HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hevrêyên me Mûnzûr Stêrk, Artim Ciwan û Berxwedan Cûdî 3'ê Tîrmeha 2018'an li herêma Garê di dema karê perwerdeyê yê li Akademiyên Apollo de di encama êrişa dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyê me Mûnzûr dema ku weke endamekî Fermandariya Akademiyên Apollo li ser erka xwe bû, hevrêyê me Artim dema di ewlekariya hevrê Fûat de bû û hevrêyê me Berxwedan jî gava di nava karên akademiyê de bû şehîd bûn. Hevrêyên me Mûnzûr, Artim û Berxwedan li gel hevrê Fûat-Alî Haydar Kaytan şehîd bûn ku hevrêyê destpêkê yê Rêber Apo, pêşengê mezin ê têkoşîna me û ji damezrînerên partiya me PKK'ê bû. Em hersê hevrêyên xwe bi hezkirin, hurmet û hesret bi bîr tînin.

Di şexsê hevrê Fûat, Mûnzûr, Artim û Berxwedan de em soza dilsozî û serketinê ya ku me dabûn şehîdên xwe yên têkoşînê dubare dikin. Em diyar dikin ku bi biyar in, meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi ser bixînin ku armanca herî mezin a hevrêyên me yên şehîd bû.

Li ser vê bingehê em ji malbatên hêja yên şehîdên xwe, ji xelkê Dersimê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:


Nasnav: Mûnzûr Stêrk
Nav û paşnav: Erdal Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Navê dayik û bav: Fîdan-Hasan Huseyîn
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2018 / Garê

Mûnzûr Stêrk – Erdal Yildiz


Nasnav: Artim Ciwan
Nav û paşnav: Delîl Hulakû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Xuleke-Ramazan
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2018 / Garê

Artim Ciwan – Delîl Hulakû


Nasnav: Berxwedan Cûdî
Nav û paşnav: Yasîn Garan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Vecîde-Îbrahîm
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2018 / Garê

Berxwedan Cûdî – Yasîn Garan

Şehîdên me ku vegotina herî şênber, deng û wateya heqîqetê ne, ji bo me pûsûlaya jiyanê ne ku bi rengê herî baş qala heqîqetê dikin. Hevrêyê me Mûnzûr Stêrk rastiya xwe, kesayetiya xwe û dîroka xwe ya têkoşînê bi rengê herî heqîqî û cewherî di raporeke xwe de ya ku 5'ê Sibata 2002'an bi kûrbûneke mezin nivîsandibû, bi vî rengî vegotibû:

"Li navçeya Mazgêrd a Dersimê li gundikê Şevkî yê nehiya Akpazarê ji dayik bûm. Heta pênc saliya xwe li gund mezin bûm û piştre ji ber karê bavê min me koçî Xarpêtê kir. Nikarim bibêjim ku Dersimê zêde nas dikim. Dema ku li nava jiyana sivîl bûm, ez zêde li Dersimê negeriyam. Di dema vekişînê de ya li nava refên gerîla, gava em ji Koçgirî dihatin min hin deverên Dersimê dît û li qada rojhilat hinekî mam. Weke eşîr em ji eşîra Hîranê ya Dersimê ne. Malbata ku lê ji dayik bûm û mezin bûm, ji ber Elewîtiyê hewl da nirxên manewî yên durustî û rastiyê bide me. Bi vî rengî timî şîret li me kir. Malbat û xizmên min nêzî şoreşgeran bûn. Li gundê ku lê ji dayik bûm û mezin bûm tevgerên çep ên Tirkiyeyê bi bandor bûn. Du pismamên min dema ku li nava rêxistinên cuda têdikoşiyan ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin. Girseya şoreşgeran a ku li merasîma cenazeyên pismamên min li hev kom bû bandor li min kiribû. Tê bîra min, piştî ku cenazeyên pismamên min hatin veşartin em hin zarok li hev kom bûn, me xwe bi rêxistin kirin û soz dan ku em ê tolê hilînin. Pêvajoya salên 1980'î bi vî rengî bû. Piştî sala 1980'î min yekemcar Apoyî bihîst.

Min dibistanên seretayî, navîn û lîse li Xarpêtê xwend. Min her dibistan bi serketî qedand, lê belê nikarim bibêjim ku min hez ji dibistanê dikir. Heta ku biçim zanîngehê timî li gel malbata xwe mam. Her havînê dihatim gund. Çûyîna gund, jiyana li wê derê ji bo min girîng bû ku civaka xwe fêhm bikim. Li gund bi Kurdî dihate axaftin, nirxên neteweyî dihatin parastin. Ev yek ji bo dîtina nakokiyan girîng bû. Dema ku diçûm gund, ez bi giranî li gel wan xizmên xwe dimam ku xizan bûn. Min ew hîn bêhtir nêzî xwe didît û li gel wan rehet bûm. Li gund timî dixebitîm û min alîkarî dida wan. Ji ber vê yekê dihatim hezkirin. Nîqaşên li nava malbatê li ser Kurdîtî û Elewîtiyê dihatin kirin, hişmendiya Kurdîtiyê dan min û gav bi gav bi min re veguherîn nakokiyan. Ji ber ku em Dersimî û Elewî bûn, li nava civakê bi çavekî cuda dihatin dîtin. Ev rewş ji bo min dibû cihê nerazîbûnê. Hem cotstandartiya ji ber vê rewşê lê rast hatim, hem jî lih emberî rewşa li nava rastiya civakî ya giştî dibûn sedem ku gelek caran helwestê nîşan bidim û nîqaş bikim. Aliyekî sereke yê kesayetiya min ew bû ku min serî li ber neheqiyê neditewand û helwest nîşan dida. Ne ku dema neheqî tenê li min dihate kirin, her wiha li hinekî din jî bihata kirin min helwest nîşan dida. Di dema zarokatiyê de cudahiya zayendî di navbera hevalên min ên lîstikê de tine bû. Me bi hin hevalên jin re basketbol, futbol dilîst. Hevalên me yên lîstikê hebûn ku hevalên weke Bêrîtan - Gulnaz Karataş, Zinarîn - Selma Dogan jî di nav de hebûn. Hevala Bêrîtan hîn wê demê nîşan dida ku ji hevalên din cuda ye.

Piştî ku min lîse qedand, min Beşa Cografyayê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê qezenç kir û çûm zanîngehê. Kesayetiya min li pêşberî rastiya jiyana li metropolan gelekî zehmetî kişand. Di nava rastiya jiyana metropolê ya Stenbolê de, di nava têkiliyên jiyana kapîtalîst de min hewl da bi tena serê xwe li ser piyan bimînim. Rastiya siyasî ya li zanîngehê, lêgerîna min a fikrî ji bo min bû pêvajoyek bi nakokiyan dagirtî. Li zanîngehê ketim nava derdoreke ji hevalên welatparêz. Li zanîngehê gelek hevalên ji Dersimê hebûn, hem di nava çep a Tirkiyeyê de hem jî di nava derdora welatparêz de bûn. Du salan li zanîngehê li ser bingeha welatparêziyê min hewl da hişmendiya têkoşînê bi dest bixe, siyasetê bike û xizmetê ji têkoşînê re bike. Li ser vê bingehê min qeyda xwe li Beşa Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê çêkir. Lê belê hîn di sala destpêkê de min dest ji zanîngehê berda. Ji ber ku eşkere bû, bi siyaseteke li nava sînorên sîstemê dawî li êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê nedihate anîn. Di vê demê de min hevalê Orhan Gok ê ji Elbistanê nas kir (Piştre di sala 1996'an de li Eyaleta Başûrrojava şehîd bû) û li ser tevlîbûna min a li nava têkoşînê bi bandor bû. Bi min gelekî zehmet bû ku li bûyer û qewimînan temaşe bikim û tiştekî nekim. Taybetmendiya kesayetiya hevalê Orhan, jiyan, rêbaza wî ya têkiliyê, dilsoziya wî ya bi têkoşînê re, ked û hewldana wî ya ji bo vê yekê bandor li min kiribû. Bi min re jî eleqedar dibû. Li zanîngehê ku yek ji qadên sîstema kapîtalîst ên têkbirina şexs û dejenerekirinê ye, bi ronakbîriyeke girîng ez di nava sîstemê de neheliyam. Naskirina fikrê sosyalîst û hewldana fêhmkirina wê di nava rastiya PKK'ê de vediguherî rastiyekê ku min ber bi xwe ve dikişand. Rastiay PKK'ê ji her alî ve min jinûve ava dikir. Rastiyên ku hîn bûm ew rastî bûn ku ez bi rastiya xwe vedigerand, ji aliyê neteweyî, siyasî û civakî ve nû dikir. Piştî ku bi van hemûyan hîn bûm, li pîvanên min ên exlaqî û kesayetiya min nedihat ku li nava sîstemê bimînim. Min hewl da ku tevlîbûneke bêyî fêhmkirin û bêyî qanihkirinê pêk nînim. Di vê demê de li ser pirtûkên Rêbertî û weşanên partiyê min xwe kûr kir. Her ku min hewl da rastiya Rêbertî hîn bibim, meraq û kelecana min hîn mezin dibû. Vê yekê bi xwe re nûbûnek, pêşketinek dianî. Girîngiya wê hêza fikrî dida fêhmkirin ku xwezayê, civakê hîn baştir têbigihêje û fêhm bike. Di van salan de beşdarî nava karên ciwanên xwendekar bûm, tevlî karên rêxistinî-çalakiyan ên wê demê bûm û li dibistanê berpirsyariya YCK'ê kir.

Bi baweriya ku rêya herî rast a dûrketina ji sîstemê, naskirina nirxên şoreşgerî û hêjabûna ji têkoşîn û asta zelalbûnê re tevlîbûna li nava refên gerîla ye û bi vê têgihiştinê beşdarî nava refên gerîla bûm. Min ji hevalên ji Semsûrê navnîşana têkiliyek li Semsûrê wergirt, bi tena serê xwe bi wê re têkilî danî û 20'ê Gulana 1995'an tevlî nava refên gerîla bûm. Ji bo min êdî xwestekeke mezin bû ku tevlî nava refên gerîla bibim, derkevim serê çiyê û rahêjim çekê. Meyla min a wê yekê hebû ku li çiyayên me yên azad bibim şervanekî azad û di dîroka têkoşînê ya gel de wezîfeya xwe bi cih bînim. Piştî ku min fikrên şoreşgerî nas kir, min xwe perwerde kir û her tim girîngî da perwerdeya partiyê. perwerde ji bo min nirxekî gelekî mezin e. Dikarim bibêjim ku min her tim nêzîkatiyeke cidî nîşan da, bawer dikim ku ev yek rêya serketinê ye. Di nava 6 salan de ku li Bakur bûm, ji bilî zivistana 1996 û 1997'an min ti zivistan bê perwerde derbas nekir. Perwerde di meşa min de xwedî cihekî girîng bû. Min hewl da ji xwe re bikim rêbazeke jiyanê ku xwe weke havîrekî bi perwerdeyê bê sitirandin bibînim, di vir de nêzîkatiyeke hişk nîşan nedim, fêhm bikim û têbigihêjim. Eşkere ye ku perwerde û karên fikrî nebe şoreşgerî nabe, eger bibe jî wê ji dijmin bêhtir zerarê bide xwe.

Ji ber şert û mercên qadên ku ez lê bûm, gerîla her kar dikir. Ev yek jî dibû sedem ku gerîla xwe bi karekî bi sînor neke, xwe bigihîne wê astê ku karibe her karî bike. Di salên 1995-96'an de li Semsûrê mam. Di sala 1997'an de li Koçgiriyê bûm. Bi giranî bi karên eniyê û karên pêwendiya xwe bi metropolan hebû eleqedar bûm. Di vê demê de bi erka fermandariya mangayê rabûm. Di sala 1998'an de li Koçgiriyê min fermandariya tîm kir.

Di nava têkoşînê de min xeta azadiya jinê ya Rêbertî fêhm kir. Li ser vê bingehê min xeta azadiya jinê ya ku Rêbertî afirand bi temamî pejirand. Ev xet bi pêşketineke bêsînor ji xwe re dike armanc ku mirovên azad biafirîne, di nava vê de jî bi hest, fikir û estetîkê hewl dide jin a bedew derxîne holê ku li pêşberî van hewldanan ez bi xwe jî gelekî bi bandor bûm. Dikarim bibêjim ku min hem mêr hem jî jin hîn baştir nas kir. Xeta azadiya jinê li hemberî serweriya mêr dihate meşandin û dibû sedem ku ez jî aliyên serweriya mêr ên di kesayetiya xwe de bibînim, hewl bidim vê xetê fêhm bike, bipejirîne û xwe veguherîne. Bi vê kelecan û baldariyê hîn bêhtir ketim nava lêkolînê. Hêviya min ew e ku jin bi pêş ve biçe, xurt bibe, xwe bigihîne asteke welê ku karibe bi mê re jiyaneke azad û wekhev parve bike û hêzeke welê biafirîne ku mêr jî biguherîne. Ji ber vê yekê li hemberî ferasetên bi serweriya mêr ên di kesayetiya xwe de têdikoşim. Di wê baweriyê de me ku ev pirsgirêka ku mijareke gelekî zehmet e wê bike ku xwe çareser bikim û daîmî bikim.

Pêvajoya komployê ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir, pêvajoyek bû ku ne li bendê bûm. Qet neketibû bîra min ku Rêbertî ji Sûriyeyê derkeve û biçe Ewropayê. Difikirîm ku polîtîkayên durû û cotstandartî yên Ewropayê xetere ne. Komploya 15'ê Sibatê ez xistibû nava şokê. Ji ber vê rewşê hem gelekî êşiya bûm, hem jî bi hêrs bûbûm. Pêvajoyek welê bû ku gelekî xemgîn bûbûm. Bi komployê re hewl hate dayin ku reşbînî li nava kadroyên PKK'ê bê belavkirin, lê belê rastiya kadro ya ku Rêbertî afirandibû wê têkoşîn dewam bikira. Baweriya min a bi vê yekê xurt bû. Weke şexs min ji xwe re kir esas ku di vê demê de bi rengekî welê tevlî bibim ku ji her tiştî re amade bim. Min hewl da pêvajoyên piştre jî bi vê têgihiştinê tevlî bibim.

Di 1'ê Cotmeha 2001'ê de ji Eyaleta Erzîromê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûm. Li vê derê li Dibistana Navendî ya Partiyê tevlî perwerdeyê bûm. Min gelekî dixwest Partiyê ji afirînerên Partiyê hîn bibim. Bi qasî ku ji min hat min hewl da di pêvajoya perwerdeyê de hem bibe guhdarek, hem li gorî derfetên xwe perwerdeyê dewlemend bikim, xwe perwerde bikim û vê yekê jî bi derdorê re parve bikim.

Dilsozî û nêzîkatiya rast a li Rêbertî beriya her tiştî birêxistinbûn û pratîkkirina xeta Rêbertî di ruh, hest û fikrî de ye. Dilsoziya bi Rêbertî re weke meşvanê pratîkî yê Rêbertî xebitandina bi tempoyeke welê xurt û rêbazeke rast e ku bi rengekî bêsînor xwe bi pêş ve bibe û bi her cûreyî fedakariyê ji xwe bike. Milîtaniya sedema nû milîtaniyeke giştî ye ku di çarçoveya xeta Rêbertî de xwe birêxistin dike û digihîne wê astê ku bi her awayî bersivê bide karên partiyê. Pêwendiya vê yekê jî bi wê astê re heye ku şexs şoreşa mejî û fikrî di kesayetiya xwe de pêk bîne. Xusûsek nîne ku min ji têkoşînê dûr bixîne. Dikarim bibêjim ku ji her cûre karê partiyê re amade me."

Hevrê Mûnzûr sala 2002'an bi van gotinan qala jiyana xwe û têkoşîna xwe ya 7 salan kir û di heman demê de biryardariya xwe ya bilind nîşan da. Hevrê Mûnzûr ku berê xwe timî li heq û heqîqetê bû, ji çi bawer dikir bi wî rengî axivî, çawa axivî bi wî rengî jî jiya. Weke şoreşgerekî ku cewher, gotin, kesayetî û pratîka xwe hevgirtî meşiya. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, bi karakterê xwe yê dûrî ji daxwaza desthilatdariyê, bi rêbaza xwe ya derwêşane di salên herî zehmet de li Bakurê Kurdistanê li cografya herî zehmet 7 salan gerîlatî kir û bû fermandar. Ji bo karibe tecrûbeya xwe ya mezin a jiyanê, agahî û danheviyên xwe bi hevrêyên xwe re parve bike, ji bo gelê me û tevgera me veguherîne berheman, ji bo têkoşîna îdeolojîk û teorîk bilind bike sala 2002'an piştî perwerdeyê derbasî nava Komîteya Zanistî û Ronakbîriyê bû. Bi taybetî piştî komploya navneteweyî li hemberî ferasetên tasfiyekar xayin ên li nava PKK'ê dihatin ferzkirin, hewl da li ser xeta Apoyî têkoşînê bilind bike. Dît ku têkoşîna rêxistinî û îdeolojîk ji şer girantir, zehmettir û bêhtir pêwîst e, lewma heta jê hat giranî da ser karên fikrî. Zanîbû bê eşkerekirina heqîqetekê, vegotina wê û di heman demê de parastina wê çiqasî zehmet e. Hevrêyê me Mûnzûr di vê çarçoveyê de zanyarê dilnizm ê çiyê bû, şoreşgerê Apoyî bû, kedkarê fikrî bû, şervanê heqîqetê bû, gerîlayê azadiyê bû û bi vî rengî li ser rêya heqîqetê meşiya. Di pêvajoya têkoşînê de her tim bi vê têgihiştin û hevgirtinê meşiya. Hewl da ku xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkeve û bi cih bîne.

Hevrêyê me Mûnzûr piştî ku li qadên cuda yên têkoşînê û li qadên cuda yên kar bi rola xwe rabû, derbasî nava Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG'ê. Weke endamekî Fermandariya Akademiyên Apollo bi kesayetiya xwe ya zana tevkarî li perwerdeya hevrêyên xwe kir. Hişmendiya ku ji Rêber Apo wergirt û hevrêtiya xwe ya heqîqetê bêhesab parve kir. Bi zimanê xw eyê bi bandor, bi rêbaza xwe ya balkêş û bi samîmiyeta xwe şervanên xwe perwerde kir. Bi sekna xwe ya sade bandoreke gelekî mezin li her hevrêyî kir. Hevrê Mûnzûr ku keda wî li ser me hemûyan heye, bi taybetî di pêvajoya jinûve avabûna HPG'ê de bi hewldanên xwe li pêş bû.

Hevrêyê me Mûnzûr ê ji Dersimê, dema ku bi hemşehriyê xwe ji pêşengên mezin ên têkoşîna me hevrê Fûat - Alî Haydar Kaytan re li Akademiyên Apollo ders dida, 3'ê Tîrmeha 2018'an di êrişa dijmin de şehîd bû. Jiyana têkoşînê ya bê navber a 23 salan a hevrê Mûnzûr Stêrk, kesayetiya wî ya ku veguherî deryayeke mezin a wateyê, şervaniya wî ya heqîqetê, zanebûna wî, milîtaniya fedaîtiya Apoyî û rêbaza wî ya fermandariyê wê ji bo me hevrêyên wî timî bibe mînak.

Hevrêyê me Artim Ciwan li navçeya Farqîn a Amedê weke ferdêm albateke welatparêz ji dayik bû. Lê belê zilma ku dewleta Tirk ad agirker li gelê Kurd kir, şewitandina gundan, êşkence û zextê kir ku malbata hevrêyê me Artim koç bike. Ji ber vê yekê heta 15 saliya xwe li bajarê Medîne yê Erebistana Siûdî mezin bû. Li vir çû dibistanê û xwe bi pêş ve bir. Li gel zimanê xwe yê dayikê Kurdî her wiha hînî Erebî û Tirkî jî bû. Dema ku bû 15 salî derfet dît ku vegere Amedê. Gava firsend dît ku bi eşqa welêt û gel bigihêje Kurdistanê kêfxweşiyeke mezin kete dilê wî. Hevrêyê me Artim ku jiyana wî rengîn bû, zû bi zarok û civaka Kurd re bû yek. Hevrêyê me Artim ku rastiya dijmin ji ber zilma li malbata wî hatibû kirin nas kiribû, di heman demê de rastiya dewletê ya zordar bi çavên xwe dît. Hevrêyê me 9 salan li Medîneyê, du salan jî li Amedê xwend. Dema ku dît dibistanên dewleta Tirk tenê xizmetê ji asîmîlasyonê re dikin û mirovan ji dewletê re amade dike, biryar da ku dest jê berde. Piştî ku dest ji dibistanê berda weke kedkarekî dest bi kar kir. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û tevlîbûnên ji nava malbata wî çêbûn, bandor lê kir. Hevrêyê me Artim ku ji malbata xwe exlaqa civakî û çanda welatparêziyê wergirt, ji bo karibe tevlî nava têkoşînê bibe kete nava lêgerînê. Ji malbata welatparêz a hevrêyê me Artim hevrê Andok Farqîn - Sîpan Hulakû û Sîpan Dildar - Berat Hulakû ku tevlî nava refên têkoşînê bûn, di demên cuda de şehîd bûn.

http://www.hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2019-sehitleri/item/7630-sipan-dildar-berat-hulaku

https://www.sehidenrojava.com/index.php/nasnameya-sehidan/sehiden-2016/item/380-andok-farqin

Ev tevlîbûnên ji malbata hevrêyê me Artim çêbû bandor lê kir û li Amedê beşdarî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Dema ku li nava tevgera ciwanan kar dikir, gelê Kurd, Kurdistan û xwe hîn baştir nas kir. Karê ku dimeşand piştî demekê têra hevrêyê me Artim nekir û kete nava lêgerîna wê yekê ku xizmeteke hîn mezin bike. Li ser vê bingehê ji bo bibe şoreşgerekî profesyonel di Sibata 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Artim dema gav avêt nava PKK'ê, herî zêde ji jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê bi bandor bû. Weke mirovekî welat û bajarên cuda dîtî, anî ziman ku jiyaneke ewçend bi manewiyateke bilind û fedakariya ji bo armancên mezin û bi wate li cihekî din nedîtiye û ji xwe re kir armanc ku bibe şervanekî azadiyê û neferekî vê jiyana bi rûmet. Ji bo hevrêyê me Artim bû armanca herî mezin ku hêjayî Rêbertî, şehîdan û gel bibe. Hevrêyê me Artim ku ciwanekî zane, xwedî çand û têgihiştî bû, bi eşqeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû. Perwerdeya destpêkê bi serketineke mezin û bi lez qedand. Ji bo zû tevlî pratîkê bibe û bibe xwedî tecrûbe kete nava hewldaneke girîng. Ji payîza 2014'an heta bi bihara 2015'an li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî tevlî perwerdeyê bû. Vê perwerdeyê hevrêyê me Artim ji aliyê gerîlatiyê ve gihand asteke girîng. Hevrêyê me Artim ku berê wî timî li Bakurê Kurdistanê bû, hesreta mezin a welêt vê carê xwest weke gerîlayekî bi vegera li Amedê vemirîne. Ji bo vê jî timî pêşniyar kir û israr kir. Xwe timî ji bo gerîlatiya li nava şert û mercên zehmet amade kir û hewl da kesayetiya xwe di nava dîsîplîneke mezin de bi rêxistin bike.

Hevrêyê me Artim ku bi sekna xwe baweriyeke mezin da hevreyên xwe û fermandarên xwe, ji bo ewlekariya yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê hevrê Fûat - Alî Haydar Kaytan hate wezîfedarkirin. Demeke dirêj li gel hevrê Fûat ma û hem di ewlekariya wî de wezîfe kir hem jî tevlî karên li Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bû. Hevrêyê me Artim bû xwedî wê derfetê ku PKK'ê ji çavkaniyê ji zanayê me yê heqîqetê hevrê Fûat hîn bibe. Danheviya bêdawî ya hevrê Fûat a mîna deryayê, asta wî ya heqîqetê, rewşa pîrbûyîna çiyê ya ku di şexsê xwe de şênber kiribû, hal û tevgera wî bandoreke mezin li hevrêyê me Artim kir. Jiyan û kesayetiya hevrê Fûat ji bo hevrêyê me Artim bû xezîneyeke mezin, çavkaniya heqîqetê û dibistana jiyanê. Hevrêyê me Artim hewl da ku heta dawiyê ji vê derfeta ku dibe para kêm mirovan sûdê werbigire û bibe hevrêyekî baş ê hevrê Fûat. Bi hişmendiya berpirsyariyê ya bilind ku zanîbû li ku ye û çi dike, hewl da wezîfeyên xwe bi cih bîne. Bi cidiyeta berpirsyariya xwe, ku di temenê ciwantiyê de hilgirtibû ser milê xwe, hewl da hemû wezîfeyên xwe bê kêmasî bi cih bîne. Bi jiyana xwe ya bi rêk û pêk û derwêşane, bi samîmiyeta xwe li her cihî kete dilê hevrêyên xwe û ji bo her kesî bû cihê hezkirin û hurmetê.

Hevrêyê me Artim li Garê dema li ser erka xwe bû 3'ê Tîrmeha 2018'an di êrişa dijmin de li gel hevrê Fûat şehîd bû. Hevrêyê me Artim bi pratîka xwe ya bi qasî emrekî ku di jiyana xwe ya kurt a gerîla de bi cih kir, bi sekna xwe ya milîtaniya fedaî ya Apoyî û tevlîbûna xwe ya ji her kesî re bibe mînak, wê weke meşaleyekê timî rêya me ronî bike. Em soz didin ku meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi ser bixînin ku armanca herî mezin û xeyala hevrêyê me Artim bû bi serketinê tacîdar bikin û ruhê wî şad bikin.

Hevrêyê me Berxwedan li Cizîra Botan ji dayik bû ku ev herêma Şirnexê bi welatparêzî û berxwedêriya xwe li pêş e. Ji ber ku malbata wî ji eşîra Kiçî ya qedîm bû û nirxên xwe yên Kurdîtiyê li gel hemû êrişan jî parastibû, bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me weke her zarokekî Kurd rastiya dijmin zû nas kir, di temenekî biçûk de zilma dijmin a li hemberî gelê me dît. Piştre li dibistanê li polîtîkayên qirkirinê û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger rast hat û bi şêweyê jiyanê û zimanê ku li ser wî bi zorê dihate ferzkirin, rastiya dijmin careke din nas kir. Lê belê bi saya kesayetiya xwe ya ku bi nasnameya berxwedêrî ya Botanê afirî, serî li ber zext, êrişên qirker û tepisandinê netewand. Karîbû xwe biparêze. Di serî de hevrêya me şehîd Çîçek Kiçî - Guhar Çekîrge ji ber ku gelek ji xizmên wî yên nêz tevlî nava refên azadiyê bû û şehîd bûn, hevrêyê me Berxwedan têkoşîna me ya azadiyê zû nas kir. Hevrêyê me bi salan li çîrokên destanî yên gerîla û şehîdên me yên leheng guhdarî kir, bi vî rengî mezin bû û gerîla ji xwe re kir mînak. Ji ber vê yekê ji xwe re kir armanc ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me ku bi xwe re ev xeyal jî mezin kir, di demekê de ku êrişên qirkirinê yên li ser gelê me yê li Rojava û Şengalê zêde bûn, fikirî ku dem hatiye êdî berpirsyariya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih bîne. Li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku gelek artêş û dewletan ji ber direviyan biryar da ku tevlî şerê hebûnê yê gelê me bibe û bi ruhê berxwedêr û esîl berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Berxwedan destpêkê li herêma Heftanînê beşdarî perwerdeya şervanên nû bû, li vê derê hînî pîvanên bingehîn ên jiyana gerîla û çiyê bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi biryar, di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû, bi taybetmendiya xwe ya enerjîk ji hevreyên xwe re bû hêz û moral. Di pêvajoya perwerdeyê de di serî de dîroka Kurdistanê û dîroka me ya têkoşînê hîn bû, di vê demê de firsend dît ku bikeve nava kûrbûnên xurt. Hevrêyê me bi her agahiya nû hînbûyî rastiya xwe baştir fêhm kir û derfet dît ku kesayetiya xwe li ser vê bingehê binirxîne. Bi vî rengî hevrêyê me Berxwedan taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di şexsê xwe de afirand, bi rengekî hîn çalak tevlî nava jiyanê bû. hevrêyê me ku li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê xwedî hêrrseke mezin bû, ji bo karibe parastina gelê me bike baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji aliyê leşkerî ve divê xwe bi pêş ve bibe. Ji ber vê jî bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî perwerdeyên leşkerî bû. Hevrêyê me firsend dît ku hînî gelek taktîkên gerîla bibe û xwest van hemûyan bi lez bixe pratîkê.

Hevrêyê me Berxwedan piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand derbasî herêma Garê bû û li vê derê tevlî gelek karên cuda bû. Di vî karî de jî derfet dît ku xwe ji aliyê leşkerî, îdeolojîk, teknîkî û gelek qadên din bi pêş ve bibe, ev derfeta ku tevgera me ji bo wî û gelek hevrêyan afirand bi rengê herî baş nirxand. Hevrêyê me xwest bi rengekî çalak tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe, bersivê bide bendewariya azadiyê ya gelê me û bi vî rengî hêjayî Rêber Apo û şehîdên me yên leheng bibe, ji bo vê xwest derbasî qadên ji şerê giran bibe. Bi enerjiya ciwantiyê û ruhê şoreşgerî yê milîtaniya Apoyî hevrêyê me Berxwedan xwest tola gelê me ji dewleta Tirk a dagirker hilîne û bi sekna xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak.

Hevrêyê me Berxwedan ku paşeroja wî ronî bû û ji bo karibe xwe hîn bêhtir perwerde bike derbasî qadên cuda yên têkoşînê bû, li vê derê hemû wezîfeyên jê re hatin dayin bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me li gelek qadan pêşketina xwe dewam kir û bû xwedî wê seknê ku bersivê bide pêwîstiyên şoreşa me. Lê belê di pêvajoyekê de ku êrişên dewleta Tirk a dagirgker ên li ser gelê me û gerîlayên azadiyê zêde bûn careke din israr kir ku bê çiyayên azad û ev daxwaza xwe bi ser xist.

Hevrêyê me ji ber ku careke din gihîşt çiyayên Kurdistanê gelekî kêfxweş bû ku ev kêfxweşiya xwe di hemû şaneyên xwe de hîs dikir. Li hemberî dewleta Tirk a ku dixwaze van çiyayên mîna bihuştê dagir bike, fikirî ku dem hatiye şer bike. Li ser vê bingehê hevrêyê me xwest xwe li ser taktîkên gerîla yên dema nû bi pêş ve bibe û beşdarî nava perwerdeyên pisporiya leşkerî bû. Li vê derê bi jîr û jêhatîbûna xwe, her wiha bi karakterê xwe yê kedkar di demeke kur de xwe bi pêş ve bir. Li gel temenê xwe yê ciwan jî hevrêyê me Berxwedan gelekî têgihiştî û dilnizm bû û bi qasî karkeriya xwe ya li perwerdeyê bi kesayetiya xwe jî bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Berxwedan 3'ê Tîrmeha 2018'an di êrişeke dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku xeyala azadiyê ya hevrêyê xwe Berxwedan bi cih bînin.

 

17’ê Mijdara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG