bihara 2012’an de li Dêrsimê tevlî gerîla bû, ji ber ku xwedî tecrûbeyeke xurt, çanda şoreşgerî û hişmendiya rêxistinî bû, yekser dest bi pratîkê kir. Dersên leşkerî yên bingehîn û teknîkên çekan ji hevrêyên xwe fêr bû û rol lîst. Bi taybetî di pêvajoyeke ku çalakiyên şerê gel ê şoreşgerî yê sala 2012’an dihatin pêşxistin de, di şerê dijwar de cihê xwe girt. Tecrûbeyên girîng ji çalakiyên pêşketî û hevrêyên xwe bi dest xist û di gerîlatiyê de jêhatî bû. Di Newroza sala 2013’an de banga dîrokî û pêngava Rêber Apo pêş ket. Hevrêyê me Dogan guh da vê bangê û ji bo pêkanîna meşa çareseriya demokratîk, di sala 2013’an de ji Dêrsimê derbasî Qadên Parastinê yên Medyayê bû. Ji 2013’an heta 2014’an li Garê pratîk meşand.

Di sala 2014’an de ji bo ku di gerîlatiyê de jêhatî bibe û di taktîka sabotajê de pispor bibe, li Akademiya Şehîd Mahîr perwerde dît. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, ji bo ku derbasî Dêrsimê bibe, ku dest bi gerîlatiyê kiribû, dîsa pêşniyar kir. Ji ber ku digot tevî banga Rêber Apo û gavên pêwîst ên PKK’ê, dewleta Tirk a dagirker tiştek nekiriye, berevajî bi lez û bez xwe ji şer re amade dike, li her derê qereqol û bendavan ava dike. Ji ber vê yekê, dixwest demildest xwe amade bike, li Bakurê Kurdistanê çeperan xurt bike û li hemberî êrîşên dijmin şerê parastinê bike. Hevrêyê me Dogan di raporeke xwe de armanc, biryardarî û asta kûrbûna xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de bi awayekî pir kurt wisa anîbû ziman: “Di vê proseyê de ji bo ku bersiva pêwîst bidim dijmin, ez her tim li ser esasê jêhatîkirina xwe sekinîm. Li ser bingeha hevaltiya têrker, soza hevaltiya Reşîdan, Nûmanan, Celalan û Sarayan û gihandina têkoşîna wan a ji cihê ku lê rawestiyan gihandina serketinê dubare dikim. Ez diyar dikim ku li ser bingeha hewcedariyên rêxistina xwe, ji bo her kar û qada ku erk daye min, ez bê şert û merc amade me.”

Pêşniyara hevrêyê me Dogan a ku bi angaşt û biryardariya bilind dixwest biçe Dêrsimê hate pejirandin û di bihara sala 2015’an de berê xwe da Bakur. Careke din gihîşt Dêrsimê ku jê pir hez dikir, weke ku evîndarê erdnîgariya wê bû, gelek hevrêyên xwe lê şehîd dabû û cihê bîranînên wî yên herî bi wate bû. Hevrê Dogan bi coş û xwestekeke mezin bi lez di nava xebatan de cihê xwe girt. Ji ber ku Dêrsimê nas dikir û qadê baş dizanîbû, yekser berpirsyarî jî girt ser xwe. Hewl da ku her erka dikeve ser milê wî, bi cidiyeteke mezin, serkeftî û bi baldarî bi cih bîne.

Hevrêyê me Dogan ê ku di xwe de pêşerojeke geş û serkeftî dihewand, di 15’ê Cotmeha 2015’an de li qada Geliyê Harçik a Dêrsimê, dema li ser erka xwe bû, di êrîşa hewayî ya dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Dogan ê ku bi rûyê xwe yê bi ken, sempatiya xwe, hevaltiya xwe ya dilsoz û fedakariya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, bi rêz bi bîr tînin. Soza xwe ya ji bo zindîkirina bîranîna hevrê Dogan, pêkanîna armancên wî û bi serketinê tacîdarkirina têkoşîna wî dubare dikin.

Amed, dilê Kurdistanê, mîna çiyayên xwe yên heybetî û sûrên xwe yên serîhildayî, xwedî çandeke welatparêziyê ya kevnar û kûr e. Dîroka kevnar a Amedê, dîroka berxwedanên li dijî êrîşên dagirkerî û talanê ne. Ev çand û dîrokê karekterekî berxwedêr daye Amedê û ev taybetmendî li ser kesayetiya gelê Amedê hatiye nivîsîn. Ji ber ku gelê Amedê laşên Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî yên ku li sêdaran de hatin daliqandin, her tim weke pandûleke ku bîra wan nû dike, di kûrahiya dilê xwe de veşartin. Van êşên xedar, bi dehan sal şûn de weke tevgereke û rêxistineke tolhildanê ya mezin ji nû ve xwe rêxistin kir, bi hezaran zarokên gelê Amedê tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn û ketin nava hesabpirsîneke dîrokî bi dewleta Tirk a dagirker re. Bê guman gelê Amedê berdêlên pir mezin da, lê belê ev berdêl û şehîdên me bûn hest, raman, bîr û nasnameya Amedê û karekterekî nû qezenc kir.

Hevrêyê me Devrim ê ku li navçeya Hênî ya Amedê çavên xwe li jiyanê vekir, hevrêyekî me bû ku li ser şopa vê kevneşopiya kûr meşiya û welatparêziya kûr a Amedê girt ser xwe. Hevrê Devrim li ser axa Amedê ya ku lê ji dayik bû, mîna gel û bajarê xwe, bi nasname û kesayetiyeke esîl mezin bû. Ciwanekî Kurd ê bi rûmet bû ku gihîştî, dilnizm bû, êşên gelê xwe di dilê xwe de hîs dikir û xwe weke namzetekî çareseriya vê yekê didît. Li ser vê bingehê ket nava lêgerînê û hevrêyê me Devrim piştî ku xwe, gelê xwe û dîroka xwe nas kir, hê bêtir têkildarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Li ser bingeha vê eleqeyê, lêgerînên wî kûr bûn û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Zêde dereng nexist û rêyên pêkanîna vê biryara xwe ya zû peyda kir û di bihara sala 2015’an de ji axa Amedê ya lê ji dayik bûbû tevlî gerîla bû. Hevrêyê me Devrim, perwerdeya xwe ya gerîla ya pêşîn li eyaleta Amedê dît. Şahiya ku nayê vegotin a derketina çiyayan û bûyîna gerîlayê azadiyê li ser axa lê ji dayik bûbû, heta kûrahiya hestên xwe jîn kir. Hevrê Devrim ê ku gava avêtibû jiyana şoreşgerî ya nû, bi lez dest bi perwerdekirina xwe kir. Jiyana komunal a gerîla ya ku tevî derfetên kêm di şert û mercên zor de be jî, tiştên ku ji devê her hevrêyê wî derdiketin, tiştên ku di reftarên wan de didît, bi xwe hîs dikir û dijî, û vê yekê bi awayekî xwezayî hevrêyê me Devrim perwerde kir. Ji ber ku hevrêyê me Devrim jî di demeke kurt de derfet dît ku karekterekî PKK’ê fêm bike. Dît ku Apoyîtî ne bi pir zanîn û pir axaftinê ve girêdayî ye, bi zanîna xwe, bi qasî ku dizane axaftin û kirinê re hevwate ye. Wî jî hewl da ku bibe mîlîtanekî fedayî yê Apoyî ku esl, gotin û pratîka wî dike yek. Ji ber ku dizanibû mirovê herî azad, mirovê pak, yekta û lihevhatî ye.

Hevrêyê me Devrim, piştî ku sinc û çanda Apoyî di asteke girîng de di kesayetiya xwe de da rûniştin û xwe di gerîlatiyê de jêhatî kir, xwe pêşniyar kir ku derbasî Dêrsimê bibe. Ji ber ku hevrêyê me Devrim baş dizanibû ku taybetmendiyeke ku bi gelê Kurd dide windakirin jî, perçebûn e, negihîştina Kurdan bi hev e, û ev yek jî bûye sedema çi ji serê gelê me tê û dema herêmeke Kurdistanê serî hildide, temaşekirina yên din dibe sedema trajediyên dîrokî. Ji ber vê yekê, hema bêje di şexsê xwe de rexnedayîna dîrokê kir, ji bo ku bibe pireke ku têkoşîna Amed û Dêrsimê bîne cem hev, berê xwe da Dêrsimê. Bi vî awayî li ser şopa Şêx Seîd û Seyîd Rizayan meşiya û hewl da ku berxwedanên heyî yên wan tev bikarbîne.

Hevrêyê me Devrim ê ku bi evîn û coşeke mezin gihîşt Dêrsimê, bi lez tevlî pratîka li vir bû. Bi kesayetiya xwe ya ji bo hînbûnê guncaw, jêhatiya wî ya adaptekirina civakî ya bilind û hevaltiya wî ya dilsoz, bêyî ku zoriyê bikişîne dest bi xebatê kir. Bi sekin, ked û fedakariya xwe di demeke kurt de dilê hevrêyên xwe feth kir û hezkirina wan bi dest xist. Hevrêyê me Devrim hevrêyekî me bû ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me pêşerojeke potansiyel di xwe de dihewand, û wêrek û fedakar bû. Lê belê hevrêyê me Devrim hê saleke gerîlatiya xwe jî tije nekiribû, di 15’ê Cotmeha 2015’an de li qada Geliyê Harçik a Dêrsimê, dema li ser erka xwe bû, di êrîşa hewayî ya dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku em ê doza azadiyê ya Kurdistanê ya ku armanc û xeyala herî mezin a hevrê Devrim bû, bi ser bixînin û bi vî awayî bîranîna wî her tim zindî bihêlin.

Hevrêyê me Mahsum Amara, li Rihayê, bajarê pêxemberan û rêberan, weke zarokê pêncemîn ê heşt birayan çavên xwe li jiyanê vekir. Di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Cibrî de mezin bû. Kesayetiya hevrêyê me ku li Rihayê mezin bû, li vî bajarê kevnar ava bû. Hevrêyê me Mahsum ê ku heta lîseyê li Rihayê xwend, Zanîngeha Harranê qezenc kir û li wir dest bi xwendinê kir. Dema ket nava hawîrdora zanîngehê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz nas kir û bêyî ku dudilî bibe, bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Çalakbûna hevrêyê me Mahsum a di xebatên welatparêziyê de bala dijmin kişand û du caran rastî êrîşa binçavkirinê hat. Dema ku xebatên civaka demokratîk dimeşand, hat girtin û salek û nîv di zindanê de ma. Hevrêyê me Mahsum zindan weke akademî girt dest, lêkolîn kir, xwend, nîqaş kir, kûr bû û ji aliyê ramanî ve xwe pêş xist. Polîtîkaya dijmin a ku zindan mîna navendên rizandinê ava kiribû û ji bo vê yekê mirov tê de kom dikir, rastiyeke ku hevrêyê me Mahsum di demeke kurt de fam kiribû. Ji ber vê yekê, di zindanê de sekneke berxwedêr a tam berovajî ya ku dijmin dixwest nîşan da. Piştî ku ji zindanê derket, ji bo meşandina xebatên ciwanên xwendekar derbasî zanîngeha li Dêrsimê bû. Li vir jî bi hinceta xebatên welatparêziyê careke din hat girtin. Hevrêyê me Mahsum ê ku di zindanê de bi awayekî xurt kûr bû, pir baş fêm kir ku dewleta TC’yê ji bilî mirin û zindanê tiştekî din li Kurdan rewa nabîne. Xweranegirtina wê ya ji bo meşandina xebatên rêxistinî û siyasî yên bê çek di nava civakê de, rêyeke din ji hevrêyê me Mahsum re nehişt. Vê carê dema ji zindanê derket, bêyî ku dudilî bibe, di sala 2013’an de berê xwe da çiyayan û li Dêrsimê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Mahsum dema tevlî PKK’ê bû, navê ciwanê Amedî Mahsum Karaoglan ê ku di sala 2009’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hovane hatibû qetilkirin, li xwe kir. Zilm û zordariya TC’yê ya ku dema diçû gundê Rêber Apo rû bi rû mayî, di bîra wî de cîh girt. Ji bo tola vê hovîtiyê hilîne û tu carî ji bîr neke, navê Mahsum Amara li xwe kir. Hesta tolhildanê ya di dilê wî de û evîna têkoşînê, bû sedem ku hevrêyê me Mahsum bi lez pêş bikeve. Di demeke kurt de tecrûbeya gerîla bi dest xist û xwe perwerde kir. Di sala 2013’an de di pêvajoya vekişîna gerîla ya ji Bakur de, hevrêyê me Mahsum israr kir ku li Dêrsimê bimîne. Ji ber vê yekê, qet ji Dêrsimê qut nebû. Du salan li qada Pilemûrê û sê salan jî li qada Mazgêrtê xebatên pratîkî meşand. Hevrê Mahsum ê ku bi çiyayên Dêrsimê re bû yek, li ser rêyên ku bi hezaran gerîlayên beriya wî derbas bûne meşiya. Bi girtina tecrûbe û zanîna wan, bîranînên wan di çiyayên Dêrsimê de jiyand.

Hevrê Mahsum ê ku xwe ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve pêş xist, bû mîlîtanekî jêhatî li ser xeta Apoyî. Ji ber vê yekê, pratîkek nîşan da ku şaşî û kêmasî di demeke kurt de fêm dikir, rexne dikir, helwest digirt û ji bo rakirina wê hewl dida. Li her derê ku lê bû, weke fermandarekî rol lîst ku xeta rêxistinê serdest dikir, pîvan bilind dikir, hevaltiyê mezin dikir, moral zêde dikir û xebat bi ser dixist.  Hevrêyê me Mahsum digot divê şoreşgerek mîna mirovên asayî yên di nava civakê de, di nav lehiya modernîteya kapîtalîst de neçe û mehkûmî xerîdarbûnê nebe. Ji ber vê yekê, li ser esasê ku di şexsê xwe de her tim nirxan biafirîne, çêbike û pêşketinê derxe holê, bû şoreşgerek. Li cihê ku tengavî lê hebû, bi şêwaza xwe ya çareserker, pêşniyar û hewldanên xwe, rê li ber xebatan vekir. Hevrê Mahsum ê ku bi felsefeya xirqeyek û pariyek nan bawer dikir, baş dizanibû ku ev felsefe ne tenê bi hebûna madî ve girêdayî ye. Ne tenê di hebûna madî de ye, di manewiyatê de jî dilnizmbûn, nefikirîna li ser xwe, girtina berpirsyarî û barê giran li ser xwe, alîkarîkirina hevrêyan, pîvanên bingehîn ên jiyanê bûn ku hevrêyê me Mahsum ji xwe re esas girtibûn. Hevrêyê me ê ku bi van hişmendî û hestan li jiyanê dinêrî, her tim hewl dida ku nefsê terbiye bike, kêmasiyên xwe ji holê rake, di rewşa rexnedayînê de be û xwe weke kesekî gihaştî ava bike.

Hevrê Mahsum li çiyayên Dêrsimê, bi bicihkirin û jiyandina ruhê fedayî yê Apoyî, li ser şopa hevrêya me ya xwediya azadiyê ya fedayî Zîlan meşiya. Di raporeke xwe de hest û ramanên xwe yên li ser vê bingehê wisa anîbû ziman: “Dibe ku ez nikaribim bibim mîna Zîlan, lê ez ê hewl bidim ku bibim şagirtê wê yê baş. Tenê bi sekneke wiha û bi partîbûnê bersiv tê dayîn li rastiya rêbertiyê û rastiya şehîdan. Min pratîkeke tije ezmûn li paş xwe hişt. Baweriya min mezin e ku ez ê van tecrûbeyan bi rastiya rêbertiyê û wesiyetên şehîdan bicihbînim û hewldanên xurttir pêk bînim. Ez diyar dikim ku di sala têkoşînê ya pêş me de ez ê bi baweriya xwe ya bi rêbertiyê û partiyê ve, ez ê hewl bidim ku partîbûnê heta şaneyên xwe de hîs bikim.”

Hevrêyê me Mahsum ê mîlîtanê fedayî yê Apoyî, bi bawerî, biryardarî û hewldaneke wiha bilind berê xwe da pratîkê. Di pêkanîna gelek çalakiyên li dijî dijmin de rol lîst. Bi wêrekiya xwe ya bilind û fedakariya xwe tevlî çalakiyên êrîşê bû. Hevrêyê me Mahsum ê ku bi wêrekî li hemberî operasyonên dijmin jî sekinî, di 6’ê Gulana 2020’an de li qada Pûlûr a Dêrsimê, tevî du hevrêyên xwe rastî dijmin hat. Di vê têkiliyê de bi fedakarî bi dijmin re şer kir, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da, derb li dijmin xist û şehîd bû. Em zarokê hêja yê gelê Rihayê, gerîlayê mêrxas yê Dêrsimê û mîlîtanê fedayî yê Apoyî Mahsum bi rêz bi bîr tînin û soz didin ku em ê bibin şopdarên bê hempayî yên xeta şehîdan ku bêyî dudilî li ser meşiya û em ê armancên hemû şehîdên xwe bi ser bixînin û giyanê wan şad bikin.

 

19’ê Mijdara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG